Śeva buhurî li vir berf bariya.
Min vê sibehê gava ez heśyar bum, dît.
Hewa bi min ewqas sar nebu.
Digel beza min ya hîro kêfa min
pê hat.
Tabî roź xuya nedibu.
Herhal bêbavê li ser tenura
gundiyan bi xaltîka Fatê ra leqleq dikir :)
Ez vê carê helbesteke xwa ya źi
berî deh salan bi we ra parve dikim.
Hingê ez li xaniya xwandekaran
bum li Zürich’ê.
Ez dibêźim heger ez roźekê wan
helbestên ku min nivîsî bun, yek bi yek bibînim u derbixînim, ewê baśtir ’be.
Źixwa di sala 1989an da gava min
dest bi zmanê kurdî kir, yek źi wan mebestan bi vî zmanê bav u kalan yê di nav komayê
da nivîsîna helbestan bu, bi rêzmana kurdî ya bê kêmasî.
Kezebino, li vir źî versiyona vê
helbestê ya XWANDÎ hee ye (di "dropbox"ê da).
Paśê nebêźin, «Yaw xalo bi xwadê
tu pirr nazan u filan u fistix dikî ha, waaa!» :)
Bêzar Im
Tenha u tenha
Li ser kuće u kolanan dîwaran
vedidim
Îśev
Ez ê vî canî li xopanên śor
rapêćînim
Axxx xezalê, ez nîv revî me di vî
dilî da
Gava li źor heyv dikele
Bizane ku
Li van xopanan ez bêzar im.
Li van xopanan ez bêzar im.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen