Ez li źêr nivîsa źi pêśgotina kovara Mantʰrā̆-n didim.
Bi dêhna min, źiber naveroka xwa taybet ya li ser Roźa/Ceźna Dengbêźî u Ćîrokbêźiyê, dê bibe nîśeyeke pićuk źibo ćîroka van roźan.
– Mantʰrā̆-n –
Di kovara Mantʰrā̆-n ‘lavij-nas/lavij-bêj, methelok-nas/methelok-bêj’ da dê bi taybet û gis̰tî lêkolîn û gotarên di derbarê kevines̰opiya mantʰra- û man-tʰrān’iyê da werin vekolîn û belav kirin. Ev kevines̰opiya hanê ya ji serdema Proto-Arî û Proto-Îndo-Ewrupî, ji bilî c̰anda Kurdî, li ba xelkên din yên Arî û Îndo-Ewrupî ji berî bi hezaran salan bi tevayî henda bûye. Di serdema Yunanistan’a kevin da Homer kesê dawî yê vê kevines̰opiyê bû. Di kovara Mantʰra-n da em ê bi taybet bala xwa bidine têgehên zmanî, ayînî û hunerî yên ji serdemên kevin. Hewldana me dê bi zêdeyî li ser vegotin û pêkhatina van têgehan bibe û em ê ciyekî radî bidine mijarên dengnasiyî (~ phonolojiyî), watenasiyî (~ semantiyî), tes̰enasiyî (~ morpholojiyî), bêjenasiyî (~ etymolojiyî), civaknasiyî (sosyolojiyî), ethnolojiyî, c̰andî, dînî, hunerî, wêjeyî, mîstîzmî û hwd. Di vê hejmara yekem ya kovarê da bi gis̰tî ev lêkolînên gotarî yên hanê tê da hatinn b’ cî kirin:
‣ Gotara li ser m̨aϑra- û m̨aϑrān- û lavijên di Avesta’yê da,
‣ Di Avesta’yê da bikarhanîna m̨aϑra- û m̨aϑrān di dermankariyê da,
‣ Lêkolîna (bi Elmanî ya) li ser ātar- ‘Ātar; ar/agir’.
Ev her sê lêkolînên di kovara Mantʰra-n da bêguman mijarên pirr freh yên dîrokî nee, lê li vir di formateke pirr kurt da hatine amade kirin.
Bi minesebeta derketina vê hejmara 1em ya kovara Mantʰra-n em hêvî dikin ku ev kevines̰opiya bi hezaran salan ya di nav xelkê Kurd da dubare bibe sebeb ku Kurd l’ van heebûnên xwa yên efsaneyî vegerrin. C̰anda dengbêjiyê yekser ji vê kaniya mantʰra-n’iya bi bereket tê û hîna jî heebûna xwa di bin navê dengbêj-î-yê da didomîne. Lê pêdivî bi vegerreke henun hee yee, his̰mendiyeke c̰andî û netewî hee yee. Jibo ku Kurd ji kaniya malê nebin, pêdivî bi vedana vê mijarê hee yee. Gotinên di vê niyaza vekirî da ew ee ku, roja c̰ûyina ser dilovaniya xwa ya S̰akiro, 5ê hezîranê, bibe roja dengbêjiyê ~ cejna dengbêjiyê. Xusussiyetên vê rojê û yên di Zaratʰuštra’yiyê da putepêdaniyeke jidil zerurî dike. Di Zaratʰuštra’yiyê da di her pênc salan da carekê jibo pênc rojan rojên jibervaxwandinên Gātʰā’yan dihatinn bi rê va birin – helbet bi tevî gelek hurgiliyên cihê yên ayînî û wêjeyî –, ji derî roja/cejna dengbêjiyê ya salane, ev konseptên kevines̰opiyî dikarin di dawiya her pênc salî da carekê bibine mijarên c̰alakiyên cihê bi cihê di roja dengbêjiyê da. Handana hafrîneriya hunerî ya di van rojan da bêguman dê bi xwa ra ges̰bûneke xwas̰ bihafrîne. Bi heman hes̰yarî û his̰mendiya c̰andî û wêjeyî divê roja/cejna c̰îrokbêj-î-yê (/rawîtiyê) ya di roja mirina Evdal’ê Zeynik’ê da were orxenîze kirin û ragiyandin, bi taybet jibo zarokên Kurd û bi Kurdî. Dîsan li seranserê Kurdis-tan’ê dikarin rojên taybet yên herêmî rojên/cejnên dengbêj-î û c̰îrokbêj-î-yê jibo dengbêj û c̰irokbêjên ku xizmeteke hêjan jibo zman, c̰and û wêjeya Kurdî kirine, rêk û pêk werin l’ dar xistin di bin navên dezgehên prîvat û netewî da.
Bila 5ê Hezîranê yê roja û cejna dengbêjiyê l’ xelkê Kurd û Kurdistan’ê pîroj be!
Beyhanî S̰ahîn
1ê îlonê 2026
Rêvaberiya Kovarê Wes̰anên NA
Têrêser/edîtor Beyhanî S̰ahîn
Têkilî zarathushtrah@gmail.com





















