Montag, 22. Dezember 2008

Wêneya serrupela Avesta’yê

Ev wêneya ku li vê kêlekê hatiye dayîn, wêneya li ser serrupela destpêka Avesta’yê ye. Li bin wêneya orîźînel bi zimanê avestî wekî «nəmasə tē Ahura Mazda» hatiye nivîsîn u bi kurmanciya me ya îro wateya «bila rumet/hurmet li te be, ey Ahura Mazda!» dide. Li gorî vegotinên avestînas u avestanasan, kesê ku li ber argehê radiweste, pêxember Zerdeśt bi xwe ye. Di ćapa pirtukê ya yekan da ya ku źi hêla Karl F. Geldner va di sala 1895an da hatiye amade kirin, di destê ćepê yê pêxember Zerdeśt da pirtuka pîroź Avesta vekirî ye. Qasî ku merî źê derdixe, Zerdeśt bi xwe źi pirtuka pîroź Avesta’yê lawiźên yezdanî li ber argeha Ahura Mazda dixwîne.

Avestî «nəmasə» wateya «rumet, hurmet» dide u di kurdiya nuh da źî hînê wekî «nimêź, nivêź, limêź» hebuna xwe didomîne. Bêśik dîsan vê kevneśopiyê paśê bandoreke berfireh li ser dînê musewîtî, xristiyanî u misilmatiyî źî kiriye.

• Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Samstag, 20. Dezember 2008

Lîstika bi navê «Avesta»

[Wêne 1): «pêxember Zerdeśt». Wêne 2): Lîstika «Avesta», źi «http://www.newventuregames.com/pages/thegames/avesta.html»ê]

Ev lîstika ku kêm-zêde wekî setrencê tête lîstin, li gori haydariyen ku di Zend-Avesta’yê da têne ragiyandin, hatiye ćêkirin. Bêguman perćeyek źi dîroka kurdan ya kevnare ye. Kesên ku dixwazin di derbarê vê lîstika ku wekî «Avesta» tête bi nav kirin da hindek înformasiyonan bigirin, dikarin vê di malpera  «http://www.newventuregames.com/pages/thegames/avesta.html»ê da bînin śunê.

– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Mittwoch, 17. Dezember 2008

Bi Wêneyekê Zerdeśt: Źi Zayînê Heta Hatina Ronahiyê

[Wêne: «Źi zayînê heta ronî kirina/pîroźbahiya pêxember Zerdeśt», http://de.wikipedia.org/wiki/Zarathustra]

Li ser vê wêneyê mirov bi awayekî demnasiyî (kronoloźîk) roźa ku pêxember Zerdeśt wekî zarok ćêbuye u heta roźa pîroźbahiyê ya ku Wî bi tevî ronahiyê nîśan dide, dibîne. Herweha ev bîr u baweriyana dîsan di nav dînên din da źî têne zimên. Li gel dînên Mezopotamya’yê yên dema kevnare dîsan di dînê musewîtî, xirîstiyanî u misilmantiyê da źî wekî buyerên dîrokî hatine ragiyandin. Bê guman li ser bingeha vê ya destpêkê pirr śîrove hatine kirin. Civakê li gorî vê mînaka berê, buyerên din yên ku paśê ćêbune źi nuh va tefsîr kiriye. Carina navên kesan, carina ciyên buyeran, carina rola kesan ya di buyerê da u carina źî dema ku buyer bi raśtî pêk hatiye, bi temamî guhartiye.

– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Sonntag, 14. Dezember 2008

Gorna Pêxember Zerdeśt: Neqś-ī Rustem

Ez bawer dikim di derbarê gorna pêxember Zerdeśt da (Naqsh-e Rostam) gelekî kes/kurd xwedî haydariyan in. Lê dîsan źî mirov hew dikare qîma xwe bi vê yekê bîne. Di vî warî em kurd gelekî źi ćand u dîroka xwe dur ketine. Her ćendî rewśa me ya roźane bi vî diruvî bibe źî, em zêde li ber xwe nakevin u źiyana xwe ya ruhî bi tewrekî tazî u tisî didomînin. Em bi tevîhev ketine nav dafika kesên li diźî me ne. Kêfa xwe bi van tînin u serê xwe, hema hun bibêźin, qet pê nahêśînin.
Li gorî ku tê ragiyandin, gora/gorna pêxember Zerdeśt li Neqś-ī Rustem hatiye bin ax kirin. Źiber vê hindê źibo ku Zerdeśtî'yēn bawermend bikaribin erkên xwe yên dînî bînin śunê, bi rêk u pêk terrin Neqś-ī Rustem’ê, herêma Yezd’ê ya li Îran’ê.

Ev e ez li źêr źi „youtube“y navnîśana ćar vîdeoyên li ser pêxember Zerdeśt diweśînim:

• Gorna pêxemebr Zerdeśt (bi înglîzî ye):
http://www.youtube.com/watch?v=XFisafyQ8hQ&feature=related

• Du lawiźên źi Gatha’yên pêxember Zerdeśt (bi avestî ye):
http://www.youtube.com/watch?v=t7RbQlpyjts
http://www.youtube.com/watch?v=rTRCoBrLq3s&NR=1

• Zerdeśtî'yên li Hîndîstan’ê (bi înglîzî ye):
http://www.youtube.com/watch?v=0Yje9ew-qHQ&feature=related

– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Samstag, 13. Dezember 2008

Ziman u Elfebe

[Elfebeya zimanê avestî u teksteke kurt źi pirtuka pîroź Avesta’yê, Yaśt I 15-16]

Wekî tê zanîn, dewleta tirk dixwaze ku di nav demeke kurt da dest bi weśana televîzyona zimanî kurdî bike. Li gorî gotinan, tirkan heya niha źî biryar nedane ku ka weśana kurdî bi herfên kurdî yan tirkî bikin. Bê guman dewleta tirk bixwe baś dizane ku ziman di warê netewe buyînê da pergala herî bingehîn e. Źiber vê yekê ye ku di roźeva dewletê da tenê biśaftina zimanê kurdî heye. Heya ku źi destê dewleta tirkan bihê, ewê di vî warî da źî zimanê kurdî deźenere bike. Ez wekî śexs ne li hemberî vekirina televīzyoneke bi zimanê kurdî me, heger dixwazin, fermo bila bikin. Lê divêt mirov rê nede wan ku zimanê kurdî serubin bikin. Ya raśt di elfebeya kurdî da ćend tîpên ku C. Bedîrxan źi tirkî girtiye u xistiye nav elfebeya kurdî, hene, wm.: «ç, j, ş». Li gorî dêhna min birêz C. Bedirxan'ê nemir di vê biryara xwe da śaśiyeke dîrokî kir u ev herfena źê girt. Herweha qasî ku ez di vê heyama nuźen u texnîkî da di înternetê da nivîsên kesên ku li diźî girtina van tîpan derdikevin, dibînim źî, hê źî di nav kurdan da li hemberî vê yekê ramyariyeke neteweyî ya giśtî ćênebuye. Divêt kurd vê śaśitiya mezin ya neteweyî roźek źi berî roźekê raśt bikin. Bila bi kar hanîna tîpên elfebeya tirkan hêdî biterikînin.

– Źibo mezin kirina tekst u elfebeyê bi kerema xwe carekê li ser wan bitikîne!

Medekî Arîstoxratîk

[Wêne: Medekî esîlzade (li hêla ćepê) li gel/pêś farsekî esîlzade (yê li hêla raśtê). Ev resim źi koleksiyona Braun & Schneider ya bi sernivîsa «di derbarê dîroka cilan/kincan da» hatiye girtin, München 1861-1880].

Ev resim nezdîkî 150 salan berê źi hêla wêne ćêkerekî ewrupî hatiye ćêkirin. Helbet wêne ćêkerê ewrupî ev resim li gorî haydariyên dîrokî yên ku nivîskarên dema yonan u romaya kevn ragiyandine, hafirandiye. Mîna ku di wêneyê da źî tête diyîn, di dema desthilatdariya medan da ćîna arîstoxratîk ya farsan nedikaniya li pêś yekî med śunê bigire, yan źî bimeśe.

– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Ćavkanī: http://de.wikipedia.org/wiki/Medien_(Land)

Freitag, 12. Dezember 2008

Gelo ći li medan hat?

[Wêne: Firehiya împeratoriya medan ya 600 sal berî mîladê]

Ez dixwazim hindekî li ser medan bisekinim. Bê śik desthilatdariya medan ya li coxrefyeya Kurdistan, Îran, Hîndîstan, Enetolî u Roźhilata Navîn hêzeke mezin bu. Nêzdîkî du sed salan (di navbera salên 728-550yan yên berî mîladê da) li van herêman desthilatdarî kirin. Li gorî dîroknas, roźhilatnas u îranînasan (îranalog) «sîstema birêva birana împeratoriyekê» cara yekan bi destê medan hatiye pêk hanîn. Medan di navbera van nêzdîkî du sed salan da di gelekî waran da pêśketin u guhartinên hîmî pêk hanîne. Li gel him birêva birina siyasetê, dîsan huner, pîśe, zanyarî, ćand, ćandinî, astronomî, matematîk, huquq, dîn/ol u hwd. da źî pirr bi serketî bune. Herweha di van waran da bandoreke herênî u kêrhatî li ser cîranên xwe kirine. Lê di sala 551an ya berî mîladê da farsan di bin serokatiya Kuros’ê II. da (559-530) artêśa medan di nav śerekî tund da têk birin u hemî fermandar u leśkerên medan bi metodên pirr zalimkar kuśtin. Anegorî ragiyandina dîroknasan, piśtî vê buyerê medan u nifśên wan yên paśeroźê nekarīn cardin li welatê xwe bibin desthilat-dar. Heta îro!
– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Mittwoch, 10. Dezember 2008

Ceźna We Pîroź Bibe!

[Wêne: «Ayîna Zerdeśt'î li gel pêxember Zerdeśt»]

Vê sibehê birarziya min nućeyek bi telefona destan źi min ra śand. Ceźna min ya qurbanê pîroź dike. Lê ya raśt min nedizanî aniha dema ceźna qurbanê ye. Ev e gelekî wext e ku ez źi welêt dur im u nikanim herrim serlêdana malbat, dost u hevalên xwe bikim.

Ez nizanim ka ćend kes bingeha peyva «ceźn»ê dizanin. Di zimanê avestî da wekî «yasna-» n. ye u źi forma xwe ya berê *«yažna-» tê. Peyva avestî «yasna-» n. wateya «rumet dayîn m., bexš, teberru, qurban» dide (di sanskrîtî da «yajñá-» n. heman wateyê dide). Ligel vê dîsan di avestî da gelek biwêźên ku bi tevî vê peyvê têne bi kar hanîn, hene, wekî mînak: «Rumet dayina bêźeyê, pesna qurbanê/bexśê dayîn, Mithra’yê bi rumet-dagirtî u hwd.». Li gorî belgeyên dîrokî ceźna qurbanê di raśtiyê da ceźneke arî/aryanî ye u pirr paśê ketiye nav dînê musewîtî, xristiyanî u misilmantiyē źî.

De bila bi vê minasebetê ceźna we/me hemî kurdan pîroź bibe!

– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

– Ćavkaniya wêneyê: http://img0.liveinternet.ru/images/attach/b/3/26/414/26414156_1212523373_ZoroastrZarathushtra.jpg

Dienstag, 9. Dezember 2008

Navê Pêxember Zerdeśt


[Navê wêneyê: «Zarathustra», źi www.mirsad.com'ê]

Ez îro hindekî bi pêxemberê kurdan pêxember Zerdeśt va muźil bum. Li gorî ku di pirtuka pîroź Avesta’yê da tê nivîsîn, navê Wî wekî Zarathuštra ye. Lê di dema zimanên îraniya navîn da navê Wî bi gelek celeban hatiye tomar kirin. Di warê bêźenasiyê/etîmoloźiyê da vegotina ku bi gelemperî źibo navê Zarathuštra tê pêšniyaz kirin, źi sed salî u vir va hema hema hêć nehugeriye. Tê gotin ku «zarath-» wateya «kal, pîr» u «uštra-» źî ya «hêštir» dide, ango divêt bi hev ra wateya «kesê ku xwediyê hêśtirên kal e» bide. Bê guman li gorî lêkolînên ku hatine ćêkirin, di nav civatên kevnare yên gelên îranî da źî mirov anegorî taybetiyên xwe yên kesanî hatiye bi nav kirin.
– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Montag, 8. Dezember 2008

Hmmm, Heta Niha Baś Meśiya

[Wêne: Berhemeke texnîkî ya xwezayê]
Gava min îro nîvro di înternetê da navnîśana bloga xwe da Google’ê, yekcar rupela bloga min derket. Gelekî pê kêfxweś bum. Hêdî ez źî bum gerdunî. Lê helbet ez ê paśê bloga xwe bêtir bedew bikim. Divêt mirov hê ligel serlêdana xwe ya yekem bikaribe tê bigêhîźe ku ev bloga camêrekî kurd e. Ez dixwazim hindek tiśtên ku di înternetê da hene u balkêś in, di demên tên da źibo mêvanên bloga xwe amade bikim. Bê śik ez ê berê xwe bi zêdeyî bidim zimanê kurdî, ćand u dîroka kurdan. Helbet ez ê xwe bi vê źî sînor nekim. Li gorî hêza xwe dîsan ez dixwazim di warê texnîk u zanyariyê da źî nućeyan bi tevî zimanekî paqiź u ćak pêśkeśî mêvanan bikim.

– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Sonntag, 7. Dezember 2008

Êvareke Din Ya Buhurî


Doh êvarî ćum cem hevalê xwe yê zaroktiya min. Ya raśt gava ez hê zarok bum, ew ciwan bu, derudora panzdeh salan bu. Em herdu źî aniha li Swîsrē diźîn. Du heb kećên heval Newzat u Fîlîz'ê ćêbun u herdu źî gelekî śîrîn in. Kećika mezin Lorîn Śarê ćar u Rozerîn Zînê źî kêm-zêde du salî ye. Rozerîn Zînê źi derî gotina hin bêźeyan hîn nikare bi temamî bipeyîve. Lê Lorîn Śarê him bi kurdî u him źî bi tirkî dipeyîve. Heval Newzat u ez, em bi Lorîn u Rozerîn'ê ra tenê bi kurdî deng dikin. Lê diya zarokan Fîlîz tenê bi zimanê tirkî dizane u źiber vê źî mixabin ku bi zarokan ra tenê tirkî dikane bipeyîve. Ez bi kurdî peyîvîna Lorīn’ê pirr kêfxweś dibim, bextiyariyeke bê sînor dide min. Gava Lorîn bi min ra deng dike, qet bi tirkî napeyîve, źiber ku ew bi xwe źî baś dizane ku ez pê ra bi zimanê tirkan deng nakim.

– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Freitag, 5. Dezember 2008

Mala Minê!


Bi destura xwedê be ez ê heta ćend roźan vê pirsgirêkê li paś xwe bihêlim. Ya raśt ez hênê źî bi formata bloga xwe dilîzim, guhartinan ćê dikim. Lê mixabin ti derfet nîn e ku ez formata nivîsan bi temamî biguherînim u bikim kurdî, źiber ku versiyona vê programê ya bi zimanê kurdî tun e.

– Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Kurd U Texnîk!


Rewśa me kurdan ya bi texnîkê hêźayî vegotinên pirr dirêź e. Her ćendî min ev bloga xwe doh ćêkirî bibe źî, hînê źî gelek pirsgirêk hene ku nikarim bi van serbikevim. Lê min sonda xwe xwariye, bi rindî yan źî zorî, ez ê bigêhîźim miradê xwe. Li gorî qanî buna min dibe ku tenê bihayê salê yê blogê mabe. Lê mixabin ku qerta min ya krêdiyê tun e ku ez vê di înternetê da bi carekê ćareser bikim. Ka em binêrin, xwedê mezin e. Ez ê axirî vê źî hal bikim.

- Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!

Mittwoch, 3. Dezember 2008

Ya Zerdeśt'ê Kal, De Bila Li Ser Xêrê Bibe!


Ez ê źî îro u pê va di vê bloga xwe da dest bi weśana nivîsên xwe bikim. Min berî ćend deqqan ev bloga źibo xwe ćêkir.

- Źibo mezin kirina wêneyê bi kerema xwe carekê li ser wê bitikîne!