Samstag, 10. Januar 2015

Darên Biyan U Bihiśta Min


Li gundê me gelek darên biyan hee ne.
Ez dibêźim li gelek deverên Kurdistan'ê darên biyan mewcud in, her weha ćam, spîndar u mazî źî pirr in.
Tabî ez sebeba vê yekê nizanim.
Erdê li herêma me pićekî sor e. Helbet erdeke pirr xwaś e. Ez źê pirr hez dikim.
Lê li ba min ciyê darên biyan pirr cihê ye.
Hezkirina min ya darên biyan bê sînor e. Ez śexsê xwa u darên biyan nikanim źi hevdu cihê bikim. Bi baweriya min ćîrok pirr drêź e.
Di zaroktiya min da min digot li her derê ku dareke biyê hee ye, ew der bihiśt e.
Loma źî her cara ku min li ciyekî dareke biyê didît, min dest bi ćêkirina hopikekê dikir, źibo ku bila bihiśta min bêtir mukemmel bibuya.
Bêguman, ku roźekê ew roź hat, divêt li ser u dor gora min darên biyan werin ćandin.
Ewê ev yek bibe daxwaziya min ya ebediyen.
Ev peyva me ya kurdî "bî" di nav hemî zmanên hîndî-ewrupî da eynî ye. Qasî ku xuya dibe źi berî 5-6 hezar salan źî li gundên kal u bavên me ev dara "bî"yê hee' 'buye.

Riya ketina gundê me.


Kaniya li ber mala xaltîka Sirmê,
du sed mêtro li źorê mala me ye.



Keine Kommentare: