Samstag, 30. April 2011

Qada 1ê Gulanê U Tirkîheziya Źinên Kurd!

Tevî ku hîro hewayeke nêremok hee bu źî, min zêde kêfa xwa xera nekir u xwa berneda ćolê.
Heta piśtî nîvroyê li malê mam.
Paśê źibo seetekê min ću werger kir u hatim.
Min heta hêvarê wexta xwa li malê derbaz kir ellawekîl.
Yaw, yaw demeke ku ez bi bêźenasiya/etîmoloźiya peyva «ćakuć» va muźil dibum. Lê min kêm-zêde hîro îmana peyvê kir bexdenus u bi giśtî berhev kir. Dibe ku heta ćend roźên din bi temamî amade bibe źibo weśandinê.

Vê hêvarê ez ćum qada Yekê Gulanê źî. Kêm kes li wir bun. Li gelek ciyan standên xwarinan hatî bun daynîn.
Bê guman kurdên me yên feqîr źî bi dew u mastê xwa hatî bun u kona xwa lê daćikandî bun.
Min ću bi kurdî li ba kurdên me yên koćero xwarinek kirriya. Bi xwadê gelek tiśtên xwaśik li ser tebaxekê rêz kirin u dan min. Heger ez śaś nebim, heft-heśt xwarinên cihê bun.
Tiśtekî bala min kiśand, ya raśt hêdî buye perćeyekî źiyana kurdên kêmaqil. Li ba standa kurdan tevda źî źinên heval bun. Lê pepukêêê, tenê yekê źî bi kurdî deng nedikir. Ha ha bi tirkiya xwa ya ćeqilmast wîźdana xwa – heger hee bibe helbet – germik u nermik dikirin. Xwadêyooo, ćima ez źi źinên kurd yên weha bê qîmet ewqas nefret dikim lo, ya staaar! Bi serê Sofî Xelefo bibe ku, ez źi keftar, hirć, mar, bizin, qiźik, źuźî, miśk u mirîśkan bêtir hez dikim cîgerno, him źî bi telaq yaw.
Ći derewan bikim, gava ez źineke kurd di vê kêmaqiliyê da dibînim, źi xwa źî, źi wan źî, źi heft kalikên me źî nefret dikim, offf of, de were venexwe gidîîî.
Hey Tifuuu, hey tifuuuuu.
Yanî însan ćawan ewqas kuwalîteya aqilê xwa dadixe źêr, ez qet u qet fam nakim dînime îmanime.
Ku di meriv da aqil tune bu, meriv di sed salên bi śer u ceng da źî nikane gramekê źi aqilê xwa yê puć buyî xelas bike.
Goya kurdên qerase ne, babam.
Gotineke me kurdan hee ye, dibêźe: «Diźiminê baqil źi diźminê kêmaqil ćêtir e».
Îcar źinên wilo hee bibin ći dibe, nebin ći dibe, yabo qurbaninooo, hi?

Freitag, 29. April 2011

Kećeliya BDPê: Zimanê Kurdî!

Mîna ku min doh gotî bu, min hîro berbi seet desan/dehan Jenni u Manon birin sîrka zarokan.
Lê źiber ku Jenni li ba didan paa/paqiź kirinê pirr lîstiya, loma źî em pênc deqqan dereng man.
Paśê ez dîsan wegeriyam mala xwa. Min xuruniya xwa kir u dîsan xwa li ser cilan dirêź kir. Yaw bi raśtî źî carinan tiralî wekî derman e bi telaq.
Di seet duduyan da źibo seet u nîvekê ćum pîskîlet haźotinê. Offf of, heger ev erebe źi binî va were tune kirin ći baś dibe dînime îmanime. Yaw camêr di erebeyên xwa da xwa wekî keleśê bavê xwa dibînin u ha ha sînîrên meriv li meriv didin xurandin.
Piśtî vegerê, ez dîsan di seet ćaran da li ba sîrka zarokan bum, min ê Jenni u Manon bigirtina u bînina mala wan. Di rê da Jenni dîsan fortên qerase havitin, kela dilê xwa bi ser min da berda u hew. Ez dibêźim gelekî westiyayî bu. Loma źî qet hez nedikir ku bimeśe.
Diya wan hîn źî nexwaś e ellawekîl.

Paśê di seet berbi 7an da ez bi pîskîleta xwa ćum kafeteryeya zangehê, źibo «hêvara ćandê». Lê îcar tenê Ceren hat. Me źi seetekê zêdetir gotin bi vir u wir da bir u hanî. Paśê rabun ser xwa u derketin der. Ceren ewdê bićuya ba hevaleke xwa ya ku ewdê vê heftê źibo ćar mehan bićuya Kanada’yê.
Śansa min hee buye ku baranê di rê da berê xwa neda min. Ewrên reś yên bi baa li źor ha ha xwa dićerixandin. Yanî ez bi xwaśî u rehetî hatim mala xwa.

Cîgerim BDPê di înternetê da ćend navnîśanên nuh dane ćêkirin, lê malxiraban nehaniye bîra xwa ku bi kurdî bikin. Ê lawo bila źin u mêrên we źi we berdayî bibin, ihi.
Bi gotina mêrê ćê yê berê, eśqim BDP qendî śorbeya nîskê źî qîmetê nade zimanê kurdî. Lê carinan aqil u riya xwa handa dikin u bi śaśî doza zimanê kurdî źî dikin, li ćend ciyan fortên bergîlkî tavêźin derudorê u mêraniya xwa îspat dikin ellawekîl.
De bila xwadê wan tevda bike kećel u gurrî u ahê zimanê kurdî źi wan ra nehêle, ya rebbîîî :)

Donnerstag, 28. April 2011

Keća Cîrana Min Jenny U Zimanê Kurdî

Min hîro pirr berbat dest bi roźê kir u îman di xwa da kir bexdenus.
Ez ê di seet desan/dehan da li klînîkekê bibuma źibo wergerê.
Lê têrmaśê, bi pîskîletê hema hema qendî nîv seetî dikiśîne.
Îcar śansa min e, berî ku ez ê źi malê derbiketima, śiliyê/baranê xwa berda ser erdê.
Źiber ku ez bi erebe u tramvayê źi ćuyînê hez nakim, bi pîskîleta xwa derketim ser rê.
Aha, bi serê pêxember Zerdeśt bibe ku ez bi têra xwa di rê da bum hevîr.
Piśtî ku ez gêśtim ber klînîkê, baranê źî xwa berda ćolê u yekcar birriya.
Bi telaq, śansa min ne ti śans e babam.
Paśê min piśtî nîvroyê li klînîkeke din du seetan werger kir u hatim malê.
Êêê, di seet ćaran da cîgerim Roman hat, em ê bi hev ra bićuna entremana pêgoogê. Lê gava me li ser qada pêgoogê dest pê kir, îcar karkerê ciyê sportê yê unîversîteta Irchel’ê źi dur va dengê xwa bilind kir u got: «Law oxlim di bin baranê da lîstin berbirrk e/qedexe ye, de bi wir da herrin yaw, wîîî!».
Êêê, em dîsan paśpalkî vegeriyan malên xwa.
Di seet heftan da zengila dêrî lêxist. Gava min derî vekir, min mêze kir ku hevala min Jenny li ser nerdîvanan runiśtiye u bi śiklekî qurnazkî dixwaze ku źi min ra tiśtinan bibêźe. Jenny hîn śeś salî ye u keća cîrana min e. Lê em hevalên hevdu yên pirr baś in, tevî ku Jenni carinan hêrs dikeve u min terk dike źî. Cîgerim hertim min bi dîtina hevalekî din tehdît dike. Helbet em carinan aśtiyê źî di navhev da ćêdikin ellawekîl.
«Êêê, tuuu» got, «ma sibeh wexta te hee ye ku min heta sîrka zarokan bibeyî, hiii? Tu dizanî, diya min u Manon (xwanga wê ya du sal mezintir e) nexwaś ketine, loma haaa!».
Piśtî ku me bi hev ra daa u stand, paśê min got, «ćêbu, ćavśînê, wîîî».
Tabî di vê navê da diya Jenni źî weha nexwaś derket u hat.
Gava min źi Jenny ra got bila xwarina hêvarê źibo dê u xwanga xwa ćêbike, got «ez hîn bićuk in, nikanim ha, ma tu nabînî, weylooo!».
Îcar kurdîtiyê bi min girt u min got, de baś e, kećikêêê, were ez źibo me herduyan meqernê ćêbikim. Diya wê źî pirr kêfxwaś bu.
Welle min xwarin ćêkir, me bi hev ra xwar, dura źî min berfeśîr (eiscrem) hanî u dayniya ser masê. Lê heyatim Jenny tam xelas nekir. Rabu ser xwa, xwa bi vir u wir da kil kir, yekcar got, «aha ez terrim. Dereng nemine sibeh, ćêbu?».

Min di van roźên dawiyê da birryareke pirr esasî girtiye law.
Bi sed u yek telaqên berê, ez ê źi niha u pê va zimanê kurdî li Jenny bidim hîn kirin, źixwa hêviya min źi kurdên me yên agirpêketî tun e babam.
Îcar hêsab li ba we ye, birê min.
Ma hun li mala xwa bi kîźan zimanî bi zarok u xwang u birayên xwa ra dipeyîvîn, hi, bi kîźan zimanî, yabo qurbaaanino?

Dienstag, 26. April 2011

Zimanê Kurdî U Lotikên Qantirkî

Bi xwadê min hîro tiśtekî bi pênc quruś źî nekir.
Di seet yekdes/dewyek u nîvan da min ću sporta xwa kir u di seet 13an da źî hatim malê.
Źiber ku min ê di seet 14an da werger bikira, zêde wexta min tune bu, loma źî min bi lez serê xwa śuśt, hindek mast u nanê tisî xwar u xwa yekser berda ćolê ellawekîl.
Ez tam di wextê da li klînîkê bum. Hema hun bibêźin hînê du deqqên min yên qerase źî hee bun.
Wergerê du seetan zêdetir haźot, lê di raśtiyê da divêt tenê seetek bibuya.
Piśtî wê ez dîsan vegeriyam malê.
Ez ê di seet heftan da bićuma qursa zimanê kurdî.
Ćum źî bi serê bibe.
Hîn bîst deqqên min hee bun, loma źî min got ez herrim mensaya zangehê śîva xwa bixwim. Hîcar min mêze kir ku mensa girtiye.
Hey tifuuu li śansa min, min źi bîr ku zangeh vê heftê ne vekiriye, hey lanet.
Ewqas bez u lez, dawiya dawîn mam bi hepika bê pepik, pepukêêê.
Ê tabî min źî berê xwa daa îmbîsa cîgerim Varol’ê źi Meraś’ê. Karkerê wî li wir bu. Min kebabek girt u derketim der. Heta ba pîskîleta xwa him meśiyam u him źî min kebaba xwa xwar.
Êêêêê, dîsan hatim malê. Bi lez min ću ćend tiśtên xwarinê kirriyan u vegeriyam.
Hîro wext ćênebu ku herrim pîskîlet haźotinê dînime îmanime yaw.

Hîro źî min serê xwa gelekî bi zimanê kurdî hêśand. Lê mixabin ku ti fikreke qerase li min neket. Min dîsan wexta xwa berhewa derbaz kir u wesselam.
Di van des/deh salên dawiyê da ewdê tirk bi hemî metodên ne rewa kurdî źi binî va handa bikin. Necamêran plan u proźeyên xwa yên heta sala 2023an ćêkirine u dixwazin roź bi roź bixin nav źiyanê.
Lê mixabin di nav kurdan da ne dezgeheke sîvîl ne źî yeke siyasî hee ye ku li hemberî vê kerbaviya tirkan plan u proźeyên kurdan yên netewî ćêbike u bi dîn u îman li ber xwa bide, śekirinooo.
De îcar ez źi we dipirsim babam, bi serê kalikê kalikê xwa dikin, źi we kîźan mêrxas u źinxasê - bi xwa - źi xwa dest bi vî śerî kiriye, hi?
Ma kê bi temamî tifu li zimanê tirkan kiriye u dest bi śerê hebun u nebunê kiriye, ćavkên minino, kêêê?
Law ma źi kurdî baśtir meriv bi kîźan zimanî dikane lotikên qantirkî bavêźe babam, wîîî :)

Lê Źi Derudora Xwa Śerm Dikim

Hîro źî hewayê îmana me kir teneke u em berdan ćolê.
Lê dîsan źî heta piśtî nîvroyê ez źi malê derneketim der u min xwa li malê daa tiraliyê.
Piśtî xwarina nîvroyê giraniyê xwa li min tuź u sor kir, bivêt nevêt min xwa dîsan li ser nivînan berdîberdayî dirêź kir.
Carinan dibêźim, heger pisîng min di vê berdîberdayiya wilo serserî da bibînin, ewdê xweziya xwa bi heśt eźdadê xwa bînin ellawekîl.
Piśtî nîvroyê di seet berbi ćaran da derketim ser pîskîleta xwa u min berê xwa daa Baden’ê, tevî ku doh teqîneke ecêb lê ketî bu u xwaro-maro dićerixiya źî.
Min hîro carekê li sebeba xwaro-marotiya wê mêze kir. Weylooo, ez ći bibînim baś e yaw? Tew tew tewww, têlek bizdiye, loma serê ćerxê xwa weha rut u tazî berdaye ćolê, pepukêêê.
Lê dîsan źî ez derketim u ćum.
Piśtî wegera xwa ez qesî seetekê li malê mam. Paśê qendî pêncdes/dewpênc kîlomêtroyên ćum bezê. Gelekî xwî dam yaw.

Min doh di înternetê da, di vîdeoyekê da pîroźbayiyeke tirkan dît.
Bêbavên heram ćune li Efrîka’yê reśikên Efrîka’yî asîmîle kirine u sonda tirkan li wan zarokên reben dane hîn kirin.
Di vê pîroźbayiyê da hemî berazên tirkan yên qewad li hev hatî bum. Heramzadan ćawan li ćepikan didan, ya staaar, hey tifuuu.
Bi serê kalikên min bibe ku, źi me kurdan berbattir qewmek din tun e.
Me zimanê van bêbavan girt, hanî u xiste devê milletê kurd u aniha źî zimanê me bi bez u lez berbi mirina xwa ya abadîn terre.
Źixwa aqil di me da buye bexdenus, śerm źî ketiye bin pileya sifirê u dike xirrexirr.
Hema hun bibêźin, derziyên bergîlkî źî di me ra bikin, em ê qet «hi!» źî nekin dînime îmanime.
Gava ez terrim bezê yan źî pîskîlet haźotina, hertim ev rewśa me ya lanet kirî di min da nostalźiyeke reś u tarî ćêdike, kurdiya berê ya li Kurdistan’ê tîne bîra min, min nerm dike, dike ku ez źi kezêb bikim qîrreqîrr.
Lê źi derudora xwa śerm dikim.
Dibe ku bibêźin: «Aha yekî din buye evdalê xwadê law!».

Montag, 25. April 2011

Tama Cîgêr U Zimanê Tirkan

Bi serê we bibe ku (h)îsal hewayeke pirr baś di vê meha avrêlê da hee ye u hee bu.
Hîro źî eyameke tam li gorî lotikên germik u nermik xwa di atmosferê da li baa dikir.
Ez hîro sibeh di seet yekdesan/dewyekan da ćum daweta xuruniyekê li ba hevalê min Roman u hevala wî Susanne. Coteke din źî dawet kirî bun.
Xwadê hee ye, ez gelekî źî birćî bubum.
Lê mase źî bi gelek xwarinên xwaśik hatî bu dagirtin ellawekîl.
Yaw piśtî xwarinê hindek maa ku ez di xewê ra herrim.
Ê tabî min diy/dît ku ez ê di xewê ra herrim, ez li śuna xwa rabum ser xwa u ćum li ser sofayê runiśtim.
Piśtî ku Susanne’yê ez di vî halî da dîtim, henekên xwa li min kir u got, «bi xwadê, cîgerim Beghyanî gava tê nîvantiyê, dibêźê „vê u wê bide min, ćima filan u fistix tun in, serê me têśîne u paśê terre li śuna xwa rudine, xwa u ciyê xwa wekî pisîkan nerm u germ dike“».
Lê camêran xwastin ku ez qehweyeke tal vebixwim u hindekî werim ser îmanê.
Welle min qebul nekir. Tenê ćay vexwar. Lê piśtî nîv seetî min qehweyek źî xwast u vexwar. Bi serê we bibe ku wê źî zêde bandor li min nekir, tevî ku ez pirr kêm qehwê vedixwim źî, yanî di ćend roźan da carekê u ewqas ellawekîl.
Nîvanên din heta seet sisiyan runiśtin u paśê rabun u ćun. Îcar giraniya xewê li Susanne’yê pêgirt. Loma rabu ser xwa u ću odeya raketinê. Tabî dawiya dawîn ez u cîgerim Roman tenê man. Me źî gotina xwa hanî ser turnuvaya dawiya hefteya tê.
Em qendî seetekê bi hev ra peyîviyan, me piśta gelek meseleyan śikand, yek li ser yê din zêde kir u wesselam.
Paśê ez rabum ser xwa. Min dît ha ev e cîgerim Susanne źî rabuye. Îcar xatunê xwa li ser sofayê dirêź kir.
Min źi wan xatir xwast u derketim der.
Paśê ćum pîskîlet haźotinê. Lê li ser riya vegerê tiśtek li ćerxa min ya pêśîn hat, min dît ha ćerx hindekî xaro-maro dićerixe.
Welle ez bi vî hawî heta malê hatim. Ći bobelatî li ćerxê hat, min qet fam nekir dînime îmanime yaw.
Pêra ez qesî seetek u 15 deqqan ćum bezê. Di seet 20:30an da dîsan hatim mala xwa.
Min hîro cîger pat, lê kêfa min qet bi tama wî nehat.
Hema hun bibêźin tama cîgerê źî wekî tama zimanê tirkên talanker u wêranker bu, yabo qurbaninooo.
De bila haya we źi tama cîger u zimanê tirkan hee bibe lo.

Sonntag, 24. April 2011

Serlêdaneke Ćend Seetî

Mîna van demên dawiyê dîsan hîro źî bi têra xwa germik u nermik bu yaw.
Berbi nîvroźê min ću ćend hurumurên xwarinê kirriyan.
Di seeta 12 u nîvan da li ba hevaleke xwa ya Polonye’yî źibo xwarina Oster’ê hatî bum vexwandin. Ez u Monîka em hevdu źi heft salan u vir va nas dikin. Berî heft salan em di heman mala xwandekaran da mayî bun.
Aniha cîgerim Monîka bi hevalê xwa yê Swîsre’yî ra di malekê da dimîne.
Li ba serlêdana min gelek xwarinên xwaśik hatî bun amede kirin. Diya Monîka’yê źî źi Polonye’yê hatiye.
Li gorî gotina Monîka’yê birayê wê mezin berî pênc mehan wefat kiriye. Lê haya min qet źê nebu. Ez bawer dikim diya wê hîn źî gelekî li ber xwa dikeve. Loma źî wê źibo demekê haniye ba xwa ku wê pićekî tesellî bike.
Tew tew tewww.
Ći dibêźin kurd?
Dibêźin: «Tiśtê ćuyî, ću, hêdî nede du!».
Yanî yê ćuyî źi kîsa bavê xwa terre bi dîn u îman.
Di wê navberê da hevalekî min yê berê yê źi heman mala xwandekaran telefon kir u got, ew u hevala wê dixwazin ku min źibo xuruniyeke qerase dawet bikin. Ê helbet min got, «temam heyatim, temam, ćêbu cîgerim». Tabî em ê hefteya tê tev li turnuvayeke pêgoogê/fitbolê bibin, cîgerim źibo me serî lê daye u divêt ez źî di taxima me da karê lîstik ćêkirinê bigirim ser xwa, yanî ez ê bibim motorê taximê
Ez heta seet ćaran li ba Monîka‘yê mam. Paśê hatim malê u min dîsan ću ćend tiśtên din kirriyan u vegerriyam.
Paśê min xwa hindekî li ser nivînan dirêź kir, pićekî westiyayî bum.
Pêra rabum ser xwa u ćum pîskîlet haźotinê.
Lê min beza hîro îhmal kir.
Divêt ez sibeh heyfa hîro hilînim ellawekîl.

Welle di raśtiyê da min ê hîro tiśtek nenivîsiya, lê destê min źê nebu. Xurîniyeke nermik u germik bi dilê min girt.
Dengekî kur xwa li guhên min xist u got: «Roźa ku bê kurdî derbaz buye, roźeke reś e, bê bext e, kurooo. Hiśśś!».

Freitag, 22. April 2011

Xalê Ehmê U Raśtiyeke Tal U Tuź Cîgerno

Law hewayeke ći germik u nermik hee bu hîro, weyyy.
Źiber ku aniha li vê derê OSTER e, her der ketiye tatîlê.
Loma źî hîro kar u filan u bêvan źî tune bu.
Di nav vê hewaya germik u nermik da li malê runiśtin helbet ne karê mêrê ćê ye ellawekîl.
Min piśtî nîvroyê serîhilda, derketim ser pîskîleta xwa u qendî seet u nîvekê ćum pîskîlet haźotinê. Di seet sê u nîvan da dîsan bi śun da hatim.
Di seet pêncan da źî qesî seetekê ćum bezê.
Piśtî vegerê îcar min solên pêgoogê li xwa kirin u ćum goog lîstinê. Seetek źî ew sporta xwa kir u hatim.
Yanî min hîro tevda sê seet u nîv sporta xwa kir u wesselam.
Tabî aniha ez pirr nermik u germik bume dînime îmanime yaw.

De ez werim ser meseleya xalê Ehmê yê bîst u yek salî, śekirino.
Berî du mehan xalê Ehmê di Facebook’ê daxwaziya hevaltiyê kir. Êêê, tabî min źî got temam heyatim, ćima na lo?
Xalê me Ehmê kurdî baś dizane, bi taybetî źî gava bi devkî dipeyîve, qey meriv dibêźe mêro fîśekên xwa bi śarźorê va girêdaye u ha ha bi ser me da vala dike, pepukooo.
Lê di warê nivîsînê da xerab nebe źî wekî kurdiya devkî ne ewqas «śarźorkî» ye.
Cîgerim carcarinan tê qursa kurdî źî, lê vê heftê nehat.
Ez werim ser meselê. Min ćend caran źi xalê xwa ra bi nermikî u germikî got, «binêre heyatim xalê Ehmê, heger tu di Facebook’ê da «dev» źi tirkiya kerbavkî bernedî, ez ê meźburî źi lîsteya te derbikevim der u ha ha paśpalkî berbi azadiyê birevim canim cîgerim.».
Lê xalo qet guh neda min. Loma źî min lotikeke bergîlkî li xwa xist u min xwa di nav pacê ra havite der, yanî ser kolanê lo. Helbet min źê ra nućeyeke pirr dilsoź źî nivîsiya u got:

«Cîgerim xalê Ehmê, jiber tirkiya te xaltîka Fatê zilmeke mezin li ser min chêkir ellawekîl. Loma canim cîgerim, ez mejbur mam ku ji lîsteya te derbikevim der u ha ha birevim dînime îmanime. Xaltîka Fatê got, heta ku ew kafir dest ji tirkî neshoy, bi wî ra lotik avêtin bila ji te ra heram be kurooo :) Îcar cancîgerim, roja ku te tifu li tirkî kir, bila haya min ji te hebe, chêbu heyatim? :-))) Em dîsan bibin pismam u pisxaltî yaw, wîîî :)».

Xalê min Ehmê hîro hevokeke pirr balkêś u bi ders tiźî źi min ra wekî nuće śandiye, dibêźe:

«Welle min destê xwe ji tirkî šûštiye lê tirkî destê xwe ji min našo ma ka ez či li wî seriya kim».

Bi raśtî źî em kurd bune esîrê zimanê tirkan, em bixwazin źî ew naxwaze dest źi me berbide.
Qey belaya xwa li pêsîra me xistiye, dixwaze ku zimanê kurdî di gewriya me da bixeniqîne, me źî pê ra bifetisîne, him źî bê telaq kurooo :).
Îcar we fam kir zimanê me kurdî di kîźan halî da ye gurćikino?

Zimanê Kurdî Garantiya Mîlliyeta Kurdan E U Miqeddes E!

Bi serê min u we bibe, min hîro bê navber mêźiyê xwa berda ćolê u hew.
Ne kêm u ne źî zêde, tam śeś seetan werger kir li klînîkê.
Tabî min berbi dawiyê bawîśkên qerase hanîn.
Law ev Oster źî hîro bu belayê serê min. Loma hemî termînên wergerê xwa hîro li min vedan.
Gava ez hatim malê, seet śeś bu.
Hîn ćend deqqe derbaz bubun ku, telefona min lêxist.
Źina pispismamê min li hêla din bu.
Źi min ra got: «Ooo cîgerim, tu ćiton î lo, de hele bazde ser pîskîleta xwa ya agirpêketî u bi vir da were, śekerim. Me masiyên qerase ćêkirine, de were haaa.».
Masî u filan u fistix law. Êêê, xwadê daa min tabî. Di pêncdes/dewpênc deqqan da gêśtim ber dêrî ellawekîl.
Piśtî xwarina masiyên xwa, ćend deqqên din li śuna xwa runiśtim u dîsan rabum ser xwa, min źi ćavên cangîrên mazuvan pać kir u revî-revî hatim mala xwa.
Aniha ez ê piśtî ćarîkekê derbikevim der u herrim gerra nîvê śevê elîm ellax.

Ez dixwazim bi ćend peyvan li ser hevdîtina min ya doh bi heval Polat ra ya li restorenta heval Newzat bisekinim.
Ez heval Polat źi bîst u yek salan u vir da nas dikim.
Di van du-sê salên dawiyê da me hevdu qet nedîtî bu.
Miźara me herre were li ser meseleyên me kurdan bu. Digel peyîvîna me min mêze kir ku cîgerim Polat bi dilekî pirr rehet bi hêla zimanê tirkî da terre.
Ez bi vê yekê pirr aciz bum. Tevî ku cancîgerim bi kurdî baś dizane źî. Lê di van salên dawiyê da kurdiya wî hindekî paśpalkî ćuye ellawekîl. Kekê me zanîngeh źî li vir xelas kir.
Bê guman ew siyasî ći difikire yan źî nafikire, min qet u qet eleqedar nake.
Gava min got, heqqê kurdan li Stembol’ê źî hee ye, ćavkê min rabu ser tapanan u dest bi axaftina tirkî kir. Di gotinên xwa da qîmeta pîvazekê źî nedida kurdî. Tirkî qet ew aciz nedikir. Lê berê rewś li ba wî weha nebu. Diyar e ku di van salên dawiyê da guhartinên bingehîn di wî da ćêbune.
Em qendî du seet u nîvan bi hev ra peyîviyan.
Źiber ku ez ewqas aciz bubum, min rexneyên pirr tuź yên gelemperî li hemberî kesên ku bi tirkî kurdan asîmîle dikin, kirin.
Bê guman ew źî gelekî baś dizane, ku zimanê kurdî ću, hêdî mîlliyeta kurd av bi av ću.
Loma źî parastina zimanê kurdî aîdî her ferdê kurd e, li ći bawer dike bila bike, ćawa diźî bila biźî, ziman pîvana hee buna mîlliyeta kurd ya miqeddes e.
Luksa ti śexsê kurd tun e ku źi ber kompleksên xwa yên śexsî vê miqeddesiyê tarumar bike u wesselam.

Donnerstag, 21. April 2011

Kurd U Ziman, Yan Źî Kurd U Pîskîlet Lo

Berî vê nîvroyê min berê xwa daa sporta xwa. Źiber ku piśtî nîvroyê wexta min tune bu. Min qendî du seetan îmana xwa kir teneke u dest źê berda.
Piśtî nîvroyê min sê seet werger kir u hatim malê.
Lê wexta min zêde tune bu, źiber ku di seet heftan da qursa zimanê kurdî hee bu.
Ćar kes hatî bun qursê.
Paśê ez ćum restorenta heval Newzat. Heval Polat źî li wir bu. Me qesî du seet u nîvan śorbeya tirśikê ćêkir, hevdu guvaśt u berda ćolê.
Welle gava merî bê eleqiya kurdan ya źibo zimanê wan dibîne, meriv heyfa xwa li milletê xwa tîne.
Law ćiqes xirabî hee ne, hemî źî bi serê kurdan da hatine.
Kurd hêdî bune pepukê mala xwa.
Di raśtiyê da dewleta tirkan karê xwa yê dîrokî hanî śunê, bi lêdan, kuśtin, talan u wêran kirinê kurd heta pileyekê hanîn.
Îcar hêdî pêwistiya dewleta tirkan bi van metodan nemaye.
Di nav van sî-ćil salên dawiyê da niźadek yan źî du niźat tevda asîmîle bun u ćun.
Hîro van herdu niźadên handa buyî rola dewletê girtine ser xwa, bi dil u can asîmîlasyona di nav malê da ha ha pêśta dixin.
Yanî asîmîlasyonê mîsyonerên xwa guhertin, aniha me kurdan ev mîsyon hildaye.
Him źî bi awayekî bê guneh daxwaziya siyaset u niźatperestiya tirkan roź bi roź di nav milletê kurd da belav dikin ellawekîl.
Lê źibo vê yekê dewleta tirkan quruśekê źî xerc nake.
Camêran piyên xwa havitine serhev u li kêmaqiliya me dikennin, bavkê mino.
Li gorî sîstema mêźiyê meriv, yanî li gorî noyropsîkoloźiyê, tirkan bi ziman u ćanda xwa ya dizzî, formeke nuh dane mêźiyên kurdan.
Kurd bixwazin źî ne xwazin źî di źiyana xwa ya roźane da wekî tirkekî/ê tevdigerin, źiber ku proxramên tirktiyê di nav ćil salên berdîberdayî da li mêźiyên me hatine bar kirin.
Źibo kurdayetiya di mêźiyên me da źî tenê ćend înformasyonên reś kirî yên li vir u wir u xelet, xwa di hindek kućeyan da didin der u ewqas.
Ma źi kurdekî/e wilo rut u tazî ewdê kurdekî/e ćawa derbikeve u meselê źi binî va ćareśer bike u bike bihiśta qedîm yaw?

Mittwoch, 20. April 2011

Tirk Serê Kurdan Ćawa Bi Manîpulasyonan Dikin Tirśik u «Tirkî»

Min hîro zêde kar nekir. Tenê qendî du seetan werger kir u ewqas.
Vê hêvarê min tenê qesî du seetan sport kir. Helbet eyameke bash źî li der hee bu.
Ê tabî mîna her demê dîsan hîro di seet heftan da min ê qursa zimanê kurdî źî bida.
Hîro tevda ćar kes hatî bun.
Lê hîro em gelek li ser hindek miźarên rêzimanî u peyvan sekiniyan.
Bi tevîhev me hindekî berê xwa daa dema berî ćend hezar salan, mahneya peyvan koliya, daku cîgerim xwandekar bikanî bibin baśtir źê fam bikin.
Ez ê bibêźim, gava ew hînî van tiśtan dibin, gelek kêfa wan tê.
Tabî min hîro cara yekem di qursê da bêźenasiya/etîmoloźiya peyva kurdî «hîn» (yanî wekî «hîn bun») źi wan ra got. Ez dibêźim pirr pirr śa bun bi vê yekê.
Lê min bi xwa źî bi salan serê xwa pê hêśandî bu.
Berî salekê bu, dawiya dawîn min rehê peyva «hîn» vegot.
Bê guman vê źî rehetiyek di serê min da ćêkir.
Ez dibêźim, aniha vê gavê li ser vê erda kalik, źi derî min ev ćar kes źî mahneya vê peyvê dizanin.
Lê ez ê li vir nebêźim. Bixwazim źî nikanim. Hindekî tevlihev e yanî gurćikino.

Ev du roź in ku dewleta tirkan dîsan roźeva kurdan ser u bin kir.
Manîpulasyonên dewleta tirkan bi raśtî źî hertim tam di noxteya dewduyan da lêdixe.
Em kurd ewqas bune pepuk ku nayê gotin, em ne tên xwarin ne źî tên havitin ellawekîl.
Lê serê me źi yê Misto’yê Beton źî hiśktir e. Qîźewîźa me ye, me xwa rut u tazî kiriye u berdaye ćolê. Bîsmîlle bîsmîlleee, ćima ku?
Ći buye babam? Wey namzetên BDPê hatine veto kirin law.
Êêêêêêêêê?
Ćênabeeeee! Bibe źî źi porê xaltîka Fatê yê henne kirî va kuro!
Law ev tirk ći źîrek in dînime îmanime. Bi lotikên kerkî bi carekê va roźeva kurdan siyarî qantirê kirin ellawekîl.
Him źî ći lotik havitin bê bavan.
Miźara «perwerdeyiya zimanê kurdî» ya di nav kurdan da bi derbeyeke qantirkî kirin toz u li baayê xistin elîm ellax.
Hêdî ziman u filan u bêvan di serê kurdan bu ćîroka «hee bu, nebu».
Aha welle dewleta tirkan wilo bi me ra dilîze.
Em ći bikin źî, em ći bifikirin źî, dawiya dawîn her tiśtê me di destê dewleta tirkan da ye.
Ê de bila biźî îradeya azat u ne azat, cancîgerno :-).
Ma îcar îradeya we li ći alemê ye, yabo qurbanino?

Montag, 18. April 2011

Lotikên Kerbavkî Yên «Dezgeha Bilind Ya Hilbiźartinê»

Hewayeke pirr xwaśik hee bu hîro. Lê dîsan źî min nekanî sportê bikim ellawekîl.
Ez berî nîvroyê ćum karê wergerê u min qesî ćar seetan li klînîkê werger kir.
Di wê navberê da carekê ćum pirtukxaneya baźêr źî, źibo ku dema sê pirtukên li ba min dirêź bikim.
Helbet min źi pirtukxanê sî pirtuk dên girtine, lê yên din min di înternetê da dirêź kirin, yanî heta śeś mehan carekê divêt ez pirtukan źibo carekê biben ba wan u li wir bidim dirêź kirin.
Gava min pirtuk dan dirêź kirin, min źi xatunê pirsiya, ka pirtukên din źî bi raśtî hatine dirêź kirin yan na.
Got, «naaa». Loma źî wê got herre ba maseya înformasyonê, źi wan ra bibêźe bila ćareser bikin.
Piśtî ku min li ba maseya înformasyonê meleseya xwa hanî zimên u wan lê mêze kir, gotin, śekerim wexta wan źî tiźî buye, divêt tu wan źî hîro bînî, yan na ewdê źi te ra serê pirtukekê des/deh frank ceza were.
Tabî wekî din źî ćare tune bu. Loma źî ez dîsan hatim malê, min bîst u du pirtukên din źî girtin u birin pirtukaxanê, dem dan dirêź kirin.
Yanî hindek maa ku dîsan makbuzeke 220.- frankî wekî ceza źi min ra biśînin lawo.
Śansa min hee buye ku min li wan pirsiye, pepukê pepukêêê :-).

Hîro «Dezgeha Bilind Ya Hilbiźartinê» bi birryareke kafirbavî (hun dikanin bi kerbavî źî bibêźin) gelek namzetên BDPê veto kir. Di nav van namzetan da Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Gülten Kiśanak u hwd. ćend kes hee ne. Bi raśtî źî tirk ewqas qewad in, bi hemî dek u dolaban dixwazin kurdan źi siyaseta legal dur bixin, źibo ku bikanî bibin berxwadana kurdan ya meśru di nav medyaya cîhanê da wekî pirsgirêka terorê nîśan bidin.
Ći derewan bikim, ez źibo Ertugrul Kürkćü qet u qet li ber xwa nakevim.
Ćênabe ku kurd hertim herrin qomserekî tirk bînin u li serê milletê kurd bikin bela.
Berê źî Dogu Perînćek u Yalćin Küćük’ê herî kemalîst u kerbav hanî bun u kirî bun bela. Bê guman van herdu bê namusên kemalîst źî bi têra xwa di nav tevgera kurd da manîpulasyonên pîstirîn kirin. Em pê qayîl bibin źî nebin źî Öcalan u PKK pirr di bin tesîra manîpulasyonên van da mane.
U vê źî piśta tevgera netewî ya kurd tam di navê da śikand u kir kud.
Law de bi wir da herrin haaa, qet nebe hun xwa xelas bikin babam, waweylêêê.

Hilbiźartin U Lîstikên AKPê

Hîro li der hewayeke xwaśik hee bu. Dilê meriv pê germ dibu.
Digel vê źî min dîsan xwa li giraniyê daniya u heta piśtî nîvroyê derneketim der.
Di seet 15 u nîvan da derketim ser pîskîleta xwa u derketim ser rê. Heta nêzîkî Baden’ê ćum u hatim.
Piśtî wê źî qendî seetekê ćum bezê. Paśê paayiya/paqiźiya mitfaxê kir, serê xwa śuśt, kincên qilêr havitin makînê u hwd.

Min di nućeyan da zêde tiśtekî balkêś nediya.
Tenê nućeya li ser serokê diyanetê prof. dr. Mehmet Gürbüz bala min kiśand.
Mêro ćuye tev li mewluda ku li stadyuma Amed’ê hatiye darxistin, buye.
Bi deh hezaran kes tev lê bune.
Piśtî ku mêrê ćeqilmast bi kurdî axaftina xwa kiriye, pêra źî bi kurdî mewluda Mela’yê Batt’ê xwandiye.
Diyar e ku AK Partî dixwaze źibo hilbiźartinan bi ćend hestiyên xerabe kurdan bixapîne.
Ak Partî di śexsê milletê kurd da siyaseteke pirr berbat u pîs dimeśîne.
Doh min di nućeyan da xwandî bu. Lawê A. Türkeś źî di AK Partî’yê da buye namzet.
Camêr gelekî pesna Ak Partî’yê dida.
Hêdî niźatperestên MHPeyî źî ciyê xwa di nav AK Partî’yê da dibînin.
Bê guman tirk tirk e, di kîźan partiyê da dibin bila bibin, ti cihêtî nîn e.
Me gelek ćepgirên tirkan dîtin.
Hindek źî wan kerbavan bi navê «Türk Solu» kovarek derxistin.
Lê bê namusên heram bi navê kemalîzmê xwîn źi devê xwa diriźînin.
Źi sibehê heta hêvarê pêśniyazên tune kirina milletê kurd dikin, hêrîśên herî qelleś li hemberî milletê kurd orxanîze dikin.
Offf of, gava ez li ehmeqiya me kurdan difikirim, hestiyên min dilerizin bi dîn u îman lo.

Sonntag, 17. April 2011

Zimanê Kurdî U Serboriya Min

Min hîro zêde piśta xwa nelivand. Piśtî nîvroyê qendî seetek u nîv ćum pîskîlet haźotinê ewqas.
Ya raśt hewa hîro baś bu.
Lê ez tenê li malê runiśtim. Min di înternetê da di navnîśaneke li ser zimanê kurdî «Dersa Kurdî» da ha ha bi hindek kurdên me yên li Ewrupê ra da ber «chat»an.
Ći bikim babam, gava mesele dibe zimanê kurdî, nikanim zêde xwa bi paś da bikiśînim.
Gelek pirs di serên wan da hee ne. Nizanin ku ći ćawa ye.
Loma źî ez carcarinan xwa bi xwa ra dibêźim, heqqê min nîn e ku ez xwa bi paś da bikiśînim.
Min heta hîro bi salan, nîviyê źiyana xwa źibo zimanê kurdî daye, bi salan śev u roź min kar kir źibo vê yekê.
Dem hee bun ku min di dema xwandina xwa da pere nedidît ku heqê rê bidim u herrim zangehê.
Gelek deman ez di wan zivistanên bi serma u seqem da peya dićum zangehê di ber gola Zürich’ê ra.
Carinan baayekî wilo dihat ku, min źi meźburiyetê ruyê xwa vedigerand hêla paśiyê u bi vî halî paśpalkî dimeśiyam.
Dem hee bun ku min hêvaran tenê bi tomatesekê îdareya xwa dikir.
Heta sibehan li ser masê hînî dersa xwa dibum, bêyî ku rabikevim, min devuruyê xwa diśuśt, piyaleyek śîr vedixwar u dîsan dićum zangehê.
Carcarinan ćavên min wilo sor dibun u hêśeke weha berbat didan min ku, min hîn źî ew roźana źi bîr nekirine ...
Loma źî ez xizmeta zimanê kurdî, wekî mîsyona xwa ya dîrokî dibînim.
Roźa ku min ev mîsyona xwa hanî śunê, ez ê bi dilekî aram u bextiyar oxira xwa źi xwadê bixwazim u terkî diyar bikim.

Samstag, 16. April 2011

Ez U Lotikên Bergîlkî

Yaw min hîro zêde kêfa xwa xera nekir.
Piśtî nîvroyê min ću seetek werger kir u hatim malê.
Ev hefteke ku ez tenê carekê cum sportê. Derbeyên hefteya ćuyî feleket hêś didan canê min. Ne tenê ev, herweha hestiyên min źî berbat têśiyan ellawekîl.
Bi kirasê heft pîran, min hîro dîsan dest bi sportê kir.
Di seet pêncan da ćum qada pêgoogê. Roźên îniyan pêgoog tê lîstin.
Ćar taxim hee bun, yekê źi van xwast ku ez bi wan ra bilîzim.
Min źî got, «temam cîgerim, problem nîn e».
Seetek u nîv me îman li hevdu ćikand. Dawiya dawîn em bi serketin. Lê gola zêrîn ya dawiyê wan kafirbavan havitin me.
Paśê min berê xwa daa ciyê fîtnesê yê zangeha Irchel’ê. Źixwa li kêleka qada pêgoogê ye.
Min du seet źî li wir bazuyên xwa kirin wekî śorbeya nîskê u reviyam hatim mala xwa.
Ê tabî serê xwa śuśtin, xwarin, înternet u filan u fistix, lotik u motik, dem derbaz bu.
Źiber ku hîro ez birîndar nebum, ez ê sibeh bi têra xwa herrim pîskîlet haźotin u bezînê.
Welle, ku xwadê daa min, ćend lotikên din yên qerase źî bavêźim, cancîgerno.

Donnerstag, 14. April 2011

Kurdên Bin Sînorê U Elewiyên Me

Min doh nekanî tiśtekî binivîsînim.
Doh piśtî ku ez źi qursa kurdî derketim, ez u Ceren em heta Örlikon’ê bi hev ra meśiyan.
Paśê me li nêzîkî mala min li ser kolanê gotina xwa hindekî dirêź kir. Îcar me carekê mêze kir ku ha seet źi 22 u nîvan derbaz buye.
Min doh piśtî nîvroyê heta hêvarê werger li klînîkê kirî bu. Paśê ez bi lez hatim malê, min pirtukên xwa girtin u derketim ćum qursê.
Yanî bi kurtî u kurmancî, ez gelekî westiyayî bum.
Loma źî min hindekî xwa li tiraliyê xist. Ê de bila ewqas źî destur hee be lo, wîîî.

Hîro źî kêm-zêde eynî tirśik ćêbu. Min bê navber ćar seet werger kir. Paśê cum mensaya zangehê u xwarina xwa ya hêvarê xwar u hatim mala xwa.

Di nućeyan da min hîro tiśtekî balkêś nediy/nedît.
Lîbye hîn źî di destê Gaddafî da dike qîrreqîrr.
Li Suriye’yê Beśar Esad’ê qewad hîn źî li ser desthilatê ye. Dixwaze ku bi lîstikên ruvîkî îmana xelkê bike teneke.
Lê kurdên me yên bin sînor hîn źî ti tiśt bi dest nexistin. Loma źî hilweśîna sîstema dîktatorane u niźatperest ya Esad źibo kurdan tiśtekî pirr zerurî ye.
Aniha vê gavê perćeyê ku hêrî zêde nêzîkî azadiya xwa ye, ew źî perćeyê pićuk yê bin sînorê ye.
Ez dibêźim heźmara kurdên bin sînorê li dor sê mîlyonan hee ye. Dibe ku hindekî zêdetir źî bibe.
Bê guman ev heźmareke ne kêm e. Heger kurd bixwazin, dikanin gelek tiśtan li Suriye’yê biguherînin. Źixwa sîstem di destê kêmayiyeke dîndar ya elewî-śîî da buye wekî bombe. Lê divêt meriv van elewî-śîîyên ereb u kurdên elewî tevlihev neke. Ti eleqeya kurdên elewî u elewî-śîîyên ereb bi hev ra tun e.
Kurdên elewî bi esl u feslê xwa źi dîn u felsefeya pêxember Zerdeśt têne.
Loma em kurdên elewî tevda bune pepukê xelkê u kemalîzma qewad u tecawîzcî, gulinooo.

Dienstag, 12. April 2011

Roźa Min Ya Berdîberdayî

Li der eyameke berbat hee bu hîro. Yekcar germayiya hewayê des/deh pile daket, ango źi bîst u pêncan (25°) dakete dewsê (13°) pileyan.
Di vê navberê da carekê ćend dilop baran źi hatin ser erdê.
Min nîvroyê ću li klînîkê seetek u nîv werger kir.
Piśtî nîvroyê ez ê bićuma Bülach’ê, min ê li wir, li Kantonschule’yê (dibistana baźêr) li ser bîrhanînên xwa yên zaroktiyê u siyaseta ku li hemberî zimanê kurdî tê kirin, înformasyon bidina xwandekaran.
Divêt min di sinifekê da du caran semînar bida.
Her carê źî pêncdes/dewpênc xwandekar hatî bun. Źixwa xwandekarên din bernedan hundir, źibo ku bila herrin di semînerên din da beśdar bibin.
Piśtî xelas buna semînaran em di odeya mamosteyan da hatin ba hev. Li gorî gotinên wan, di semînerên din da xwandekar gelek kêm bune, hetta li ba semînerekê di cara duyem da qet kes nećune.
Welle li ba semînera min beśdar gelek bun.
Li hêla din źî semînera me gelekî baś derbaz bu.
Li odeya mamosteyan pakêtek wekî diyarî dan min, yan ćîkoleteyên xwaśik. Di nav zerfekê da źî du set frank tê da, Susanne hanî u xiste nav turika min. Helbet min nedizanî ćiqes tê da ye. Piśtî ku ez hatim malê, min vekir u diy/dît.

Źiber ku pîskîleta min li ba klînîkê bu, ez dîsan peya ćum wir. Gava ez derketim ser pîskîletê, min dît ku ha Nurśen źî li ser kolanê dimeśe. Ez bi hêdîka ćum ba wê, min li zengila pîskîletê xist u sekiniyam.
Piśtî silavên xwadê me hindekî gotina xwa dirêź kir. Bawer dikim em qendî seetekê bi hev ra li wir peyîviyan. Welle ez dibêźim kêfa me herduyan źî li śunê bu, loma źî me zêde bala xwa neda wextê.
Gava ez gêśtim malê, seet 18 u nîv bu. Min bi lez tiśtek vexwar, pirtukên qursa zimanê kurdî girtin u dîsan vegeriyam zangehê.
Pêśta ćum mensayê. Min Śefîk, Zekî u Memet źî li mensayê dîtin. Piśtî xwarina min em rabun ser xwa u ćun qursa kurdî.
Hîro tevda pênc kes hatî bun.
Yaw aniha we źi vê roźa min ya berdîberdayî ći fam kir, śekirno?

Montag, 11. April 2011

Swîsre’yiyan Hîro Îmana Biharê Kirin Teneke

Hîro źî wekî roźên dawiyê hewayeke pirr xwaś hee bu.
Min piśtî nîvroyê tenê qendî seetekê werger kir u hatim.
Di seet 16 u nîvan da ćum pîskîlet haźotinê. Pêra min berê xwa daa bezê.
Lê digel bezê piyên min hêśeke pirr ne xwaś dan min. Hîn źî lêdanên roźa îniyê yên li ba goog lîstinê xwaś nebune. Dibe ku heta dawiyê vê heftê źî derbaz nebin.
Helbet wê gavê ez ê roźa îniyê nikarî bibim goog bilîzim.
Bi raśtî źî kafirbavan bê dîn u îman li lingên min xistine. Di dema lîstinê da min ewqas zêde serê xwa pê nehêśandî bu.
Ê tabî piśtî germayiya bedena meriv derbaz dibe u pileya adrenalînê dadikeve, îcar malik li meriv diśewite, cîgerno.

Źiber ku hîro «Sechse Läute» li Zürich’ê hee bu, piśtî nîvroyê resmî tatîl bu.
Yanî Swîsre’yî hîro hatina biharê bi darxistinên mezin yên li ser kolanan pîroź dikin.
Cilên xwa yên tradîsyonel li xwa dikin, sîyarî erebeyên bi hespan dibin. Bi komên muzîkźenan, bi komên śagirtan, ciwanan, mêran, źinan, dezgehên sîvîl u ne sîvîl, komên tax u navćeyên baźêr berbi navenda baźêr dimeśin.
Ligel meśê hurumurên xwarinê yên śîrîn źî bi ser temaśevanan da tavêźin.
Digel ciyekî navend yê baźêr źi daran quleyeke mezin ćêdikin u li ser quleyê źî berfemêrekî (Böök) dadićikînin.
Paśê di seet 18ên li vir da êr/êgir lê didin. Li gorî geśiya êr u bi lez teqîna berfemêrik, texmînên Hecî Sofkî li ser hewaya îsal tên kirin.
Dibêźin ewdê îsal hewayeke pirr germ ćêbibe.
Ka ew śansa me, kaaa?
Bi xwadê me destê xwa źi zu va źi hewaya germik u nermik śuśtiye babam.
Tew bila herro baran nebare, ew źî têra me dike, birê min.

Sonntag, 10. April 2011

Yaaa Staaar!

Tevî ku hewa hîro ewqas xwaś bu źî, min ti tiśt nekir.
Doh min gotî bu ez ê sportê bikim. Lê mixabin ku hêśên min yên źi pêgooga roźa îniyê qet kêm nebun.
Min nexwast ku rewśa xwa xirabtir bikim.
Welle ći dibe bila bibe, sibeh xwadê źî were, nikane min pê bigire.
Ez hîro hêvarî tenê qendî ćil deqqan ćum meśê. Wekî din min hemî wexta xwa li malê derbaz kir ellawekîl.
Tabî wekî źi edetê min dîsan piśtî nîvroyê telefonî bavê xwa źî kir.
Ćima bu, nizanim, lê bavê min li ser welatên misilman pirr diqehiriya.
Her ćendî min xwast dilê wî hindekî haś bikim źî, zêde bi ser neketim.
Di nućeyan da li ser rewśa Suriye’yê min hîro tiśtek nediy. Welle ez ê pêsîra Suriye’yê qet bernedim. Di vê sala 2011an da śansa milletê kurd ya ku vî perćeyê pićuk u sêwî źi bin zilma erebên qewad xelas bikin, ne xewn u xeyal e. Raśtiyeke berbićav e.

Li Źeponye’yê erdhêźa nuh (bi 7,1 lêdanê) dîsan zirarên mezin daye hawîrdorê. Niha śeś atomreaktor hatine girtin.
Cara yekem li Tokyo’yê pênc hezar kes li hemberî atomreaktoran derketine ser kolanan u protest kirine. Źi ćil mîlyon kesên ku li Tokyo’yê diźîn, tenê pênc hezar kes, yabo qurbaninooo!
Ći ecêb e, heta niha źî li Źeponye’yê mixalefeteke bi hêz dernektiye u siyaseta resmî ya hukumetê nedaye ber lotikan.
Tew ewdê bi radyoaktîvîteyê bimirin, hîn źî camêr kuna xwa nalivînin.
Ewqas ava bi radyoaktîf kom buye, hêdî di depoyan da źî nikane were girtin. Gelek sewze bi radyoaktîvîteyê xera bune. Lê evdalên xwadê dîsan źî źi berazên qerase ra nabêźin «ćuśśś».
Źepon mîlletekî bi kîbîr in. Loma źî ewdê zu bi zu dev źi vê kîbîra xwa ya mîllî bernedin.
Îcar ći qizuluqurt li kurdên me yên kole hatiye, ez nizanim. Camêran xwa rep kirine, dikin qîrreqîrr u kezebên xwa di ber źeponan ra disoźin u dikin pizot yaw.
Ya star, yaaa staaar, bê lome nebe lo!

Tevliheviyên Roźane

Źiber ku doh li ba goog lîstinê lingên min bi têra xwa derbe xwarî bun u perćifî bun, min nekanî baś rabikevim.
Ligel ćerixîna di nav cilan da canê min pirr têśiya.
Vê sibehê di seet desan/dehan da rabum ser xwa. Nîvroyê min ću ćend tiśtên xwarinê kirriyan u hatim.
Hîn vê gavê źî lingên min têśin. Min berî du seetan derman têda.
Ka heta sibeh ti guhartin ćêdibe yan na.
Lê di raśtiyê da planên min yên cihê źibo hîro hee bun. Min ê hîro gelek sport bikira. Bi xwadê, bivê nevê meriv nikane li ba hewayeke husan xwaśik wexta xwa berhewa derbaz bike.
Hêdî sibeh ći dibe bila bibe, ez ê kêfa hewaya xwaśik źi dest xwa bernedim.
*
Li Suriye’yê protestên sîvîl dîsan dest pê kirine. Li gorî gotinan kêm-zêde ćil kes hatine kuśtin.
Li herêma Kurdistan’a pićuk źî meś hatine li dar xistin. Lê hîn li hev ketineke mezin pêk nehatiye.
Li Misir’ê źî xelk dîsan daketiye ser «meydana azadiyê». Lê îcar leśker xelkê bi zimanekî tund tehdît dike. Daxwaza millet ya ku H. Mubarek were dadgeh kirin, ligel leśkeran antîpatiyê ćêdike.
Bê guman tevgera leśkeran ya statukoparêz bi desthilatdariyê va girêdayî ye. Dibe ku sibeh, dusibeh meśên din ćêbibin u daxwaziya dadgeh kirina leśkeran źî bixwazin. Yanî elîta desthilat ewdê desturê nede ku di nav civakê da kevneśopiyeke wilo ćêbibe.
*
Min hîro di vîdeoyekê da hêrîśa li ser konên sîvîl yên li Amed’ê mêze kir.
Gava min guh li zimanê beśdarvanan daa ku, ći bibînim, camêran źi derî zimanê tirkên qewad pê va, peyvek źî bi kurdî bi kar nehaniyan.
Hey bila lanet li we u ehmeqiya we bêt u xelas. Di destê tirkan da bune nimuneyên herî berbat u rezîl. Hîn źî pê nehasiyane ku namusa camêran di bin destê zimanê tirkan da buye sifir quruś.
Îcar tirk li me mehluqatên aqilsivik ći bikin źî, me heq kiriye.
Hêdî em di destên siyasetvanên śarlatan da bune berdośên kultura zimanê tirkî u hew.

Samstag, 9. April 2011

Piśtî Śeś Mehan Dîsan Goog Lîstim

Min hîro roźa xwa berdîberdayî derbaz kir.
Karê min źî hîro tune bu.
Tenê źibo seetekê ćum semînerekê u ewqas.
Gava piśtî semînerê źibo xwarina nîvroyê daketim mensayê, min li mensayê kurdekî me yê źi Kurdistan’a baśur diy/dît. Hîn em li ba xwarina xwa bun, îcar Zekî, Śefîk u Elîfe’yê silav dan me u derketin der, źibo ku li der rubinin.
Paśê ez źî qendî pênc deqqan ćum ba wan.
Di seet du u nîvan da hatim malê. Min dil dikir ku herrim pîskîlet haźotinê.
Lê min nekir. Źiber ku em ê di seet 5an da li ser qada googê ya Irchel’ê goog bilîstina.
Loma źî ez tenê qendî pênc deqqan ćum bezê. Pêra min berê xwa daa ciyê fîtnesê u qesî 45 deqqan bedenhêziya xwa ćêkir.
Lê min di tam seet 5an da entremana xwa xelas kir, derketim u ćum ser qadê.
Cîgerim Roman li wir bu.
Piśtî ćend deqqên din koma din ya ku hertim roźa îniyê googê dilîze źî hat.
Me qendî du seetan îmana hevdu kir teneke u wesselam. Dawiya dawîn me mać 10 u 4 bi dest xist.
Źiber ku ev śeś meh in ez qet nelîstî bum, ez u Roman em li ber qeleya me sekiniyan.
Ya raśt piyên min piśtî nîv seetî kêfa xwa qet bi xamiya xwa nehanîn. Lê dîsan źî ez lîstim.
Aniha vê gavê herdu lingên min źî perćifîne.
Ćend bê bext hee bun ku, qet nayê gotin ellawekîl.
Meriv dibêźe bêbavino źibo kuśtinê hatine goog lîstinê babam.

Donnerstag, 7. April 2011

Pêgoog, Turnuve U Zaroktiya Li Pêy Googê

Di vê meha avrêlê da îsal hewayeke gelekî baś li der hee ye.
Meriv dibêźê qey havîn hatiye. Him hewa germik u nermik e, him źî roo/rooź xwa li ezmên pal kiriye, ha ha dilê me diperitîne babam.
Min piśtî nîvroyê heta seet 17an qesî sê seetan werger kir u hatim malê.
Berî du roźan min bi hevalê xwa yê Swîsre’yî Roman ra soza xwa kirî bu yek ku em hîro di seet 18an da bi hev ra herrin seetekê googê bilîzin.
Gava ez di seet 18an da ćum qada pêgoogê/fitbolê, Roman li wir bu. Me bi hev ra seetekê entreman kir u vegeriyan.
Di 30yê avrêlê da turnuveyeke pêgoogê hee ye.
Cîgerim Roman em źî bi tîmekê qeyd kirine.
Loma źî divêt em hindekî li ber bikevin u amadekariyên xwa bikin.
Ya min, ev śeś meh in ku ez qet goog nelîstim.
Di zaroktî u ciwantiya min ya teze da ez googbazekî pirr bi nav u deng bum. Ne tê gotin u ne źî tê xwarin ellawekîl.
Źiber ku em gelekî feqîr bun, birayê min yê ku xwadîtî li min dikir, nekanî bu ku min biśîne Stembol’a tirkan (her ćendî di raśtiyê da Stembol aîdî kurdan bibe źî).
Goog perćeyek źi bedena min bu. Min ewqas źê hez dikir ku, nikare were gotin.
Di gelek lîstikan da destur nedihate dayîn ku ez bi lingê xwa yê raśtê li googê bixim, yan źî pasan bidim hevalên xwa.
Tiśtê ku min bi googê nedikanî bikara, tune bu.
Texnîk u estetîka bi googê, orxenîze kirina tîma xwa, wekî makîne bê navber beza min, serê tîma li diźî me tevlihev dikir.
Kêfa camêran qet bi min nedihat. Loma źî hertim faulên pirr berbat li min dikirin.
Navê min li Stembol’ê źî di nav Erzingan’iyan da deng vedabu.
Lê nebu qismet ku ez herrim di nav taximeke mezin da bilîzim.
Bêxtê min ev buye.
Sî salên piśtî zaroktiya xwa, hîn źî carinan źi xwa dipirsim: «Ma ez ê hîro li ku bibuma, heger ez di taximeke mezin da pêgoog bilîstima? Ma min ê wekî hîro xwadîtî li ziman u milliyeta xwa bikira yan na?».
Qet nizanim. Dibe ku min bikira. Ez dibêźim semîmiyeta dil u mêźiyê meriv źi hemiyan girîngtir e. Li ku derê buyîna mirov tenê tiśtekî «îzafî ye».

Roman dixwaze ku ez di turnuveya 30yê avrêlê da li navenda qadê bilîzim, lîstika tîma me ava bikim. Heyatim dibêźe, «yên din nikarin vî barî hilbidin ser xwa u heta hêvarê bi performans di nav tevgerê da bimînin.».
Ê tabî ez źî hêdî ne wekî gurê berê me, birê min.
Bi dîn u îman, divêt ez niviśteke qirase bidim ćêkirin u wê źî bi kirasê heft pîran bidim pêćandin yaw.

Mittwoch, 6. April 2011

De Bila Hîro Źî Filan U Fistix Bibe, Wîîî :-)

Hîro dîsan hewayeke biharî xwa li der li baa dikir.
Heger śaś nebim, ewdê sibeh hindekî din germtir u nermiktir bibe welle.
Hîro di seet yekê da li ba zangehê bum. Min ću li mensayê xwarina xwa ya nîvroyê xwar u paśê źî derketim u ćum klînîkê.
Min ê di seet yek u nîvan da dest bi wergerê bikira. Du termînên min hee bun, ango min ê qendî du seetan karê wergerê bikira.
Gava ez di seet ćar u nîvan da źi klînîkê derketim, bi lez hatim malê. Min kincên sportê li xwa kirin u ćum bezê.
Piśtî nîv seetî min beza xwa xelas kir. Pêra ćum ciyê fîtnesê. Min qesî pêncî deqqan entremana bedenhêziyê/bedenćêyiyê ćêkir u vegeriyam mala xwa.
Wekî her demê min serê xwa śuśt, xwarineke pićuk amade kir, xwar u ćum qursa zimanê kurdî.
Hîro tevda śeś kes hatî bun.
Piśtî qursê ez bi Aynur u Ceren’ê va heta ber mala min meśiyam.
Źiber ku riya wan hîn dirêź bu, piśtî xatir źi hevdu xwastinê, wan dîsan dest bi meśa xwa kir.
*
Ha ev e dîsan li Suriye’yê tiśtek nebu. Di nućeyên hîro da tê gotin ku dewleta niźatperest 48 girtiyên kurd berdaye.
Bê guman Baśar beg źi kuna xwa ditirse.
Li gorî ragiyandina medyayê, li Suriye’yê rewśa awarte ya źi ćil salan u bi vir da hatiye rakirin.
Welle tirsa zorê serê meriv dikelîne u dike pelul bi dîn u îman.
Lê heta ku ew qirikdirêźo li ser desthilatdariyê bimîne, halê me kurdan ne ti hal e.
Tevî vê źî śansa kurdan ya ku li perćeyê pićuk azadiya xwa bi dest bixin, ne xewn u xeyal e. Dibe ku ev xewn u xeyalên bi sedan salan hefteya tê bibin raśtî.
Law, ma źi vê nermiktir u germiktir ći hee ye, qurbaninooo?
Yaw bi sê telaqên źin berdanê, ez ê hema daweteke qirase li dar bixim.
Ma hun dizanên ez ê serê govendê bidim kê, hi?
Welle gurćikino, bi soza mêrê ćê ez ê bidim xaltîka me ya agirpêketî Fatê, ihi :-).

Dienstag, 5. April 2011

Roźeke Belbelokî

Hewaya hîro xera nebu. Źi sibehê heta vê hêvarê tav li ezmên bu.
Bê guman wekî berî ćend royan ewqas germ nebu.
Ez vê sibehê di seet heft u nîvan da rabum ser xwa. Di seet heśt u nîvan da min ê werger bikira.
Yanî bi ser hev da min hîro sê seet werger kirin. Di raśtiyê da pênc seet bun. Lê źiber ku du termîn hatin îptal kirin, tenê sê termîn bi śun da mayî bun.
Piśtî nîvroyê min ću qendî seet u nîvekê sporta xwa źî kir.
Di seet heftan da qursa zimanê kurdî hee bu. Loma źî ez bi lez hatim malê, min serê xwa śuśt, pariyek nan di nav sê-ćar deqqan da xwar u derketim der.
Ez tam di dema xwa da gêśtim qursa kurdî.
Hîro śeś kes hatî bun. Du heban gotin, dibe ku ew paśê nikarî bibin werin.
Bi baweriya min, dilê camêran u zimanê kurdî zêde li hev nakin, tevî ku kurdiya devkî ya herêma xwa dizanin źî.
Ev herdu hevalên ku naxwazin werin, di raśtiyê da heta niha qet rêk u pêk tev li qursê nebun. Li malê dersên xwa nakin. Ćawan źi qursê derdikevin, wilo źî vedigerin u têne qursê...
*
Di nućeyên hîro da min tiśtekî balkêś nediy/nedît.
Tevî ku ev ćend roź in ez li benda buyerên li Suriye’yê me, atmosfer hînê źî bi têra xwa li wir germ nebuye.
Lê ći dibe bila bibe, divêt kurd bi śiklekî źîrane atmosferê germtir bikin.
Perće buna Suriye’yê ewdê li ser riya ava kirina Kurdistan’a mezin, stuneke pirr bi xurt bi erdê da daćikîne.
Bi serê kalikê min bibe, me hertim digot em ê pêśta źi perćeyê mezin dest pê bikin u Kurdistan’ê azat bikin.
Lê dîrok carinan henekên xwa li mirov dike u dibêźe, «qaśo hun źî zane ne ha, hey tifuuu», u tiliya xwa tavêźe me ellawekîl.

Montag, 4. April 2011

Tiraliya Hîro Tam Li Gorî Hewayê Bu

Źiber ku hîro karê min zêde tune bu, min bi temamî wexta xwa li malê derbaz kir.
Piśtî nîvroyê di seet 15 u nîvan da min źibo seetekê werger kir u dîsan vegeriyam malê.
Hindekî westiyayî bum.
Loma źî min qendî bîst deqqan xwa dirêź kir.
Gava ez di seet śeśan da źi ciyê xwa rabum, min ćayek ćêkir, bi nan, hungiv u pendur xwar.
Paśê ez ćum markêtê u min ćend tiśtên xwarinê kirriyan.
Herweha hîro roźa paa/pakiź kirina mitfaxê ya min bu.
Êêê, min mitfax źî paa kir. Heger niha diya min li źiyanê bibuya u ez di vî halî da bidiyama, ewdê bi dengekî berz/bilind «wey pepukê, wey pepukêêê!» bigota u selaweta xwa bihaniya. Bi telaq ewdê weha bibuya.
Li gorî śertên ku me daynîne, kesê/a ku ciyê xwa paa nake, hingê meźbur e ku hefteya tê hemî malê paa bike.
Bi xwadê, min heta niha źî hertim ciyê xwa bi rêk u pêk paa kiriye.
Min sporta xwa ya hîro źî ćêkir. Lê ligel bezê min zêde dirêź nekir. Tenê qendî śeś kîlomêtroyan beziyam u ewqas.
Hewaya hîro pirr berbat bu. Bi carekê va dudes/dewdu pile daket u bu 13°. Tevî ku doh u pêr hewa ewqas xwaś bu źî, kêfa min bi hewaya hîro qet nehat.
Divêt hîśev dîsan giran giran germtir bibe.
Bi raśtî źî hewaya baś meriv pirr nermik u germik dike, birê min.
Źixwa bi lotikan źî ava serê meriv dikele yaw.

Sonntag, 3. April 2011

Du Roźên Revokî U Xewîn

Min du roź in ku tiśtek nenivîsiya.
Ći derewan bikim lo, wexta min ćênebu u xelas haaa.
Roźa îniyê ez li restorenta heval Newzat bi berpirsiyara orxenîzeya dibistana li Bülach’ê ra hatim ba hev. Dudesê/dewduyê vê mehê ez ê źî wekî nunerê ziman u ćanda kurd-î tev li «hefteya zimanan» bibim u xwandekaran li ser ziman u ćanda kurd-î haydar bikim.
Xwarina me ya hêvara roźa îniyê źi seet 19an heta 20 u nîvan haźot. Xatun Susanne’yê hindek înformasyonên pêwist di derbarê śexsê min da girt, daku bikarî bibe min di destpêkê li xwandekaran bide nas kirin.
Gava ez śeva îniyê di seet 23an da vegeriyam malê, min diy/dît ku ez bi têra xwa xiśo-miśo bume, min zêde xwa negirt, bi lez didanên xwa paa/paqiź kirin u xwa havite nav nîvînên xwa, babam.
Loma min nekaniya tiśtekî u filan u fistix binivîsînim yabo.
Ev yek, śekirnooo.

Doh źî tevrunera min Maura’yê li ba hevalê xwa xwarineke bićuk amade kirî bu. Lê wê ez źî vexwandî bum. Em tevda śeś kes bum. Ez heta seet 23an li wir mam.
Paśê min oxir źi camêrên amadeyî xwast, reviyam u hatim mala xwa.
Bi xwadê, ez doh źî gelekî westiyayî bum.
Tevî ku min zêde sport nekirî bu źî, xewariyê bi min girtî bu.

Sporta ku min doh kir, ew źî bi hevalê min yê Swîsre’yî Roman ra qendî seet u nîvekê haźotina pîskîletê bu.
Lê min hîro him pîskîlet haźot u him źî qendî seetekê źî ćum bezê.
Piśtî vegerê min hindek hurumur xwarin, googa/gooya xwa girt destê xwa u ćum qada pêgooga/fitbola zangeha Irchel’ê.
Min li wir qesî seetekê entremana bi googê kir u dîsan vegariyam u hatim malê.
Law bi serê xaltîka Fatê bibe ku min di nav van du roźên dawiyê da tenê ev tiśtina kirine ha.
Ê tabî, hewa źî dawiya vê heftê ewqas nermik u germik bu ku (25°), ne tê tarîf kirin u ne źî tê xwarin ellawekîl.

Freitag, 1. April 2011

Ćend Moriyên Min Yên Hîro :-)

Welle cîgerno, hîro min tiśtekî balkêś nekir yaw.
Tevî ku min tiśtek nekiriye źî, mîna ku min karê deh keran li ser piśta xwa bi vir u wir da birî u hanî bibe, li min têt ellawekîl.
Di seet dudesan/dewduyan da qendî seetekê tev li semerekê bum. Piśtî semînerê min ću źibo seetekê werger kir. Gava min karê xwa xelas kir u xwast ku derbikevim, xatun psîxiyatrîst źi min ra got, «ma wekî din termîna me hîro bi hev ra tun e?».
Min got, «naaa, xelas bu». Dîsan dubare kir u got, «ma tu źi sedî sed pê bawer î? Min digot termîneke me ya din źî di seet sisiyan da hee ye.».
Paśê derket holê ku wê źi bîr kiriye ku źibo termînekê telefonî min bike u źi min ra bibêźe.
Źiber ku wekî din karê min nemayî bu, ez li wê derê mam. Piśtî hatina kesê nexwaś min dîsan seetekê werger kir.
Gava ez hatim malê, seet ćar u nîv bu.
Di seet śeśan da ez ê li restorenta hevalê xwa Newzat bibuma. Ez u xatuneke Swîsre’yî, em ê bihatina ba hevdu. Li gorî gotina wê, ewdê «hefteyeke zimanên biyanî» li dibistanekê, li Bülach’ê, orxanîze bikin. Bi saya heval Newzat xatunê bi min ra źî têkilî daynî u xwast ku ez źî di vê ćalikiyê da cih bigirim, xwandekaran li ser rewśa zimanê kurdî u siyaseta asîmîlasyonê ya ku di nav źiyana zarokên kurdan da aktuwel e, bînim zimên.
Ez ê qendî nîv seetî bipeyîvim u dewpênc deqqan źî bersîva pirsan bidim.
Gava min ćakêta xwa li xwa kir u xwast ku derbikevim, xatunê telefonî min kir.
Min doh źê ra e-mailek śand u got, wexta min tenê qendî seetekê hee ye, źiber ku divêt ez di seet heftan da li ba «hêvara ćandê» bibim. Min got, heger ew bixwaze, em dikarin roźa îniyê źî bêm ba hev.
Piśtî em bi hev ra peyîviyan, wê got baśtir e ku em sibeh bikin, bila teśxele ćênebe.
Herweha wê ez źibo xwarina hêvarê źî ez dawet kirim. Yanî em ê sibeh bi hev ra li restorenta heval Newzat bixwin.
Paśê ez ćum mensayê. Min śîva xwa xwar u derketim ćum ciyê «hêvara ćandê». Hîn kes nehatî bu. Ez kesê yekem bum. Min bi tesedufî hevalê xwa yê Swîsre’yî, Ivo, li wir dît. Ewdê bićuya tev li semînerekê bibuya. Piśtî des/deh deqqan wî oxir xwa źi min xwast u ću.
Li ba vê «hêvara ćandê» em hîro bi zêdeyî li ser miźarên roźane yên siyasî peyîviyan. Helbet miźar bi gelemperî ziman u kultura kurd-î va girêdayî bu.
Aqilsivikiya siyaseta partiyên kurdan, tesîra vê yekê ya li ser mirina zimanê kurdî u hwd.
Tabî źiber pirsa Ceren’ê ya di derbarê «Gilgameś» da źî, em bi têra xwa bi efsaneya Gilgameś miźul kirin.
Kêm-zêde me sê seet wexta xwa bi hev ra derbaz kir u îmana vê «hêvara ćandê» źî kir teneke, śekirno.