Donnerstag, 3. Februar 2011

Rewśa Kurdan U Serhildanên Li Welatên Misilman

Min hîro zêde tiśt nekirin. Tenê berî nîvroyê źibo seetekê werger kir.
Paśê min heta seet 19an li malê qutiyên xwa yên ku min doh kirriya bun, yek bi yek źi pakêtên xwa derxistin u ew ćêkirin.
Di seet heftan da cara yekem ćum «xêr hatina» nav partiya SPê.
Nêzîkî du seet u nîvan li wir mam. Di vê «xêr hatinê» da min kećeke źi Dêrsim’ê źî nas kir. Lê me qet bi hevdu ra deng nekir. Gava ćuu źî, bi tirkî oxira xwa źi min xwast. Min źî bi elmenî got: «Ma tu bi kurdî dizanî?».
Wê źî got: «Ez bi zazakî dizanim», paśê źî źi dêrî derket u ćuu.
*
Li gorî nućeyên hîro rewśa li Misir’ê xerabtir buye. Heta niha ćend meśvan źî hatine kuśtin. Bi sedan birîndar hee bune.
Lê Husnu Mubarek‘ê dîktator hîn źî bi taxima xwa va li ber xwa dide. Bi fikra polîtolog u roźnamevanan, wextê Mubarek bi paś da diheźmêre. Reva wî kêm-zêde bi derbaz buna demê va girêdayî ye.
Li hêla din ćavên raya giśtî li meśa sibehê ya li Suriye’yê ye.
Bê guman rewśa siyasî ya li Suriye’yê kurdan źî źi nêzîk va eleqeder dike. Li vî perćeyê bićuk nêzîkî ćar mîlyon kurt hee ne (ne «kurd»! Lê «kurt + vokal» = «kurd + Vokal», wekî mînak «kurt + î» = kurd-î»), lê mafê ti kurdekî źî tun e ku wekî însan biźî. Kurt źi herêmên xwa tên derxistin. Li deverên ku bi cih in, ereban tînin bi śund dikin. Polîsên dewleta Bees bi hezar u yek fêlbaziyan kurdan direvînin, śkenceyan li wan dikin u pêra dikuźin...
Loma źî ez ê sibeh bi ćar ćavan li bendê bibim, ka li vî welatê dîktatorane ewdê ći pêk were.
Li Îran’ê źixwa rewś nebaś e. Dibe ku ev raperînên li welatên ereban pêleke nuh li Îran’ê źî derbixinin.
Lê halê dewleta tirkan ewdê źi van protesteyan ćiqes nasîbê xwa bigire, hîn ne diyar e.
Bê śik di protestoyên li Tirkiye, Îran u Suriye’yê kurt źî ewdê roleke bingehîn bilîzin. Ya raśt meźbur in źî. Dîrok hertim li mirov nakenne u bi ćoyekî efsunî derfetên wilo zêrîn pêśkeś nake.

Keine Kommentare: