Merkeza gundê me. Ez li ser xerabeyên mala me disekinyam gava min ev resim kiśand. |
Vê
carê ez perćeyeke destpêka ćîroka xwa ya ku dinivîsînim, bi we ra parve dikim.
Helbet
di sêrî da min digot ez ê bi stîleke normel ya romanekê binivîsînim.
Źixwa
esas li ser vê hatiye u tê ava kirin źî.
Lê
paśê min destpêk guhart, yanî ez ê bi poeziyeke bê bav dest pêbikim.
Kir źî.
Aha
ew perćeya destpêkê li źêr e.
Min źi
berî heftekê ew bi dengê xwa qeyîd źî kir, wê źî bi we ra parve dikim.
*
EZ Ê BIĆUMA
Ez
ê bićuma.
Ez
ê źi piśtî bîst u heft salan bićuma.
Min
ê wekî kućikekî harrbuyî li ber wan deriyên śkestî qiyamet rabikira
Min ê heyfa kućiktiya xwa ya tolaz
Min ê heyfa kućiktiya xwa ya pêr u pêrîśan
Di ser kefena taxên wî gundî da bireśanda.
Dibêźin, hêdî li śuna wê malê kevir śîn bune.
Dibêźin, ew kulîlkên śermok bi tevî bayê bakur ref bi ref reviyane.
Herê, ez ê bićuma.
Kevir źî śîn buyî ’bin, ew kulîlk źî ref bi ref revî ’bin, dizanim, ez ê bićuma.

Ez tam bîst u heft salan li benda vê
roźê mayî bum.
Ez tam bîst u heft salan li benda vê kêliya bê dîmen mayî bum.
Ez tam bîst u heft salan li benda vê kêliya bê dîmen mayî bum.
Lêêê ...
Dibêźin, ew avên di nav wan kanî u
nahalan da fetisîne.
Dibêźin, ew kevirên di nav wan kanî u nahalan da źi tîbunê qeliśîne
Dibêźin, hêdî ew giya u dar di nav erdê ra ćune.
Herê, ez ê bićuma.
Ew av źî fitisî ’bin, ew kevir źî qeliśî ’bin, ew giya u dar źî di nav erdê ra ćuyî ’bin, ez ê bićuma.

U dizanim, ez ê wekî kućikekî serserî li
pey wan śopên westiyayî źi hev biketima.
Beghyani Śadî Śarîn
Îlon
2014
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen