Dienstag, 31. März 2015

Li Nasnameyên Tirk, Ereb U Farsên Teres 'Nin!!!



Kurdino, bifikirin carekê li ser nasnameya xwa, rica hee ye.
Di esl u feslê xwa da tevî ku ez u hun, em tevda kurd in źî, di nasnameya min u we da em tirk, ereb u farsên bi tescîllî ne.
Bê namusên heram him me roź bi roź tune dikin, niźatperestiya xwa li ser tunebuna me harrtir dikin, him źî kirasê xwa yê «niźatperestiyê» li me dikin.

Min ev nasnameya xwa di sala ku ez
źi welêt derketî bum, derxistî bu.
Feqîrê, ćarîkek sedsal di nav dosyeya min
ya li daîreya koćberiyê di xewê da maa.
Wê demê sîcîla min pak nebu, loma źî ez
bi nasnameyeke sexte derketî bum der ...
Źi piśtî ku min li konsolosxaneya tirkan
ev nasnameya xwa daa wan,
gotin, "Em ê bidirrînin u b'avêźên.".
Min dawa resima xwa li bê bavan kir. Xaltîkê
resim bi meqesê źê birriya u daa min.
Baś bu ku min kopyeyek źî kirî bu.
Źibo dîroka bi îbret,
źibo qewadiya salên beyhude!
Di lêkolînekê da, li ba kesên ku hînî zmanekî nu dibin, bi zmanê ku xwandekar dixwazin hîn bibin navên nu bi wî zmanê ku dixwazin hîn bibin, digirin.
Mesele źi gelek welatan xwandekar di sinifekê da tên ba hevdu u dixwazin li Parîs’ê hînî zmanê frensî bibin.
Lê di sinifê da nîviyê xwandekaran navên bi frensî digirin u yên din bi navên xwa yên esl dimînin.
Di dawiya qursê da tê dîtin ku xwandekarên bi navên xwa yên nu – yanî bi frensî – źi yên din baśtir hînî frensî bune, bune frens (yanî baśtir asîmîle bune).
Ćima?
Ligorî ragiyandina pisporan, gava meriv navekî bi zmanê ku dixwaze hîn bibe digire, hingê di mêźiyê wî kesî da aîdiyeteke xurt di navbera wî zmanî u wî kesî da ćêdibe.
Di psîkoloźiya meriv da pêvaźoyên cihê u nu aktîve dibin, meriv di navbera xwa u wî zmanî da bi emosiyonan tevdigerre, xwa nêzzîkî wî zmanî hîss dike, aîdî wî zmanî hîss dike, wî zmanî źi xwa qebul dike.

Em hîro zmanê kurdî li hêleke din daynîn.
Miźar hîro ne zmanê kurdî ye. Źixwa tirk, ereb u farsan di vê meselê da halê me źi hale kerê bi heft kurtanan źî xerabtir kiriye.
Meseleya me «nasnameya me» ya bi navê tirk, ereb u farsên teres e.
Em xwa bi ći hawî li erdê dixin u bixin, ti îmkana me ya ku em bikarin tiśtekî li hemberî tesîrên van nasnameyên tirk, ereb u farsên namerd bikin, tun e ... Heta ku me bi destên xwa elternetîvek ćênekiriye ...

Min bi xwa qet nedixwast ku ez roźekê nasnameya tirkên qewad bigirim. Źibo vê yekê min źi ćarîkeke sedsalî zêdetir li ber xwa daa.
Havîna derbazbuyî źibo ku ez bikarim bićim Kurdistan’ê, ez mecburen ćum konsolosxaneya tirkên segbav. Min ê kar u barê resmî bikira.
Lê îcar bê bavan gotin, «Heta ku we nasnameya xwa ya berê ne’aniye, nasnameyek u paseporteke nu pê dernexistiye, hun nikarin herrin.».
Ćare nemayî bu. Min nasnameya xwa ya berê, ku min źi berî bîst u heft salan dayî bu daîreya koćberiyê, daxwaza wê nasnameya xwa ya berê kir. Di nav heftekê da hate u kete nav destê min.

Paśê min bi wê nasnameya xwa ya berê ću nasnameyek u paseporteke nu li ba tirkên teres derxist.
Bê namus dixwazin bi zorê di hestên min da «aîdiyeta tirkbunê» ćêbikin.
Paśê min ew nasname u paseporta wan teresan li welêt źi bîr kir u hatim.

Kurdino, kezebino, ti carî, ti carî nasnameya ku tirk, ereb u farsên kućikbav li we «rewa» dibînin, qebul nekin!
Ti carî nasnameya ku tirk, ereb u farsên pînc dixwazin di mêźiyên we da «meśru» bikin, qebul nekin!

Ez bi xwa li benda nasnameya xwa ya Kurdistan’î me.
Zu yan źî dereng, bi ći hawî dibe bila bibe, ez ê li baśurê Kurdistan’ê nasnameya xwa ya Kurdistan’î bi dest bixim.
Ewê di nasnameya min da bi zmanê kurdî hilo were nivîsîn:

Nav: Beghyanî Śadî
Paśnav: Śarîn
Baźar: Qoćgîrî/Erzingan
Dîn: Zerdeśtî
Netewe: Kurd
Welat: Kurdistan
Eśîret: Śadî



Mehmet Atli: "Dengê Dilê Min"




Montag, 30. März 2015

Ewê Ćiyayên Me Biheźin







Herhal em kurd nikarin bi qasî zebaniyên doźehê źî bibin.
Me źibo xatira xwadê, źi śermê u nizanim źiber kîźan ziqqim u źehrê silavek daa tirk, ereb u farsên namerd u teres, hew tiśtek di destê me da maa.
Zman ću ...
Ćand ću ...
Welat ću ...
Dîn ću ...
Xurur u kibîra merdane ya ćiyayên Kurdistan’ê di ber namerdan ra av bi av ću.
Em bune pepukên navnetewî, brê min, pepukên navnetewî.

*

Bavooo, ev ćiya pirr giran in di xewnên xwa da
Ewê roźekê xwa biheźînin helbet bi wî laśî
Bila dergehên doźehan li benda wan heźînan bin
Me tovên xwa li bayê bar kirine carekê
... 

*



Metin & Kemal Kahraman:

"Dewran O" ("Dewran E")






Sonntag, 29. März 2015

Qoćgîrî - Dilo Yeman Yeman!


Xezaleke Śevîn

Qoćgîrî
Bi gîrî ye gava distrê li ber dîwarên bi ćira
U gava radikeve bi xewn e bi sê ćavan
Xezaleke śevîn e
Kećê
Xezaleke śevîn.

28.3.2015, 13:30, Zürich



Min sala derbazbuyî (2014) di meha îlonê da serlêdana Qoćgîrî’ya me ya bi navudeng źî kirî bu.
Xwarina bi navê "Babiko" li herêma me.
Pirr bi tam e, pirr.

Lê Qoćgîrî wêran buyî bu.
Ew Qoćgîrî’ya ku di dilê tirkên teres da kabusa bi heft canî bu, di van nod u pênc salên dawiyê da vala kirî bun.
Li ser ćiyayê li piśta Qoćgîrî’yê leśkergehek ava kirine tirkên bê namus.
...
Lê hîn źî zmanê kurdî di nav kal u pîran da li ber xwa dide.
Hîn źî derd u êśên wan di nav kilamên wan yên veśartî da dest źi esl u feslê xwa bernedane.

Tirkên segbav serhildana kurdan ya yekem «Serhildana Qoćgîrî»yê di sala 1920an da bi fîtne u hîleyan tarumar kirî bun, derbe li azadbuna Kurdistan’ê xistî bun.
Ligorî bîr u baweriya tirkên qewad bidestxistina Qoćgîrî u Erzingan’ê ewê riya berbi Kurdistan’a azad vebibuya.
Lê ewê ev kabus di mêźiyê wan pîncan da bibe rastî, zu yan źî dereng, ne xema min u bavê min e.
Źiber ku kabus di nav salên dur u drêź ra tenê bê merhemettir dibin u canê meriv dixwin, gram bi gram ...



Belgefîlm, Qoćgîrî, gundê "Beceklî" (13:57 deqqe)




Aynur Yilmaz: "Giran Herre" ("Bi Hêdîka Herre")





Samstag, 28. März 2015

Xewn



Wê roźê ez gelekî li ber xwa ketim di xewna xwa da.
Xewn in, carina di nav wan ćend seniyeyan da malikê li meriv diśewitinîn.
Ez di xewna xwa da vê carê li welêt bum.

Sobeyeke di mala kurdan da bi tevî germî u rengîniya xwa
Li mala me ...
Hewayeke xwaś li der hee’ ’bu.
Kesên nas u nenas li derudorê bun.
Zêde teśqele tune bu.
Hetta hetta her tiśt li min pirr aram dihat.
Kelecanî, panîk, xemgînî, tirs ..., ti tiśt xuya nedibu.
Ez li malê me u dixwazim turika xwa amade bikim, ez ê vebigerrim Swîsre’yê.
Ez him li tiśtên xwa digerriyam u him źî li vegerra xwa difikiriyam.
Lê min kir u nekir, nekarî turika xwa li hev b’înim.
Tevî ku wexta min zêde tune bu źî, her tiśt di halê xwa da dimeśiya.
Heger min bi vî hawî berdewam bikira, min ê di dema xwa da nekariya bigêśtima balafirê.
Tabî min qet dil nedikir ku ez bi balafirê vebigerrim Swîsre’yê źî.
Ez ê bihatima Swîsre’yê, lê min nedizaniya ku ez ê bi ku da herrim.
Min ćend caran xwa bi xwa ra got, «Ê mala min tun e, karê min źî tun e, îcar ez ê ćima herrim Swîsre’yê? Ku ez li Swîsreyê źi balafirê daketim, ez ê ći bikim? Ez ê bi ku da herrim?».
Aniha her tiśt bi detayan nayê bîra min.
Paśê, źi berî ku ez źi malê derbikevim u berbi balafirê va bikevim ser riya xwa, heśyar bum.

Ez dibêźim serpêhatî u bîranînên min yên di zaroktî u ciwantiya min da min berbi xwa va dikiśînin ...
Herhal pirr bi hêz in, canikino, pirr.
Loma qîmeta serpêhatî u bîranînên xwa bizanin, zilmê li wan nekin.
Źixwa ti śensa we tun e ku hun bi serbikevin. Hun ê di vê pevćunê da av bi av bićin. Źiyana we duyem ewê ćawan bibe, nizanim, lê ewê ev źiyana ku hun aniha di nav da ne bibe doźeha we ya yekem.



Metin & Kemal Kahraman: "Ax Fadima"




Donnerstag, 26. März 2015

Zarokên «Modern U Surreelîst»





Di van demên modern u nêremok da hêdî zarok dil nakin ku źibo tiśtên vik u vala werin dinê.
Canikên me hêsaba pêśeroźa xwa dikin.

Îcar li ba kurdan hal ne ti hal e bi xwadê.

Lê di destê me da qasî gramekê źî tiśtek tun e u aîdî me nîn e ku bidin pitikên di zikên dayikên xwa da.

Tabî ev pitikên kafirbav qet naxwazin ku ewqas bi hêsanî bikevin nav kemîna me ya bê bav.

Mesele divêt źi berî ku kafirbav ćêbibin odeya wan amade ’be, iPhon'a wan, kompîtura wan, kincên modern yên li ser bazarê u gelek źehr u ziqqimên din amade bibin.

Lê carina hindek zarokên kurd bi śaśî daxwaza zmanê kurdî źî dikin.
Herhal haya berxikên me qet źi belengaziya me kurdan tun e, loma pićekî surreelîst tevdigerrin u daxwazên ebsurd dikin :)
Zmanê kurdî dixwazin haaa :)
Bi xwadê canê van berxikan dixure bavo ...



Soner Emîr: «Tusk» («tiśtîr»)




Mittwoch, 25. März 2015

Hey Tifuuu, De Were Źî Nebe Qomînîst Ha



Carina dibêźim di me kurdan da her tiśt ligorî rîtma xwa ya biyoloźîk u xwezayî lotikan tavêźe.

Hema meriv dibêźe orxenîzesiyona herî agirpêketî di nav genên me kurdan da hatiye ćêkirin.
Hêdî genên me źi derî orxenîzesiyona kollektîv u pê va ti tiśtekî din nas nakin, naxwazin nas źî bikin.
Em ći dikin bikin, ne xema genên me ye.

Gava em dest bi govendê dikin, di bedena me da ti gen bi kar u barê xwa yê esasî ra miźul nabe hêdî, hema di cî da dikeve nav govendê.
Mesele em kurd li ba xwarinxwarinê źî bi eynî felsefê karê xwa dikin.
Li ba serśuśtinê, li ba axaftinê, li ba meśê, li ba xwandin u niîvsandinê, ...

Em nikarin bi tiśtên źi derî orxenîzesiyona bergîlkî u bê nîśangeh kêfa xwa bi lotikeke din b’înin.
Heger em kêfê źê bigirin źî, bê tam dimîne.

Aniha orxenîzesiyon bi vir da u wir da, lê bi taybet van govendên me serî li me gerrandine, em kurd hîn di nav derguśa xwa ya textik da dibin sosyelîst u qomînîstên bi ćar gurćik.
Em dikin nakin, nikarin xwa źi vê nexwaśiyê xelas bikin.
Lawo, bi qedrê kê dikin u bikin, wekî xelkê alemê pićekî bibin egoîstên bê bav ha, weyyy!

Ê berxikino, hun bi serê min u xwa dikin, de îcar ev zarokên ku di zaroktiya xwa da źi penguwînan baśtir serê govendê digerrînin, rast u ćep, paś u pêś terrin u tên, nebin qomînîstên zirto virto źî bibin ći, hi?


Zarokên Kurd Yên Orxenîzekirî Li Kurdistan'ê :)




Zarokên Kurd Yên Orxenîzekirî Li Elmenye'yê :)




Montag, 23. März 2015

«..., Hingê Hun Pîćên Însanetiyê Ne»



Wê roźê min bi tesedufî wergerreke gotina Giuseppe Mazzini’yê Îtelye’yî dît.
Canikekî kurd gotina wî wergerrandî bu kurdî.
Mixabin wergerra bi kurdî ne di asta bavê xwa da bu.
Ez pićekî li nivîsa orîźînel gerriyam.

Min nekarî di înternêtê da peyda bikim.
Loma źî min got, heger ez wergerra kurdî pićekî serrast bikim ewê baśtir ’be.
Min kir źî.
Xalê me Giuseppe Mazzini di sedsala 19an da tespîteke gerdunî kiriye.
Hilo dibêźe:

«Heger dewleteke we (tu-)nebe, hingê hun pîćên însanetiyê ne»

Hun peyva «dewlet» dikarin wekî «welat»ekî serbixwa źî fam bikin.
Ći bibêźim, gotineke tam ligorî nîśangeha bavê xwa ye.
Bêguman śert u mercên xwezayê bellî ne.
Xweza bi îdêloźiyên beredayî kêfa xwa nayîne.
Śert u mercên xwezayê yên digel pêkhatina źiyanê ya źi berî 3 mîlyar salan ći bun, hîro źî eynî ew in.
Lê me kurdan hîro śert u mercên xwezayê di kefena bavê xwa da kutaye.
Em kurd hêdî ligorî kêfa śert u mercên kes u xelkên din terrin u tên, rudinin u radibin.
Herkes ligorî xwa mêźiyê me, fikirên me form dike.
Herkes sebebên heebuna xwa li me rewa dibîne u dibêźe, «Źiyana bi vî hawî ya maqultir u moderntir e».

Mêźî di me da fetisîne, fetisandine.
Źibo xatirê filan partiyê u bêvan serokî em xwa źibo demekê «dikin kurd».
Lê li paś her xatirê bê xatiriyek radize.
Roźa ku ew xatir bu qurbana bê xatiriyê, îcar malik li me u heft ecdadê we xerabe dibe u terre.
Di eynî roźê da îcar em dibin diźminê herî wehśî li hemberî koka xwa, zmanê xwa u ćanda xwa.
Bê lome u bê nezer.
Em bi hemî hêz u śehweta xwa ya serserî diyar bi diyar direvin, źibo ku kes esl u feslê me hîn nebe, źibo ku kes zman u ćanda me hîn nebe ...
Canikino, mesele ne ev zmanê bi hezaran salan e ...
Mesele ne ev ćanda bi hezaran salan e ...
U mesele ne źî ev koka we ya bi hezaran salan e!
Mesele tenê u tenê 
«xususiyetên śexsiyeta» we u min in.
Hay źi «xususiyetên śexsiyeta» xwa hee’ ’bin.
Ya ku we u min li ser riya źiyanê ya dur u drêź bi xwa ra digire u dibe, barê me bi xwa ra dikiśîne, ew źî «xususiyetên śexsiyeta» min u we ne.

Loma źî wekî roniya di ćavên xwa da biparêzin, daku em kurdên derbeder bi hev ra nebin «pîćên însaniyetê».

Her weha kezebino, źi bîr nekin bi kerema xwa, bê "zmanê xwa" em nikarin bibin "pîćên însaniyetê" źî.


Erdogan Emîr: "Elkana Vayî"




Sonntag, 22. März 2015

«Sê Xortên Tirk Serê Kećeke Kurd Źêkir»



Haya me qet doh źê nebu.
Kelecaniya Newroz’ê bi me girtî bu herhal.
Ći kel, kezebino, ći kel!
Resima kećeke kurd ya nenas
Di nav cîhana dîźîtel da li ser bi mîlyonan riyên ceryanî ...
Bi lez ...
Em ćun u hatin, bê hay.
Tam di vê kêliyê da sê tirkên teres u pînc kećeke kurd direvînin.
Kećika kurd ya źi Efrîn’a delal reviyayî, Evîn Xelîl, 21 salî ...
Îcar vê kećika reviyayî ev pînc direvînin.
Li Entab’a xopan!
Her yekî źi van kućikên teres źi berê da gelekî zor daye ku delala me bibe "yara" wan.
Lê di gewriya wan da asê kiriye keća kurd ya reviyayî, keća źi Efrîn’a delal.
Pînc li benda Newroz’ê mane, źibo ku miź li erdê bikeve.
Hewaya bi sihir ya di xewnên guran da źixwa hertim bi "miź" e!
Bi dizzî kećika me ya źi Efrîn’a delal reviyayî direvînin ...
Roźek paśê, hîro, di nućeyên dîźîtel da dibe nućeyeke mehsum bi sernivîsên ebsurd:

"Sê Xortên Tirk Serê Kećeke Kurd Źêkir"!



Orkêstre-Sînfoniya Silêmaniyê: "Kesera Gilyasê"




Paula Darwesh: "Vengê Yeno" ("deng tê")




Samstag, 21. März 2015

Guharkên Bukên Baranan



Doh em li benda hîro mayî bun
Me hîro źî kir hêvar li xewna xwa ya doh
Tiśtê ku źi me ra maa, di bîra me da bu ćîrok u ću
Dibêźin bayê Newroz’ê xwa li atmosfera tirtire rahiśtiye
Wey li minooo ...
Zu yan źî dereng ...
Sar yan źî germ ...
Em li bendê ne ...
Heta ku di ber me ra bibuhure u herre
Buhurka di canê me da źê bi hêvî ye
Em ê guharkên bukên baranan tê da li baa bikin
Bila strana me bê ćem nemîne
Bila pê ra li kendala xwa bigerre
Hopik bi hopik.












Soner Emîr: "Kes Nemendo"





Freitag, 20. März 2015

Newroz U Wehśiyên Doźehan



Wehśiyên doźehan xwa li Newroz'ê rapêćîne!

Em ê derdên xwa yên giran li paś deriyan mîx bikin!
Bila zinginî li wan malan bikeve!
Mal mala talanê ye hîro, gulê!

Kurd in ...
Kezebśewitî ne ...
Bi dest u piyên bi źan in ...
Di ceźna xwa da wekî penćeyên bavê śêran in, kećê!
Bila źî pîroz ’be źi śêran ra!
Bila źî ćeqel u keftarên bê namus bibin gulle u bibarin li teniśta xewnên me!
Heger dixwazin bila bibin tofana Nuh Nebî li ser ewrên bê baran!
Bila Kurdistan’ê careke din di navika xwa da perće-perće bikin wekî diyarî źibo canikên xwa yên di himbêza qewadên sedsalê da!
Heger dixwazin bila wan ćiya u ćeman li hev bixin di kezeba me ya sorkirî da!
Bila źî śêntir bikin sofreyên xwa yên qehpik bi canê me yê di gulleyan da teqiyayî!
Em ê werin!
Em ê źi-xwa-razî erdê li źêr bikin doźehên ebediyen!
Bila źî di ćîrokan da bibêźin wehśiyên doźehan hatin u giya li ser erdê nehiśtin!
U em ê bi rik di nav wan ćîrokan da navekî li paś xwa bihêlin helbet!
Waweylêêê, «Wehśiyên Doźehan» hatin, kećêêê, ... 

                                   20.3.2015, 21:00, Zürich



Soner Emir: "Waśtiye Rê



Soner Emir (bi fîlmeke Yilmaz Guney): "Waśtiye Rê"






Di Newroz’a 2015an Da ZarokTV Tê!



Tê gotin ku ewê sibeh, yanî di Newroz’ê da kenela têlevîziyonê ya zarokan «ZarokTV» bi kurdî dest bi weśana xwa bike.
Źi Amed’ê.

Bila li ser xêr u xwaśiyê ’be!
Pê pirr bextewar bum.
Dibêźin ewê bi zaraveya kurmancî, kirdkî/zazakî u soranî ’be.
Divêt xelkê kurd zarokên xwa li ber têlevîziyonên diźminên kućikbav nede runiśtin u zman u ćanda xwa bi destê xwa tarumar neke.
Her tecrubeya ku ew zarok bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad dikin, di heman demê da xwa źî dikin perćeyeke wan ya esasî.

Li źêr cîśaneyên/edresên lînkan:

Weśana zindî li ser înternêtê: http://karwan.tv/zarok-tv.html 

Mîna ku Baba Tahir’ê Uryan źi berî hezar salî bi kurdî gotî bu – bi guhartineke pićuk –, «dilê aśiq birćî ye wekî zmanê kurdî».

Tu Yî

«...
Ketim deryayê
Ku cewher bibînim
Hemî cewherên ku min dîtin
Tu yî
...
Dilê aśiq wekî gurê birćî ye
...»


Diljen Ronî: "Tu Yî"



Donnerstag, 19. März 2015

Cil U Bergên Me U Tirkên Teres



De were źî neteqe, xwadeyooo!
Dewleta tirkan ya qewad rabuye di makeqanuna ewlehiyê da li-xwa-kirina kincên kurd qedexe kiriye.
Dibêźin bila hêdî keć u źinên kurd xwadîtiyê li kincên xwa nekin.
Qasimpaśalî bi tevî pîncên xwa harr buye.
Źi cil u bergên kurd ditirsin!
Ditirsin ku tirkên pînc di bin kincên bav u kalên xelkê kurd da bifetisin.
Dizanin ku di kultura van segbavên teres da bendikeke xerabe źî tun e ku li hemberî ćanda xelkê kurd qayîśê pê ra bikiśîne.
Bi kompleksên kabusî nizanin ku bi ći hawî qewadiya xwa îspat bikin.
Nefîle ye!
Ćawan hatine, ewê bi vî hawî źî bicehimin!

Ligorî dengê dilê min, bawer nakim ku di ser cil u bergên keć u źinên kurd ra kincên xwaśiktir hee’ ’bin.
Di zaroktiya min da źî ev hîss źibo min eynen weha bu.
Źina kurd ya di nav kinc u bergên kurd da wekî pêrî ye, meleka geś ya li ezmanên xwadê ye, źina herî atraktîv e,  ...


Min berê li ser dîroka kincên kurdan ćend nivîs belav kirî bun.
Mesele ligorî ragiyandinên Herodot yên źi berî 2500 salan ...

Li keleha Hewler’ê muzeyeke cil u bergên kurd hatiye vekirin.
Bila li ser xêrê ’be!
Xaltîkeke me ya terzî rabuye tam źi 45 herêman cil u bergên kurd dirutiye u di pêśangeheke spehî da pêśkeśî raya giśtî kiriye: