Kezebino, min ćend roźan tiśtek nenivîsiya, loma źî li min
negirin ha.
Normel e bavê mino ...
Va ye dengê bihara spî dîsan li ber deriyê me ye.
Ćend roź in ku xwaśiya biharê bi dilbaziyên revok bi me ra
dilîze.
De bila źî bikele źiyan ...
De bila źî bilîze bihar bi dilbaziyan ...
*
Ez li źêr śîîreke xwa ya nu bi we ra parve dikim.
Versiyona vê śîîrê ya XWANDÎ di «dropbox»ê da ye.
Śîrê Śevê
Waweylêêê
Waweylê
Li
ber sîngeke asê ez ketime ber rehma xwadê
Zewq
u śehweta keziyan xwa li min rapêćîne vê carê
Bi
pistepist ez ê ramusanan li dor guharkan biheźînim
Kewa
minê
Śîrê
śevê kuźerê li ser lêvên birćî ye
Îcarê
Ez
ê bi ba, bi śilî u śepalan werim
Bila
źî asê bike bedewê li min śevê
Ev
sonda bi xenćer e, kećê
Baskên
sîmirê min
Źi
zîvê spî ne
Bila
źî bê ewr ’bin doźehên te
Ez
ê śilopeyên bi can b’înim li xwarê
Herê
Xezalê
Śilopeyên bi can.
Śilopeyên bi can.
27.2.2015, 08:40, Zürich
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen