Mittwoch, 11. März 2015

Tequreqa Biharê



Tevî ku ez dawiya hefteya derbazbuyî li Wiyene’yê bum źî, dibêźin hewayeke pirr xwaśik li Zürich’ê hee’bu.
Źi piśtî vegerra min ya hêvara duśemê, doh u hîro źî hewa pirr xwaś bu.
Min hîro ćerxa pîskîlêta xwa ya teqiyayî tamîr kir u dubare li pîskîlêta xwa sîwar bum.
Gava hewa germ dibe, di dilê min da av dikele, hew dikarim li śuna xwa bisekinim.
Śeytanê di hundirê min da dike tequreq u dibêźe, «Zuuu, va ye riyên drêź u zirav li benda te ne, kezebo, zuuu!».
Ez dibêźim ez ê vê heftê sezona sporta xwa ya îsal bidim dest pêkirin bi bez u pîskîlêtê.
Divêt di nav deh roźan da ev bedena li dor vî ruhê min źi hev bikeve, li ser erdê rezîl u riswe bibe, herê welleh u billeh.
Dizanim, ez ê vê yekê lê bikim źî, wekî salên din yên reviyayî.
Ćare tun e.
Źixwa hee’’be źî ne xema min e u ne źî xema xwadê ye.


Bihar e, bi kel e, loma źî em bi "rocka kurdî" xêrhatinê lê bikin:
Koma Rewśen: "Revoko!"







Keine Kommentare: