Sonntag, 25. November 2018

Kolana Xalê Me Einstein



Heger dem hee’be, heger mekan hee’be, heger herdkêśî hee’be, xalê me Einstein źî hee ye.
Ahura Mazdha u ronahiya ebediyen.
Xalo ev dem, cîgeh / mekan u herdkêśî / gravîtasiyon li ser navê xwa tapu kiriye.

Źi berî ćend heftan bu, min źi piśtî demeke drêź pirtukek li ser kurteźiyana xalê me Einstein sîparîś daa.
Pirtuk hat. Nêzîkî pênc sed rupel tê da paldayî li benda min bun.
U ez dest pê dikim.
Nivîskar di beśa yekem da dema xwandina xalê me Einstein u kariyera wî ya di nav salên pey da nivîsiye.
Di beśa duyem da źî kurteźiyana wî ya sosyalî haniye zmên.
Tabî kêfa min zêde bi vê yekê nehat. Źiyana xalê me ya întellektuwelî u sosyalî pirr źi hevdu dur ketî bu. Halbuku serpêhatiyên di nav źiyana meriv da meriv nikare źi pêśeroź u ćarenivîsa meriv cihê bike. Her du źî bi hev ra dikemilin, yek ya din bi xwa ra dikewîne u teśeyeke din źê ćêdike.

Tevî ku xalê me xwandina bilind li Zürich’ê (li Swîsre’yê) bi dawî kiriye źî, paśê źiber bê kariyê berê xwa daye paytext Bern’ê. Bi hariyariya nasekî, li Bern’ê, li ba daîreya patentê karekî peyda dike, di sala 1902yan da. Di roźekê da qasî deh demoźkan / seetan kar dike. Di sala 1905an da teoriyên relatîvîteyê dinivîse. Źê ra dibêźin sala xalê Einstein yên zêrîn. Xalê me heta sala 1909an li daîreya patentê kar dike. Heta sala 1917an źî teoriya xwa ya relatîvîteyî u kêmasiyên wê yên heeyî serrast dike.
Źê pê va xalê me li ser yekkirina teoriya relatîvîteyî u teoriya quantumê kar dike. Kêm-zêde qasî sih salan pê ra miźul dibe. Lê mixabin nikare pirsgirêka heeyî ćareser bike.

Ez di dawiya salên 1980yan da li Bern’ê cî buyî bum. Heft salan li Bern’ê mayî bum. Tevî ku min bihistî bu xalê me Einstein li Bern’ê źiya bu źî, min qet ne'aniya bu bîra xwa ku ez carekê herrim l’ ciyê daîreya patentê u l’ mala wî temaśe bikim. Di nav du salên xwa yên dawiyê da ez hema li paś Zangeha Bern’ê, di odeyeke pićuk da, li kolana Falkenweg 8 cî buyî bum. Zangeh źi mala min qasî sed mêtro dur bu.
Bern baźarekî pićuk u pirr aram e. Sosret e, meriv dibêźe qey dem u mekan li Bern’ê naguhere. Gava meriv di nav wan kolan u avahiyên kevin ra derbaz dibe, meriv dibêźe qey razeke veśartî di nav wan da hee ye.
Pirtukxaneya Baźêr, ku li taxa baźarê kevin bu, wekî miknetis ez berbi xwa va dikiśandim. Hingê hîn înternêt tune bu. Meriv pirtuk tenê bi kartên dagirtî dikariya sîparîś bidaya.
Gava ez roźekê bi tesedufî rastî ferhenga pirtuka Avesta’yê hatim, źiyana min źi binî va guheriya.
Źi piśtî ku min ferheng sîparîś daa, u bi qasî seetekê li bendê mam, min ew girt u bi lez daketim salona xwandinê. Li ciyekî vala runiśtim, min lempe vêxist u l’ peyvan mêze kir. Min dixwast tiśtekî b’ min nas di nav wê ferhengê da bibînim. Min dizaniya ku ez ê di nav wê da tiśtekî nas peyda bikim.
Xalê me Ferdinand Justi ew ferheng di sala 1864an da daye ćapê.
Paśê min mêze kir ku di bin gelek peyvên Avesta’yê da xalê me peyvên kurdî źî daye.
Źi piśtî demekê ez rabum ser xwa u ćum resepsiyonê, min ê destur bixwasta źibo ku min bikariya ew ferheng bi xwa ra bibira malê.
Bi destura canikan min ferhenga xwa kir nav turika xwa u derketim der.
Ez ewqas bextewar bum.
Bê hemdî min carina destê xwa dibir u datîniya ser turika xwa.
Min xwa bi xwa ra digot, vê gavê ez dizanim ez źi ku têm.
Kolana mala xalê me Einstein, ku ez di nav ra derbaz dibum, min źi bîr kirî bu.




Sonntag, 11. November 2018

Xewnên Peritî

Êspir - Erzêrom



Em ê źi van xewnan dernekevin
  bi hêsanî
Keśtiyên me yên sedsalî
  śewitandine tê da

10.04.2015, 09:40s

Samstag, 3. November 2018

Zmanek U Furtek Cixare



Bandora alkoholê ya ku li ser rewśa meriv ya ruhî hee ye, kêm-zêde herkes pê dizane.
Ez dibêźim bandora maddeyên hiśber ya li ser mêźiyê meriv źî tê nasîn.
Lê mesele tenê bi alkohol u maddeyên hiśber va sînor kirî nîn e. Gelek tiśtên ku em di źiyana xwa ya roźane da dixwin u vedixwin źî bi eynî hawî tesîrê li ser rewśa me ya ruhî dikin.
Tiśt hee ne ku em źê gelek hez dikin. Mesele xwarinên xwaśik, śîrîniyên bi tam, vexwarinên ku me afrodîze dikin.
Kî dibêźê ew ćay u qehwê venaxwe?
Tiśt hee ne ku em źê hîć hez nakin, loma źî em xwarin u vexwarinên weha ćênakin, mesele tiśtên pirr tahl, tirś, tuź u śor.
Hem meriv u hem źî heywan di vê miźarê da hessas in.

Em berê xwa bidin kartofan / kartolan.
Źi kartofan ćîpan (kartofên sorkirî) ćêdikin, yanî dibrêśin. Helbet mesele tenê bi braśtinê / sorkirinê va namîne. Gelek biharatan źî bi kar tînin, źibo ku tameke baś bidin ćîpan.
Ne tenê maddeyên hiśber, xwarin u vexwarinên ćêkirî źî di nav mêźiyê meriv da dibin sebeba belavkirina hormonên kêfxwaśî u bextewariyê.
Însan hee ne bi dîtina alkoholo, însan hee ne bi dîtina cixareyan, însan hee ne bi dîtina śîrîniyan pirr kêfxwaś dibin. Mêźiyê wan kesan di nav kêliyeke pirr kurt da dikeve nav rewśeke awarte. Daxwaza bi karanîna maddeyên hiśber temamê bedena wan kesan dixe bin desthilatdariya xwa.

Ćaya ku kurd wekî avê vedixwin, ne ewqas mehsum e.
Lê dîsan źî ez dibêzim em îro xweziya xwa bi ćayê tînin. Em ê sibeh u dusibeh źî xweziya xwa bi ćayê b’înin.

Li bakurê Kurdistan’ê kurd ketumî bune.
Gava kurdek bi zmanê tirkan dipeyîve, mîna dîtina alkohol, cixare, ćay, qehwe u maddeyên hiśber, xwa ewqas bextewar u kêfxwaś hîss dike.
Zmanê kurdî di ser u ruhê kurdan da buye wekî sembola zirar u ziyana ebediyen.

Gava kurd bi zmanê kurdî ra rubiru dimînin, źi niśkê va dibin beranekî înternêsyonalîst, dibin gurekî misilman u dest źi zmanê kurdî u ćîroka heft ecdadê xwa diśon.
Źixwa pêwistiya beran u guran bi zmanekî netewî tun e, dibêzin.
Lê ći îroniyeke qaćax u serxwaś e ku, gava ew kurdê hanê zmanê tirk, ereb u farsan dibînin, dibin wekî dêlegurên li ber nêreguran.