Samstag, 31. Januar 2015

Anarśîst Birêz Spî LERÎ :)



Ez di nav koma zmanê kurdî ya di Facebook'ê da xêzefîlmên bi zmanê kurdî źî belav dikim.

Bi xwadê kêfa min bi van xêzefîlmên bi zmanê kurdî pirr tê.
Nizanim sebeb ći ye, lê bi zmanekî din eynî tamê źê nagirim, nikarim źê bigirim źî.

Di vê xêzefîlma li źêr da, birêz "spî" LERÎ tam anarśîstekî temam e, kêfa min pirr pê hat.
Herhal her tiśt di nav reng u xususiyetên xwa da li meriv xwaśiktir tê, loma ...





Freitag, 30. Januar 2015

"Ćarîn"eke Bi Śewq



Heta hîro min ćend heb «ćarîn» nivîsîne, nizanim.
Dibe ku tenê ev yên ku min źi berî sê u nîv salan nîvîsîne ’bin.
Helbet ez ê li ser «ćarîn»ên bi zmanê kurdî di pêśeroźê da źî bisekinim.
Ez di navbera xwa u «ristandin»a ćarînanan da nêzzîktiyeke pirr xwezayî dibînim, mîna ku perćeyek źi min ’bin, hîss dikim.
Dibe ku sebeba vê yekê di zaroktiya min da veśartiyî ’be.
Ći dibe bila bibe, aniha vê gavê rastî ev e, u dibe ku roźekê sebeba vê yekê di serê min da zelal źî bibe.

Ez «ćarîn»eke xwa ya ku min di meha tebaxê ya sala 2011an da nivîsî bu, li vir bi we ra parve dikim.
Bi versiyona XWANDΠ(di «dropbox»ê da ye).


Camên Sor

Min berdann ćavên xwa beredayî bi ser da
Ez bume hezyarê camên sor
Hîva li ser kolanên zinêkar
Bi min ra digerre xezal bi xezal.

               17.08.2011, s23:40




.
.

Mittwoch, 28. Januar 2015

Ewê Berî Biharê Min Bikuźin!



Ev nivîs min źi berî du roźan, di 26ê vê mehê da nivîsî bu, lê heta hîro li ciyê xwa maa, mixabin.
Êh, bila mala sebirê talan 'be!

*

Dibêźin Kobanî hîro źi keftarên îslamîst filitiye ...
Yanî hîro, di 26ê meha yekem da.
Em li benda vê roźê bun ...
Lê ćima ne doh, yan źî ne sibeh?
Ez carina dibêźim di min da bext tun e bavê mino, bext tun e.
Eynî roź ...
Berî 31 salan ...
Sal 1984 e, roź 26ê meha yekem e ...

Leśkerên tirkên qewad dor li dibistana me girtine.
U min bi xwa ra digirin u diben.
Afîś u filan u fistix hatine dardakirin li ser dîwaran ...
Îcar di roźa yekem da, serê min bi lêdana copeke bi xiśm kirin balon di hucreya qereqolê da.

Kekê min hatiye ba min, bi minnet u bergerriyên li ber wan qewadan.
«Kakilê (navê derguśiya min bu)», got, «dibêźin heta îdamê rê vekiriye. Qurbana te, ći dizanî bibêźe. Cunte ye, bê wîcdan in! Tu hîn pirr teze yî, meke qurbano! Me źî bi xwa ra nekuźe! Hîn źî gigikên te di bîra min da ne. Ma tu nabêźî em ê bi vî laśê te yê bê rih u can ći bikin lawooo ...».

[[[

Ewê berî biharê min bikuźin!
Êśa di ćavên kekê min da wekî xenćereke źeng girtî di dilê min ra diće.
Ez li ber êśa dilê kekê xwa dikevim.
Roźa din keftar u kućik min digirin u diben girtîgeha leśkerî.
Wekî her carê, vê carê źî ez mam li benda îdama xwa ...
Ez ê bêm îdam kirin ...
Ewê min îdam bikin ...
Herê bavê mino, ćima na!
Bikuźin lo pîncîno, bikuźin!
Va ye gośtê teze, hestiyên ter, ruyekî geś u xortekî ćardeh salî, de kerem bikin ser taśtê, begino!
Mehkumên di hucreyê da heyfa xwa bi rindî u bedewiya min tînin ...
Lê dengê di vî canî da bi źaneke ćardeh salî bi min girtiye u ha ha min diguviśe ...
Herhal ewê xeyala bihara min tenê di xeyalên min da bimaya ...
Ewê berî biharê min bikuźin, wey xwadêyooo!

Segbavinooo, lawo, ev can hîn źî źibo carekê di ber bihara źiyana xwa ra derbaz nebuye...
Vî canî hîn źî di vî temenê xwa yê sivik da destê xwa li gulekê nedaye ...
Hîn źî źi vî dilî pepuleyek ranebuye u perên xwa li hewayê nexistiye ...
Ev can hîn li benda simbêlên xwa bu di ćardeh saliya xwa ya śewitî da, herê, li benda simbêlên xwa bu!

Tifuuu!

]]]

*

Kilama gelêrî ya bi zmanê kurdî, melodiyeke ebeden ya źi sedan salan bi paś da mayî:


.
.
.

Dienstag, 27. Januar 2015

Hêdî Zarokên Kurd Bune "Ricacî"



Hêdî berxikên me kurdan źi berî ku ćêbibin gotinên xwa diśînin ... :)
Him źî bi rica u mica haaa :)
Ya rebbîîî, ew ći nazikî ye te daye van kundiran :)
Ka ew berxikên berê, kaaa ...
Di dema xwa ya berê da berxikên kurdan tenê mista xwa li ser masê dixistin u «Yan herro yan źî merro, ihi», digotin.
Lê yên hîro ...
Dibêźin, «Bi kerema xwa ...» u nizanim ći u ći.
Lawooo, pićekî agresîvtî ha, agresîvtî, wîîî.



.

Sonntag, 25. Januar 2015

"Bêzar Im"



Śeva buhurî li vir berf bariya.
Min vê sibehê gava ez heśyar bum, dît.
Hewa bi min ewqas sar nebu.
Digel beza min ya hîro kêfa min pê hat.
Tabî roź xuya nedibu.
Herhal bêbavê li ser tenura gundiyan bi xaltîka Fatê ra leqleq dikir :)

Ez vê carê helbesteke xwa ya źi berî deh salan bi we ra parve dikim.
Hingê ez li xaniya xwandekaran bum li Zürich’ê.

Ez dibêźim heger ez roźekê wan helbestên ku min nivîsî bun, yek bi yek bibînim u derbixînim, ewê baśtir ’be.
Źixwa di sala 1989an da gava min dest bi zmanê kurdî kir, yek źi wan mebestan bi vî zmanê bav u kalan yê di nav komayê da nivîsîna helbestan bu, bi rêzmana kurdî ya bê kêmasî.

Kezebino, li vir źî versiyona vê helbestê ya XWANDÎ hee ye (di "dropbox"ê da).
Paśê nebêźin, «Yaw xalo bi xwadê tu pirr nazan u filan u fistix dikî ha, waaa!» :)


Bêzar Im

Tenha u tenha
Li ser kuće u kolanan dîwaran vedidim
Îśev
Ez ê vî canî li xopanên śor rapêćînim
Axxx xezalê, ez nîv revî me di vî dilî da
Gava li źor heyv dikele
Bizane ku
Li van xopanan ez bêzar im.

                       Îlon 2004, Zürich


Samstag, 24. Januar 2015

Min Berxik U Karik Źî Nedîtin


Di vê ziyereta min ya li gundê me da min digot ez belkî ćend berxik, karikan źî bibînim, bi wan pićekî śa bibim ...
Lê mixabin ne min ew dîtin u ne źî min kaniya bi wan śa bibim.
Ew xeyal vê carê di gewriya min da asê maa.
Cara din ez ê xwa mîna evdalê xwadê li wan ćiya u baniyan bixim, heta ku min ew peyda kirine.
Ez ê dubare xwa li pey wan bixim ...

Ez ê wekî di zaroktiya xwa da dîsan di teniśta wan da xwa b'avêźim ser erdê u rabikevim, heta ku ev dilê bi deśt u nahalan/newalan źê têr buye; bê tequreqa baźaran.



 





Strana gelêrî: "Lo Śivano" 


Donnerstag, 22. Januar 2015

Xeyalên Xeyal Mayî



Êêê, dinyeya zaroktiyê ye ...
Bê xeyalên mezin ćênabe.
Gava ez li dibistana herêmî ya li Kemah’ê bum, fitbol lîstin buyî bu dinyeya min.

Di nav du sê heftan da ez buyî bum lîstikvanekî źi kezebê.
ina bi keziyan/biskan/guliyan",
21.03.2003 (11:55)
Hêdî taxima sinifa me bi temamî di bin rêvebiriya min da bu ...

Welhasilî kelam, di nav ćend salên paśê da hêdî ez him li Kemah’ê, him li Erzingan’ê u him źî li Stembol’ê buyî bum bi nav u deng (di nav milletê me yê źi Erzingan’ê).

Lê qeder e, bila mala feqîrtiyê biśewite, kekê min nekarî bu min biśîne Stembol’ê, daku ez di nav wan taximên tirkên qewad yên mezin da bilîzim.
Paśê min źi qedera qewad nefret kir u bi temamî dest źi sportê, yanî fitbolê berda ...

Hingê min resimên xwaśik źî ćêdikirin, lê helbet min zêde bala xwa nedidayê, źiber ku bala min bi temamî li ser sportê (fitbolê) bu.
Carina hevalên di sinifa me da dihatin resimên ku min ćêkirî bun, bi xwa ra digirtin, lê mêze dikirin u resimên xwa ćêdikirin ...
Min paśê dest źi resim ćêkirinê źî berda.
Bila mala nebunê biteqe ...

Paśê źi piśtî ku ez hatim Swîsre’yê, min dîsan dest bi sportê kir ...
Demekê min dil kir ku ez herrim di dibistana hunerî ya baźêr da xwa qeyîd bikim u dest bi xwandina hunerê bikim.
Ez bi tevî hevmaliyeke me ya elmen ćuyî bum dibistana hunerê ya ku wê lê dixwand.
Lê mixabin bi min pirr biha hat, min xwa qeyîd nekir, mecburen min dîsan dest źê berda.
Źi wê demê mayî hîn źî ćend resimên min li ba min in.
Ez dibêźim, ći dibe bila bibe, ez ê roźekê him dest bi ćêkirina resiman u him źî muzîkê bikim.

Divêt ew xeyalên zaroktiyê źi vî dilî derbikevin der u xelas ...
.
.
.

Mittwoch, 21. Januar 2015

Nazikî U Ez, Hahooo


Hîro źiber ćend formelîteyên pićuk ćum zanîngehê.
Źi berî heftekê xaltîka me ya profesor e-mailek śandî bu u digot heger pêwistiya we bi rendevuyekê hee’ ’be, em dikarin hefteya tê hevdu bibînin.
Źiber ku du noxte źibo min tam zelal nebuyî bun (źiber lîteretura ku min ê bixwanda), min got heger em hevdu bibînin, baśtir dibe.
Êh, ez hîro, źi piśtî nîvroyê li wir bum.
Ev cara duyem bu ku min xaltîka me didît.
Wey pepukêêê :)
Cara yekem min sala buhurî di meha temmuzê da dîtî bu.
Hingê di min da întîbeyeke pirr xerab ćêkirî bu. Hema hun bibêźin mîna ku hemî depresiyona sedsalê li ser ruyê wê runiśtî ’be, ruyê xaltîka me dikir qîrreqîrr ...
Lê hîro pićekî bi śen bu.
Źi piśtî ku min bi nazîkî, pirr germik u nermik dest bi axaftina xwa kir, hema gava ez di nav dêrî ra derbazî hundur bum, dest bi biśirînê kir (êêê, carina ez źî nazik im bavo :) ).
Min mêze kir ku va ye wê źî dest bi henekan kir, ha ha dikenne, źi  min ra dibêźe, «Hun bi kêfa xwa ne, we kiźan beś di nav wê lîtereturê da xwastiye u hilbiźartiye, tenê źi min ra bibêźin bes e ...».
Di dawiyê da bala xwa daa min u got, "Em ê heta mehekê źixwa hevdu bibînin.".
Min źî got, «Źixwa hêdî śensa min ya revê tun e ...». :)
Wê źî bi biśîrîn u henek got, «Heger hun bixwazin birevin źî hun ê nekarin, źiber ku ez ê dêrî kilît bikim ...».

Dixwazim vê bibêźim, ...
Na, nabêźim, ihi.

Ćima bibêźim, hella hellaaa ... :)


Dienstag, 20. Januar 2015

Mêvantiya Di Nav Xewnên Min Da



Berxikino, ez vê carê li vir lînka xwandineke xwa ya qeyîdkirî bi we ra parve dikim (di "dropbox"ê da ye).

Hêdî kêfa we pê tê yan źî nayê, hun u kêfa we u xelas, ihi.

Min pêr beśek źi romana ku ez dixwazim di nav vê salê da bidim ćapê, di bloga xwa da parve kirî bu.

Vê gavê min di bin vê lînkê da ew beś qeyîd kiriye, bi dengê xwa. Tabî pićekî źî drêź kir :)

Źixwa kurd źi xwandinê hez nakim, qet nebe bila paśê nebêźin, "Yaw xalo, ma te xwand źî me guhdarî nekir bavê mino, wîîî!"

- Mêvantiya Di Nav Xewnên Min Da
.
.
.

Montag, 19. Januar 2015

Lotikên Roźa Śemiyê


Tevî ku me doh mal pićekî berhev kir źî, hîn źî mitfax bi têra xwa tevlihev e.
Hevmaliya me, xaltîka me Michela’yê roźa śemiyê roźbuna xwa bi partiyekê pîroz kir. Sî kes hatî bun.
Źi heddê xwa zêdetir xwarin u vexwarin hee’ bu. Loma vê gavê her der pićekî bi bermayiyan tîźî buye.
Ez dibêźim ev Ewrupe’yî bune mipteleya alkoholê. Li ba partiyekê bê alkohol nikarin li śuna xwa źî bilivin.
Hêdî źibo van canikan alkohol buye wekî dermaneke herre were.
Ez źi alkoholê hez nakim, bi min tiśtekî pirr bê tam e, nikarim vebixwim.
Pirr zor dan min źibo ku ez źî vebixwim, lê min bi ya wan nekir u xelas.
Heta seet nîvê śevê di nav malê da tequreqeke mezin hee’ bu. Śansê me hee’buye ku cîranan giliya me li ba polês efendî nekirin.
Me bi têra xwa dansa xwa źî kir, bê lome, ya rebbîîî ... :)
Tabî hindek źi van canikên ku hatî bun partiya xaltîka me Michela min źî nas dikirin.
Xaltîka me Michela wezîfeya kiśandina resiman źî li ser min bar kir ...
Di dawiya partiyê da bi ćavên beloq śaśbunî u heyraniya xwa źibo dansa min aniyan zmên, «Bi rastî me qet nedizaniya ku ev tiśt di te da ewqas bi aheng e, waweylêêê» ... :)
Na naaa, bi xwadê ev Ewrupe'yiyên śorbecî pirr gundî mane, pirr :)
Ez nizanim źiber ći van canikên me yên Ewrupe’yî yên ku bê alkohol nikarin li śuna xwa źî bilivin, tên xwa bi kurdekî kafir ra miqeyese dikin bavê mino ... :)



Sonntag, 18. Januar 2015

"Made in kurdish": Tenduristî ...


"Made in kurdish": Tenduristî ... :)

Dahî źî hee ne, dahîtir źî hee ne :)





Mêvantiya Di Xewnên Min Da



Hema hema dibin sî sal ...
Min digot ez ê roźekê ćîroka di nav vê kezebê da binivîsînim, u ći dibe bila bibe, min ê ew romana kezebreś binivîsanda źî.
Va ye hîro perćeyeke kurtkirî ez li vir belav dikim.
Heta roźa ku were ćap kirin, ez ê ći lê zêde bikim, ći źê b'avêźim, nizanim.
Źixwa heger min bizaniya, min ê bi xwadê ra qayîś bikiśanda, bê henek ...


: "...
Ew bobelata di nav xewnên min da hate bîra min. Ez di nav wan xewnên xwa da dibum mêvanekî xerîb li van deran. Di nav mêvantiyên min da tenê źibo carekê źî min nekarî bu ku ez resimekê bigirim. Helbet daxwaza girtina wan resiman her carê źî di bîra min da bu. Źixwa sebeba mêvantiya min ya di nav wan xewnan da źî tenê ew resim bi xwa bun. Xwadê dizane, źibo xatirê wan ćend resiman ez bi salan bê heźmar di nav xewnan ra derbaz buyî bum. Bi salan ez di nav wan xewnan da li ćarenusa bextê xwa gerriya bum. Min hilo bawer dikir ku ewê roźekê źi wan roźên din bextê min di nav wan xewnan da were li kêleka min rubine, źi min ra behsa xwa u ćîroka xwa bike. Min digot, dibe ku roźekê di nav xewnekê da were li kêleka min rubine, bêyî ku bi min ra bipeyîve. Lê ne hat u ne źî behsa xwa u ćîroka xwa kir.
...
Ez her carê źî bi tevî hêśeke xembar diketim ser źuniyên xwa. Di navbera min u erdê da ti durî nedima. Min hemî kedera di xwa da berdida nav erda ducanî. Ez her carê źî bi belengaziyeke birîndar li erdê xwar dibum, min bêhna erdê, sebira di nav erdê da bi hêdîka digirt nav lepên xwa u pê digîriyam. Ez ditirsiyam. Min digot, belkî ez ê careke din nekarim werim, delala min, nekarim. Belkî ewê careke din ćênebe ku ez werim, xezala min ... Ez her carê di nav bê hêviyeke reś u mohrkirî da bê ćare li ser erdê dimam. Min qet nedixwast ku ew kêliyên hêśbar u xembar di nav xewnên min da bi dawî bibin. Baweriya min bi min nemayî bu di nav wan xewnên min yên revok da. Ez her carê źî di nav hestên xwa da dibum mehluqeteke sosret. Min dizanî ku ez ê cara din źî bê makîne werim u li ser erdê bićemim u bigîrim. Hesreta ku di nav wê kêliyê da bi dilê min digirt u diqîrriya, di hundurê min da valahiyeke bê sînor u bextewariyeke xembar ćêdikir. Min tam di navika kezeba xwa da ćiqas źi xwadê, źi erd u ezmên, źi histêrkên geś yên śevê hêvî dikir ku bila ev kêliya ku ez di nav da bum, bila ew kêliya ku di nav xewnên min da bu, ebediyen bimîne, źi min nebuhure u neće. Ez li ber xwa diketim. Min hîss dikir ku ewê ew kêlî, ewê ew xewn źî aniha bi dawî bibe. Min baś dizaniya ku ewê ew xewn min dîsan bi xwa ra bigire u bibe.
U her carê źî ez bi xwa ra digirtim u dibir.
U her carê źî di min da birîneke reś li paś xwa dihiśt. Lê ez her carê źî bi dîtina wan xewnan, bextewarî u xemgîniya ku xwa di nav wan kêliyan da dida min, mesut dibum, herê, mesut dibum.
..."


Samstag, 17. Januar 2015

Melodiyên Hezar Salî


Xwadê li źor e, nebe źî ne xema min e, ez źi muzîka klesîk ya kurdî pirr hez dikim.
Bêguman di nav wan melodiyên stranan da keda bi sedan u hezaran kesan hee ye, keda bi sedan u hezaran salan tê da hee ye. Ev formên hîro yên ku min u me sermest dikin, berhema karekî hunerî ya dur u drêź e.
Melodî źî di nav sedan salan ra xwa diguherînin, roź bi roź, sal bi sal kêmasiyên têda heeyî radikin, bi hêdîka digêźin formeke muhteśem ya dema xwa.
Di nav van stran, melodî u peyvan da ruhê însanên bi hezaran salan xwa didin der gava meriv wan guhdarî dike, digel bextewariyeke ebediyen.
Ez źi van melodiyan bê sînor hez dikim, herê, hez dikim.
Xwaśiya ku di dilê min da ćêdibe, nikarim tarîf bikim, źiber ku źi dilê min mezintir in ...

Xelef’ko, Xelef’kê min, berxikê ber dilê xalê xwa, baweriya xwa gelekî bi kurdiya xalê xwa tîne. Di e-maila xwa ya doh da kêfa xwa ya li ser miźuliya min ya bi wêźeya/edebiyeta kurdî ra aniye zmên.
Heger bi ya Xelef’kê min ’be ewê edebiyeta źi van tiliyên xalê wî roźekê bibe destpêka „avangard“a edebiyeta kurdî ...
Hêvîdar im ku ev tiliyên di vî bedenî da Xelef’kê min roźekê xeyelśkestî nekin ...


Yek źi wan klaman klama gelêrî "Tu Kulîlk Î" ye.
Berxikino, xwadê carekê daye kurdan, u li pîvan u sînora dayînê 
źî qet nefikiriye ...
Ez dibêźim herhal źi bîr kiriye ...
Źixwa xwadê bê xem e ...





Freitag, 16. Januar 2015

Navćeyeke Pićuk U Źiyaneke Bi Ba U Bahoz: Refahiye




Ez di zaroktiya xwa da li navćeya ku gundê me pê giradayî bu, li Refahiye'yê qasî 15 mehan mayî bum. Ez hingê 6 salî hee' 'bum tune bum. Kekê min Vêso źî li dor 11 salên xwa bu.

Bavê min salek berê ketî bu hepsê. Hîn di hepsa li Refahiye'yê da bu. Paśê birî bun Erzingan'ê u pêra źî berbi Sêvas'ê.

Diya min źi piśtî ku bavê min ketî bu hepsê, ćend mehan paśê, yanî wê payîzê gava dar li ser piśta xwa taniya malê, di nav daristanê da źi girekê ketî bu nahalekê/newalekê. Wê śevê berbi sibehê li ser hêla xwa ya ćepê cemidî hatî bu dîtin ...

Paśê hêla ćep ya diya min felc bu. Salek paśê îcar li Refahiye'yê źi ser dîwara li ba mala me ketî bu, li ber ćavên min ...
Paśê li ba karê terzîtiyê yêkî ruyê kekê min Vêso bi îspîrtoyê śewitandî bu ... Kekê min Smaîl mecburen ewê bićuya leśkeriyê, źiber vê yekê malbat careke din heta hucreya xwa ya dawiyê tarumar buyî bu. Qeyda min li Kemah'ê li ba dibistana herêmî hatîbu kirin, ez ćum Kemah'ê. Tam ćar salan li wir mam, lê ćar salên bi agir u śewat, ćar salên bi zilmeke bê pîvan u bê sînor ...

Kekê min Smaîl di bîst saliya xwa da, ku hîn nu li daîreya zîreetê ya dewletê wekî muhendîs dest bi kar kirî bu, mecbur mayî bu ku hemî barê me yê malbatê bigire ser xwa. Kekê min ciwanekî gelekî bedew bu, loma hemî qîzên li Refahiye'yê li duv wî bun, heta mala me dihatin, kar u barê mala me carina dikirin ...

Erd u ezman dizane, kekê min Smaîl însanekî di ser xwadê ra ye. Źibo însantiyê ći hee ye, di wî da kom buye. Ez bawer nakim ku ez careke din kesekî wekî wî di źiyana xwa da bibînim.
Di nav wê feqirtî u belengaziyê da wî hertim alîkariya kal u pîrên bê kes yên li gundê me dikir ...

Xaltîka me Gul'ê hee' bu, ći derdê wê hee' bu, xeber źi kekê min Smaîl ra diśand źibo ku ew karê wê hal bike, yan źî tiśtan źi pazarê bikirre u biśîne. Heta ku apê Hesen u xaltîka me Gul'ê mirin źî, kekê min bi her derdê wan ra miźul buyî bu ...
Zarokên xaltîka me Gul'ê tune bun ... Ćîrok drêź e ...
Dengê "r" nedikariya bi lêv bike, loma źî li śuna dengê "r" hertim dengê "l" bi kar taniya.
Gotina wê ya "HeL tiśt di wextê xwa da ćiqas Lindik e", hîn źî di bîra min da terre u tê.
Herhal wê źî bi vê gotina xwa di bîra min da śopek li paś xwa hiśt, herhal ...




Riya ku dikeve Refahiye'yê, berî ku meriv biće Erzingan'ê.


Riya di nav Refahiye'yê da. Em li paś vî ciyê ku min resim kiśand,
rudini
śtin di navbera sala 1975 - 1976an da. Lê ew xanî hêdî nemane.


Bazara Refahiye'yê ya roźên pêncśeman. Berê pirr însan dihatin.
Li vir zarokên tirkên bê bav pirr rê li ber min girtî bun,
kom bi kom dihatin. Lê derbeyên min źi wan ra buyî bun kabus.
Salekî pirr bi êś bu, pirr.




Donnerstag, 15. Januar 2015

Ez Ê Bićuma



Merkeza gundê me. Ez li ser xerabeyên mala me disekinyam
gava min ev resim kiśand.
Vê carê ez perćeyeke destpêka ćîroka xwa ya ku dinivîsînim, bi we ra parve dikim.
Helbet di sêrî da min digot ez ê bi stîleke normel ya romanekê binivîsînim.
Źixwa esas li ser vê hatiye u tê ava kirin źî.
Lê paśê min destpêk guhart, yanî ez ê bi poeziyeke bê bav dest pêbikim.
Kir źî.
Aha ew perćeya destpêkê li źêr e.

Min źi berî heftekê ew bi dengê xwa qeyîd źî kir, wê źî bi we ra parve dikim.

*

EZ Ê BIĆUMA

Ez ê bićuma.

Ez ê źi piśtî bîst u heft salan bićuma.

Min ê wekî kućikekî harrbuyî li ber wan deriyên śkestî qiyamet rabikira
Min ê heyfa kućiktiya xwa ya tolaz
Min ê heyfa kućiktiya xwa ya pêr u pêrîśan
Di ser kefena taxên wî gundî da bireśanda.

Dibêźin, hêdî li śuna wê malê kevir śîn bune.
Dibêźin, ew kulîlkên śermok bi tevî bayê bakur ref bi ref reviyane.
Herê, ez ê bićuma.
Kevir źî śîn buyî ’bin, ew kulîlk źî ref bi ref revî ’bin, dizanim, ez ê bićuma.

Ez tam bîst u heft salan li benda vê roźê mayî bum.
Ez tam bîst u heft salan li benda vê kêliya bê dîmen mayî bum.

Lêêê ...

Dibêźin, ew avên di nav wan kanî u nahalan da fetisîne.
Dibêźin, ew kevirên di nav wan kanî u nahalan da źi tîbunê qeliśîne
Dibêźin, hêdî ew giya u dar di nav erdê ra ćune.
Herê, ez ê bićuma.
Ew av źî fitisî ’bin, ew kevir źî qeliśî ’bin, ew giya u dar źî di nav erdê ra ćuyî ’bin, ez ê bićuma.

U dizanim, ez ê wekî kućikekî serserî li pey wan śopên westiyayî źi hev biketima.
                                                          
Beghyani Śadî Śarîn


                                                                       Îlon 2014



Govendistan :)


Her cara ku ez govendeke me kurdan dibînim, ez di ber rindî u bedewiya wan ra ewqas bextewar dibim ku, nayê gotin.

Hey xwadêyooo, ev ći rindî u zengînî ye ku te daye van kurdên serkundir, hi?

Ev ći estetîk e, waweylê waweylêêê smile emot


Bavê mino, xwadê carekê "ćandeke efsunî" daye kurdan, lê haya kurdan źi gewhera di mala wan da tun e, herê welleh u billeh.


Kî ći dibêźe bila bibêźe, źi kurdê otentîk baśtir kes nikare bibe kurdekî resen u hunermendekî unîversel, ihi :)


Fermo:





Mittwoch, 14. Januar 2015

Kemah



Dawiya dawîn em gêśtin Kemah’ê.
Hewayeke pirr germ hee’ ’bu.
Tevî ku dibistana herêmî li śuna xwa bu źî, derudorê pićekî cuda xuya dikir.
Ew loźmanên mamosteyên qewad u avahiya raketinê ya xwandekaran ne li śunên xwa bun.
Li śunên wan dibistanên din vekirine.
Di dema min da tenê dibistana seretayî u navîn hee’ ’bu.
Lê vê gavê kirine koleź u beśên taybet yên zanîngehê.
Aśxane źî hîn li ciyê xwa bu.
Em pêśta ćun wan her du sinifên ku ez ćar salan di nav wan da mayî bum.
Paśê qasî seetekê li der, di bin daran da runiśtin. Berê ew dar, bank u mase li wê derê tune bun.
Ya rast, min qet dil nedikir ku rabibim ser xwa u wê derê terk bikim.
Ez baś dizanim ku ez ê dîsan vebigerrim wê derê ...
Ez baś dizanim ku ez ê dîsan vebigerrim wê derê u ez ê dîsan li xwa bigerrim ...


Dibistana di dema min da (1976-1980)

Nîgên me :)
Îdare bikin ha :)

Kemah u tirkên bê bav.

Ev ćiyayên li hember Dibistanê.
Ava ćema Firat'ê li ber dibistana me derbaz dibu/dibe.
Lê hîro hema hema av di ćema Firat'ê da nemaye.



Dienstag, 13. Januar 2015

Parka Ćayê Ya Li Ser Riya Kemah'ê



Em di 3ê îlona 2014an da źi Erzingan'ê derketin rê u me berê xwa daa Kemah'ê.
Em ê bićuna Dibistana Herêmî (înternat) ya Kemah'ê ya ku di sala 1976an heta 1980an da bu'bu cehenema di zaroktiya min da.

Di rê da kek u źinbrayê min gotin li vir nêzzîkî Kemah'ê parka ćayê hee ye, aîdî malbatake elewî ye.
Em ćun u daketin źêr. Li źêr źinikekê got, "Em vê gavê girtî ne."
Me got em ê tenê carekê di nav ra derbaz 'bin u ewqas.

Paśê em ćun cem źinikê źî. Got, "Mixabin avên kaniyan îsal pirr zu zuwa bun, loma me derî girt."

Di nav axaftina me da (ez bi herkesî ra kurdî axiviyam) min bi kurdî got, "Ma hun kurmanc in?"
"Wîîî, helbet em elewî ne. Em li malê tenê kurmancî deng dikin. Ê zmanê me ye haaa.", bi kurmancî bersîva min da :)
Wekî berê bu.
Berê źî źibo me hemî kurmanc elewî bun, hemî elewî zî kurmanc.

Kêfa min pê hat :)

Paśê em dîsan derketin źor u me berê xwa daa Kemah'ê.