Wehśiyên doźehan xwa li Newroz'ê rapêćîne!
Em ê derdên xwa yên giran li paś deriyan mîx bikin!
Bila zinginî li wan malan bikeve!
Mal mala talanê ye hîro, gulê!
Kurd in ...
Kezebśewitî ne ...
Bi dest u piyên bi źan
in ...
Di ceźna xwa da
wekî penćeyên bavê śêran in, kećê!
Bila źî pîroz ’be źi śêran ra!
Bila źî ćeqel u
keftarên bê namus bibin gulle u bibarin li teniśta xewnên me!
Heger dixwazin bila
bibin tofana Nuh Nebî li ser ewrên bê baran!
Bila Kurdistan’ê
careke din di navika xwa da perće-perće bikin wekî diyarî źibo canikên xwa
yên di himbêza qewadên sedsalê da!
Heger dixwazin bila
wan ćiya u ćeman li hev bixin di kezeba me ya sorkirî da!
Bila źî śêntir
bikin sofreyên xwa yên qehpik bi canê me yê di gulleyan da teqiyayî!
Em ê werin!
Em ê źi-xwa-razî
erdê li źêr bikin doźehên ebediyen!
Bila źî di ćîrokan
da bibêźin wehśiyên doźehan hatin u giya li ser erdê nehiśtin!
U em ê bi rik di nav
wan ćîrokan da navekî li paś xwa bihêlin helbet!
Waweylêêê, «Wehśiyên Doźehan» hatin, kećêêê, ...
20.3.2015, 21:00, Zürich
Soner Emir: "Waśtiye Rê"
Soner Emir (bi fîlmeke Yilmaz Guney): "Waśtiye Rê"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen