Roźa min hindekî berhewa derbaz buu u ćuu.
Min kar u barê xwa yê li ba zangehê nekanî ćareser bikim. Ez ê sibeh pê miźul bibim.
Hîro nîvro qendî seetekê ćum bezê. Sporta ku min hîro kiriye źî, tevda ev e.
Paśê min źi seet 15an heta 17an werger kir. Piśtî wergerê źî raśteraśt hatim mala xwe.
Gotara min ya li ser peyva «arî/aryan» ya ku min berî du mehan źi amidakurd.com’ê ra śandî bu, andêrê di ser serrupela malperê da bi raśtî dernakeve, ango peyvên ku min bi xwarkî nivisiyane, xuya nabin.
Źiber vê yekê źî heval Rêzan źi min xwast ku ez carekê źî bi kompîtura xwa lê bar bikim, daku ev bikanî bibin fam bikin, ka pirsgirêk li ku ye u di ći da ye.
Lê piśtî ku min her tiśt li gorî talîmatên wî ćêkir, rewś bêtir xirab buu. Îcar PDFeyên ku min li «server»ê bar kirin źî, li ba wî xuya nedibun.
Heta vê gavê źî mesele ćareser nebuye.
Ka ćareser dibe yan źî nabe, ne bellî ye.
Ê tabî serê min źî bi têra xwa tevlihev buu. Loma ez berî seetekê bi bez ćum supermarketa li ba mala min u min źi xwa ra ava «cranberry» kirriya, źibo ku ez hindekî stresa vê meselê źi xwa bavêźim.
Êêê, helbet min pasteyeke sêvan źî kirriya. Aniha di firinê da sor dibe dînime îmanime . Piśtî ku min źê xwar, ez ê źi xwa u xwadê razî derkevim der u herrim gerra xwa ya vê hêvarê.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen