Ez di zaroktiya xwa da li navćeya ku gundê me pê giradayî bu, li Refahiye'yê
qasî 15 mehan mayî bum. Ez hingê 6 salî hee' 'bum tune bum. Kekê min Vêso źî li
dor 11 salên xwa bu.
Bavê min salek berê ketî bu hepsê. Hîn
di hepsa li Refahiye'yê da bu. Paśê birî bun Erzingan'ê u pêra źî berbi
Sêvas'ê.
Diya min źi piśtî ku bavê min
ketî bu hepsê, ćend mehan paśê, yanî wê payîzê gava dar li ser piśta xwa
taniya malê, di nav daristanê da źi girekê ketî bu nahalekê/newalekê.
Wê śevê berbi sibehê li ser hêla xwa ya ćepê cemidî hatî bu dîtin ...
Paśê hêla ćep ya diya min felc
bu. Salek paśê îcar li Refahiye'yê źi ser dîwara li ba mala me ketî bu, li
ber ćavên min ...
Paśê li ba karê terzîtiyê yêkî ruyê kekê min Vêso bi îspîrtoyê śewitandî bu ... Kekê min Smaîl mecburen ewê bićuya leśkeriyê, źiber vê yekê malbat careke din heta hucreya xwa ya dawiyê tarumar buyî bu. Qeyda min li Kemah'ê li ba dibistana herêmî hatîbu kirin, ez ćum Kemah'ê. Tam ćar salan li wir mam, lê ćar salên bi agir u śewat, ćar salên bi zilmeke bê pîvan u bê sînor ...
Kekê min Smaîl di bîst saliya xwa da,
ku hîn nu li daîreya zîreetê ya dewletê wekî muhendîs dest bi kar kirî bu, mecbur
mayî bu ku hemî barê me yê malbatê bigire ser xwa. Kekê min ciwanekî gelekî bedew bu, loma hemî qîzên li Refahiye'yê li
duv wî bun, heta mala me dihatin, kar u barê mala me carina dikirin ...
Erd u ezman dizane, kekê min Smaîl
însanekî di ser xwadê ra ye. Źibo însantiyê ći hee ye, di wî da kom
buye. Ez bawer nakim ku ez careke din kesekî wekî wî di źiyana xwa da
bibînim.
Di nav wê feqirtî u belengaziyê da wî
hertim alîkariya kal u pîrên bê kes yên li gundê me dikir ...
Xaltîka me Gul'ê hee' bu, ći
derdê wê hee' bu, xeber źi kekê min Smaîl ra diśand źibo ku ew karê
wê hal bike, yan źî tiśtan źi pazarê bikirre u biśîne. Heta ku apê
Hesen u xaltîka me Gul'ê mirin źî, kekê min bi her derdê wan ra miźul buyî
bu ...
Zarokên xaltîka me Gul'ê tune bun
... Ćîrok drêź e ...
Dengê "r" nedikariya bi lêv bike, loma źî li śuna dengê "r" hertim dengê "l"
bi kar taniya.
Gotina wê ya "HeL tiśt di wextê
xwa da ćiqas Lindik e", hîn źî di bîra min da terre u tê.
Herhal wê źî bi vê gotina xwa di bîra min da śopek li paś xwa hiśt, herhal ...
Herhal wê źî bi vê gotina xwa di bîra min da śopek li paś xwa hiśt, herhal ...
Riya ku dikeve Refahiye'yê, berî ku meriv biće Erzingan'ê.
|
Riya di nav Refahiye'yê da. Em li paś vî ciyê ku min resim kiśand, rudiniśtin di navbera sala 1975 - 1976an da. Lê ew xanî hêdî nemane. |
Bazara Refahiye'yê ya roźên pêncśeman. Berê pirr însan dihatin.
Li vir zarokên tirkên bê bav pirr rê li ber min girtî bun,
kom bi kom dihatin. Lê derbeyên min źi wan ra buyî bun kabus.
Salekî pirr bi êś bu, pirr.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen