Tevî
ku me doh mal pićekî berhev kir źî, hîn źî mitfax bi têra xwa tevlihev e.
Hevmaliya
me, xaltîka me Michela’yê roźa śemiyê roźbuna xwa bi partiyekê pîroz kir. Sî
kes hatî bun.
Źi
heddê xwa zêdetir xwarin u vexwarin hee’ bu. Loma vê gavê her der pićekî bi
bermayiyan tîźî buye.
Ez
dibêźim ev Ewrupe’yî bune mipteleya alkoholê. Li ba partiyekê bê alkohol
nikarin li śuna xwa źî bilivin.
Ez źi
alkoholê hez nakim, bi min tiśtekî pirr bê tam e, nikarim vebixwim.
Pirr
zor dan min źibo ku ez źî vebixwim, lê min bi ya wan nekir u xelas.
Heta
seet nîvê śevê di nav malê da tequreqeke mezin hee’ bu. Śansê me hee’buye ku
cîranan giliya me li ba polês efendî nekirin.
Me
bi têra xwa dansa xwa źî kir, bê lome, ya rebbîîî ... :)
Tabî
hindek źi van canikên ku hatî bun partiya xaltîka me Michela min źî nas dikirin.
Xaltîka me Michela wezîfeya kiśandina resiman źî li ser min bar kir ...
Di dawiya
partiyê da bi ćavên beloq śaśbunî u heyraniya xwa źibo dansa min aniyan
zmên, «Bi rastî me qet nedizaniya ku ev tiśt di te da ewqas bi aheng e, waweylêêê»
... :)
Na naaa, bi xwadê ev Ewrupe'yiyên śorbecî pirr gundî mane, pirr :)
Na naaa, bi xwadê ev Ewrupe'yiyên śorbecî pirr gundî mane, pirr :)
Ez
nizanim źiber ći van canikên me yên Ewrupe’yî yên ku bê alkohol nikarin li śuna
xwa źî bilivin, tên xwa bi kurdekî kafir ra miqeyese dikin bavê mino ... :)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen