Freitag, 6. November 2026

Roźa/Ceźna Dengbêźî u Ćîrokbêźiyê


Di van hefteyên dawiyê da ez u Înstîtuta Kurdî - Swîre gelek caran bi hev ra ketin nav têkiliyê. 17ê meha cotmeha 2026an civîneke me ya online’î źî bi hev ra ćêbu.

Di 1ê îlona 2026an da kovara «Manthra-n» derketî bu. Min di kovarê da ev hizra xwa ya bi salan di pêśgotina kovarê da źibo raya giśtî ya Kurd pêśniyaz kir:

1.   Roźa/Ceźna Dengbêźiyê

2.   Roźa/Ceźna Ćîrokbêźiyê.

Paśê min daxuyaniya vê proźeyê nivîsî u źi Înstîtuta Kurdî ra śand. Înstîtuta Kurdí, di bin rêvaberiya Dr. Zerdeşt Haco da, daxuyaniya xwa amade kir.

Ez li źêr pêśta daxuyaniya min u dura źî ya Înstîtuta Kurdî - Swîsrê’yê belav dikim.




Daxuyaniya min:


Vexwandina jibo Projeya Roja/Cejna Dengbêjî û C̰îrokbêjiyê


Ji demeke drêj va yee ku em weke Înstîtuta Kurdî ya Swîsre’yê li ser ragiyandina du mijarên c̰andî, wêjeyî û dîrokî di nav hewldanan da bûnn. Mebesta me ya sereke ragiyandina

(1)  Roja/Cejna Dengbêjiyê û

(2)  Roja/Cejna C̰îrokbêjiyê bû.

Ev her du mijarên wêjeyî û hunerî yên di nav c̰anda Kurdî da heta serdema xelkê Proto-Kurdî, Proto-Arî û Proto-Îndo-Ewrupî  b’ s̰unda vedigerrin. Lê berî bi hezaran salan di nav xelkên din yên Îndo-Ewrupî da bi gis̰tî henda bûne. Li ba xelkê Yunan kesên dawiyê yên ku bi vê wêje û hunerê ra rabûyî bûnn, Homer û Hesiod bûnn.

C̰anda dengbêjiyê yekser ji kaniya mantʰran’iya bi bereket ya di Avesta’yê da tê û hîna jî heebûna xwa di bin navê dengbêjîyê da didomîne. Lê pêdivî bi vegerreke henun hee yee, his̰mendiyeke c̰andî û netewî hee yee. Jibo ku Kurd ji kaniya malê nebin, pêdivî bi vedana vê mijarê hee yee. Gotinên di vê niyaza vekirî da ew inn ku, roja c̰ûyina ser dilovaniya xwa ya S̰akiro, 5ê hezîranê, bibe Roja Dengbêjiyê ~ Cejna Dengbêjiyê. Xusussiyetên vê rojê û yên di Zerdes̰t’iyê da putepêdaniyeke jidil zerurî dike. Di Zerdes̰t’iyê da di her pênc salan da carekê jibo pênc rojan rojên jibervaxwandinên Gātʰā’yan dihatinn bi rê va birin – helbet bi tevî gelek hurgiliyên cihê yên ayînî û wêjeyî –, ji derî roja/cejna dengbêjiyê ya salane, ev konseptên kevines̰opiyî dikarin di dawiya her pênc salî da carekê bibine mijarên c̰alakiyên cihê bi cihê di roja dengbêjiyê da. Handana hafrîneriya hunerî ya di van rojan da bêguman dê bi xwa ra ges̰bûneke xwas̰ bihafrîne.

Bi heman hes̰yarî û his̰mendiya c̰andî û wêjeyî divê Roja/Cejna C̰îrokbêjiyê (/rawîtiyê) di 15ê adarê da were orxenîze kirin (bi navê Evdal’ê Zeynik’ê), bi taybet jibo zarokên Kurd û bi Kurdî.

Dîsan li seranserê Kurdistan’ê dikarin rojên taybet yên herêmî rojên/cejnên dengbêjî û c̰îrokbêjîyê jibo dengbêj û c̰îrokbêjên ku xizmeteke hêjan jibo zman, c̰and û wêjeya Kurdî kirine, rêk û pêk werin l’ dar xistin di bin navên dezgehên prîvat û netewî da.

Em bi vê daxuyaniya c̰apemeniyê ya gis̰tî s̰exs û dezgehên Kurdî jidil vedixwînin nav vê projeya netewî. Jibo ges̰kirina zman, c̰and u hunera Kurdî projeyên netewî yên daîmî bêguman milkê milletekî bi xwa nee. Em weke komîteya birêvabir bi hêvî nee ku dê s̰exs û dezgehên Kurdî di van her du projeyan da bi hewldana xwa ya netewî xwadîtiyê lê bikin.

Civîna gis̰tî ya bi bes̰dariya hemî pis̰tevanên van her du projeyan dê di 12.12.2026an da online were l’ dar xistin (seet: 15:00 [Ewrupe], 17:00 [Kurdistan]; zman: Kurdî).

Bila 5ê Hezîranê, Roja û Cejna Dengbêjiyê, l’ xelkê Kurd û Kurdistan’ê pîroj be!

Bila 15ê Adarê, Roja û Cejna C̰îrokbêjiyê, l’ xelkê Kurd û Kurdistan’ê pîroj be!



Daxuyaniya Înstîtuta Kurdî - Swîsre:


Vexwandina jibo Projeya Roja/Cejna Dengbêjî û C̰îrokbêjiyê


Ev demek e, ku em weke Instîtuta Kurdî – Swîsre ji bo lidarxistina du çalakiyên çandî di nav hewldanan de ne. Mebesta me ya sereke ev e:

    1. Lidarxistina “Roja/Cejna Dengbêjiyê”,

    2. Lidarxistina “Roja/Cejna Çîrokbêjiyê”.

Ev her du şêweyên hunerî li serdema proto-kurdî, proto-arî û proto-hindûewropî vedigerin. Ev huner di nav gelên din ên hindûewropî de bi giştî wenda bûne. Li ba Yewnanan kesên dawî yên ku bi vê hunerê rabûne, Homer û Hesiod in. Çanda dengbêjiyê rasterast ji manthran’iya di Avestayê de tê û hebûna xwe hîn jî di dengbêjiya me de parastiye. Ev yek dewlemendiyeke taybetî ya neteweya me ye. Ji bo ku Kurd ji kaniyên xwe yên resen neqetin, pêdivî bi xwedîlêderketin û geşepêdana van huneran heye. Daxwaza me di vê banga me ya vekirî de ew e, ku roja koçkirina Şakiro, ango 5ê Hezîranê, bibe Roja Dengbêjiyê. Di Zerdeştiyê de her serê pênc salan carekê ji bo pênc rojan xwendina jiber ya Gāthāyan dihate birêvebirin. Bi heman hişmendiyê wê baş be, heger Roja Çîrokbêjiyê di 15ê Adarê de (ew jî bi navê Evdalê Zeynikê) were lidarxistin, bi taybet ji bo zarokên kurd. Ev rojên/cejnên dengbêjî û çîrokbêjiyê divê him li Kurdistan him jî li derveyî Kurdistanê werine birêxistin. Em bi vê daxuyaniya çapemeniyê her kesî û her rêxistineke kurdî ji dil vedixwînin nav vê projeya parastina çanda me ya neteweyî. 

Di 12.12.2026an de wê li ser Internetê (bi Zoomê) demjimêr: 15:00 Ewropa, 17:00 Kurdistan civîna pêşî were li darxistin. Di civînê de em ê bîr û baweriyên xwe bi hev re biguherin û komîteyeke berpirsiyar hilbijêrin.

Girêdanka Zoom’ê:

https://us02web.zoom.us/j/87255397102 

Em bi hêvî ne, ku kes û saziyên me wê xwedî li çanda xwe derkevin û di vê projeyê de bi çalakî cih bigirin.

Bila 5ê Hezîranê, Roja Dengbêjiyê, li gelê Kurd û li Kurdistanê pîroz be!

Bila 15ê Adarê, Roja Çîrokbêjiyê, li gelê Kurd û li Kurdistanê pîroz be!

Înstîtuta Kurdî – Swîsre








Keine Kommentare: