Montag, 28. Februar 2011

Ku Me Vê Carê Źî Pepuk Li Vê Pepikê Kir ...

Min doh hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Westiyaneke giran li ser min hee bu. Xwasteka ku qet źi nav cilan ranebim, di min da ćêbu. Lê dîsan źî ez berbi hêvarê rabum u ćum bezê.
Hîro berî nîvroyê min ćuu qendî sê seetan werger kir u hatim malê.
Źê va qet źi malê derneketim der. Dibe ku ez piśtî vê nivîsa xwa źibo nîv seetî herrim meśa xwa ya hêvarê. Ya raśt hewa źî li der hîro pirr sar e, yekcar serma kete ser erdê.
*
Li Lîbya’yê rewśa siyasî roź bi roź xwa diguherîne. Li gorî ragiyandinên di nućeyan da El Qeddafî perće bi perće hêza îqtîdara xwa handa dike.
Vê gavê serhildêran hindek herêmên serbaźarê Lîbya’yê, Trîpolîs, bi dest xistine.
Lê El Qeddafî vê yekê red dike u dibêźe «her tiśt di bin qontrola hukumetê daye.».
Emerîka li hemberî Lîbya’yê ketiye nav ćalakiyên pirr bi fireh. Bi ći hawî dibe bila bibe, îcar di mesela xwa da bi birryar in u dixwazin El Qeddafî źi textê dabixin. Bi ragiyandina nućeyekê, vê gavê leśkerên Emerîka’yê xwa li dor sînorên Lîbya’yê xistine nav amdekariyan. Lê serhildêr hariyariya Emerîka’ u welatên din yên roźavayê naxwazin. Aniha deverên petrolê yên li Lîbya’yê źi sedî pêncî ketine destên serhildêran…
Li hêla din mixalefeta li Suriye’yê źî «roźa hêrsê» îlan kiriye. Heta vê gavê tiśtekî mezin li welêt pêk nehatiye. Lê dibe ku di van roźên tên da ev pêla serhildêran xwa bigêźîne Suriye’yê źî. Bê guman rewśa Suriye’yê kurdan pirr-pirr eleqedar dike. Divêt kurt di kemîna xwa da bi ćar ćavkî li benda vê roźê bipên u mafên xwa yên netewî bi – zorê źî bibe – dest bixin.
Źiber ku ti kesî źi kurdan nepirsiya bu, gava dewletên dagirker Kurdistan’a qedîm tam di navikê da kirî bun ćar u pênc perće.
Ev meseleyeke dîrokî ye di navbera milletê kurt u diźminên kurdan da.
Dîrok źî xwa dubare nake. Śansa dayî źî hertim wekî pepik naxe devê mirov.
Ku me vê carê źî pepuk li vê pepikê kir, îcar me bi temamî bi nav da kir u wesselam.

Samstag, 26. Februar 2011

Li Kurdistan’a Baśur Ći Dikele Yabo?

Vê demê li Kerkuk’ê śorbeyeke pirr diźminane tê kelandin. Dewletên ku Kurdistan’a qedîm dorpêć kirine, bernadin ku milletê kurt li welatê xwa di aramiyê da biźî.
Piśtî rudanên li Silêmaniye’yê niha źî Kerkuk u baźarên din yên li Iraq’ê ketin nav bahoza karwanê.
Bê guman li baźarên din yên Iraq’ê ći dibe u ći nabe, me eleqedar nake. Lê buyerên li Kurdistan’a Baśur divêt hemî kurdên xwadî wîźdan bixe nav fikir u ramanên dîrokî.
Bi baśî yan źî xirabiyên xwa, di ber Baśur ra milletê kurt bê pîvan xwîna xwa riźandiye.
Ne tenê perćeyekî, berevaźî vê, kurdên li herêmên din źî ev heman erk u śahadetî bi cih hanîne.
Loma źî ez dibêźim, ku ez bi xwa źi Kurdistan’a Bakur, źi herêma Qoćgîrî’yê me, mafekî min yê tarîxî li Kerkuk’ u Musul’ê źî hee ye.
Tirkên ku hîn doh źi Asya’ya dur bi śur u kêrên dizzî hatin herêma me, qet xwa źi maseya leśxwarinê bi paś da nakiśînin. Bi hemî hêz u fêlbaziyên Osman’î gorna milletê kurd dikolin.

Bi raśtî źî mirov hew dikane xwa bigêźîne înformasiyonên duruśt. Źi her hêlê va dengekî cihê derdikeve.
Divêt desthilatdariya Kurdistan’a azat bi lez pirsgirêkên milletê kurt ćareser bike, demoxrasiyê bi pêś da bixe, guh bide daxwaziyên xelkê me.
Ćênabe ku gendelî wekî sîstemeke xwezayî xwa berbelav bike, millet di feqîrî u belangaziyê da bihêle.
Têkośîna milletê kurt ya bi hezar salan źibo ćend leśxwaran nehatiye dayîn.
Divêt hêśa me źî, kefa me źî bibe ya me hemiyan.
Lê li hêla din źî, hîć u hîć ćênabe ku kurt xwa di destên diźminên xwa da bikin lîstika berdîberdayî.

Freitag, 25. Februar 2011

Pevketina Min Ya Bi Bîskîletê Hîro :-(

Źi derî beza xwa u beśdar buna semînerekê pê va li ba zangeha Zürich’ê, kêm-zêde min dema roźa xwa bi tevavî li malê derbaz kir. Oxxx.
Ev ćend roź in ku carinan baran u carinan źî berf dibare. Derudor hîć hiśk nabe. Loma, gava ez hîro nîvroyê bi bîskîleta xwa źi zanîngehê derketim u berbi mala xwa va dihatim, li ser rê bi bîskîleta xwa yekcar rep ketim ser erdê, źiber hesinê riya tramvayê.
Tevî ku ez pirr giran dićum źî, gava min li ser riya tramvayê xwast derbazî hêla din bibim, ev bobelatî hate serê min.
Mîna ku min berê źî hanî bu zimên, ev du heften e ku ez bi bîskîleta xwa ya lezane terrim u têm. Lê têrmaśê źiber tekirên/ćerxên xwa yên gelekî zirav, zu bi zu li min radibe xezebê. Gava pê li frenê dikim, qet guh nade min u ha ha bi pêś da taźoy. Yan źî gava tiśtekî bićuk tê ber ćerxan, dixwaze bi lez tewśa/parsenga xwa handa bike, bê bavêêê!
Hey tifuuu!
Bi xwadê divêt ez źibo demên bi baran u berf bîskîleteke din ya bi ćerxên stur peyda bikim. Yan na, ewdê roźekê belayeke pirr berbat were serê min. Heta vê gavê źî źi hemî pevketinên/qezayên mezin bi birîndariyên pirr mezin xelas bume. Ćend caran źî bi bextekî ecêb źi mirinê filitîme.
Ya staaar, de wî ćavkê xwa yê śîn hertim li ser min bigerîne lo, weyyy.

«Hêvara Ćandê» Ya Hîro :-)

Hîro nîvroyê ez ćum tev li semînerekê bum źibo seetekê.
Paśê bi lez hatim malê u min kincên xwa yên sportê li xwa kirin u ćum bezê. Piśtî vegera xwa min entremena bedenhêziyê/bedenćêyiyê kir, bi lez avek bi ser xwa da berda u dîsan bi lez bi bîskîleta xwa ćum wergerê, seet śaźdes/dewseś buu. Gava ez dîsan hatim malê, seet 17:30 buu.
Divêt ez di seet 19an da li ciyê «hêvara ćandê/kulturê» bibuma. Mehê carekê, roźên pêncśeman em li ciyekî tên ba hevdu u li ser dîroka zimanê kurdî, kultura kurdî, dînên kurdan dipeyîvin.
Hîro em tevda śeś kes bun; ćar keć u du mêr. Hêvara me gelekî baś derbaz buu. Loma źî li śuna du seetan, tam sê seetan haźot.
Źi beśdarvanan sê keć tên qursa zimanê kurdî źî, keća din źî ewdê piśtî du heftan were qursê.
Lê Cemîl kêm-zêde źi herêma me ye, źi Sêvas’ê ye. Asîmîle buye u źi malbateke elewî tê, mîna hemî beśdarvanên din, ez źî di nav da.
Serê Cemîl aniha pirr tevlihev xuya dike. Li hêlekê dibêźe dibe ku ew tirk bibe, lê li hêla din źî, źiber ku apê wî digotiye ew kurd bune u bi kurdî dipeyîviye, nizane ku ći bike. Feqîro, loma źî hewl dide xwa ku bi śiklekî fantastîk elewîtiya xwa źibo vê yekê wekî îspat bi kar bîne, yanî eslê xwa bi tirkan va girê bide, tevî ku xwa źî qet pê bawer nake.
Berê li ba kurdên elewî tiśtekî husan qet tune buu.
Mesela li ba me digotin «hemî kurmanc (ne «kurd!») elewîn e, hemî elewî źî kurmanc in.».
Lê mixabin ku źi ava kirina komara tirkan u vir da dewleta tirkan li ser kurdan siyaseteke ewqas barbar meśand ku, hindî kurd xwa bi xwa esl u feslê xwa înkar dikin, xwa tirk dihesibînin.
Ći dibe bila bibe, Cemîl’ê me gelekî memnun źi «hêvara ćandê» derket u ćuu mala xwa. Mîna ku xezneyeke zêrîn dîtî bibe, dilxwaśiya xwa hanî zimên.
Gava me oxir źi hevdu xwast, źi min ra got, «qesî ku ez dibînim, ev hemî źî têne qursa zimanê kurdî, lê ez nayêm. Loma źî ez dikarim źibo van «hêvarên ćandê hindekî pere źî bidim.»».
Herê welle, cîgerim Cemîl rehê xwa dîtî bu. Bextiyariya wî di peyvên wî da xwa bi pizot dida der. Ma źi vê xwaśtir ći hee ye?
Min got, «ev hêvara ćandê bê pere ye Cemîl’ê min, bê pere ye. Tew tu desturê nede ku di navbera te u rehê te da her tiśt were qut kirin, ew bes e, dilê min, bes e.».

Mittwoch, 23. Februar 2011

Min Hîro Kêfa Xwa Xera Nekir Welle

Welle her ćendî dinê tevlihev dibe źî, źiyana min hîro bi aramî derbaz buu.
Źi derî seetekê werger u qursa zimanê kurdî pê va tiśtek ćênebu. Lê hîro di qursê da ćend ruyên nuh źî hee bun.
Min sporta xwa ya roźane pêk nehaniye. Wexta min tune buu.
Piśtî ku min hîro nîvroyê li ba zangehê qeyda xwa kir, ez ćum restorenta heval Newzat. Lê Newzat li wir nebu. Hevparê wî got Newzat roźa paśîniyê źibo ćend roźan bi zarokan ćuu tatîlê, ćuun serê ćiyayekî bi hev ra.
Ez qendî pêncdes/dewpênc deqqan li ba wî mam u dîsan derketim der u ćum wergerê. Helbet piśtî wergerê źî hatim mala xwa, źiber ku ez ê paśê bićuma qursa zimanê kurdî.
*
Di nućeyan da tenê leqleqa vala hee ye. Herre were herkes źî bi halê Śivan’ê me va eleqedar dibe. Ya raśt herkes źî dixwaze ku Śivan Perwer li gorî berźewendiyên xwa u yên partiya xwa bi kar bîne.
Bila źî bikin.
Ma Śivan serê xwa xwariye, bila ew źî desturê nede ti kesî, bila nebe lîstika di destên gemar buyî da.
Ku mirov li xwa xwadîtî nekir, kesên din bi kêfxwaśî kurtanan li mirov dixin.
Bila Śivan dest źi hunera xwa u Kurdistan’î buna xwa gavan bi paś da nehavêźe, wekî din ći dike bila bike, ew u kêfa xwa.
Yaw bila źî bi paś da gavan bavêźe, mêro ev ćil sal in ku xizmeta kultura kurd u kurdî dike. Ku me hemî kurdan ewqas xizmet bikira, em ê heta niha hezar carî rizgar bibuna dînime îmanime.

Kar U Barên Hurik U Murik

Min hîro ći kir u ći nekir? Bi peyva mêrê berê u mêrê ćê, welle min gelek tiśt kirin.
Berî nîvroyê min dest bi wergerê kir u heta seet duduyan berdewam kir.
Paśê min berê xwa daa zangehê. Min berî ćar roźan formularek źibo mifteya înstîtuta me tiźî kirî bu. Min hîro ćuu mifteya xwa girt u pêncî frank źî wekî depo daa camêran.
Paśê ćum înstîtuta me, pêwîstiya min bi îmzeya profesorê berpirsiyar yê înstîtuta me hee bu. Lê camêr li wir nebu. Gotin ewdê di seet ćaran da piśtî dersê were.
Źiber ku hînê gelek wexta min hee bu u ez birćî źî bubum, min berê nigên xwa daa berbi îmbîsa Varol. Cîgerim Varol li wir nebu. Min źi karkerê wî bi elmenî kebabek rica kir.
Gava wî dest bi amade kirinê kir, min di vê navê da bi kurdî źê «ma tu kurd î?» pirsiya. Got «herê». Paśê xwast ku bibêźe «kurdê bakur im», lê nekanî. Loma źî źi min pirsiya.
Mêro hindekî li ber xwa ket. Śerm kir. Min źî bi kurdî got, «ku te xwastiye, mesele tun e, dikanî hîn bibî».
Got «tabî, lê dilê meriyan mihimtir e».
Min kêfa xwa xera nekir u got: «Herê herê, lê dilê mirov têr nake u tiśtekî naguherîne, heta ku mirov dest pê neke. Kê bi daxwaza dilê xwa kaniye ku hînî zimanekî bibe?».
Paśê min pereyên kebaba xwa dayê, xatir źê xwast u ćum zangehê, li ba maseyekê runiśtim, kebaba xwa xwar, pasteyeke bićuk ya sêvan kirriya u hindekî wîźdana xwa pê haś kir.
Dîsan rabum u ćum înstîtuta me. Min li wir Anna dîî. Ez pê ra qendî bîst deqqan peyîviyam. Min źi salekê zêdetir bubu ku Anna nedîî bu. Ez berî pêncdes/dewpênc salan li ba Anna hînî sanskirîtî u du sal paśê źî hînî latînî bubum. Ango Anna mamosteya min yeke gelekî hêźa buu. Hîn źî wilo ye.
Di wê navberê da profesor hat. Min silav dayê u bi lez źi min ra got, «roźbaś, min ê źî aniha źi we ra e-mailek biśanda. Ma wexta we hee ye ku em derbazî bîroya min bibin?».
Paśê em li bîroya wî kêliyekê bi hev ra peyîviyan, îmzeya xwa daa min. Pêra hindekî li ser siyasetê axivîn, me dilê hevdu nerm kir u źi hev veqetiyan.
Piśtî ku hatim malê, min hindek tiśt xwarin u dîsan derketim der u ćum qursa zimanê kurdî ...
Welle ez tam bume sportmenekî temam.

Montag, 21. Februar 2011

Tewlooo :-)

Roźa min hindekî berhewa derbaz buu u ćuu.
Min kar u barê xwa yê li ba zangehê nekanî ćareser bikim. Ez ê sibeh pê miźul bibim.
Hîro nîvro qendî seetekê ćum bezê. Sporta ku min hîro kiriye źî, tevda ev e.
Paśê min źi seet 15an heta 17an werger kir. Piśtî wergerê źî raśteraśt hatim mala xwe.
Gotara min ya li ser peyva «arî/aryan» ya ku min berî du mehan źi amidakurd.com’ê ra śandî bu, andêrê di ser serrupela malperê da bi raśtî dernakeve, ango peyvên ku min bi xwarkî nivisiyane, xuya nabin.
Źiber vê yekê źî heval Rêzan źi min xwast ku ez carekê źî bi kompîtura xwa lê bar bikim, daku ev bikanî bibin fam bikin, ka pirsgirêk li ku ye u di ći da ye.
Lê piśtî ku min her tiśt li gorî talîmatên wî ćêkir, rewś bêtir xirab buu. Îcar PDFeyên ku min li «server»ê bar kirin źî, li ba wî xuya nedibun.
Heta vê gavê źî mesele ćareser nebuye.
Ka ćareser dibe yan źî nabe, ne bellî ye.
Ê tabî serê min źî bi têra xwa tevlihev buu. Loma ez berî seetekê bi bez ćum supermarketa li ba mala min u min źi xwa ra ava «cranberry» kirriya, źibo ku ez hindekî stresa vê meselê źi xwa bavêźim.
Êêê, helbet min pasteyeke sêvan źî kirriya. Aniha di firinê da sor dibe dînime îmanime . Piśtî ku min źê xwar, ez ê źi xwa u xwadê razî derkevim der u herrim gerra xwa ya vê hêvarê.

Sonntag, 20. Februar 2011

Roźa Min Ya Li Malê Derbaz Buyî

Min hîro heta niha źî nigê xwa dernexistiye der.
Źi vê sibehê va ye ku śilî u berf dibare. Lê berfê cara yekem berbi hêvarê dest pê kir, hîn źî dibare.
Ev ćend meh bun ku gelek kaxiz li ser hev kom bubun. Di dosyayên min da gelek tevlihevî ćêbubun, loma divêt min hemî kaxiz u belgeyên xwa yên źi bîst salan u vir da źi hev veqetandin u źi nuh va li gorî miźaran cih bikirina.
Xwadê hee ye, kêm-zêde min ev karê xwa yê «tiraliya min» serraśt kir.
Lê dosyeyan têrî kaxiz u belgeyan nekirin. Loma źî divêt ez sibeh ćend dosyayên din bikirim u wan kaxiz u belgeyên ku hatine amede kirin, têximê.

Sibeh ewdê somestra biharê li ba zangeha Zürich’ê dest pê bike. Min źi nuh va qeyda xwa kir. Ya raśt hîn bi temamî qeyda min nehatiye pesend kirin, divêt ez sibeh, berî nîvro carekê herrim odeya qeydê u hindek formelîteyên heyî ćareser bikim. Min źibo mifteya înstîtuta me belgename, źibo makîneya kopiyê źî nimreya xwa ya śexsî roźa îniyê hilgirt. Divêt ez sibeh herrim mifteya xwa źî bigirim.
Ez ê źî di vê somestrê da beśdarî du dersan bibim. Yek bellî ye, lê ya din hîn ne tam zelal e. Vê Somestrê dersên ku zêde bala min bikiśînin, tun in. Divêt ez carekê li proxrama zangeha Bern’ê mêze bikim. Lê wê derê carinan dersên li ser zimanên Îran’î têne dayîn. Helbet źibo van źî heta ku wan tê profesorên navdar yên bi vê miźarê va girêdayî ne, tînin. Tabî ćênabe ku mirov firsendên wilo birevîne u di guhê gêê da rakeve. Wekî din mirov xwa bidirrîne źî ti carî nikane îmkaneke husan bi berhem dest bixe. Źixwa fînanse kirina vê yekê bi tena serê xwa tiśtekî xewn u xeyalî ye.
Înformasyon ćeka herî bi hêz u tesîrane ye.
Yanî ez ê heta nîviyê meha hezîranê serê xwa zêdetir bihêśînim.
Wekî ku hun źî dibînin, sibeh gelek karê min yê hur u mur hee ye.
Ez ê xwa hindekî bi vir u wir da bidim bezandin.
Helbet du seet źî karê wergerê li benda min e.
De bila qet nebe xwadê karê min di rê da bibe u wesselam.

Samstag, 19. Februar 2011

Komîsyona Zimannasan

Ez ê hîro di bloga xwa da gotara xwa ya kurt ya ku min di derbarê «Koma Xebata Kurdî» da nivîsiyaye, biweśînim. Źixwa źi doh va ye ku ti tiśt di źiyana min da pêk nehat. Tew erebên zirzop źî tiśtek li «Guru»yên xwa nekirin. De xwadê kerîm e, leza me tun e, em ê bi ćar ćavkî bipên heta dawiyê ellawekîl.
De fermo, aha źi wer a gotara min, śekirno:


Komîsyona Zimannasan

Hevalên hêźa yên Koma Xebata Kurdî,

Ev demek e ku di nav ćapemeniya kurd u kurdî da ez bi baldarî hewldanên we yên pîroź diśopînim.
Bê guman gava mirov bi kar u barên we yên ku hun źibo zimanê me yê kurdî dikin - ku li ber mirinê ye -, tenê dikare pê kêfxwaś u bextiyar bibe.
Loma, bi baweriya min bibe, ewdê hemî kurdên dilsoź u kurdîperest qîmeteke gelekî mezin bidin ćalakiyên we.

Lê li hêla din divêt mirov hindekî bi baldarî tevbigere. Bê luzim xwa u zimên nexe nav pirsgirêkên mezintirîn.
Bi dêhna min bibe, halî hazir zimanê kurdî di her warî da dikane bersîva pirsgirêkên heyî bide. Lê kêmasî ne di zimên, di me da ye. Źiber ku me hîn źî bi têra xwa hewl nedaye xwa ku zimanê xwa baśtir u têkuztir hîn bibin. Bê śik encama vê yekê źî xwa di bi kar hanîna zimên da dide der.

Termînoloźiyên ku hun dixwazin berhev bikin, źixwa di zimên da hee ne.
Lewra źibo ku mirov bikanî bibe van peyvan li gorî miźaran źi hev cihê bike, formên kurdiya resen bîne der, pêwistî bi «komîsyoneke zimannasan» hee ye (ne «qeśmerên zimên»). Bêyî «komîsyona zimannasan» bivêt-nevêt ewdê kêmasiyên bê tarîf derbikevin u di nav zimên da tehrîbatên bingehîn ćêbikin.

Di nav xebatên we da mîna ku xuya dibe, we zimanê tirkî, ku ti eleqeya vî zimanî ya genetîk bi kurdî ra tun e, bingeh girtiye. Bivêt-nevêt ewdê ev tercîha we zirareke mezin li zimanê kurdî bixe.
Herî kêm divêt mirov bi tevî zimanê farsî van xebatan bide meśandin, yan źî qet nebe bi înglîzî, frensî, elmenî, spanî u hwd., źiber ku ev zimanana tevda źî zimanên hîndî-ewrupî ne.

Di nav termînoloźiyên śaredariyan da min li gelek ciyan kêmasiyên zayendî u ćeftiyên din yên rêzimanî dîtin.

Ez dixwazim careke din li vir dubare bikim, bêyî «komîsyoneke zimannasan» ewdê ćeftiyên pirr mezin werin kirin. Lê telafiya van źî dibe ku paśê ne mimkun bibe.

Bi hêviya ku hun ê kar u barê xwa yê bimbarek bi serkeftî dawî bikin.

Beghyanî Shadî Sharîn

Donnerstag, 17. Februar 2011

Roźeke Źi Xwa Razî

Min hîro źi derî sê seet u nîvan wergerê pê va tiśtekî dîbar nekir.
Wekî din min hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Źi zu va buu ku min navberek neda buu sporta xwa ya roźane. Loma min hîro hindekî bêhna xwa fireh berda u ti zorî li bedena xwa nekir.

Lê sibeh ewdê rewśa min ya bêhnvedanê biguhere. Ewdê dîsan kelecaniyeke germ u sor li min bigire.
Ligel sporta xwa ya roźane herhusan gelek kar u barên min yên ku li benda min in u divêt ez wan ćareser bikim, beloqane bi wateyeke «haho hahooo, de baźo lo», li min dinêrin.

Min hîro ćend caran li nućeyên Google’ê mêze kir, lê mixabin ku hîn źî dewletên ereb u Îran bi têra xwa tevlihev nebune. Gelek însanên ku di nav protestan da cî girtine, him hatine kuśtin u him źî hatine girtin.
Ka ewdê di pêśeroźê da kîźan hêl bi serbikevin, em carekê bipên.

Lê li hêla din hîro li Kurdistan’a Baśur źî protest ćêbuye. Kesek hatiye kuśtin, gelek kes źî birîndar bune.
Bi raśtî źî buyereke pirr xirab e źibo kurdan u destketiyan wan. Ez hêvîdar im ku «Goran» li paś vê yekê nebe.
Qet u qet maqul nîn e ku kurt di vê merheleyê da dest bi ćeftiyên husan dîrokî bikin u bi hee buna pêśeroźa xwa ra bilîzin.
Bê guman pirsgirêk hee ne. Lê divêt ev pirsgirêkên heyî bi ćalakiyên aśtiyane werin ćareser kirin, ne bi vî hawî. Źixwa derudor bi diźminên xwînxwar hatine girtin u li benda derfeteke minasib in.
Qet nebe. divêt em vê firsendê bi destê xwa li ser sîniyeke zêrîn pêśkeśî van gurên har nekin.

Mittwoch, 16. Februar 2011

Tewlooo, Misilman U Azadî, Qurbanino!

Hîro di seet 13an da źibo seetekê ćum bezê.
Paśê źî źi seet sisiyan heta pênc u nîvan min werger li Klînîka Psixiyatriyê kir.
Pistî wergerê ez bi lez hatim malê, min ćuu ćend tiśt kirriyan, xwarineke berdîberdayî amade kir, xwar u di seet tam 19an da dîsan li bîskîleta xwa siyar bum u ćum qursa zimanê kurdî.
Hîro qursa źibo kesên destpêker hee bu. Bi tevayî pênc kes hatî bun.
Di seet 21an da me qursa xwa ya hîro xelas kir.
Paśê min li der heval Ceren dîî. Heval Ceren źi qursê berî herkesî derketî bu. Lê gava ez li bîskîleta xwa siyar bum u derketim ser rê, heval Ceren źî li pêś min dimeśiya. Wê got ewdê hîro heta Milchbuck’ê peya herre. Ez źî źi bîskîleta xwa daketim u bi wê ra meśiyam. Michbuck li cem mala min e. Ez dibêźim peya hatina me qendî 40 deqqan wext girt. Paśê Ceren’ê li ser riya xwa dîsan berbi Seebach’ê peya berdewam kir. Ez źî hatim mala xwa.
*
Li Îran’ê reźîma molleyan pirr sor buye. Mixafelet bi darvakirinê tehdît dikiriye. Dixwaze ku mixalefedê bîne ber dadgehê.
Helbet li welatên ereban źî meśên girseyî gav bi gav mezin dibin. Li Lîbye’yê źî millet daketiye ser kolanan.
Husan xuya dike ku ewdê di pêśeroźê da gelek tevliheviyên mezin li welatên misilman pêk werin.
Li hemî welatên misilman azadiyên takekesî u źinan di bin ćewisandinên mezin da ne.
Bê guman źiber texnîk u komînîkasyona nuźen hindî dinê gelekî pićuk buye. Mirov civakên din dibîne, xwa u wan civakan bi hevdu ra miqayese dike, hindek encamên însanî derdixe. Loma źî bi hêźa buna azadiya takekesî dihese, daxwaziya azadiyê di serê xwa da roź bi roź gurrtir dike.
Welle hun źî serê xwa hindekî gurrtir bikin, ćawan bibe azadiya me kurdan ne ti azadî ye, hema hema li ber fetisînê ye u źi vê bêtir źî nikane xirabtir bibe dînime îmanime lo :-).

Dienstag, 15. Februar 2011

Îran’a Molleyan Źî Ha Ha Dikele Welle

Di seet duduyan da min źibo seetekê werger kir u hatim malê. Beriya vê min hemî wextê xwe li malê derbaz kir, name u formularên ku ev ćend hefte ne li ser hev kom bune, bi hêdîka źi hev veqetandin.
Berbi hêvarê źibo seetekê ćum bezê.
Źiber ku vê hêvarê qursa zimanê kurdî li zangehê hee bu u li der źî baran dibariya, min bi bîskîletê gelekî lez daa xwa. Hîroź heft kes hatî bun qursê. Me heta seet 21an bê navbir berdewam kir.
*
Li gorî ku min di nućeyekê da xwand, TRT6ê bersîva Śivan Perwer ya di Youtube’ê da tevda meqes kiriye, ala Kurdistan’ê u gotinên wî yên li ser kurd buna wî qet neweśandiye.
Bê guman hêźayî fikirînê ye.
Ka Śivan’ê me ewdê pozê van tirkên niźatperest biśewitîne yan na?
Welle bike źî tiśt ćênabe. Kabê tirkan qalind e. Heger biśewitiya ewdê berê źî li wan bibuya wekî zotika mirîśkê kor u kulek ellawekîl.

Vê gavê dewleta Îran’ê hindekî dest bi kelînê kiriye. Ćend sîvîl źî heta niha hatine kuśtin. Loma źî sîstema molleyan millet bi dardakirinê va tehdît dike.
Ka ewdê farsên niźatperest ći bikin u ći nekin.
Divêt kurt (= kurd) bi hemî hêz u źîriya xwa źi van îmkanên dîrokî sudê werbigirin. Xwa nedin xapandin.
Ći dibe bila bibe, kî li Îran u Suriye’yê tê ser text bila were, źibo kurdan ti tiśt naguhere. Źiber ku herkes li berźewendiyên xwa difikire. Ha Elo, ha Xelo buye desthilatdar, ewdê ćoyên di destên xwa da dîsan di ser serê kurdan da biśikînin.
Loma cîgerno, wekî kurdekî saxlem, bi xêra kal u malikên me we ći li van xistiye, ev kara/qezenca me ye, heyraninooo.

Montag, 14. Februar 2011

Śivan’ê Me Him Hêrs Ketiye U Him Źî Hêrs Dixe

Welle di źiyana min ya hîroź da tiśtek pêk nehat. Źi derî seetek u nîv bîskîlet haźotin u seetek werger kirinê pê va hew ćalakiyek ćêbu.
Bila źî bibe. Ma meźbur e ku hertim tiśtek ćêbibe?
Tew źiyana me kurdan ćiton bibe herro bi têra xwa serubin dibe. Em bi xwa nekin źî hindekên din seba me vê yekê dikin.
Bi taybetî źî gava derudora meriv bi ćar diźminên hovtirîn va hatî bibe girtin, wekî din ti riyeke din źî źi mirov ra namîne.
Loma źî śorba me kurdan hertim bi kel e, hîć sar nabe. Ha ha xwa u hevdu disoźin. Źi ćend roźan u vir va ye ku gengeśiyeke mezin di derbarê hunermendê me Śivan Perwer da derketiye qet nebêźin. Qey mirov dibêźe ti karek u derdekî me yê din nemaye, bi berankî serên xwa li hevdu dixin u wan di nîviyê da difirînin/diśkînin.
Ma mesele ći ye?
Bi xwadê ez bixwa źî baś nizanim.
Ma Śivan’ê me buye «xayîn»?
Ez vê źî nizanim.
Ê ez bizanî bibim ći dibe yanî yabo qurbanino?
Bê guman ewdê dîsan tiśt nebe. Welle dibe źî bila bibe.
Ma Śivan’ê me piśtî van salan, piśtî keda xwa ya ćil salan dikane bibe «tirkekî saxlem» yan na?
Aha ez di vê yekê da hindekî bi guman im.
Bi serê we u min bibe birê min, dibe źî bila źê ra helal u pîroź bibe.
Kekê me kêm-zêde ćil sal bi kurdî xizmet kiriye. Dibe ku ..., dibe ku ... u dibe ku ...
Kekê me bi deng u stranên xwa bi mîlyonan kurd heśyar kiriye, kurd buna wan li bîra wan xistiye.
Ma Śivan’ê me dikane bibe «xayîn» yan na?
Welle dibe źî bila noś bibe, nabe źî bila noś bibe.
Tiśtê ku li ba cîgerim kekê me Śivan’o min aciz dike, ći ye, hun dizanin?
Di konsertan da axaftinên wî yên «siyasî» ne babam.
Bi kerema xwa carekê guhên wî babidin lo, ku we ew dîî yaw, ćêbu?

Du Royên Dawiyê U Zimanê Malperên Bi Kurdî

Vê dawiya heftê min hema hema hemî wextê xwa li malê derbaz kir.
Min dawiya dawîn odeya xwa bi temamî serraśt kir u źi vê belaya bêbext xelas bum.
Bi raśtî źî pirr kefxwaś im ku min ev karê ćend mehên dawiyê bi ser xist. Źiber van tevliheviyên ku ćend mehên dawiyê îmana min tevda kirî bu teneke, fitiliyam.
Helbet min di nav van du roźên dawiyê da sporta xwa îhmal nekir. Digel vê źî ez bi bîskîleta xwa ya pêśbirkan ćume. Welle bi bîskîleteke baśtir ćun haźotinê, zewqeke din dide merî. Ê tabî xwaś buna hewê źî mirov bêtir dike ćar baskî.
*
Min di nav nućeyên malperên kurdî yên doh u hîro da tiśtekî balkêś nedî.
Herre were źi derî ćend nivîsên bê tam u îman meriv hew dikane tiśtekî bibîne.
Lê bi taybetî źî gava mirov kurdiya van nivîsan dibîne, bivêt-nevêt mirov sor u zer dibe, dike ku serê xwa li dîzêr/dîwêr bixe.
Bi salan e ku van camêrên me yên kurd bi kurdî weśanê dikin, lê di raśtiyê da qendî misqalekê źî qîmetê nadin kurdî u narrin hînî zimên nabin. Bi tevayî C. Bedirxan źi devê xwa kêm nakin. Bi C. Bedirxan radibin u rudinin. Her ćendî rewśa mêrxasan weha bibe źî, lê haya ti camêrekî źî źi rêzimana C. Bedirxan tun e.
Źiber ku aniha vê gavê ti dezgeheke kurdan ya fermî u zanyar tun e, qeśmer u śarlatanên sedsala me yên kurd bi destê xwa zimanê kurdî hêdî hêdî dikuźin. Min heta niha źî hema hema hevokeke raśt di nuće u gotarên van qeraseyên bavên xwa da nediye.

Kurdê ku hindekî bi kurdî dizane u dixwîne, qey dibêźe mêro buye alimê bê hempa. Helbet di raśtiyê da van belangazên xwadê nikanin hevokekê źî bi kurdî binivîsînin. Lê ew źi xwa pirr memnun in. Kes nikane avê li destên wan bike. Heger pêwist bibe, ew ći nikarin bikin ku. Ellawekîl hiś u aqilê xwadê źî nikane têrî vê yekê bike.

Freitag, 11. Februar 2011

Misir’iyan Dan Bin Duvê Husnu Mubarek

Hîro berbi nîvroyê min berê xwa źibo pêncî deqqan daa bezê.
Źiber ku wextê min zêde tune bu, min nekanî herrim bîskîlet haźotinê.
Paśê min seet duduyan heta ćaran wergera bi kurdî u elmenî kir.
Piśtî wergerê ez bi bîskîletê ćum restorenta heval Newzat. Heval Newzat li restorentê tenê buu. Ez heta seet śeśan ligel heval Newzat mam. Nêta heval Newzat ya ku di restorentê da guhartinên bingehîn bike, hee ne. Bi kelecan fikrên xwa źi min ra got. Min tenê guhdariya wî kir u carinan źî di navberê da gotina wî bi «herê welle» pesend dikir. Ê tabî, ći derew bikim, vê źî kêfa heval Newzat taniya.
Gava seet buu śeś, yekcar ha ha mêvan ketin hundir. Loma źî min bi lez oxira xwa źê xast u źi restorentê derketim.
Li malê zêde tiśt tune bun źibo xwarinê. Îcar ez rabum u ćum marketa li nêzdîkî mala me. Pêra min xwarineke basît bi seletê amade kir, xwar u li śuna xwa runiśtim.
*
Di nućeyan da tê gotin ku Husnu Mubarek «dev» źi erka xwa berdaye. Vê gavê Misir’î ćuna Mubarek pîroź dikin.
Êêê, xwadê daa Misir’iyan.
Ez hêvîdar im ev raperînên li Tunus u Misir’ê xwa li welatên din yên din źî berfireh bikin. Bi taybetî źî li Suriye’yê pêkhatina serhildaneke bi baa u bahoz źibo kurdan dikane bibe yeke pirr maqul.
Li hemî welatên dîktatorane pirsgirêkên takekesî u însanî hee ne.
Loma źî serhildanên li gorî modernîteya sedsala me ya komîkasiyonî, daxwazên rewa u xwezayî mirov hew dikane bi metodên dema neolîtîk îdare bike.
Bê guman hatina dîktatoran u mentelîteya civakê bi pirranî li hev dikin. Loma dîktator bi salan li ser desthilatê dimînin. Hebuna dezgehên azat yên civakî di vî warî da garantiya azadiya takekesan u civakê ne.

Li ciyê ku azadiya takekesî źibo berźewendiyên hindek dezgeh, partî, śexs, îdeoloźî u dînan hatiye qurban kirin, hindî źi vê derê her cure bobelatî u gemarî dikane were payîn.

Donnerstag, 10. Februar 2011

Kovara «Nudem»ê Dîsan Dest Bi Weśanê Dike :-)

Min hîro piśtî nîvroyê źi derî sê seetan werger kirinê tiśtekî din nekir, ango hemî dema xwa li malê derbaz kir.
Bîskîleta min ya ku teqiya bu, min hîro dîsan tamîr kir. Aniha vê gavê li ser xwa ye u kar dike.
Lê sibeh ći dike, tenê xwadê dizane.
Min sporta xwa ya hîro ćênekir. Wextê min ćênebu.
*
Ez di nav nućeyên hîro da raśtî du tiśtên ku balkêś bun, hatim (ez ê tenê li ser yekê bisekinim).
Di nućeyekê da li ser kovara Nudem’ê hindek haydarî dihatin dayîn. Li gorî ragiyandinê, ewdê vê biharê Nudem dîsan dest bi weśana xwa ya piśtî des/deh salan bike. Rêvabiriya kovarê źî ewdê Hesenê Metê u Firat Cewerî bikin.
Ez bi vê yekê gelekî kêfxwaś bum. Du pênusên bi hêz yên zimanê kurdî dîsan bi Nudem’ê derdikevin ser dika wêźeya zimanê kurdî.
Ez wekî śexs źi nivîsên van herdu nivîskarên hêźa pirr hez dikim.
Di dema xwa da, ango di salên nodî da min źî ćend caran ćend nivîs źi Nudem’ê ra śandî bun. Herweha di «Nudem Werger»ê da źî wergereke min ya wê demê hatî bu weśandin.
Berbi dawiya salên nodî bu. Ez hingê li xaniyê xwandevanan dimam u bi xwandina xwa ya «zimanên hîndî-ewrupî» ra miźul dibum. Carekê tevrunerekî min, yanî hevalê ku bi tevî min li heman ciyî dima, got «telefon bo te hee ye». Ez ćum ser telefonê u min got «ez Beghyanî, kerem bikin».
Dengê li hêla din got: «Kek Beghyanî, ez im, Firat, Firat Cewerî ...». Piśtî hal u xatirê kek Firat źi min rica kir ku ez carinan wergeran źi wan ra biśînim.
Lê mixabin ku wê gavê źî karê min gelek zêde bu. Hew wextê min hee bu ku xwa bi tiśtekî din va miźul bikim.
Loma źî min got, ku wextê min ćêbu, ez ê carinan werger bikim u źi Nudem'ê ra biśînim. Lê ku min nekanî źî bila źi nika da min bibexśîne ...
Dawiya dawîn, mixabin ku wextê min ćênebu. Lê piśtî demekê źî kek Firat dawiya weśana Nudem’ê hanî.
Gava min di destpêka salên nodî da cara yekem Nudem xistî bu nav destên xwa, ez bê tarîf kêfxwaś bubum.
Źiber ku Nudem di sê mehan da carekê derdiket, ez hertim li benda derbaz buna wan sê mehan dimam.
Nudem’ê bi formata xwa ya nuźen u bi kurdiya xwa ya speyî zimanê dayika min ya li ber mirinê di mêźiyê min da bi ćar bizmaran, bêyî ku careke din źê derbikeve, daćikandî bu ...
Loma źî ez dixwazim van herdu barkêśên zimanê kurdî li vir bo îmana zimanê kurdî u dayik Kurdistan’ê pîroź bikim.
Bila Zerdeśt’ê kal hertim ligel wan u karê wan yê bimbarek bibe.

Mittwoch, 9. Februar 2011

Roźeke Ecêb U Serkêśê Protestên Li Misir’ê Wael Ghonim

Źiber ku hîro karê min yê wergerê tune bu, ez heta seet duduyan li malê mam u paśê derketim ser bîskîleta u ćum bîskîlet haźotinê.
Lê śansa min ya bê îman tune ya, ez dibêźim qet naxwaze ku pêsira min berbide.
Piśtî bîst deqqan dîsan ćerxa bîskîletê teqiya u ez dîsan li ser riya xwa husan peya mam bi serê xwa.
Ći bibêźim, wekî din ti ćare tune bu, loma źî min dîsan peya berê xwa daa mala xwa. Ez bawer dikim kêm-zêde ćel u pênc deqqan wextê min girt. Divêt ez sibeh dîsan herrim lastîkên nuh bikirrim. Bi xwadê hindî serê min hew dikane li ber xwa bide. Tew rewśa sîstema mêźiyê min źî dike ku vê gavê tofaneke benî ademî rabike.
Paśê ez qendî seetek u ćaryekê ćum beza xwa u hatim. Bedenćêyiya xwa ya her demê ćêkir, serê xwa śuśt u ćum qursa zimanê kurdî.

Hîro źî qursa zimanê kurdî ya źibo destpêkeran hee bu. Ez tam di wextê xwa da li wir bum.
Tevîhev pênc kes hatî bun. Du heb kurt (= kurd) u sê heb źî Swîsre’yî bun. Di raśtiyê da divêt kêmtirîn des/deh kes bihatina.
Bi temamî destpêka qursa me di atmosfereke gelekî baś da derbaz buu.
Dibe ku nehatina hindek kesan hîn bi destpê nekirina «somestra biharê» va girêdayî bibe. Somestr ewdê bîstê vê mehê dest pê bike.
*
Di nućeyan da min xortê ku protestên li Misir’ê di înternetê da orxanîze kirî bu, Wael Ghonim, dîî. Piśtî dudes/dewdu roźan, ango piśtî serbest berdana wî, li Meydana Tahrîr li hemberî meśvanan diqîrriya u digot: «Misir li ser her tiśtî ye!».
Herê welle, «Misir li ser her tiśtî ye!».
Ez źî weha bi dînkî źi xwa dipirsim, «gelo ewdê kengê siyasetvanên me yên qeśmer u duru yên ku ev e li ber mirina xwa ya berdîberdayî ne, roźekê bibêźin «kurdîperestî u Kurdistan li ser her tiśtî ne!».
Pêwîstiya milletê kurd bi ciwanên kurd yên xwadî îdraq, di sêrî da źî kurdîperest u Kurdistan’î hee ye. U slogana «kurdîperestî u Kurdistan li ser her tiśtî ye!» źi hemî îdeoloźiyên gemar buyî hezar carî, mîlyon carî bi hêztir e.
Loma źî «kurdîperestî u Kurdistan li ser her tiśtî ye!» u wesselam.

Dienstag, 8. Februar 2011

Karê Hîro U Qursa Zimanê Kurdî

Hîro tam pênc termînên min hee bun źibo wergerandinê. Ya raśt yek di planê da tune bu. Vê sibehê di seet heśtan da kesê ku li Klînîka Psîxiyatriyê karê sosyalê dike, telefonî min kir u źi min pirsî, ka wextê min hee ye ku di seet desan/dehan da herrim u wergerê bikim.
Źiber ku min ê di seeta yekdesan/dewyekan da dest bi wergera yekem bikira, min got problem tun e, ez ê di seet desan/dehan da li wir bibim.
Lê hîro du kesên ku termînên wan hee bun, nehatin, loma źî min tevda tenê sê seetan werger kir u hatim malê.
Hîn du seet u nîv wextê min hee bu ku herrim qursa zimanê kurdî. Me’yê hîro dîsan nuh dest pê bikira. Beriya qursê ez u Burćîn, em li ba kafeterya zangehê hatin ba hevdu u li ser hindek miźarên ku bi qursê va girêdayî bun, peyîviyan.
Pêra em ćun sinifa qursê. Tenê sê kes hatî bun. Di raśtiyê da divêt heśt kes bihatina. Lê nehatin. Loma źî me dest bi qursa xwa kir (19:15) u piśtî du seetan źî dawî bi qursa vê heftê hanî.
Sibeh źî qursa kesên ku bi kurdî nizanin, hee ye.
Beriya qursê ez bi lez ćum ba kebabfirośê kurd Varol, daku ez kebabekê bikirrim. Wextê min hîć nebu ku xwarinekê ćêbikim, bixwim u herrim qursê. Xortekî nenas li wir buu. Min bi elmenî gotê: «Ma ez dikarim kebabekê bigirim?».
Gava wî dest bi amade kirinê kir, min bi kurdî źê «ma tu kurd î?» pirsiya. Wî źî bi kurdiya kurmancî got «na. Lê ez bi soranî dikanim bipeyîvim. Ez bi xwa turkmen im».
Ez pirr kêxwaś bum ku yekî turkmen źî dikane bi kurdî bipeyîve. Lê wî bi min ra tenê kurmancî deng dikir.
Welle xwadê hee ye, ev źî hîseke din ya pirr xwaśik dide mirov.
Turkmenek u kurdî, tewlooo. Min cara yekem di źiyana xwa da turkmenek dîî ku bi kurdî dipeyîve. Dibe ku hîn gelekên din źî hee bibin.

Min bîskîleta xwa hîro tamîr kir. Vê gavê baś kar dike. Ez ê sibeh pê herrim bîskîlet haźotinê. Helbet ev bîskîleta tamîr kirî yeke pêśbirkan e. Modela salên 1990an e. Lê tiśt nabe.
Welle ez merivekî gelekî mutewazî me. Loma źî ha yeke nuh, ha yeke kevn, tew bila bimeśe, wekî din źibo min herder wekî deśta Erzingan’ê pahn e.

Weylooo, Du Royên Min Yên Bê Bîskîlet

Min doh tiśtek nenivîsiya. Lê di raśtiyê da wextê min ćênebu.
Ev du roź in ku bîskîleta min xera buye, ango tekira/ćerxa bîskîletê teqiya. Min ćendî li ber xwa daa ku pirsgirêka xwa ćareser bikim źî, bi serneketim.
Źiber ku ćar heb bîskîletên min yên kevn hee ne, gava yek xera dibe, źi yeke din perćeyekî digirim, lê tînim u dîsan dest bi haźotinê dikim.
Lê îcar nexwaśiya bîskîletê pirr giran buu. Min ćerxa wê guhart u hîro bi xwa ra bir ba zangehê, daku bikarî bibim li wir hewê biximê. Lê piśtî ku min hewa xistê u min dest bi meśa berbi źor kir, yekcar kir «pisss» u dîsan teqiya.
Welle śansa min ne ti śans e babam. Min dîsan bi vî hawî peya hanî malê. Careke din lastîka di nav da derxist, yeke nuh kire nêv. Ka ewdê sibeh dîsan kîźan bobelatiyan bîne serê min, ya staaar.
Ev du roź in ku tilliyên min hêśeke berbat didin min. Andêrê, qeliśiyane źî. Loma źî min źi krema Gabriel hindekî li destên xwa daa. Dibe ku heta du-sê roźan dîsan xwaś bibin.
Min doh u hîro nekaniya ku herrim bîskîlet haźotinê, tevî ku hewa źi pêr va ewqas xwaś e (9°). Mirov dibêźe qey bihara rengîn hatiye xwa li hawîrdorê li baa dike. Tew ćivîna ćućikan bêhna mirov pirr fireh dike.

Em ê sibeh li ba zangeha Zürich’ê dîsan dest bi qursa zimanê kurdî bikin. Sibeh qursa ku me di somestra payîzê da pê dest kirî bu, hee ye. Roźek paśê źî, ango roźa ćarśemê źî qursa kesên ku bi kurdî nizanin, yan źî tenê hindikî fam dikin u dipeyîvîn, dest pê dike.

Li gorî ragiyandina nućeyan, tê gotin ku protestên li Misir’ê dîsan gurr bune. Meśvan źi Husnu Mubarek dixwazin ku bi lez dest źi erka xwa berbide. Lê H. Mubarek heta vê gavê źî daxwaza meśvanan nehaniya śunê. Dewleta elmen dixwaze ku H. Mubarek bi beheneya źibo kontrola tenduruśtiyê bibe Elmenye’yê, bi nermokî wî źi bin vî barî xelas bike.
Bê guman zêde źî śansa H. Mubarek tun e.
Zu yan źî dereng, bi xwaśî yan źî zorî, hindî dawiya desthilardariya wî ya totalîter u otokrat hatiye. Ellawekîl mele Nesreddîn Xoce bi kerê xwa hatiye u li ber dêrî sekeniye.

Sonntag, 6. Februar 2011

Kurdistan’a Baśur, Tirkî- U Tirkheziya Bi Lanet!

Wextê min yê hîro źi derî bîskîlet haźotin u beza paś nîvroyê, bi tevayî li malê derbaz.
Her ćendî min odeya xwa bi giśtî sereraśt kirî bibe źî, hîn źî hurik-murikên ku li derudorê li min beloq dikin, min nekaniya ćareser bikim.
Bi destura xwadê ez ê sibeh dîsan bela xwa careke lê bidim.
*
Li Misir’ê H. Mubarek hîn źî dest źi ciyê xwa bernedaye. Lê hindek hevalên wî yên di nav partiyê da riyên xwa źi ya wî veqetandine.
*
Min hîro nućeyek li ser Kurdistan’a Baśur dîî u xwand.
Di nućeyê da tê ragiyandin ku bandora dewleta tirkan ya niźatperest li Baśur roź bi roź bêtir mezin dibe.
Bê guman, pirsgirêk ne hêza rewśa siyasî ye. Lê tirk bi ćanda xwa ha ha zorê didin xwa, daku kakilê kurdeyatiyê yê azat yê li Baśur hîn di derguśê da bifetisînin.
Bi taybetî tirk bi kultura xwa ya dagirker dest bi kuśtina spî kirine. Tê gotin ku, gava li Baśur rêzefîlmên tirkan tên weśandin, ti kes li ser kolanan namîne. Bi tevayî diketine malên xwa u li van rêzefîlmên niźatperest yên tirkan mêze dikirine.
Gelo desthilatiya li Baśur hîć serê xwa bi vê nexwaśiya berbat nahêśîne?
Ma serê wan di guhê gê da ye?
Di raśtiyê da ev nexwaśiya źibo ziman u kultura tirkan źi bakurê Kurdistan'ê tê. Bivêt-nevêt di sêrî da źî hemî partî u serokên kurdan sedemê belav buna vê siyaseta niźatperest in, di destê siyaseta dewleta tirkan da bune aleteke manîpulasiyona siyaseta niźatperest.Heta ku siyasetvanên kurd źi vê bêbextiyê nefitilin, źi kompleksên xwa rizgar nebin, ti śansa ku mirov rê li ber mirina zimanê kurdî bigire, tun e. Ango civak di serê xwa da gennî buye.
Helbet tirk pirr baś dizanin ku bi kîźan miźaran milletê kurd bikiśînin ber televîziyonan.
Gelo ćima kurt (= «kurd») bi xwa fîlmên wilo yên ku li gorî pîvanên psîkoloźiya mirov hatine amade kirin, bi ćavekî kurdîn u Kurdistan’î hatine kiśandin, ćê nakin?
Bê śik pirsgirêka kakacanan ya dravî nîn e. Heger bixwazin, dikanin van fîlman li derhênerên Emerîk’î zî bidin ćêkirin.
Herweha mafê kurdên li perćeyên din źî di vê dewlemendiya Baśur da hee ye. Źiber ku Kurdistan di dilê her kurdî da yek e u hemî kurdan źî di ber Kurdistan’ê ra bedeleke mezin daye.

Samstag, 5. Februar 2011

Hîn Źî Ereban Tiśtek Neguhart

Zêde tiśt hîro di źiyana min da pêk nehatin.
Berî nîvroyê ez u heval Newzat, em bi erebeya wî va ćun IKEAyê. Min li wir dolabek kirriya bu. Lê mixabin ku deriyê dolabê śikestiya bu. Loma źî źibo guhartinê ez meźbur mam ku dêrî bi śun da bibem.
Em di seet dudes/dewdudu u nîvan da vegeriyan.
Piśtî nîvroyê di seet hirêdes/dewsê u nîvan da min źibo seetekê wergera xwa kir u hatim malê.
Min paśê dest bi ava kirina dolabê kir. Paśê di seet śaźdes/dewśeś u nîvan da berê xwa daa bezê.
Piśtî vegera xwa min dest bi antremena xwa ya bedenćêyiyê kir. Paśê hindek nan xwar u dîsan dest bi karê xwa yê nîvće mayî kir. Heta seet desan/dehan bi vî hawî wextê min derbaz buu.
Beriya bîst deqqan źî źi meśa xwa ya hêvarê vegeriyam.
*
Mixabin ku hîro li Suriye’yê ti meś u protest ćênebun. Li gorî ragiyandinên roźnamevanan, hîn tirseke mezin di nav millet da mewcut bibuye. Herweha dewleta Suriye’yê millet bi tundî tehdît kiriye. Her ćendî di înternetê da banga protestan hatiye kirin źî, źi derî ćend komên bićuk ti kes derneketine ser kolanan.
Ez dibêźim źi sebebên vê yekê yek źî hîn ćareser nebuna rewśa li Misir’ê ye. Heger ez śaś nebim, piśtî ćareser buna meselê, ango piśtî ćareser kirina sîstema Husnu Mubarek ya dîktatorane, ewdê li welatên din źî protest werin berfireh kirin.
Bê guman xeternakiya ku ev protestana di kakilê xwa da werin kuśtin źî, hee ne.
Loma źî divêt mirov pirr bi baldarî tevbigere, protestan nede fetisandin.
Lê li hêla din źî dibe ku dereng xistina van protestana bandoreke neyînî li ser hêz u psîkoloźiya xelkê bike, wan źi roźevê dur bixe.
Bivê-nevê, sîstem bi xwa źî li hindek riyan digerin, źibo ku arê van ćalakiyên bi gurr bitemirînin u pêśeroźa sîstema xwa bixin bin garantiyê.
De em carekê lê bipên, ka ewdê kî źi kê źîrektir derbikeve.

Donnerstag, 3. Februar 2011

Rewśa Kurdan U Serhildanên Li Welatên Misilman

Min hîro zêde tiśt nekirin. Tenê berî nîvroyê źibo seetekê werger kir.
Paśê min heta seet 19an li malê qutiyên xwa yên ku min doh kirriya bun, yek bi yek źi pakêtên xwa derxistin u ew ćêkirin.
Di seet heftan da cara yekem ćum «xêr hatina» nav partiya SPê.
Nêzîkî du seet u nîvan li wir mam. Di vê «xêr hatinê» da min kećeke źi Dêrsim’ê źî nas kir. Lê me qet bi hevdu ra deng nekir. Gava ćuu źî, bi tirkî oxira xwa źi min xwast. Min źî bi elmenî got: «Ma tu bi kurdî dizanî?».
Wê źî got: «Ez bi zazakî dizanim», paśê źî źi dêrî derket u ćuu.
*
Li gorî nućeyên hîro rewśa li Misir’ê xerabtir buye. Heta niha ćend meśvan źî hatine kuśtin. Bi sedan birîndar hee bune.
Lê Husnu Mubarek‘ê dîktator hîn źî bi taxima xwa va li ber xwa dide. Bi fikra polîtolog u roźnamevanan, wextê Mubarek bi paś da diheźmêre. Reva wî kêm-zêde bi derbaz buna demê va girêdayî ye.
Li hêla din ćavên raya giśtî li meśa sibehê ya li Suriye’yê ye.
Bê guman rewśa siyasî ya li Suriye’yê kurdan źî źi nêzîk va eleqeder dike. Li vî perćeyê bićuk nêzîkî ćar mîlyon kurt hee ne (ne «kurd»! Lê «kurt + vokal» = «kurd + Vokal», wekî mînak «kurt + î» = kurd-î»), lê mafê ti kurdekî źî tun e ku wekî însan biźî. Kurt źi herêmên xwa tên derxistin. Li deverên ku bi cih in, ereban tînin bi śund dikin. Polîsên dewleta Bees bi hezar u yek fêlbaziyan kurdan direvînin, śkenceyan li wan dikin u pêra dikuźin...
Loma źî ez ê sibeh bi ćar ćavan li bendê bibim, ka li vî welatê dîktatorane ewdê ći pêk were.
Li Îran’ê źixwa rewś nebaś e. Dibe ku ev raperînên li welatên ereban pêleke nuh li Îran’ê źî derbixinin.
Lê halê dewleta tirkan ewdê źi van protesteyan ćiqes nasîbê xwa bigire, hîn ne diyar e.
Bê śik di protestoyên li Tirkiye, Îran u Suriye’yê kurt źî ewdê roleke bingehîn bilîzin. Ya raśt meźbur in źî. Dîrok hertim li mirov nakenne u bi ćoyekî efsunî derfetên wilo zêrîn pêśkeś nake.

Li Welatên Erebên Totalîter Civak Sor Dibin

Ez hîro nîvroyê derketim der u ćum bezê.
Di seet sisiyan da min źibo du seetan werger li Klînîka Psîxiyatrî’yê kir u hatim malê.
Min xwarineke bi lez amade kir. Ya raśt, min «Lasagne»ya Îtalya’yî xiste nav firinê, seleteyek amade kir u bi hev ra xwar.
Paśê min dest bi ava kirina dolaba xwa ya ku min doh kirriya bu, kir.
Piśtî ku min dolap ava kir u dor hate dêrî, de ez îcar ći bibînim baś e? Camê dêrî tew buye wekî xwalî. Wey xwalî li serê min bibe. Ez ê sibeh carekê telefon bikim, ka camêr ći dibêźin.
Gava din źi gerra xwa ya hêvarê vegerriyam. Hewe wekî doh hiśk nebu. Ez bawer dikim ewdê dawiya vê heftê germ bibe, ango heta 8 pileyan derbikeve.
*
Di nav nućeyên hîro da gelek tiśtên balkêś he bun.
Li Misir’ê rewśa siyasî u civakî bêtir tuź dibe. Lê Husnu Mubarek hez nake ku dest źi erka xwa berbide. Hîro piśtgirên H. Mubarek u serhildêr li hev ketine u gelek meriv birîndar bune.
Li hêla din sekreterê giśtî yê desteya zanayên îslamî yê li İraq’ê, Haris Zarî, di hevpeyvîneke telefonî da ligel roźnameya Rûdaw‘ê gotiye: «Li gorî ayetên Qur’an‘ê u hadîsên pêxember, her kurdê ku daxwaza cuda bunê źi İraq‘ê bike, kafir e.».
De were li ber xwa nekeve u porê xwa rut neke, ya xwadê!
Ez bi xwa nizanim ku ka di kîźan ayeta Qur’an’ê da gotineke husan he ye, pêxemberê ereban kengê hadîsek wilo haniye zimên? Lê di raśtiyê da pêxemberê ereban ći gotiye yan źî negotiye, ma ći eleqeya xwa bi kurdan ra he ye?! Helbet tiśtekî weha źî tun e.
Carê bala xwa bidin vê ecêbê, camêr hew dikane bi fikreke zanyarî u siyasî li ser miźarê hur bibe, li śuna wê bi gotinên beredayî, exlaqî u dîndarî dixwaze serê kurdan bi kurtana ereban va girê bide, daku milletê kurd bila hîn ćend hezar salên din źibo van śarlatanan kerîtiyê bike.

Mittwoch, 2. Februar 2011

Roźa Ku Bi Ćareser Kirina Kêmasiyan Derbaz Buu

De bila bi navê yezdanê mezin u pîroź, bi navê pêxember Zerdeśt bibe, ev e ez hîro bi kompîtura xwe ya nuh dest bi nivîsînê dikim.
Hîro hêvarî cîgerim Heyder hate ba min u proxrama Windows 7ê li kompîtura min bar kir.
De bila xwedê źê razî bibe. Bila heftê u heft horiyan źê ra amade bike li bihiśta qedîm :-).
Meseleya min ya hîro ewqas dirêź nîn e.
Min berî nîvroyê ćuu qendî seetekê werger kir u hatim, ango di seet yekdes/dewyek u nîvan da li malê bum.
Paśê heval Nevzat di seet hirîdesan/dewsisiyan da bi erebeya xwe hate mala min, em bi hev ra ćun u me hindek tiśtên ku pêwîstiya min pê he bun, kirriyan.
Em di seet heftdesan/dewheftan da bi śun da hatin, me tiśtên min bi lez źi erebê daxistin u heval Nevzat dîsan bi lez ćuu mala xwe. Kekê min yê reben ewdê di seet heźdesan/dewheśtan da dîsan li ba karê xwe bibuya, yanî ewdê bićuya restorenta xwe u dest bi karê xwe yê danê hêvarê bikira.
Min tiśtên xwe bi lez derxistin źor u hanîn kirin mala xwe.
Gava min li e-mailên xwe mêze kir, min dîî ku ha heval Heyder źi min ra nućeyek śandiye u dixwaze were ba min u Windows 7ê lê bar bike.
Êêê, kêfa min hat. Loma źî min bi lez bersîva wî daa u got, fermo śekerim, fermo lo.
Heyder di nodes/dewneh u nîvan da hate mala min. Min heta hatina wî xwarineke basît amade kir - ez u xwarin, ya staaar -.
Me xwarina xwe bi hev ra xwar. Dawiyê Heyder karê xwe di ćend deqqan da xelas kir u di seet bîst u duduyan da ćuu mala xwe.
Ez źî pêra ćum meśa xwe ya hêvarê u hatim. Paśê min ferafol śuśtin, mase paa/paqiź kir u hatim li ber kompîtura xwe runiśtim.
Aha welle, ćîroka min ya hîro ev e.
Lê di raśtiyê da min dixwast ez li ser miźareke din ya ku hîro di Facebook’ê da pêk hatî bu, bisekinim.
Xwedê mezin e, dibe ku ez sibeh li ser wê bisekinim.

Dienstag, 1. Februar 2011

Germayiya Siyaseta Li Kurdistan’a Baśur

Źiber heweya sar ez hîro nećum bezê. Ango min hîć sport nekir.
Piśtî nîvroyê źibo seetekê ćum wergerê u hatim.
Źê pê va min wextê xwe bi giśtî li malê derbaz kir.
Beriya pênc deqqan źî źi meśa xwe ya hêvarê vegeriyam.

Min carekê li medyaya kurdî nihêriya, lê min li gorî xwe tiśtekî balkêś nediya.
Rewśa siyaseta li Kurdistan’a Baśur hindekî di nav kelecaniyekê da ye.
Nośîrwan Mistefe bi gotineke pirr bê îdraq roźeva hemî perćeyên Kurdistan’ê tevlihev kir. Heger ne śaś bibim, tirseke mezin bi hemî kurdan girt. Źi vê normaltir źî nikane tiśtek bibe. Keda bi sedan salan, erda ku bi sed hezaran mêrxasên kurd bi xwe ra girtiye u xistiye bin axê, źan u hêśa ku ev bi hezar salan e tê kiśandin, źibo kêfa śexsekî ne bes buye, îcar kekê me dixwaze vî perćeyê bićuk yê azat hilweśîne u dilê diźminên milletê kurd bi sedan salan bextiyar bike.
Źi vê bê îmantir nikane tiśtekî din he bibe.
Ma kîźan kurdê xwedî îdraq, kîźan însanê bi pićekî cîger bobelatiyeke husan bê wîźdan dixwaze?
Bê guman haya min źi siyaseta ku li Kurdistan’a Baśur tê meśandin tun e. Baśî u nebaśiyên li hêra ći ne, ći nîn in, ez nizanim. Dibe ku kêmasiyên gelek mezin źî he bibin. Lê ew nayê wê mahnê ku meriv rabibe bi hizrên diźminane vê «zarokê bîst salî» - ku dorbedor bi diźminan hatiye girtin - bikuźe.
Li hemî welatên li ser vê erdê pirsgirêk he ne, her he bun, ewdê he bibin źî.
Źiyan bi xwe pirsgirêkek e. Źibo ku pirsgirêk nebin, divêt źiyana heyî ya di nav xwezayê da nebe, ango tune bibe.
Ma kîźan ereb, tirk, faris, emerîkî, ćînî, rusî, elmen, înglîz u hwd. źiber pirsgirêkên civakî dixwaze neteweya xwe tune bike bi xwedê?
Mesele li Baśur mafê kurmancan ya perwerdeya bi kurmancî nayê dayîn, bi hezar lîstikên bê edep siyaseteke pirr gemar li hemberî kurmancan tê meśandin.
Lê dîsan źî min qet nehaniye bîra xwe ku ez Baśur hilweśînim, yan źî bi hilweśîna wî śaa bibim.
Zu yan źî dereng, bi baśî yan źî xirabî, em meźbur in ku van bobelatiyên heyî źi holê rabikin, em ê rabikin źî.
Lê paśê ewdê pirsgirêkên nuh u din derbikevim.
U ew źî bi xêr u xweśî hatine.