Dienstag, 31. Mai 2011

Zarokên Kurd Ćawan Di Dibistanên Tirkan Da Dibin Aźanên Zimanê Tirkî?

Herro bi mîlyonan zarokên kurd terrin dibistanên tirkan.
Ev zarokên hanê hemî roźa xwa di dibistanên tirkan da di nav ćerxa asîmîlasiyona tirkên niźatperest u faśîst ra derbaz dikin.
Bêyî ku haya wan źi vê qewadiya sîstema tirkan hee bibe.
Zarok e, kêfa wî tê gava hînî tiśtekî nuh dibe.
Kêfa wî ya nezan źi niśkê va wî dike ćar baskî, gava em kêfxwaśiya xwa bi tirkiya wî tînin.
Hêdî ew zarok di pêśeroźê da evîndarê zimanê tirkî yê źi dil e.
Śermokê zimanê dayika xwa ya kurd e.
Hêdî zimanê diźminê wî di serê wî da dibe ćîroka îblîsane ya «ziman gerdunî ne, diźminatiya zimanan nabe!».
[Lê di raśtiyê da mêźiyên me kurdan tevda źî bunne qurbana manîpulasiyonên siyaseta zimanê tirkî. Hêdî fikirên ku li gorî berźewendiyên zimanê tirkî hatinne formule kirin, cîhana me ya têgêśtinê kontrol dikin, loma ye ev gotin u fikirên zik birćî u beredayî.].
Li gorî śertên heeyî, carinan bi zoriyê u carinan źî bi nermiyê ziman u kultura tirkan li zarokan tê śîrîn kirin.
Ha bi zordariyê, ha bi nermiyê, ti cihêtî di navbera herdu nêzîkbunan da tun e.
Mêźiyên zarokan hîn pirr teze ne, wekî śîr u kaxiza spî, bê leke ne.
Hîcar em bi destê xwa mêźiyên van zarokên ku li ber śîr in, derdixin u dixin nav destê sîstema tirkan ya bi vîrusên herî kuźer u wan bi xwînsarî didin kuśtin.
Hêdî li ser wan kaxizên spî bi tîp u hevokên herî mezin netewe- u niźatperestiya zimanê tirkan roź bi roź tê daćikandin.
Piśtî salên dur u dirêź yên bi lanet kirî, hindî ew înformasiyonên ku di wan mêźiyên spî da hatinne śund kirin, meriv hew dikane źê paqiź bike.
Źê bibe źî, ewdê hertim lekeyên mezin yên reś u derbeder li paś xwa bihêlin.
Însan berhemeke pêkhatî ya înformasiyonên di mêźiyê xwa da ye.
U li gorî van înformasiyonên di mêźiyê xwa da tevdigerre, hawîrdora xwa li gorî wan înformasiyonan têdigêźe u śîrove dike.
Digel vê tevgerra xwa ya herî bingehîn, ziman di mêźiyê mirov da pergala herî esasî ya ku meriv bi kar tîne, ye.
Her ziman di mêźiyê meriv da tor u pîrikên xwa bi lez ćêdike, daku bikare bibe desthilatê wî śexsî di mêźiyê wî da. Yanî bi hemî lîstikên xwezayî tora xwa tavêźe mêźiyê meriv.
Li gorî wî zimanî girêdankên sînîrî u śaneyî/hucreyî di meźîyê meriv da ćêdike.
Piśtî vê tevgerrê, hêdî meriv li gorî tespîtên noyrobiyoloźiyê berhemeke wî zimanî ya daîmî ye.
Bêśik birryara meriv ya serhiśî di vî warî da nikane tevgerrên meriv yên esasî kontrol bike. Loma gava em kurd bi kurdî dipeyîvin yekcar źi devê me peyîv u hevokên bi tirkî, erebî u farisî derdikevin.
Źiber ku hêdî em di bin kontrola wî zimanî da ne, ango di bin desthilata sîstema zimanê diźminê xwa da ne.
Diźminê źi atomê xerabtir ne ćek u bombeyên tirkan in, lê zimanê tirkî yê ku heebuna neteweya kurd di mêźiyê milletê kurd da talan u wêran dike, ye.
Pêvaźoyek u vîruseke pirr bê deng e. Meriv bi carekê va źi holê ranake.
Pirr bêhn fireh e. Gava meriv pê dihese źî, hew dikane tiśtekî bi fêde bike.
Loma źî li xwa rewa dîtina desthilata sîstema zimanê diźminê xwa, bê him u gim tunekirina milletê xwa ye.
Herê, em zarokên kurd bi vî hawî herro didin kuśtin di dibistanên tirkan da.
Ew zarokên ku dimirin u tên malê, li malê źî dest bi ceribandina tiśtên hîn buyî dikin, źibo ku źîriya xwa li me bidin nîśandin.
Carinan bi śiklekî pirr zarokî, henekbaz u dilovan dikin vê yekê.
Kêfa me pê tê. Me didin kennandin. Wan li me didin hez kirin.
Em źi dil dibiśirin, wan himbêz dikin, bi paćên dilovan wan pîroź dikin.
Gava em vê dikin źî, em malikê li xwa diśewitînin.
Hingê zarok źiber dilovaniya me ya aqilsivik xwa bêtir li zimanê tirkan germ dikin.
Her peyveke zimanê tirkî, wekî frekuwens di mêziyê xwa da bar dikin, bi derudora xwa ra parve dikin. Źi zarok u kesên din hînî frekuwensên din dibin, yanî hêdî zarok u em mezinên kurd źi hevdu frekuwensên zimanê tirkî kopye dikin, bêyî ku haya me źi xeternakiya vê yekê hee bibe, ha ha cih li frekuwensên zimanê kurdî teng dikin di mêźiyên xwa da.
Ti cihêtî di navbera van frekuwensên zimanî u vîrusên bîyoloźîk da tun e.
Ango dawiya dawîn encam tunebun e, tenê pergalên ku hatinne bi kar hanîn, cihê ne.
Mîna her nebatî u heywanî, zarok u însan źî li gorî berźewendiyên heeyî xwa orxenîze dikin u tevdigerrin.
Bê guman kesê ku pesna zarokên kurd yên bi zimanê tirkî dide, di meś u ćalakiyên siyasî da li dayikên kurd belavokên bi tirkî dide xwandin, afîś u plakatên bi tirkî dixe destên wan, bivêt-nevêt aźanê sîstema tirkan yê obźektîf e.
Ćênabe ku meriv li hêlekê li diźî sîstemeke niźatperest li ber xwa bide u li hêla din źî li gorî daxwazên îdeoloźiya wê sîstemê u pergalên ku wê sîstemê li ser piyan dihêlin, tevbigerre.
Ev paradokseke pirr mezin e.
Lukseke kurdan ya weha serserî źî nikane hee bibe.

Ma KNK Di Gotinên Xwa Da Ćiqas Cîddî Ye?

Tevî ku hîro destpêka heftê bu źî, zêde karê min ćênebu.
Min tenê źibo seetekê werger kir u hew.
Seet berbi 11an ćum pîskîlet haźotinê.
Li ser riya vegerrê hîn ćend kîlomêtro źi malê dur bum, yanî qendî des/deh deqqên bi pîskîletê, min mêze kir ku rê źi hêla polîs va hatiye girtin.
Gava ez bi pîskîleta xwa bi pêś va dihatim, polîsekî źi min ra got «destur tun e».
Hîcar ez źi pîskîleta xwa daketim, heta dukana Fermo ya ku źi ciyê qezayê du sed mêtro dur bu, bi peya ćum. Min hindek mêwe źibo xwa kirriyann. Keća li ser kasê źi min dixwast ku bizane ka polîsan rê girtinne yan na.
Min got «herê, qendî du sed mêtroyan rê hatiye girtin.».
Got «zarokek di bin erebê da maye».
Tabî li ciyê ku qeza ćêbubu, hengameyeke pirr mezin hee bu.
Ćadirek źî hatî bu daynîn. Bawer dikim mudalehên yekem di wê ćadirê da dihatinn kirin.
Ez ći bibêźim, bila xwadê źê ra hariyar bibe.

Min di nućeyan da dekleresyona KNKê xwand (http://www.nukurd.com/nce/knk-daxwuyaniyeke-girng-belav-kir.htm).
KNKê di vê dekleresyonê da noxteyên gelekî girîng yên bi neteweya kurd va girêdayî hanînne zimên.
Lê ez bi xwa di van gotinên KNKê da pirr bi śik im.
Nikanim cîddî bigirim. Yanî nikanim baweriya xwa bi van gotinan bînim.
Ma ewdê KNK bikare li paś gotinên xwa bisekine yan na?
Mesela di derbarê zimên da «îddîayên» baś hatinne kirin.
Lê ez baś dizanim ku, kesên di nav KNKê da bi tirkî rudinin u bi tirkî źî radibin.
Hîcar van kesên ku di mêźiyên xwa da bunne mubteleya zimanê tirkî u siyaseta tirkan, ewdê ćawan min li xwa bidin bawer kirin?
Di nav źiyana milletê kurd da gelekî caran siyasetmedarên kurd milletê kurd xapandinne.
Qîmeta namusa zimanê kurdî kirinne pênc quruś.
Hêdî di nav millet da meseleya zimanê kurdî daketiye asta îzmarîteke bê fêde.
Yanî buye tiśtekî lastîkî, ewqas ku źi nirxê daketiye.
Tevî ku ziman aleta heebuna milletekî ya herî esasî ye źî.
Bê guman ev źî rezeleta aqilsiviktiya me ya bê pîvan nîśan dide.

Sonntag, 29. Mai 2011

Ćima Li Basurê Kurdistan’ê Destur Źibo Qanaleke Hewremanî Tun E?!

Hîro hewayeke xwaś li der hee bu.
Loma źî ez him ćum pîskîlet haźotinê u him źî ćum bezê.
Helbet ez aniha hindekî westiyayî me.
Tew tew teeew.
Qet źî xema min nîn e.
Lê carinan seyareyên li ser kolanan îmana di meriv da dikin agir u berdidin.
Kafirbavan hîć bi baldarî nahaźon.
Hema hun bibêźin li belayekê digerrin.
Lê ne tenê mêr, herweha źin źî kêm-zêde bi heman xeternakiyê tevdigerrin.
Diyar e ku di erebê da herkes xwa xwadî hêz hîs dike, ha źin ha mêr, ti cihêtî xwa nîśan nade.
Li gorî tecrubeyên min, kesên ku bi erebeyan rêwîtiyê dikin, pirr bi stres u agresîf in.
Di lêkolînên zanyarî da hatiye dîtin ku, kesên ku bê hereket dimînin, pirr agresîf dibin.
Bê guman hereket źibo beden u ruhê mirov aktîvîteyeke zerurî ye. Tevgerr sebeba heebuna me ya sereke ye.

Li gorî ragiyandina nućeyekê, li Kurdistan’a Baśur hukumet desturê nade ku qanaleke bi zaraveya kurdiya hewremanî were ava kirin.
Bi raśtî źî hukumeta li Baśur di destê soranên faśîst da buye bobelat.
Li śuna ku źibo hemî zaraveyên kurdî dibistanan vebikin, zarave u kultura kurd-î yên hezar salan źi mirinê xelas bikin, camêr wekî ereb, faris u tirkên niźatperest tevdigerrin.
Ćarenusa milletê kurd ya pêśeroźê bi berźewendiyên ćend zirzopên îblîs va girêdanne.
Gava ez li wan roźên bi keder u xwîn difikirim, rewśa Kurdistan’a Baśur tê bîra min, ez pirr xembar dibim.
Źibo ku camêr bikarin bigêźin mafên xwa, me ćiqes li ber xwa dida, ya staaar, bê lome nebe lo.
Lê vala buye, babam, vala!
Hêdî źiber van kirinên soranan di min da nefretek bi hêdîka ćêdibe.
Gelo ewdê soran bibin belayê serê me?
Welle ew u kêfa wan. Kurdistan aîdî hemî kurdan e.
Loma źî heqqê min źî li Baśur hee ye.
Ez vê heqqê xwa źi wan soranên bê derpî ra nahêlim, ihi.

Freitag, 27. Mai 2011

Ćima Kurd Bunne Mubteleya Zimanê Diźminê Xwa?!

Min hîro hew kêfa xwa xera kir.
Li der eyameke sar u bi baran hee bu. Bi carekê va hewa des/deh pileyan daket u bu 15°.
Źiber ku hîro qet karê wergerê tune bu, ez źi malê derneketim.
Vê hevarê di seet 17 u nîvan da źibo du seetan ćum sportê.
Gava min di hundir da sporta xwa dikir, śiliyeke bi hêz li der dest bi barînê kir.
Gava min sporta xwa xelas kir u derketim der, hêdî śilî nedibariya. Hetta roo/rooź li ezmên xuya dibu.
Aniha vê gavê hindekî westiyayî me, xavî di bazuyên piyên min da pićekî hêśê dide min.

Li Zangeha Colemêrg’ê Konferensa Navneteweyî Ya Kurdoloźiyê hatiye li dar xistin. Lê qendî du-sê sed kesî li ciyê konferensê ew protest kirinne u derketinne der.
Ez bi xwa qet nizanim ku kê ew konferens orxenîze kiriye?
Kî wekî beśdarvan hatinne dawet kirin?
Ma bi raśtî źî konferenseke wilo navnetewî ye?
Ma kurdînasên/kurdologên ku beśdar bunne, kî ne?
Bi serê min u we bibe ku hîć baweriya min bi konferensên wilo beredayî nayê.
Ha dewleta tirkan ya niźatperest, ha kurdên me yên gundî u aqilsivik tiśtekî weha kiriye, di eslê xwa da herdu źî di warê zanyariyê da heman tirśik in, ne tên xwarin u ne źî tên vexwarin ellawekîl. Loma źî bila źi camêran ra «noś bibe» u hew dînime îmanime.

Leyla Zana di propexendeya hilbiźartinan da źi milletê kurd tika dikiriye ku bi zarokên xwa ra tenê bi kurdî bipeyîvin.
Bêguman divêt daxwaza her kurdî/ê ev yek bibe.
Ćênabe ku kurd di nav xwa da bi zimanê tirkên tecawîzcî bipeyîvin u zimanê kurdî yê źi hezar salan bi destê xwa bikuźin u bikin bin erdê.
Ev bê wîźdaniya herî lanetkirî ye, źi aźantiya dewleta tirkan ya tecawîzcî pê va ti tiśtekî din nîn e.
Loma źî, kurdê ku zimanê tecawîzciyê xwa bi kar tîne, ew raśteraśt buye mubteleya tecawîzciyê xwa u milletê xwa.

Donnerstag, 26. Mai 2011

Tatîla Min Ya Dawiyê: 1999

Hîro źî li derudor hewayeke pirr xwaś hee bu.
Tevî vê źî min hîro sport nekir. Lê sibeh ez ê dîsan heyfa xwa hilînim.
Karê min yê wergerê źî hîro tenê du seet bunn.
Tabî hîro «ćanda hêvarê» źî hee bu. Ćar kes hatî bunn. Em bi zêdeyî li ser dîroka dema dawiyê u asîmîlasiyona kurdan rawestiyann.
Dibe ku ev cara dawiyê buyî bibe.
Sibeh zangeh dikevin tatîlê.
Tabî herkes bi hêlekê da terre, źibo ku stresa di dilê xwa da vala bike u dîsan vegere ser karê xwa.
Lê ya min, ez tiśtekî weha nas nakim.
Cara dawiyê di sala 1999an da źibo du heftan ću bum Yonanîstan’ê. Birayê min yê mezin źî hatî bu. Me qendî heftekê wexta xwa bi hev ra derbaz kirî bu.
Źiber ku vîze dereng dayî bunn wî, ew hingê heftekê dereng hatî bu. Eziyeteke pirr mezin li wî dayî bunn kiśandin. Gelekî derbeder xuya dikir.
Piśtî heftekê em źi hevdu veqetiya bunn.
Min ew heta keśtiyê birî bu. Ćavên me herduyan źî tîźî buyî bunn.
Gava keśtiya wî hereket kirî bu, hîseke ecêb di dilê min da ćêbubu.
Mîna ku berośek ava sar bi ser da hatî bibe riźandin, ez ewqas li ber xwa ketî bum.
Ew hevdu dîtina me ya dawiyê bu.
Źê pê va îmkan ćênebu ku em careke din hevdu bibînin.
Lê ew hîn źî li benda min in.
Ez li benda ćuyîna xwa me, u ew źî li benda hatina min in.
Yanî em li benda hevdu ne, him źî tam bîst u du sal in.

Berhemeke Ehmed’ê Xanî Ya Nuh Li Qonye’yê

Ne doh u ne źî hîro di źiyana min ya nermik u germik da tiśtekî balkêś ćêbu.
Wekî doh, min hîro źî sport u karê xwa kir u ewqas.
Tabî digel vê dîsan qursên zimanê kurdî źî hee bunn.
Doh ez, Apo u Memo li ser qursa zimanê kurdî peyîviyan.
Cîgerim Apo u Memo dixwazin ku em vê havînê di meha tebaxê da qurseke întensîf źibo xwandekarên eleqedar ćêbikin.
Lê hîn źî em bi temamî nizanin ku bi ći hawî em vê bikin.
Ez bawer dikim ewdê heta dawiya hezîranê heśkere bibe.
Loma źî divêt em źibo meha tebaxê śunekê bibînin. Dibe ku di dema tatîlê da li ba zangehê śun neyê dayîn.

Min doh di malperên bi kurdî da nućeyeke pirr balkêś di derbarê helbestvan u alîmê kurdan yê mezin Ehmed’ê Xanî da xwand.
Li gorî nućeyê li Qonye’yê berhemeke helbestvan u zanayê kurdan Ehmed’ê Xanî hatiye diyîn/dîtin.
Berhem li dor sî rupelî buye.
Ćend rupel źî herifî bunne u hew dikarine werin xwandin.
Gelo berhemeke E. Xanî li Qonye’yê ći digerre?
Kengê ew berhem ću Qonye’yê?
Kê ew bir Qonye’yê?
Dibe ku hîn gelek berhemên E. Xanî u yên helbestvan u zanayên din yên kurd li ber handabunê bibin.
Mixabin ku dewletên dagirker, zilimkar, niźatperest u faśîst Kurdistan’a milletê kurd tarumar kirinne, hemî hêźayiyên dîrokî yên kurdan roź bi roź źi holê radikin.
Bi vê yekî źî dixwazin ku kibarî u haśmetiya dîroka xelkê kurd bi źiyî/zindî bixin bin erdê.
Daku bila kurd bi mezinayiya dîroka xwa ya buhurî nehesin, mafên xwa yên dîrokî źi tirk, ereb u farisên niźatperest nestînin.
Lê beyhude ye!
Zu yan źî dereng ewdê milletê kurd xwa źi vê gemarî u pîstiya barbaran, wekî tîrê kevankê berbide xwezaya abadîn.
Ewdê dema tofana gerdunî źî roźekê were u wan ćend gotinên xwa yên heyî bi dîrokê da bikute.

Montag, 23. Mai 2011

Li Fuara Amed’ê Pirtukên Bi Kurdî, De Yellaaaaah!

Vê nîvroyê min di seet 1an da dest bi karê wergerê kir u heta seet 6ên vê hêvarê bê navber berdewam kir.
Tabî di dawiyê da ez hindekî bum wekî mirîśka gêź ellawekîl.
Berê ewqas karê wergerê ćênedibu, lê ev du sal in ku her u her zêde bu.
Bêguman ev min aciz nake, lê carinan wexta meriv ćênabe ku tiśtekî bixwe yan źî vebixwe.
Loma źî konsentreya meriv dadikeve. Hêdî mêźiyê meriv li tembureke din dide, śekirino.
Pêśniyaza min e źibo we yaw, zêde xwa li mêraniya berê ya ćê daneynîn, yan naaa, ewdê serê we lotikên paśupêś bavêźe we dînime îmanime lo.
Vexwarina tasek av hariyariyeke pirr mezin dide serê meriv.
Źi min gotin, dikin yan źî nakin, hun u kêfa we, ćavbelekino.

Di Fuara Pirtukan Ya Amed’ê da 103 hezar kes bune mêvan.
Ez dibêźim ev heźmareke kêm nîn e. Lê divêt em ewqes mezin źî nekin.
Źibo me kurdan mezin e, lê gava meriv bi fuarên ligel xelkên din ruberîhev dike, ev heźmar heźmareke pirr pićuk e.
Tê gotin ku îsal gelek weśanxaneyên zimanê kurdî źî tev lê bunne, him źî bi gelek pirtukên cihê u cihê yên bi kurdî.
Bêśik heebuna pirtukên cure bi cure źibo xwînerên zimanê kurdî źî pirr girîng e.
Ewdê herkes bikare li gorî daxwazên xwa yên śexsî pirtukan bibîne u bikirre.
Li welatekî pêśketî di nav salekê da ćend hezar roman têne weśandin, lê li ba me kurdan romanên ku bi kurdî hatinne yan źî têne weśandin, meriv bi tilliya xwa dikane biheźmêre.
Xem nake. Niyeta kurdan ya bi zimanê xwa va girêdayî di vî karubarî da gewhera bingehîn e.
Yê din teferruat e. Tew bila ew daxwaz hee bibe, ewdê bi sedan, bi hezaran pirtuk derbikevin u wêźeya zimanê kurdî geśtir u hêztir bikin.
Ma we kengê pirtukeke bi kurdiya germik u nermik kirriya cancîgerino, kengê, hi?

Sonntag, 22. Mai 2011

Lawo, Kećê, Zimanê Kurdî Li Benda Dermankirina Birînên Xwa Ye!

Vê sibehê piśtî rabun u xuruniya xwa ez ćum pîskîlet haźotinê.
Wexta ku ez vegeriyam, min bi lez meqerne źibo xwa ćêkir u xwar. Feleket birćî bubum anam babam.
Paśê min ćend deqqan xwa li ser cilan xwa dirêź kir. Ez bawer dikim ez qendî nîv seetî di xew ra ćuyî bum.
Piśtî heśyarbunê min ćayek ćêkir u vexwar.
Îcar careke din qesî seetekê ćum pîskîlet haźotinê.
Gava ez hatim nêzîkî mala xwa, baranê źî dest pê kir.
Śansa min hee buye ku min źi derî ćend dilopan zêde baran nexwar. Lê bi ketina min ya hundir baranê hêrsa xwa bi ser xwezayê da vala kir.
Paśê ez heta seet 17 u nîvan li malê mam.
Źiber ku hêdî śilî nedibariya, min solên bezê li xwa kirinn u qendî seetekê ćum bezê.
Welle yanî min hîro źî bi têra xwa îmana xwa bi sportê kir teneke u berda ćolê.

Camêrekî kurd yê bi navê Îsmaîl Dîndar du kitêbên zarokan wergerandiye zimanê kurdî u daye weśandin. Herweha kitêbeke xwa ya źibo zarokan źî di nav vê rêzê da derxistiye.
Ez bi dil u can birêz Î. Dîndar pîroź dikim źibo vî karê ku wî kiriye.
Źiber ku min ev pirtuk nedîtinne, di derbarê rêzimana kurdî da nikanim ti tiśtekî bibêźim.
Bi zanîna min di vî warî da weśangeriya zimanê kurdî pirr berbat hatiye orxenîze kirin.
Ne kesên pispor yên karê wergerê u ne źî weśangerên li gorî normên navnetewî li ser bazara kurdî hee ne.
Kêm-zêde her tiśt di nav destên partiyên siyasî da ne.
Lê mixabin ku partiyên siyasî źî bi temamî di bin bandora siyaseta tirkan da fetisîne, manîpulasiyonên tirkan hew berdide ku siyasiyên me siyaseteke netewî u Kurdistan’î ćêbikin.
Dewleta tirkan bi hemî metodan berê wan źi tevger u ćalakiyên Kurdistan’î yên bi zimanê kurdî va girêdayî dur dixe.
Źiber ku tirk pirr baś dizanin, ku roźekê kurd bi girîngiya zimanê xwa hesiyan, ha wê roźê îman li tirkên niźatperest u faśîst teqiya u ću.
Wê roźê ewdê zimanê kurdî yê hezar salan, bi hemî hiśmendî, zerefet u xiśm u kîna xwa ya tarîxî malikê li tirkiya qewad bike bexdenus.
Ez li vê yekê wekî navê xwa bawer dikim.
Lê źibo vê źî pêwistiya zimanê kurdî bi dermankirineke efsunî hee ye, źiber ku bi sedan salan e ku di bin zilm u zordariya tecawîzciyên bê śeref da derbên mezin xwariye.
Loma źî, cancîgerino, kurdê ku li ber xwa nakeve u naxwaze birînekê źi wan hezar birînan derman bike, ez li tifu śerefa wî dikim u xelas, ihi.

Samstag, 21. Mai 2011

«Konferensa Pirsgirêkên Kurdoloźiyê» Yan Ya Gundîtiyê?!

Doh qet karê min tune bu. Tabî hewa źî gelekî germik u nermik bu.
Loma źî min piśtî nîvroyê bi têra xwa sport kir.
Gava ez hêvarê hatim malê, hema hema ez źi hev ketî bum.
Hîro źî kêm-zêde min heman zilm u zordarî li bedena xwa kir.
Lê helbet ez hîro pêgoog nelîstim. Loma źî hîro rewśa min ewqes berbat nîn e dînime îmanime.

Min hîro di nav înternetê da nućeyek li ser «Konferensa Pirsgirêkên Kurdoloźiyê» ya li Moskove’yê xwand.
Camêran hewl danne xwa ku «pirsgirêk»a zaraveyên kurdî ćareser bikin.
Lê ez bi xwa nizanim, «pirsgirêk»a zaraveyên kurdî ći ne, em ê ći’yê wan ćareser bikin?!
Axaftina vê konferensê mîrza Yusubova kiriye.
Ez bi xwa Yusubova qet nas nakim.
Di axaftina xwa da mîrza Yusubova tiśtên ewqas wêrek gotiye ku, ez bi xwa wekî zimannas śaśo-maśo mam ellawekîl.
Birêz dibêźe lêkolerên Ewrupe’yî berî demeke dirêź li ser zimanê kurdî lêkolîn kirinne, lê mixabin ku ćeftiyên mezin kirinne. Bêyî ku zimanê kurdî fam u nas bikin, zimanê kurdî li gorî herêman źi hev cihê kirinne u zirarek mezin danne zimanê kurdî ...
Helbet hîn gelek tiśtên din dibêźe, bêyî ku haya wî źi zimannasiyê u texnîkên zanyariyê yên di zimannasiyê da hee bibe.
Bêguman, di zimannasiyê da pirr beśên cihê u cihê hee ne. Her beś li ser miźareke taybetî ya zimên disekine.
Ev tiśtekî teqez e źiber înformasiyonên miśt u tîźî.
Berî sed u pêncî salan gelek mîsyoner u zimannas ćunne Roźhilata Navîn u Kurdistan’ê. Wan śexsan li gorî îmakanên xwa gelek meteryal berhev kirinne u ragiyandinne hîro.
Hêźayiya wan berhemên dîrokî di nav dîroka zimanê kurdî da roleke mezin digirin.
Bêśik di nav lêkolînên eraziyî da meriv tenê bi berhev kirina zimanê peyîvî muźil dibe.
Ango mafê meriv tun e ku lêkolînê bi fikrên xwa yên śexsî bixe nav xeteriyê.
Piśtî ku lêkolîna berhev kirî hate weśandin, îcar zimannasên źi beśên din źî wan meteryalan digirin u lêdikolin.
Loma źî divêt ew meteryal źi kîźan herêmê, gundî, baźarî, yan źî li ba kîźan eśîretî hatinne berhev kirin, divêt bi rêk u pêk bê kêmasî werin nîśan dayîn.
Źiber ku hemî eśîretên kurdan źî xwadî dîrokeke bi heźar salan e, źi ciyekî koć kirinne u ćunne ciyekî din.
Źibo ku meriv bikare têkiliyên wan eśîretan di navbera hevdu da derbixe, demoxrafiya milletê kurd ya di nav dîrokê da baśtir analîz bike, pêwistî bi daneyên bingehîn hee ye.
Loma źî tenê zimanê peyîvî di vî warî da xwadî derfetên sereke u esil e.
Źiber ku dîrok, kultur u bawerî di nav zimanê ku tê bi kar hanîn da veśartiye.
Yanî ziman bi śiklekî din, wekî «atom u kuwarkên» milletekî ne.

Donnerstag, 19. Mai 2011

Meźburî Kirina Zimanê Kurdî, Śertê Heebuna Milletê Kurd E!

Roźeke bi têra xwa germik bu hîro.
Li Swîsre’yê roźên weha gelekî kêm in.
Min hîro piśtî nîvroyê tenê qendî sê seetan werger kir u ewqas.
Dîsan hîro źî min li mensaya zangehê cîgerim Memo u Apo dîtinn.
Me bi hev ra xwarina nîvroyê xwar. Gava em rabun ser xwa me mêze kir ku ha cîgerim Śefîk źî źi ber me derbaz dibe. Xalê Memo daa ber qîrreqîrran źibo ku xalê Śefîk bi me bihese.
Piśtî silavên xwadê u filan u fistix em bi hev ra derketinn «hewśa ronayiyê» ya zangehê. Camêran ewdê tiśt vebixwarinna.
Lê ez bi lez źi wan veqetiyam. Ez ê bićuma beśdarî semînerekê bibuma.
Hêdî wan li wir ći kirinn u ći nekirinn, tenê xwadê u Xelefo dizane ellawekîl.

Di nućeyan da min tiśtekî balkêś xwand.
Tê gotin ku śaredariya Amed’ê ya Sur’ê źibo kesên ku dixwazin di śaredariyê da kar bikin, kurdiya kurmancî u kirdkî/zazakî meźburî kiriye.
Bê guman ez pirr pê kêfxwaś bum.
Lê têr nake babam, têr nake.
Mesela me hêdî źi hemî sînorên heyî u tuneyî derbaz buye, hemî barîkadên heyî li ber lehî u baayê bi hêz tarumar bunne.
Bi hezar zehmetiyan nefesa xwa digirin u didin.
Źiber ku dermana derdê me hîn źî di ti klînîkeke heyî da nehatiye peyda kirin, ti śansa me ya ku li hemberî vê bobelatiyê serê xwa biheźînin u serê diźminê talanker u wêranker źi binî va di hewayê da bidin li baa kirin, tun e.
Helbet di raśtiyê da me źi zu va karê diźminê xwa girtiye ser xwa.
Dewleta tirkan hêdî pêwistiyê nabîne ku were ćakuća xwa di serê me da lêbide.
Camêran mêźiyê me li gorî berźewendiyên xwa proxram kirinne u berdane nav kolanan.
Hêdî em kurd bunne îblîsên xwa.
Bi sed u yek qalib sabun źî gemariya me nikane were paa/pak kirin.
Ma śekirino, bi telaqên pîroź źibo we ćend qalib sabun lazim in, hi? Ma hun qet li ser vê yekê fikiriyan, gava ku we li hêlliyeke ecer mêze dikir, hi?
De bi kerema xwa źi śuna xwa rabibin lo ...

Ćima Kurd Kitêbên Bi Tirkî Difirośin, Hi?

Bi telaq hîro hewayeke gelekî baś hee bu.
Tevî vê źî min nekanî bi têra xwa herrim sporta xwa bikim.
Karê min yê hîro źî zêde nebu. Min tenê qendî du seetan werger kir u xelas.
Min vê nîvroyê li mensaya zangehê xalê Memo u Apo źî dîtinn.
Gava ez vê hêvarê ćum qursa zimanê kurdî, min ew dîsan li mensayê dîtinn.
Źiber ku wexta min zêde tune bu, piśtî xwarina xwa ez bi lez rabum ser xwa u ćum ciyê qursa zimanê kurdî.
Welle tenê cîgerim Ceren hatî bu. Piśtî ku me dest pê kir, îcar xaltîka me Selda źî hat u me tenura xwa germ kir.
Em di niviyê qursê da rabun u ćun kafeteriyeya zangehê. Em li der runiśtinn, li ciyekî bêdeng. Me him tiśt-miśt vexwarinn u him źî leksiyona bi kurdî ćêkir.

Di nav roźên dawiyê da gelek pirtukên bi kurdî li Kurdistan’ê hatinne weśandin.
Lê mixabin ku ti îmkana me ya ku wan pirtukan bikirrin u bixwînin, tun e.
Mirov li ser standên kurdan hew pirtukên bi kurdî dibîne.
Tevda źî pirtukên bi zimanê tirkî difirośin.
Źixwa ev bê wîźdaniya kurdan meriv dîn u harr dike.
Li qada 1ê gulanê min tenê kitêbeke bi kurdî źî nedît ellawekîl.
Bi serê Xelefo bibe ku qîmeta van camêrên źi «dezgeha MITa tirkan», bi tevîhev qesî pîvazeke xerabe źî nake.
Hey bila mirîśka dîkê qerase bi ser we da veriśe u mîrza dîko źî bera ser we bide, ihi.
Law źi me kurdan baśtir kî dikane aqilsivikên taśeron bihafirîne u berbide ser laśê xwa babam, kî?
Meriv ćiqes zugurt bibe, ewqas źî źi kîsa bavê xwa tavêźe dînime îmanime yaw.
Eman eman, bila haya we źi we hee bibe, hun źî zugurtiyê źi xwa ra nekin pîśe u serê me nekelînin u nekin śorbeya nîskê, qurbaninooo.

Mittwoch, 18. Mai 2011

Li Ser Zimanê Kurdî Sloganên Bêderpî

Min hîro źî xwa li betaliyê daa ellawekîl yaw.
Ya raśt merî hew dikane ligel hewayeke weha xwaśik tiśtekî din bike.
Helbet, wekî źi edetê, min sê seet sporta xwa źî kir.
Karê min yê hîro tenê seetek werger bu.
Qursa zimanê kurdî yê destpêkeran źî hîro hee bu.
Bi sê telaqên źin berdanê yên bê fitu u filan u fistix bibe ku xwandekaran di dersê da ha ha civata xwa germ kirin.
Welle suc yê min e babam, min źibo kafiran ćîkoleteyeke xwaśik, germik u nermik źî biriya bu.
Piśtî ku ćîkolete xwarin, serê cancîgeran li hev ket, ha ha bi vir u wir da dest bi lotikên bergîlkî kirin.
Dibe ku ez cara din bi xwa ra śuśeyeke bi ava sor bibem u îmana wan bikim teneke u heyfa xwa hilînim yaw :-).
Na naaa, henekan dikim lo. Źixwa tirk, ereb u farisên niźatperest dîn u îman di me rebenên xwadê da kirine wekî śorbeya nîskê, birê min.

Di pêncdesê/dewpêncê vê mehê da (15.05.2011) «ceźna zimanê kurdî» ye. Źi niha va li hindek ciyan dest bi orxenîze kirina ćalakiyan kirine.
Mixabin ku me hîn źî bi temamî girîngiya zimanê dayikê fam nekiriye.
Bi sloganên berdîberdayî u bê derpî xwa u wîźdana milletê xwa tatmîn dikin.
Bê guman ev cure fîlozofî zirar u ziyaneke pirr mezin dide zimên, di nav civaka kurd da girîngiya zimên dike lastîk, qîmeta wî dadixe pênc quruśên tenekeyî.
Kultur u dîroka buhurî di zimên da veśartiye.
Her roźa ku em peyveke kurdî handa dikin, em źi belgeyeke hezar salan dibin.
Em di mêźiyê xwa da herro źi guleke źi hezar gulan bê par dimînin.
Her gula ku di mêźiyê me da wekî histêrkekê diśemite, bi xwa ra yeke din, ya din źî bi xwa ra yeke din dikiśîne u dibe, ango dikuźîne.
Li śunên vala źî zimanê diźminên me tên bi cih dibin, wekî vîrus bi hêdîka xwa belav dikin, herêma zimanê kurdî yê din źî dadigirin, peyvên kurdî bi teq u req dikuźin.
Îcar li dawiya vê operasyonê mêźiyê me dibe mêźiyê zimanê tirkî, erebî u farisî.
Bê śik, piśtî vê noxteyê hêdî havitina sloganên puć u vala, nikana zilikekê źî xelas bike.
Źiber ku sîstem bi tevayî li gorî zimanê tirkî, erebî u farisî kar dike, meriv bixwaze źî nexwaze źî hêdî girtiyê/bendeyê zimanê tirkî, erebî u farisî ye.
Loma źî śekirino, her cara ku hun peyveke tirkî, erebî u farisî bi kar tînin, hun bi dilê xwa sîstema mêźiyê xwa teslîmî wan dikin.
We got ći, yabo qurbanino, we got ći yaw, hi?

Dienstag, 17. Mai 2011

Ziman Berhemeke Ruhê Nifśên Hezar Salan E!

Hîro hewayeke xwaś li der hee bu.
Lê karê min hîro zêde tune bu. Min tenê qendî seetekê werger kir u ewqas.
Di seet duduyan da ćum pîskîlet haźotinê.
Lê mixabin ku min hîro nekanî herrim bezê u bedenhêziyê.
Ez ê sibeh van źî bikim. Di raśtiyê da roźên ćarśeman ez navberê didim sportê, źibo zêde bedena xwa neguviśim, ango nefetisînim.

Di qursa zimanê kurdî da hîro tenê du heb kes hee bunn, yanî tenê cîgerim Śefîk u Zekî hatî bunn.
Di nav weśanên Lîs’ê da des/deh kitêbên bi kurdî derketine.
Ez gelekî pê kêfxwaś bum.
Lê mixabin ku hîn źî di nav siyaseta kurdan da girîngiya zimên nehatiya têgêśtin.
Hema hun bibêźin ćiqas sotal u qeśmerên li ser kolanan hee ne, hatine di nav tevgera kurd da cih bune u bernadin ku kesên kurdîperest u kurdistanperest derbikevin ser sehneya hezar salan ya kal u bavên me u dawiya lîstika miqeddes di noxteya herî ziravik da biteqînin.
Îcar meriv mêze dike, ha berdośekî/e ku bi sîstema tirkan hatiye śuśtin, derketiye pêśiyê, bi sloganên belaś u bê derpî dike qîźźewîźź, serê milletê kurd dike śorbe u berdide nav mêrg u goranan.
Ê law belqitino, law hun nabînin ku dewleta tirkan li hêlekê ha ha kurdan dikuźe u li hêla din źî bi zimanê xwa we dide qîrrîn, asîmîlasyonê him źî di nav «śînên kurdan» da bi lez u bez belav dike.
Ma źi vê kambaxtir ći dikane hee bibe?
Hey tifuuu!
Tiśtê ku heta niha kurd li ser piyan hiśtiye, ne qîźźewîźźên bi zimanê diźminê xwa yên zirrezirrokî ne, lawo.
Tiśtê ku milletê kurd li ser piyan hiśtiye, qîźźewîźź u zirrezirrên bi kurdî ne.
Xelkê ku, kesê ku li ser miriyên xwa bi zimanê diźminê xwa dike qîrreqîrr, kela dilê xwa pê hênik dike, ha tam di vir da śerê heebun u tunebunê li hemberî diźminê xwa handa kiriye.
Him źî wî «śerê azadiyê» hîn di kakilê xwa da puć dike u dibe.
Lê pućiya vê yekê ewdê piśtî bi salan were dîtin.
Bê guman tedaviya vê pućiya aqilê bi śorbe yê bi dehan salan ewdê nekarî bibe were xwaś kirin.
Ziman pergaleke/aleteke gerdunî ya xwezayî ye, tê da ked, hest u źiyana bi sedan nifśên berî me hee ne.
Tê da fikir, hest u buyerên bi hezar salên berî me radizên.
Em nifśên hîro berhemeke van fikir, hest u buyerên bi hezar salên berî me ne.
Bêyî van hegeran heebuna me ya hîro tenê ćîrokeke bê kumik e.

Montag, 16. Mai 2011

Du Romanên Bi Kurdî: «Li Dêrê» u «Lehî» -2-

Hingê ez hîn li paytexta Swîsre’yê, li Bern’ê dimam.
Min u hevalê min yê temenmezin, lê dilgeś, Ehmed Xoce, me gelekî wexta xwa bi zimanê kurdî ra derbaz dikir.
Helbet digel me dîsan herdu kećên Ehmed Xoce źî kêm-zêde hînî kurdî dibun.
Me bi salan bi vî hawî wexta xwa bi hev ra derbaz kirî bu.
Paśê min di sala 1995an da źiber xwandina xwa ya bilind, di 1ê cotmehê da źi Bern’ê bar kir u hatim Zürich’ê.
Helbet min dest źi xwandin u nivîsandina bi kurdî bernedabu.
Min carcarinan kurtećîrok dinivîsandinn, ćend heb źi wan źî źi kek Firat Cewerî ra śandî bunn.
Lê paśê źiber xwandinê hêdî wexta min ćênebu ku ez bi têra xwa bi kurdî binivîsînim.
Bê guman bi saya xwandina zimanên hîndî-ewrupî, bi taybetî źî yên arî, min bi temamî bala xwa dabu bêźênasî/etîmoloźî u dengnasiya/fonoloźiya zimanê kurdî.
Bi hînbuna van zimanan îcar min bi hêdîka dest bi vegotina dengnasiya/fonoloźiya zimanê kurdî kirî bu.
Hêdî hêdî ev dubendiyên ku di nav zimanê nivîskî u yê devkî da hee bunn, źibo min zelal dibunn.
Yanî bêyî ku ez dirêź bikim, min dest bi pêvaźoyeke din ya di cîhana zimanê kurdî da kirî bu.
Roźekê kek Firat telefon kir u źi min tika kir ku ez carcarinan wergeran źibo Nûdem-Werger’ê ćêbikim u biśînim.
Ez dibêźim dawiya salên nodî bu.
Lê źiber ku hingê zêde wexta min tune bu, min ricaya wî vekirî hiśt.
Piśtî demekê min bihîst ku Nûdem’ê dawî bi weśana xwa haniye.
Bêśik ez źî wekî gelek kesên din yên kurdîperest u «Nûdemhez» bi vê yekê pirr li ber xwa ketî bum.
Min di Nûdem’ê da bi taybetî źî nivîs u wergerên kek Firat Cewerî bi kelecaniyeke bê tarîf dixwandinn.
Loma źî ez hertim li benda Nûdem’ê bum.
Carcarinan heta sê mehan Nûdem payîn, ez pirr aciz dikirim.
Lê min aciziya xwa bi wergerên Weśanxaneya Nûdem’ê yên klasîkên cîhanê haś dikir.

Piśtî bi salan źi carekê va kek Firat bi e-mailekê navnîśana min ya nuh źi min pirsiya bu. Heger ez śaś nebim, payîza sala 2008an bu.
Ewdê romana xwa ya duyem «Ez Ê Yekî Bikuźim» źi min ra biśanda.
Piśtî ćend hefteyan roman bi posteyê hate navnîśana min.
Li ser rupela duyem bi destnivîsa xwa weha digot:
«Źi birakê min ê hêźa Beyhanî Şahîn ra. Bi hêviya ku wê kes kesî nekuźe ... Firat Cewerî, Stockholm, Payîza 2008an».
Min di nav ćend roźan da ev roman xwandî bu.
Kêfa min gelekî pê hatî bu.
Paśê min bi e-mailekê ew źibo keda wî ya muqaddes pîroź kir. Hêvî u daxwazên xwa yên mezin hanîn zimên.
...
Min hîn romana nuh ya kek Firat nexwandiye. Tê gotin ku ew roman berdewama romana wî ya duyem e.
Di warê serketina wêźeyî da ez qet źê nakevim śikan.
Bê guman ewdê di nav wêźeya romana kurdî da gaveke din ya mezin u naverokeke hunerî bi xwa ra bîne.
Loma źî źi xwandina romana «Lehî» xwa bê par nehêlin, śekirino.

Ćima Kuśtina 12 Gêrîllayan Di Dema «Ceźna Zimanê Kurdî» Da, Ćima?!

Di ćîrokên kurdan da ruvî li gorî kîźan rolê tevdigerin, dewleta tirkan ya niźatperest u faśîst źî bi heman xususiyetan hatiye kemilandin.
Bê guman roźeva siyaseta kurdan hertim źi hêla dewleta faśîst va tê manîpule kirin.
Fikir u tevgerên kurdan bi vî hawî têne kontrol kirin.
Tevî ku ez u gelek kesên din źî di nav da, hertim dikin qîrreqîrr źibo ku «cîddiyeta zimên» di mêźiyê kurdan da bibe guhark, zêde haya kesî źi kesî tun e.
Ev salek u du sal bun ku halê zimanê me kurdî pirr kêm bibe źî di nav civaka kurd da ketî bu roźevê. Źibo vê yekê ćend meśên śermokî źî hatî bunn li dar xistin.
Lê dewleta tirkan bi hemî dezgehên xwa yên sîvîl u leśkerî herro bi mîlyonan zarok u mezinên kurdan di nav ćerxa asîmîlasyonê ra derbaz dike.
Herro bi mîlyonan kurd źi kîsa źimanê kurdî têne revandin u tune kirin.
Zimanê kurdî herro gaveke din nêzikî mirinê dibe.
Mixabin ku haya me kurdan źi rewśa zimanê me ya bi śewat tun e.
Hîn źî em di bin van śert u mercên herî lanet kirî da îmana xwa ya rezîl bi zimanê tirkan, bi zimanê diźminê qewmê xwa yê herî barbar u har germ dikin.
Bêyî ku ruyê me yê berbat u serserî hindekî śerm bike!
Wîźdana mîllî ya herî însanî źî hêdî di me kurdan da buye «îblîs»!
Kurdan dil dikir ku îsal qesî deh roźan «ćeźna zimanê kurdî» pîroź bikin, lê nebu.
Dîsan bernedan tirkan!
Di nav demeke weha da hêrîś birinn ser gerîllayan, dewdu gêrîlla śehît kirinn.
Bê guman mebesta tirkan ne kuśtin bi xwa ye.
Ew hêsaba xwa li ser tesîra vê yekê dikin.
Ew pirr baś dizanin ku kurd ewdê piśtî hêrîśeke wilo qelleś bikevin nav śînê u roźeva xwa ya bi zimên va girêdayî tevda biguherînin.
Weha źî bu.
Loma źî luksa kurdan ya ku bikevin nav śînê tun e!
Divêt di nav demên weha herî bêbext da źî ala zimanê kurdî were bilind kirin!
Bi bilind kirina ala zimanê kurdî ewdê derbeya herî mezin li dewleta tirkan ya faśîst bikeve.
Divêt śahadeta her śexsê kurd bibe sebeba bilind kirina dengê ZIMANÊ KURDÎ yê muqeddes!

Samstag, 14. Mai 2011

Du Romanên Bi Kurdî: «Li Dêrê» u «Lehî» -1-

Źiber ku hewa hîro bi baran bu, min nekanî li gorî dilê xwa bidim ber lotikên bergîlkî ellawekîl.
Ya raśt min ê piśtî nîvroyê bi sportê îmana xwa bikira teneke.
Lê śansa min tune buye, baranê źî piśtî nîvroyê dest pê kir.
Helbet doh li ba lîstina pêgoogê min dîsan lêdanên berbat xwarinn. Welle camêr źi lîstina kerkî pê va tiśtekî nizanin, pêgooga bi estetîk u texnîk hew nas dikin, babam.

Min di nućeyan da diy/dît, du nivîskarên me kurd romanên xwa yên nuh weśandine.
Hesenê Metê «Li Dêrê» u Firat Cewerî «Lehî».
Bê guman ev herdu navana źî di nav wêźeya kurdî da du navên giranbiha ne. Źi sî salan u vir va bi zimanê kurdî yê li ber mirinê berhemên gerdunî yên bi quwalîte didin. Berî bîst salan min bi ćîrok u wergerên van herdu nivîskaran dest bi xwandina pirtukên zimanê kurdî kirî bu.
Demeke bi kelecan bu, demeke bi tih buyî bu, demeke xwîngerm bu di min da.
Min her tiśt źibo hîn buna zimanê kurdî li ser masê raxistî bu. Bi śev u roź hemî wexta min bi zimanê kurdî ra derbaz dibu.
Pirr baś tê bîra min, di havîna 1990an da min cara yekem pirtukek bi kurdî xwandî bu.
Ev pirtuk źî pirtuka Firat Cewerî ya bi sernavê «Girtî» bu.
Hingê min pirtuk xistî bu nav turika xwa u ćuyî bum hewuza nêzîkî mala min.
Źiber ku min nedikanî baś fam bikim, piśtî ćend deqqên bi xwandinê serê min dest bi hêśeke berbat dikir.
Min bi vî hawî ew pirtuk di nav hefteyekê da xelas kirî bu.
Źiber ku min tenê heta śeś saliya xwa li gund kurdî deng kirî bu, min kurdiya xwa ya zanî źî źi bîr kirî bu. Lê bi xwandina wê pirtukê carinan hindek peyv piśtî dubare xwandinan źi nuh va dihatinn bîra min. Bê śik vê yekê ez bê hawe kêfxwaś dikirim.
Paśê min kurdiya xwa pirr bi lez pêś xist. Her ći min bi kurdî didît, min ew digirtinn u dixwandinn, tevî ku hingê dîtina berhemên bi kurdî hema hema bê îmkan bu źî ...
Ez carekê ćubum śeveke me kurdan. Heger śeś nebim, sala 1992an bu. Min li ser standekê heźmarên kovara Nûdem’ê li wir dîtin. Źiber ku min kovar qet nas dikir, min carekê ćavek lê xist. Kovar bi awayekî gelek spehî hatî bu amade kirin. Herweha zimanê kovarê źî li min pirr zelal u xwaś hat.
Min hemî heźmarên kovarê yên heyî kirriyan. Ez bawer dikim bi tevîhev tenê pênc-śeś heb bun.
Gava ez vegeriyam malê, min ew kovarana di nav heftekê da xwandinn.
Paśê min telefonî nimreya li ser kovarê kir. Firat Cewerî derketî bu. Piśtî ku min xwa li wî daa nas kirin, min źê rica kir ku min bike aboneyê kovarê.
Herê, tam bi vî hawî heśt salên din bi rêk u pêk źi min ra ew kovar hat.
Min di wê navberê da źibo kovarê dest bi nivîsandinê źî kirî bu.
...
(ewdê bidome)

Freitag, 13. Mai 2011

Ma Pêncî Mîlyon Kurd Nikanin Vîdyoyeke Bi Kurdî Ćêbikin?!

(*Yaw min doh nîvê śevê źiber pirsgirêkên texnîkê yên Google’ê nekanî vê roźnivîska xwa ya agirpêketî biweśînim babam, biborin ha, wîîî).

Hîro eyamê kêfxwaśiya ćend hefteyên dawîn hindekî ser u bin kir.
Gava ez vê sibehê di seet nehan da ćum pîskîlet haźotinê, hewa baś bu.
Lê li ser riya vegerê baranê dest pê kir u ez tevda śil kirim. Kêm-zêde min qendî bîst u pênc deqqan śilî xwar.
Paśê di seet 12an da tev li semînerekê bum.
Pêra min tevîhev sê seet werger kirinn u hatim malê.
Źiber ku vê hêvarê qet baran nesekiniya, ez źî źi malê derneketim der.
Tenê berî seetekê qasî 45 deqqan ćum gerra xwa ya hêvarê u hatim.

Min vê hêvarê wexta xwa bi pirranî li ber înternetê derbaz kir.
Her ćendî ez di Youtube’ê da li vîdyoyeke bi kurdî gerriyam źî, min tiśtekî bi kêr nedît, źibo ku ez wê bikarim źi xwandekarên qursa zimanê kurdî ra biśînim.
Doh daxwazeke wan ya bi vî hawî ćêbu.
Pêncî mîlyon kurdên kêmaqil li ser vê erdê hee ne, lê źibo zimanê xwa hîn źî tiśtekî maqul nekanîne ćêbikin.
Hey lanet li vî milletê me bibe u wesselam yaw.
Bê guman di kar u barên rezîl da kes nikane bi me kurdan ra qayiśê bikiśîne u xwa berde ćolê.
Genetîka me źi binî va hatiye xera kirin, anam babam.
Lê gava mesele tê ser zimanê tirkî, erebî u farisî, îcar kurd dibin qiralên qiralan, hew kes dikane avê li destê wan bike, ewqas ku dibin śêr.
Bi raśtî źî em kurd milletekî psîkopat in, dermana derdê me di nav qîlên śêr da xwa pal daye u henekên xwa bi me dike lo.
Min li gelek vîdyoyan mêze kirinn. Lê źibo xatira xwadê min wexta xwa bi giśtî berhewa kir u ću.
Her ćendî min hîn birryara xwa nedayî bibe źî, dibe ku ez vîdyoya televîzyona Kurd1ê ya bi sernavê «zimanê kurdî» źi xwandekaran ra biśînim.
Bi serê xalê Uso’yê Qolik bibe ku Înstîtuta Kurd ya li Paris’ê ev bîst u pênc sal in ku di guhê gê da radikeve u guzan diśikîne.
Di televîzyona Kurd1ê da kurdiyeke ewqas berbat u rezîl bi kar tînin ku meriv dikin ćavsor.
Gelo haya van camêran źi cîddiyeta mesela zimên tun e, yan xwa li kerkiyê datînin?
Min berî ćend heftan vîdyoya Śivan Perwer’ê me ya li ser zimanê kurdî źî guhdar kirî bu.
Hayhooo, lawo, malik li me śewitiye, haya me źi me nîn e.
Kekê me, Śivan’ê me hîn źî bi kurdiyeke normal nikane bipeyîve, mîna yekî Efrîk’î ha ha îmana zimanê kurdî dikir teneke. Law cîgerim te źiyanek bi vî zimanî derbaz kiriye, lê hîn źî nikanî bêyî wan ćeftiyên beloqî du peyvan li du hev rêz bikî, yabo qurbano.
Tabî RoźTV źi Kurd1ê baśtir nîn e, yek źi ya din berbattir e.
Źixwa RoźTV bi tirkiya xwa ya derbeder buye wekî ćavkaniya dezgeha asîmîlasyonê ya MITa tirkan, źi dewleta tirkan bêtir di asîmîlasyonê da xizmeta xewn u xeyalên sîstema tirkan ya hezar salan dike.
Bila xwadê teala pêśeroźa ti milletî nexe destê gundiyên aqilsivik u qeśmer dînime îmanime u xelas, ihi.

Mittwoch, 11. Mai 2011

Li Ser Zimanê Kurdî Sloganên Bêderpî

Min hîro źî xwa li betaliyê daa ellawekîl yaw.
Ya raśt merî hew dikane ligel hewayeke weha xwaśik tiśtekî din bike.
Helbet, wekî źi edetê, min sê seet sporta xwa źî kir.
Karê min yê hîro tenê seetek werger bu.
Qursa zimanê kurdî ya destpêkeran źî hîro hee bu.
Bi sê telaqên źin berdanê yên bê fitu u filan u fistix bibe ku xwandekaran di dersê da ha ha civata xwa germ kirin.
Welle suc yê min e babam, min źibo kafiran ćîkoleteyeke xwaśik, germik u nermik źî biriya bu.
Piśtî ku ćîkolete xwa xwarin, serê cancîgeran li hev ket, ha ha bi vir u wir da dest bi lotikên bergîlkî kirin.
Dibe ku ez cara din bi xwa ra śuśeyeke ava sor bibem u îmana wan bikim teneke u heyfa xwa hilînim yaw :-).
Na naaa, henekan dikim lo. Źixwa tirk, ereb u farisên niźatperest dîn u îman di me rebenên xwadê da kirinne wekî śorbeya nîskê, birê min.

Di pêncdesê/dewpêncê vê mehê da (15.05.2011) «ceźna zimanê kurdî» ye. Źi niha va li hindek ciyan dest bi orxenîze kirina ćalakiyan kirinne.
Mixabin ku me hîn źî bi temamî girîngiya zimanê dayikê fam nekiriye.
Bi sloganên berdîberdayî u bê derpî xwa u wîźdana milletê xwa tatmîn dikin.
Bê guman ev cure fîlozofî zirar u ziyaneke pirr mezin dide zimên, di nav civaka kurd da girîngiya zimên dike lastîk, qîmeta wî dadixe pênc quruśên tenekeyî.
Kultur u dîroka buhurî di zimên da veśartiye.
Her roźa ku em peyveke kurdî handa dikin, em źi belgeyeke hezar salan dibin.
Em di mêźiyê xwa da herro źi guleke źi hezar gulan bê par dimînin.
Her gula ku di mêźiyê me da wekî histêrkekê diśemite, bi xwa ra yeke din, ya din źî bi xwa ra yeke din dikiśîne u dibe, ango dikuźîne.
Li śunên vala źî zimanên diźminên me tên bi cih dibin, wekî vîrus bi hêdîka xwa belav dikin, herêma zimanê kurdî ya mayî źî dadigirin, peyvên kurdî bi teq u req dikuźin.
Îcar li dawiya vê operasyonê mêźiyê me dibe mêźiyê zimanê tirkî, erebî u farisî.
Bê śik, piśtî vê noxteyê hêdî havitina sloganên puć u vala, nikana zilikekê źî xelas bike.
Źiber ku sîstem bi tevayî li gorî zimanê tirkî, erebî u farisî kar dike, meriv bixwaze źî nexwaze źî hêdî girtiyê/bendeyê zimanê tirkî, erebî u farsî ye.
Loma źî śekirino, her cara ku hun peyveke tirkî, erebî u farisî bi kar tînin, hun bi dilê xwa sîstema mêźiyê xwa teslîmî wan dikin.
We got ći, yabo qurbanino, we got ći yaw, hi?

«Dar Li Ser Rehê Xwa, Meriv Źî Bi Zimanê Xwa Śîn Dibe»

Tevî ku hîro eyameke baś hee bu źî min sport nekir.
Hîn źî hewa li der gelekî germ e, wekî germa havînê ye.
Bi tevîhev min hîro qendî ćar seetan werger kir.
Helbet qursa zimanê kurdî źî hee bu vê hêvarê.
Tenê sê kes hatî bun. Ew hersê kes źî min li mensaya zangehê dîtinn, wan źî li wir xwarina xwa ya hêvarê dixwarinn.

Min berî demeke kind di koma Dersa Kurdî ya di Facebook’ê da nivîsa cîgerim Bêrîvan xwand.
Tenê hevokek hatî bu nivîsîn. Di hevokê da husan dihate gotin:
«Dar li ser rehê xwa, meriv źî li ser zimanê xwa śîn dibe.».
Bê guman, heger bi kurdiya germik u nermik bi vî hawî bihata gotin, ewdê bêtir lê bihata:
«Dar li ser rehê xwa, meriv źî bi zimanê xwa śîn dibe.».
Helbet gotina «... li ser ziman ...» dikane wekî mecazî źî were fam kirin.
Ne tevger, lê fikir li vir girîng e.
Divêt meriv di destpêkê da carekê were ser analîzeke wilo.
Tiśtên din teferruat in.
Źixwa di nav me kurdan da aqil di bin pileya sifirê da fetisiye, hew dikane ku derbikeve ser sifirê.
Cemedeke qalind li ser me dane ćêkirin
Yanî di vê meselê da tevger tun e li ba me.
Lê bê tevger źî guhartin pêk nayê.

Montag, 9. Mai 2011

... Tenê Bextiyariya Roźên Ćuyî Ne ...

Ev demeke dirêź e ku li Ewrupe’yê hewayeke germik xwa li baa dike.
Min hîro wexta xwa tenê bi sportê derbaz kir, ango pîskîlet haźotin, beziyan u bedenhêziya her demê ćêkir. Helbet bi têra xwa hîro westiyam źî bi telaq.

Źi derî ćalakiyên xwa yên bergîlkî min hemî wexta xwa li malê derbaz kir, bi kar u barê xwa muźil bum u wesselam.
Lê sibeh ez ê hemî roźê wergerê bikim, bi xwadê ewdê malik li min xera bibe dînime îmanime.

Min doh bi bavê xwa yê bi 91 salî ra di telefonê da hindikî dilê xwa haś kir.
Tevî ku salên bavê min gelek pêśta ćune źî, tê gotin ku ew hîn bi têra xwa li ser xwa ye.
Min ev bîst u du sal in ku ew nedîtiye. Ya raśt, min bavê xwa di temamê źiyana xwa da bi serhev da belkî qendî hefteyekê diye/dîtiye.
Ćiqas xwadê u yezdanên bi hêz u taqet hee ne, bila heyfa milletê kurd di pozê wan tirkên heram ra derbixe.
Bavê min pirr li ber xwa dikeve, ditirse ku em carekê din hevdu nebînin.
Dengê wî di telefonê da pirr bi keder e.
Di nav gotinên xwa da, mîna ku bibêźe, «ha hatim u ha źî terrim. Ma milkê dinê tevda ya min bibe ći dibe, hi? Pêśdikim wariyetê, ku bextê merî tune bu, pêśdikim, lawo, peśdikim!».
Min ćend caran źê ra got ku bila vê payîzê bi tevî birayê min yê mezin were Kurdistan’a Baśur, ez ê źî werim wir, em li wir heftekê yan źî du heftan bi hev ra wexta xwa derbaz bikin.
Her ćendî di destpêkê da bê birryar bibu źî, piśtî heftekê dîsan di telefonê da źi min ra got, «ćênabe, tu were wira.».
Ê min źî ez nikanim herrim babam. Tirk dixwazin min bigirin u biśînin leśkeriyê. Helbet wekî din hêsabeke wan li ser min hee ye yan na, ez wê źî nizanim.
Malbata min, yanî bav u birayê min yê mezin dixwazin ku źibo min heqqê leśkeriyê źî bidin. Ev bi sal in ku ez ha ha derewan dikim, her carê dibêźim, ka em hindikî din bipên, dibe ku tiśt-miśt biguherin.
Lê hêdî bavê min źi van gotinên min pirr aciz buye. Carinan źi min ra dibêźe, «kuro, te berê qet derew nedikirinn, ći li te hatiye, hi? Min źî digot Kakil’ê min qet derewan nake.» (bavê min di zaroktiya min da źi min ra hertim «Kakil’ê min» digot. Ev e sî salan zêdetir e ku bi wan bîrhanînan diźî, hîn źî min wekî Kakil’ê xwa yê ćend salî qebul dike).
Berî ćend heftan bu, źi min ra got, «were wira, Erzingan’ê, em li vir karekî źibo te bibînin, te bidin zewicandin u li cem min bimîne. Tiśtê ku li vê dinê źi meriv ra dimîne, tenê bextiyariya roźên ćuyî ne, lawo, ma tu vê dizanî, tenê bextiyariya roźên ćuyî ne.».

Sonntag, 8. Mai 2011

Zugurt U Keleśên Zimanê Kurdî

Doh îman li min bu bexdenus yaw.
Min berê źî gotî bu, li ba zangeha Zürich’ê beza mezin ya bi tîman hee bu.
Tevîhev heft sed tîm hee bun, di her tîmê da źî ćardes/ćardeh kes hee ne u kerkes źî mesefeyekê dibezê.
Ya min źî źi Unîversîteta Irchel’ê heta Fluntern’ê bu, yanî 6.2 kîlomêtro bu. Helbet di destpêka 800 sed mêtro em ê berbi źor va bibeziyana.
Gava em gêśtin źor, min carekê li seete xwa mêze kir ku dudes/dewdu deqqa derbaz bune ellawekîl.
Tevî vê źî di herdu parsuyên min da hêś źî derketî bu, hey lanetêêê.
Êêê, tu’yê ći bikî, camêr roźek berê źi min ra telefon kir u got. Ev sê hefte bun ku źiber lêdanên li ba pêgoog lîstinê, min hew kaniya herrim bibezim babam.
Welle min bi tevî hêśan dîsan źî beza xwa nebirriya u heta noxteya dawiyê ćum.
Paśê min doh hêvarî di înternetê da li encaman mêze kir.
Li gorî ćîpa min ez di 26:20 deqqan da gêśtime noxteya dawiyê. Ya raśt min bi xwa źi 25 deqqan źêrtir nedipa.
Li ser mesefeya xwa ez bume yê 37em. Tabî yanî ez hindikî źî hêrs ketim yaw.
Law ligel marathona Zürich’ê di nav 8 hezar kesan da bubum yê 121em. Îcar ev rêza 37em ya di nav 7 sed kesan da ći tirśik e, waweylêêê.
Tabî xewn u xeyalên tîma me źî pêk nehatin. Camêran dixwast ku di nav des/deh tîmên herî baś da ciyê xwa bigirin, lê mixabin tîma me bu ya 15em, gidîîî.

Doh di nućeyan da min xwandî bu, kurdên me yên belengaz yên li Ukrenye’yê źiber rewśa komeleyên wan yên xerab, źi hukumeta Kurdistan’ê hariyarî xwastine.
Ez dibêźim haya camêran źê nîn e ku gendelî li Baśur buye wekî hespê rewan, ha ha lotikên qantirkî tavêźe milletê kurd.

Min hîro cara yekem di Facebook’ê da serî li navnîśana muzîkźenê me kurdan Xemgîn Bîrhat xist. Lê yekcar nivîseke haydariyê bi tirkî derket. Aniha vî kekê me nîviyê źiyana xwa daye muzîka kurdî, lê hîn źî di serê wî da zimanê kurdî śund nebuye, tênegêśtiye ku asîmîlasyonê ćawan piśta zimanê kurdî di navê da śikandiye u kiriye kud. Bê guman ev mentelîteyeke manîpulasyonî ya dewleta tirkan e ku di serên kurdan da bi cih buye.

Di nućeyeke din da źî li ser elfebeya kurdî dihate sekinîn. Di vê nućeyê da di derbarê elfebeya C. E. Bedirxan da pirsên mezin hatî bun kirin.
Bi raśtî serê kurdan pirr hiśk e dînime îmanime, îllellax nerm nabe u nabe pempu, birê min.
Hîn źî camêr rabune bi kirasê heft pîran zimannasiyê dikin u zimanê kurdî yê li ber mirinê, xelas dikin, cancîgerno.
Li min bawer bikin ku hemî weśanên kurdan yên hîro źî di bin pileya sifirê da ne.
Roźname, malper u kitêbên ku hîro têne weśandin, ti carî nikanin bi Hawar u Ronahî’ya C. E. Bedirxan ra qayiśê bikiśînin. Tevî ku C. E. Bedirxan di nav zehmetiyên pirr mezin da bi serê xwa ew derxistî bun źî.
Meselen roźnameya bi kurdî ya yekem «Kurdistan» ya ku berî 113 (yanî 1898) di 22ê meha avrêlê da derketî bu, di warê zimên da pîroźbayiyeke bê hempa ye.
Lê hîro hêdî her tiśt di destên zugurt u keleśan da maye, ćiqas belengazên zimanê kurdî u kultura kurd hee ne, bune qelemśorên kuźer yên zimanê kurdî u ha ha dikin teq u req.
Offf of, kuro bila ćavên we biriźin u wesselam, ihi.

Freitag, 6. Mai 2011

Gava Pising Ćîroka Śêran Dinivîsînin Ći dibe, Hi?

Bi serê we bibe ku min hîro źî xwa berda ćolê u hew babam.
Min ê di seet 10 u nîvan da werger bikira, lê nexwaś nehat, loma źî ez heta seet 11an li klînîkê mam.
Paśê derketim u ćum mensayê u min xwarina nîvroyê xwar. Pêra ćum tev li semînerekê bum.
Źiber ku piśtî nîvroyê du termînên min yên wergerandinê hee bun, ez dîsan ćum klînîkê.
Di seet sê u nîvan da hatim malê. Ez ê bićuma entremanê.
Lê min nekir. Źiber ku sibeh beza «sola stafette»yê hee ye. Min got, baśtir e ku ez xwa zêde newestînim.
Berî bîst deqqan orxanîzatorê me Alain hate vir. Nimreya min daa min, derket u ću bezê. Li gorî plana wî divêt em îsal di nav 900 tîman da, di nav des/deh tîmên herî baś da ciyê xwa bigirin ellawekîl.
Wey bavooo, di nav des/deh tîmên herî baś da, kurooo.
De baźooo, ma herder wekî deśta Erzingan’ê pan e, eśqim.
Ez ê sibeh di seet 13an da berê xwa bidim Fluntern’ê. Heger ez di seet 13:25an da bigêźim Fluntern’ê u ćîpa di destê xwa da bidim hevalê din, ewdê pirr baś bibe dînime îmanime yaw.

Hmmm, min hîro lêkolîna li ser peyva kurdiya kurmanciya nuh «ćakuć» xelas kir u źi amidakurd.com’ê ra śand.
Welle hêdî mesuliyet źi destê min derket.
Yanî amidakurd.com kengê diweśîne, ew u kêfa wan law, wîîî.
Dîsan ev peyva kurdî derbazî zimanê tirkî yê heram źî buye.
Tabî kurdên me yên belengaz qey dibêźin ev peyv aîdî tirkî ye u me źî źi tirkan girtiye.
Gava dîroka śêran bi destê pisîkan hate nivîsandin, meriv bixwaze źî nexwaze źî śêr di nav vê ćîrokê da dibin yên ziravik teqiyayî, cîgerino. Ango namusa śêran dibe wekî śorbeya tirśikê u qîmeta pîvazekê źî nake lo.
Îcar qet nebe hun dîroka xwa bi destê xwa binivîsînin, ćavbelekino, bila ćîroka we źî nebe bexdenus u filan u fistix, haaa :-).

Zimannasên Sedsala 21an Yên Kurd U Pepukiya Zimanê Kurdî

Hîroź qet karê min tune bu. Tenê źibo seetekê ćum tev li semînerekê bum u hatim ellawekîl.
Di seet 16an da derketim ser pîskîleta xwa u min berê xwa daa hêla Baden’ê.
Gava ez vegeriyam malê min SMSek di «handy»ya xwa da diy/dît.
Cîgerim Alain’ê Swîsre’yî nućeyek li paś hiśtiye.
Wekî her salê dîsan îsal źî zangeha Zürich’ê «Sola Stafette 2011»an vê paśîniyê li dar dixe. Meriv tenê bi tîmekê dikane tev li vê bezê bibe. Bi tevîhev kêm-zêde 116 kîlomêtro ne. Di nav tîmekê da 14 kes hee ne u herkes mesefeyekê digire. Lê dirêźiya mesefeyan źi 3 heta 14 kîlomêtroyan diguhere. Sala ćuyî 900 tîm beśdar bubun. Źi hemî welatên Ewrupî tîm têne źibo tevlêbunê.
Loma źî canim cîgerim Alain dixwaze bizane, ka ez mesefeya źi Irchel’ê heta Fluntern’ê dikarim bibezin yan na? Ev mesefe kêm-zêde qendî 6 kîlomêtroyan e.
Lê anam źiber pêgoogê ev sê hefte ne ku min nekanî bi rêk u pêk herrim bezê.
Îcar roźek berî ćalakiyê źî ćavkê min Alain dixwaze ku ez vê mesefê bigirim ser xwa, pepuk pepukêêê.
Law bi telaq aniha ev bu ći babam, hi?
Min got, «temam, baś e, lê hema ez ne di forma xwa ya herî agirpêketî da me, haaa!».
Alain’ê me yê bê simbêl, mamoste ye, lê mêro dema xwa ya vala tevayî bi sportê derbaz dike, her salê beśdarî «Iron man - Switzerland»ê dibe li Zürich’ê. Min źî dixwast carekê tev lê bibim, lê mixabin ku pirr biha ye u herweha divêt meriv salekê xwa bi rêk u pêk źê ra amade bike, entremanên xwa yên avźenî, pîskîlet haźaotin u bezînê qet îhmal neke.

Min hîro di malpera diyarname.com’ê da gotarek li ser kitêba Samî Tan «Hînker»ê xwand. Camêrekî kêmasî u śaśiyên di kitêbê da rexne kiriye.
Źixwa zimannasiya Samî Tan, Zana Farqînî u ya înstîtuta kurd ya Stembol’ê tevda buye tirśik, ne tê xwarin ne źî tê vexwarin. Bi serê zimanê kurdî yê ćavbelek bibe ku haya camêran qesî gramekê źî zimannasiyê tun e.
Min bi xwa ćend caran li ser śaśiyên wan źi wan ra e-mail śandine. Ev ćend sal in ku hêdî li ser bêźenasiya /etîmiloźiya zimanê kurdî gotarên berdîberdayî naweśînin, heger kirî bibin źî min heta niha nediye.
Bê guman tiśtê min źi wan ra gotiye, ev du sed sal in ku têne zanîn, ne ku min bi xwa mesele ćareser kiriye.
Lê carekê Samî Tan di bersîvekê da źi min ra gotî bu: «Ev fikira min e ...».
Haho, hahooo, fikir u filan u fistix kuro.
Yanî kekê me źi gotina xwa nayê xwar, tevî ku pirr baś dizane haya wî źi vê meselê qet nîn e.
Yaw anam babam, bi sê telaqên źin berdanê, tu ćawan radibî bi navê zimannasî u zanyariyê metelokên weha bê tam tavêźî ber milletê reben yê kurd, ma di te da qet dîn u îman nîn e, cîgerim, wîîî?
Binêrin law, ku kesekî roźekê berê xwa daa we, hema bibêźin «ev fikira min oxlim, demoxrasî u filan u fistix, hi?».

Mittwoch, 4. Mai 2011

Yaw Ez Źi «Kongreyên Kurdoloźiyê» Pirr Ditirsim Haaa

Hîroź tenê qendî seetekê min werger kir u hatim malê, babam.
Paśê piśtî van ćend roźên bi tiralî min dîsan berê xwa daa sportê.
Min bi tevîhev qendî seetek u nîv sport kir u wegeriyam.
Ellawekîl min bi lez serê xwa śuśt, hindek tiśt xwarinn u derketim der. Ez ê dîsan bićuma qursa zimanê kurdî, bi telaq yaw.
Hîroź tevda ćar kes hatî bun.
Bi serê mêrê ćê yê berê bibe ku min dîsan li ser noxteyên kulturî źî haydarî dan.
Ez dibêźim kêfa xwandekaran źî bi vê tê, źiber ku serê wan bi gramera kurdî nabe kundirkî.
Yaw de hun ê carê xalê Ehmê bibînin, camêro wekî śarźor e, bê navber fîśekên xwa tavêźe anam babam. Pirr bi lez e, eśqim.

Hîro li Duhok’ê dawî li Kongreya Kurdoloźiyê hate hanîn. Di kongreyê da birryara ku hemî zaraveyên kurdî werin parastin, hatiye girtin. Hahahaaa, pepuk pepukêêê.
Hey tifuuu li birryarên we yên gendelî u zirzop lawo.
We destê hevdu baś di bêrikên hevdu da gerrandiye, cîgerino.
De bi wir da herrin lo, ew ći lotikên bergîlkîn e hun ha ha di nav medyaya bê derpî da tavêźin, kuro.
Yaw ez di raśtiyê da źi kongreyên kurdan pirr ditirsim dînime îmanime.
Bawer bikin ku kongreyên me źî tam li gorî beźnên me ne, śekirino.
Di kongreyên me da her tiśt hee ne, lê tenê tiśtên esil tun in.
Źixwa kesên beśnas u pispor bi serê derziyê źî nayên dîtin.
Kesên ku di van kongreyan da dikin qîźźewîźź źî, di qehwexane u restorentan da wexta xwa dikin bexdenus u fikirên qerase dihafirînin.
Tabî paśê źî îmana zimanê kurdî dikin teneke u berdidin ćolê.
Lê rebeno, zimanê kurdî di destên van qehwexaneciyan da buye wekî kirasê heft pîran, hêdî ne tê xwarin u ne źî tê havitin.
Helbet merî nikane siya partiyên siyasî ya li ser van kongreyên berdîberdayî źî dayne hêlekê.
Hun dizanin ćima?
Ma birê min kîźan serokê sererd u binerd yê kurdan zimannas nîn e, kîźan, hi?
Bi serê we yê kećel bibe, ma hun źî zimannas nîn in, anam babam?

Dienstag, 3. Mai 2011

Ćima Îdeoloźî U Strateźiya Zimanê Kurdî Tun E, Babam?

Min hîroź ći kir hun dibêźin, hi?
Ellawekîl min kilên ćavên xwa li alemê nîśan nedaye.
Herre were, min du seet werger kirinn u hew.
Helbet di raśtiyê da sê seet bun. Lê camêrek nehat, loma źî min seetek kêm kir ha.
Tabî min di vê navberê da dîsan xwa gelekî li tiraliyê dayniya.
Di her firsendê da min xwa di nav nivînan da dirêź kir, kêf li ser kêfan kir bi telaq yaw.

Wekî ku hun źî dizanin, hîro qursa zimanê kurdî źî hee bu.
Bi serê we yê kundirkî bibe ku hîro tenê sê kes hatî bun.
Hey tifuuu u filan u bêvan yaw.
Helbet nehatina yên din źibo yên hatî baś bu, źiber ku hemî wext bu ya wan.
Me hîro ćarîkek dirêź kir. Ćîgerim Śefîk li ba dema buhurî hindek pirsgirêkên agirpêketî havite ser min.
Êêêêê, mamostetî ne hêsan e, śekirnooo.
Źiber ku eśqim Śeefîk bi zêdeyî li gorî zimanê roźane yê devkî difikire, carcarinan li ber xwa dide u îmana meselê dike teneke u berdide ćolê ellawekîl. Ew niha lîteratura înglîzî dixwîne. Ez dibêźim di cîgerim da gewhereke mezin hee ye ku roźekê bibe qeraseyê zimanê kurdî welle.
Lê tabî serê me źî di vê navberê da birînên mezin digirin, birê min.
Piśtî ku her tiśt źi hev safî dibe, îcar hemî bi hev ra kêfxwaś dibin u xweziya xwa bi kêmasiya xwa tînin, paśê źî dibêźin, «Mamoste, welle ev lotik lotikeke pirr xwaś bu lo.».

Min di nućeyên nukurd.com’ê da rêklama li ser Azadiya Welat diy/dît. Ćend heb kesên navdar di van rêklaman da lîstine, wm. Ferhat Tunc, Ehmedê Kurd (ne Tirk!), Suavî u hwd.
Bê guman gava merî ćalakiyên bi vî hawî dibîne, meriv bê sînor kêfxwaś dibe.
Lê li hêla din źî, amatoriya van tiśtan meriv pirr xemgîn dike. Ti profesiyonelî di kar u barê kirî da tun e, bi serê mêrê ćê yê berê bibe ku tun e.
Bi taybetî źî îdeoloźî u strateźiya zimanê me kurdî nehatiye ćêkirin. Her tiśt tevlihev buye, herkes źi hêlekê va sîstema zimên tarumar dike, cîgerno.
Welle ez pirr li ber xwa dikevim lo, ku zimanê me źî ću, hêdî milletê kurd źî bu ćîrokeke berhewa ya dîrokê yaw, wîîî.
Berî du roźan di Facebook’ê da canim cîgerim Hîsar ayeteke qerase xiste serê me, husan gotî bu:
«Ti śer nikane me têkbibe, lê em xwa bi xwa malikê li xwa wêran dikin, gava em ZIMAN, KULTUR u MUZÎKA xwa źi bîr dikin, yan źî dixwazin źi bîr bikin.».
Êêêêê, aniha suc yê kê ye, yabo qurbanino, yê me ya yan yê diźminê zimanê me ye, hi?
Bi hezar u yek telaqan ku yê me ye. Źixwa diźmin diźmin e u ew karê xwa dike dînime îmanime lo.

Montag, 2. Mai 2011

Meriv Dayikên Kurdan Ćiton Baśtir Asîmîle Dike, Hi?

Bi telaq min hîro źî roźa xwa hindekî nermik u germik derbaz kir.
Min tenê qendî sê seetan werger kirin u xelas.
Tevî ku hewayeke agirpêketî hee bu źî min hîro qet sport nekir ellawekîl.
Di raśtiyê da hînê źî piyên min źiber pêgooga/fitbola roźa paśîniyê li xwa nehatine.
Źixwa lîstina pêgoogê hercarê meriv dike kud u berdide ser kolanan dînime îmanime.
Tewlooo, bi serê sedsala buhurî bibe ku hindek camêr źibo kuśtinê tên/terrin pêgoog lîstinê yaw. Ez dibêźim stres zêde li serê camêran dixe, lê pêgoog źî derfetê dixe destê wan ku bi têra xwa li meriv bixin, offf of.

Haaa, hîro tevrunera me Maura SMSek śandiye u dibêźe ewdê di dema pêśiya me da bar bike u herre li ba hevalê xwa bi cih bibe.
Loma źî divêt em dîsan îlaneke di înternetê da bidin babam.
Îcar ewdê bi desan/dehan kes werin, li malê u odeyê mêze bikin.
Bi xwadê u serê we bibe ku karekî bê tam e yaw.

Min di «nukurd.com»ê da nućeyek li ser pankartên bi tirkî yên di destên dayikên kurdan da dît. Di pankartê da bi tirkî mafê perwerdeyiya zimanê kurdî dihate kirin.
Welle ez nizanim ku kî li paś vê pankartê ye.
Źixwa bizanî bibim źî qîmeta pîvazekê nake.
Ez dibêźim źi sedî sed śarlataneke zimanê tirkan e u asîmîle kirina dayikên kurdan źibo xwa kiriye karê tiraliyê.
Hun dizanin ne wilo, gava merî bê kar dimîne, terre bi ser serkaniya gund da mîz dike, him źî bê xem welle.
Ma źi vê baśtir nav u dengê meriv belav dibe lo :)
De lez bikin, śekirno, lez bikin, berî ku hindekên din navekî qerase li paś xwa bihêlin.

Sonntag, 1. Mai 2011

Offf of, 1ê Gulanê U Zimanê Kurdan Yê Tirkćî

Hahooo, min hîro xewa xwa pirr dirêź kir lo.
Ez carekê di seet neh u nîvan da rabum, min xuruniyeke pićuk kir, xwa hindekî bi vir u wir da bada, paśê dîsan ketim nav cilan u heta 12yan raketim.
Źiber turnuveya pêgoogê ya doh min hîro sport nekir, yanî ne ćum pîskîlet haźotinê u ne źî ćum bezê.
Di seet 13an da xwarina xwa xwar, pêra ćayek ćêkir u vexwar.
Êêê, tabî min di seet 1 u nîvan da dîsan qendî bîst deqqan entremana bedenhêziyê źî kir. Bi xwadê divêt ez carcarinan bedena xwa bi têra xwa bifetisînim, yan naaa, halê min źî dibe wekî yê helawciyan babam.
Di seet sisiyan da konserta Mehmet Atli hee bu, loma źî ez ê bićuma qada 1ê gulanê. Hevaleke min ya dema xwandinê Sandra źî źi min ra SMSek śand u dixwast ku em li wir hevdu bibînin.
Ez tam di wexta xwa da li qadê bum. Gava ez berbi dikê dimeśiyam, min Burćîn dît. Burćîn di nav komîteya 1ê gulanê da ye u ćend carinan hatî bu qursa zimanê kurdî źî. Piśtî silav u filan u fistanê, Burćîn’ê got, «yaw cîgerim, ma tu dikarî bi kurdî anonsa destpêkirina konserta Mehmet Atli źibo millet bikî, hi?».
Ê tabî min yeka wê nekir dudu, birê min. Min got, «temam heyatim, bila kurdî bibe źî, ći dibe bila bibe, waweylêêê». Em bi hev ra ćun ciyê anons kirinê, me anons kir u derketin der u ez dîrekt ćum ciyê konsertê.
Heta qada konsertê (sed mêtro źi min dur bu) ez raśtî gelek nasan hatim. Bi vir u wir da silav daa u bi lez berbi qadê meśiyam.
Îcar, hahooo, ha min dît ku herkes li ber dikê tendura xwa germ dike anam babam.
Piśtî silav u milavên dirêź ez derbazî paśiyê bum. Heval Newzat u kećên wî źî li wir bun. Em li welêt cîranên hevdu bun. Em bi hev ra tenê kurdî dipeyîvin. Lê ligel heval kurdekî me yê Dêrsîm’î hee bu, ez źî wî źi zu va nas dikim. Helbet têkiliya min bi wî ra tun e. Camêr ha ha tirkî îmana min kir teneke, kir ku ez biteqim. Min ćend caran got, «yaw tu meźburî ku bi tirkî bipeyîvî, eśqim, hi?». Got, «ez zazakî dizanim yaw.». Êêê, tu ćima hingê bi zazakî napeyîvî, babam? Kê zimanê te girêdaye, ćavbeleko?
Dirêź nekim, cîgerim Mehmet Atli bi koma xwa derkete ser dikê u dest bi kilamên xwa kirin. Ez źi muzîka wî pirr hez dikim. Bi tevîhev qendî ćel u pênc deqqan striyan u konsert xelas kirin. Lê min pirr fîkand źibo ku cartin werin. Paśê careke din bi śun da hatin, du kilamên din gotin u ćun.
Ez heta seet 21ên vê hêvarê li wir mam. Min gelek nasên berê źî diyîn, îmana xwa kir teneke, derketim u hatim malê. Źi derî ćend kesên nas, di devê hemî kurdan da źî zimanê tirkî xwa li baa dikir. Hemiyan źî bi zarokên xwa ra bi tirkî deng dikirin. Źixwa qîmeta îmana van kurdên bê derpî qasî pîvazeke xerabe źî nake dînime îmanime.
Hevalê hevalê min Newzat, Ararat, hee ye. Cîgerim Ararat navê xwa berî du salan guhart u kir Ararat. Wî źî ez hîro bi têra xwa sor kirim u berdam zozanan ellawekîl. Ligel axaftina me, bê daxwaza wî ha ha tirkî źi devê wî derdiket yaw. Min carekê źi wî pirsiya u got, «heyatim, ma hun li malê bi kîźan zimanî dipeyîvin?». Bi sond u peyman got, «welle u bille em tenê bi kurdî dipeyîvin».
Źiber ku wî her u her tirkî dixist navê, min îcar got, «diyar e ku hun li malê qet bi kurdî napeyîvin, biraziyooo.». Paśê got, lê em bi zêdeyî kurdî dipeyîvin, filan u fistix u ziqqim u źehr.
Hun źî dibînin, camêr źibo zimanê tirkan, źibo zimanê diźminê qewmê xwa derewan źî dike. Ev camêr bi salan di girtîgehên tirkan da maye, vî bi salan zilm u zordariya tirkan dîtiye, hînî siyasetê buye ...
Dawiya dawîn di destê sîstema tirkan da buye aleteke lanet kirî ya qewmê xwa, buye wekî qetîlê zimanê xwa u ha ha hariyariya dewleta tirkan dike.
Bi xatirê tiśtên we yên herî pîroź u ne pîroź, em ê aniha vê bobeletiyê ćawan bi nav bikin, śekirinooo, hi?

Li gorî gotina diya min ya rehmetî, hîro roźbuna min buye, hey lanet li vê roźê bibe u wesselam yaw, wîîî :)

Li ba konsertê ciwanekî Swîsre’yî ligel me bu. Carekê berê xwa daa min u got, «ma tu dikanî navê vî hunermendî źibo min binivîsînî?». Helbet ez pirr kêfxwaś bum.
Bi serê diya min ya rehmetî bibe ku wî źi kurdan hezar carî zêdetir dilê xwa dayî bu melodiyên zimanê kurdî. We dê carekê ew li ba guhdar kirina stranên kurdî bidîta u hew ...

Turnuveya Pêgoogê U Sohbeta Li Qada 1ê Gulanê

Roźa min hîro hindekî bi stresê dest pê kir u vê źî helbet atmosfera di serê min da pirr germ kir ellawekîl.
Hîro turnuveyeke pêgoogê ya pićuk hee bu, hevalê min cîgerim Roman em źî qeyd kirî bun.
Lê di van ćend roźên dawiyê da ćar kesan źê ra gotine ew nikanin werin. Loma źî serê wî gelekî tevlihev xuya dikir, carinan wekî yekî psîxopat mêze dikir welle :)
Ći dibe bila bibe, bi tevî du kesên zêdek me dest bi lîstina xwa kir.
Lê di destpêkê da, yanî di maća yekem, duyem u sêyem da źibo me ewqas baś derbaz nebu. Demdirêźiya her maćê qendî dudes/dewdu deqqe bu. Me źi wan sê maćan yek wekî hev hiśt u duduyên din źî handa kirin. Tabî gola ku me xwar źî hevalê me bi serê xwa avite me bi telaq, cîgerno. Êêê, gava heval vê bikin, pêwîstiya meriv bi diźminan namîne lo.
Paśê me qet handa nekir. Tevda heśt maćên me hee bun.
Dawiyê em bun taxima sêyem. Bi serê we yê śemamokî bibe, heger me maća dawiyê wekî hev nehiśta u bi dest bixista, em ê bibuna taxima yekem źî.
Źiber ku ez lîstikćêkerê taxima me bum, min hertim li ciyê ku valayî hee bu, ew cih dagirt, daku em berhewa golan nexwin dînime îmanime.

Tabî, berî ku ez bićim qada pêgoogê, gelek teśxele ćêbun. Abonementa min divêt bihata serraśt kirin. Loma źî ez bi lez ćum stasyona Örlikon’ê.
Xatuna śekerpare got, «binêre cîgerim, ez tenê źibo vê carê dikim, te nasnameya xwa bi xwa ra nehaniye yaw.».
Min got, «eśqim, xatuna germik u nermik, ez aniha vê gavê terrim turnuveya pêgoogê, loma min bi xwa ra negirt, wîîî. Ma tu nizanî ku dizzî u fialn u fistan hee ye anam babam, ćavbelekêêê :-)».
Îcar piśtî abonementê min mêze kir ku tenê bîst frankên min di paśila min da wekî xezîne mane. Tabî min bi lez berê xwa daa postexanê ...
Ez serê we bihêśînim, gava ez gêśtim stasyonê, trên źî hat. Roman źî li wir bu. Em bi hev ra ćun Schlieren’ê.

Gava ez vê hêvarê hatim malê, seet 18 u nîvan derbaz dibu. Min serê xwa śuśt, ću ćend hurumurên xwarinê kirriyan.
Paśê derketim ser pîskîleta xwa u ćum qada 1ê gulanê. Ez dibêźim seet 20 u nîv bu. Min dîsan ću li standa me kurdên HEVAL xwarinek girt. Heval Zekî yê ku tê qursa zimanê kurdî źî li wir bu. Em li ba maseyekê runiśtin u me agir li îmana ćend gotinên bergîlkî xist u xwa berda ćolê.
Pêra hindek nasên Zekî yên źi komelê hatin li ba me runiśtin. Lê camêran di nav hev da ha ha bi tirkî atmosfer li min germ dikirin.
Tabî min bela xwa li wan veda. Bi kurt u kasî, bi kurmanciya gewrik u nermik min rexneya xwa li źin u mêrên kurd kir, ew kirin śorbeya nîskê u berdan ćiyê. Pêra wan źî bi temamî dest bi kurdî kirin, heq dan min u filan u bêvan dînime îmanime.
Bi serê porê xaltîka me Fatê bibe, bi gotina mêrê ćê yê berê, piśtî min bi kurdî berdewam kirin yan nekirin, tenê hezretî Zerdeśt dizane, cancîgernooo :=).