Ev ćend roź in ku tequreq
e li derudorê.
Źi berî du roźan
min hevala xwa ya deh salî Jenny dît.
Gava ez źi
nêrdîvanan dadiketim źêr, deriyê wan vekirî bu u diya Jenny’yê Gabi li korîdorê
li ser piyan disekiniya.
Lê min dîsan źî bi
qest pê li zengilê kir, bi kenn.
Ez ê bićuma klînîkê
u wextê min źî qet tune bu.
Jenny bi xwa ev kek ćêkirî bu, bi navê min. Bi tevî xwanga xwa Manon'ê diyarî min kirî bu :) |
Îcar li paś min Jenny u xwanga wê Manon’ê dengê xwa bilind kirin, nedixwastin ku ez hema bi lez herrim.
Min got, «Bi xwadê
ez dereng mam, ez ê herrim.».
Lê Jenny got, «Ma
em nikarim pićekî bi hevdu ra bipeyîvin?».
Min, «Em ê ći
bipeyîvin? Ma tu dixwazî tiśtekî bibêźî?», got.
Lê Jenny dengê xwa
dernexist. Diya wê Gabi îcar ket navberê, «Tu dizanî, Jenny dixwaze źi te ra
bibêźe ku em ê dawiya vê mehê źi vir bar bikin u herrin maleke din. Li vir e,
qasî sed mêtroyan źi vir dur e.», got.
Hella hellaaa, îcar
ev lotik źi ku derket yaw?
Źiber ku wextê min
tune bu, min got ez ê vê hêvarê werim ba we ...
Herê, maleke din
kire kirine. Hema li ser kolana li kêleka kolana me ya aniha ye.
Gabi ditirsiya ku
xwadiyê malê bi lîstikekê wan źi malê derbixe, malê renove bike u bi biha źi nu
va bide kireyê ...
Tevî ku ez qet pê
kêfxwaś nebum źî, tiśtê ku bikariya bihata kirin źî tune bu.
Lê Jenny ha ha
dixwast dilê min bigire.
«Tu dizanî, em hema
li vir in, tu dikarî hertim werî ba me, em dîsan dikarin hertim hevdu bibînin
...».
Vê hêvarê em bi hev
ra ćun mala wan ya nu.
Maleke rindik e. Me
bi hev ra źibo xwarin u vexwarinê źî ćend tiśt birin.
Źi piśtî du seetan
dîsan bi śun da vegerriyan u hatin.
Lê Jenny’yê kafir destê
xwa li ser odeya herî mezin dayniye u neda kesî.
Tevî ku min pićekî
qîźźewîźźe kir źî, zêde pere nekir :)
Zarokên hîro yên kafir, herê bi xwadê :)Di yekê vê meha adarê ya sala 2006an da ez hatî bum vê malê.
Xaltîka me Jenny hingê salek u nîv bu ...
Di vê navberê da pićekî hînî zmanê kurdî źî bu helbet :)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen