Hema meriv dibêźe
orxenîzesiyona herî agirpêketî di nav genên me kurdan da hatiye ćêkirin.
Hêdî genên me źi
derî orxenîzesiyona kollektîv u pê va ti tiśtekî din nas nakin, naxwazin nas źî
bikin.
Em ći dikin bikin,
ne xema genên me ye.
Gava em dest bi govendê dikin, di bedena me da ti gen bi kar u barê xwa yê esasî ra miźul nabe hêdî, hema di cî da dikeve nav govendê.
Gava em dest bi govendê dikin, di bedena me da ti gen bi kar u barê xwa yê esasî ra miźul nabe hêdî, hema di cî da dikeve nav govendê.
Mesele em kurd li
ba xwarinxwarinê źî bi eynî felsefê karê xwa dikin.
Li ba serśuśtinê,
li ba axaftinê, li ba meśê, li ba xwandin u niîvsandinê, ...
Em nikarin bi tiśtên źi derî orxenîzesiyona bergîlkî u bê nîśangeh kêfa xwa bi lotikeke din b’înin.
Em nikarin bi tiśtên źi derî orxenîzesiyona bergîlkî u bê nîśangeh kêfa xwa bi lotikeke din b’înin.
Heger em kêfê źê
bigirin źî, bê tam dimîne.
Aniha orxenîzesiyon bi vir da u wir da, lê bi taybet van govendên me serî li me gerrandine, em kurd hîn di nav derguśa xwa ya textik da dibin sosyelîst u qomînîstên bi ćar gurćik.
Em dikin nakin,
nikarin xwa źi vê nexwaśiyê xelas bikin.
Lawo, bi qedrê kê dikin u bikin, wekî xelkê alemê pićekî bibin egoîstên bê bav ha, weyyy!
Ê berxikino, hun bi
serê min u xwa dikin, de îcar ev zarokên ku di zaroktiya xwa da źi penguwînan baśtir
serê govendê digerrînin, rast u ćep, paś u pêś terrin u tên, nebin qomînîstên zirto virto źî
bibin ći, hi?
Zarokên Kurd Yên Orxenîzekirî Li Kurdistan'ê :)
Zarokên Kurd Yên Orxenîzekirî Li Elmenye'yê :)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen