Donnerstag, 27. Februar 2014

Tew Tew Tew, Źi Piśtî Azadiyê Dê Zmanê Kurdî Xelas Bikin!


Di dema xwa ya berê da kesî behsa zmanê xwa nedikir.
Yanî behsa zmanê kurdî nedikir.
Bi qewla Lotikxane’yê, źixwa źi xirrê ti partiyekê va nebu.
Tabî hîn źî xema ti partiyeke qaśo kurd nîn e.
Lê dîsan źî gelek kesên serbixwa u ćend kesên dilsoź yên zmanê kurdî yên ku di nav van partiyan da tiśtina dikin, dilê xwa di ber zmanê kurdî ra diśewitînin, hee ne.
Yanî kar u barê ku divêt van partiyan bigirta ser xwa, plen u proźeyên bi zmanê kurdî va girêdayî bidina amade kirin, van canikan girtinne ser xwa.
Tabî ev partî bi ser da źî rê nadin ku ew ćend DonKîśot'ên me yên bê derpî śerrê zmanê xwa mezintir bikin.
Helbet hemî partiyên li bakurê Kurdistan'ê eynî śorbe u taśeron in.
Yek źi yê din qasî gremekê źî baśtir nîn e.


Min dixwast werim ser gotineke din ya ku ez carina di înternêtê da dibînim.
Van canikên me îcar rabunne u dibêźin: «Heta ku Kurdistan azat nebe, zmanê kurdî wekî zmanê perwerdeyê neyê bi kar anîn, ti śensa xelasiya zmanê kurdî tun e...».
Źi bîr nekin, van canikên me li dor maseyan bi wan ehmeqiyên beredayî roź derbaz nabe ku cîhanê xelas nekin.
Bêguman canikên me di rastiyê da tercumeya ruhên xwa yên têkćuyî dikin.
Lê ev nayê wê mehnê ku pêwistiya zmanê kurdî bi perwerdeyê tun e.
Bîlekîs, him źî pirr zerurî ye (him bi xwa nakin, him źî dikin zirrezirr! Li benda tirkên xwa yên tecawîzcî manne!).
Mesele śexsiyeta van canikan e.
Źi meseleya netewebunê, źi zeruriyeta zmanê netewî, źi parastina zmanê netewî ti tiśt fam nekirinne.
Bi temamî di bin menîpulesiyonên diźminên heram da manne, ha ha ênerźiya milletê kurd qurban dikin.
Bi salan van canikan bi zmanê tirkên qewad digel MÎTa tirkan xelkê kurd asîmîle kirinn.
Hîn źî bi kelecanî dikin.
Lê źiyan e, carina bi ćakuća xwa di serê meriv da dikute.
Źi van canikên me ćend heb canik aniha dibînin ku bi salan zmanê ku hatiye asîmîle kirin, êdî meriv nikare bi hêsanî vebigerrîne źiyanê.
Źixwa birryarek u hewldaneke hilo siyasî źî li holê tun e.
Tabî divêt meriv źi bîr neke, hîn źî ev canikên me nikarin dev źi zmanê tirkên xwa berbidin.

El wîcdan, kurd bi sedan u hezaran salan di bin zilm u zordariyê da mann, kurd ne xwadî desthilat bunn, zmanê kurdî ne zmanê fermî u dewletê bu, lê dîsan źî kurd tune nebunn, źiber ku kurdan her u her zmanê xwa bi kar haniyann.
Heger kurd źi berî bi sedan salan, źi berî bi hezar salan li benda «azadbuna Kurdistan‘ê» bimanna, zmanên diźminan bi kar b’aniyanna, ewê aniha tenê kurdek źî li seranserê cîhanê nemayî bibuya.

Yanî bi kurtî u kurmancî, parastina zmanê xwa ya dayikê di nav xwezayê da di ser her tiśtî ra ye, di ser hemî azadiyan ra ye.

Zman ...


Dienstag, 25. Februar 2014

Îlana Kurdistan’a Serbixwa Zeruriyeteke Esasî Ye


Di nav van demên dawiyê da di navbera hukumeta baśurê Kurdistan u Êraq’ê da śerrekî dîplometîk dest pê kiriye.
Hukumeta li Bexda’yê, ango hukumeta Malîk’ê qewad bi hîle u fenên xwa dixwaze piśta hukumeta baśurê Kurdistan’ê l erdê bixe.
Bêguman di vê meselê da her tiśt li ser tunekirina mafên xelkê kurd u Kurdistan’ê hatiye ava kirin.
Loma źî vê gavê dahatiya źi petrolê ya ku mafê Kurdistan’ê ye bi zanîn nadin, daku li Kurdistan’ê źi hêla siyasî va di nav kurdan da teśxeleyan derbixin.
Bi vê miźarê va girêdayî min hîro di nućeyekê da hevpeyvîna bi temsîldarê baśurê Kurdistan’ê yê li Bexda’yê bi Mueyed Teyîb ra xwand.

Xalê me li ciyekî hilo dibêźe:

«Bêguman konfederalî bo Kurdistanê ji federaliyê baştir e, lê konfederalî jî ligel Bexdayê dîsan dibe pirsgirêk, lewra baştirîn çareserî ew e ku Herêma Kurdistanê li dewleteke serbixwe bifikire.».

Rast e, heta ku kurd źi bin desthilatdariya diźminên xwa derneketinne, ne pêkan e ku kurd bikarin źiyaneke aram derbaz bikin.
Tevî ku ev wekî av u hewayê rast e źî, lê pêkanîna vê yekê ne hêsan e.
Dibe ku hêza kurdan ya siyasî, ekonomîk u leśkerî bi têra xwa hee’ ’be, dibe ku kurd bikarin xwa bê mesele u bê kêmasî îdare źî bikin, …
Lê heta ku dinyeyê kurd qebul nekiriye, ti śensê vê yekê tun e.
Tabî haya min źi dîplomesiya ku hatiye kirin, źi naveroka axaftinên ku bi dewletên din ra hatinne kirin, tun e.
Hêviya min ew e ku li ser vê yekê bi dewletên mezin ra bazarî hatî 'be kirin.
Herê, ez źî wekî xalê me Mueyed difikirim, divêt kurd l «dewleteke serbixwa bifikirin».

Ti heywan u însan nikare bi tevî hestiyên li ber deriyên qetîl u tecawîzciyên xwa heebuna xwa ya di nav xwezayê da daîm bike.

Montag, 24. Februar 2014

Nêzîkbuna Hilbiźartinan U Terreturreyên Beredayî


Aha ev e bihar hat.
Tabî li Kurdistan u Enetolî'yê źî dema hilbiźartinan nêzîk dibe.
Partî ketinne gewriya hevdu.
Ti bê baviyê li paś xwa nahêlin.
Mîna keftarên heram li benda śemitandina nîgê hevdu ne.
BDP źî dixwaze li ser vê bazarê ćend pariyan daxîne mîdeya xwa.
Bi kemalîstan ra ha ha lotikan tavêźe.


Źixwa ne pêwist e ku meriv BDPê wekî partiyeke kurd qebul bike.
Têkćunne, binketinne.
Di van bîst salên dawiyê da nekariyann ćend dengan źî zêde bikin.
Lê qaśo ewê roźhilata navîn xelas bikin.
Ći elemet e kes nizane, qaśo ew rêberê ku ewê kurd, tirk, ereb, fars u hemî xelkên din xelas bikira, Kurdistan bikara milkê bavê hemiyan, dîsan di destê tirkan da ye u nikare xwa źî xelas bike.
Lê źi teoriyên vik u vala ra yek e.
Źi ber vê yekê ye ku kurdan heta aniha źî nekariyann bi navê xwa bibin xwadiyê kerekî źî.

Selahattin Demirtaś gotiye, «Kurdî zmanê me ye u Kurdistan źî welatê me ye ...» (bi xêra Qasimpaśalî îcar l peyva «kurdî u Kurdistan» źî hesiyann!).
Bêguman heger min nezanî bibuya ku ev Selahattin Demirtaś taśeronekî ćawan e, min ê bigota eferin źi te ra.
Lê taśeronekî temam e.
Bi kurdî źî nizane, pênc quruś qîmet źî heta hîro nedaye zmanê kurdî.
Bîst u ćar seetan bi zmanê qetîl u tecawîzciyên milletê kurd dike zirrezirr.
Di nav milletê kurd da wezîfeya tirkan girtiye ser xwa, ha ha milletê kurd bi tevî partiya xwa ya taśeron asîmîle dike.
Źixwa ći qas kemalîstên heram hee ne, hatinne di nav partiya mêro da cî bunne.
Bivêt nevêt, her tiśt ligorî dîrektîvên PKKê ćêdibin.
Tabî PKK źî bi dîrektîvên A. Öcalan tevdigerre.
Loma źî divêt meriv źi BDP u PKKê tiśtekî bi kurdî u Kurdistan'î nepê.

Dibêźin camêr dixwazin li roźavayê Kurdistan'ê źî alayeke nu ya taśeronan îcad bikin, daku bikarin baśtir milletê kurd źi hevdu veqetînin u rola taśerontiya xwa ya tescîllî îspat bikin.
Yanî źi ALA RENGÎN ya ku li ser xwîn u canê milletê kurd bilind buye, nefret dikin.

Lê ewê di bin xiśma dîrokê da bifetisin, ewê bibin lanetên sedsala mirî, ev diyar e.

Sonntag, 23. Februar 2014

Terreturre Mekin, Bavê mino

Berxikino

De hîro źî bila evqas 'be.
Źixwa yê/ya ku fam dike, dizane.



Samstag, 22. Februar 2014

Xaltîka Me HELLY LUV (Hêlîn) U Tehdîtên Îslamîstan


Min źi berî demekê li ser xaltîka me Hêlîn (Helly Luv) gotarek nivîsî bu.
Hun źî herhal dizanin, xaltîka me bi eslê xwa źi baśurê Kurdistan’ê ye.
Dibêźin li Emerîka’yê diźiy u stranbêź e.
Źi berî ćend heftan klîpeke xaltîka me ya bi înglîzî hatî bu belav kirin.
Tabî xaltîka me klîpa xwa li kempa penaberên li baśurê Kurdistan’ê amade kiriye.

 Lê mixabin hindek komên îslamîst yên heram rabunne xaltîka me tehdît kirinne.
Ćima ku xaltîka me ligorî aqilê wan yê lanetkirî klîpa xwa amade nekiriye.
Ya rast kêfa min bi klîpa xaltîka me hatî bu.
Di klîpê da min ne elementên hizbî, berevaźî vê yên Kurdistan’î dîtinn.
Loma źî ev tevgerra xaltîka me ciyê śanaziyê ye.
Min nućeyek di malpera «basnews»ê dît. Malper weha dibêźe:

«Di daxwiyaniyekê de bo rojnameya The Guardian a Brîtanî, Luv da zanîn ku matmayî nebûye dema hewqasî klîba wê deng vedaye û got: "Min xwest ez karekî wek şoreşê bikim, tiştek ku berê li Kurdistanê qet nehatiye kirin. Min dizanî wê deng vede."
Stranbêja Kurd wiha dibêje: "Di vîdeoyê de ji bo axaftinên min bên bihîstin sembolên bihêz wek molotof kokteyli hene. Em jinên pêşmerege, jinên bihêz in. Em ji bo serxwebûna welatê xwe têdikoşin. Ez wek Kurdekê, di wê baweriyê de me yek xeyala Kurdan heye, evna jî serxwebûn e."»


Biźî xaltîka me Hêlîn, ihi.

Haaa, aha li vir hevpeyvîneke xaltîka me bi têlevîziyona kurd Rudaw'ê ra, him 
źî bi kurmancî yaw, waweylêêê: Fermo!

Freitag, 21. Februar 2014

Roźa Zmanê Dayikê U Bêbaviya Me Kurdan!



Hîro «roźa zmanê zikmakî» bu.
Tabî di rastiyê da ev roź źibo zmanên ku bi tunebunê ra rubiru manne, girîng e.
Źixwa ti derdê zmanekî serdest ya tunebunê vê gavê tun e.
Lê dîsan źî ew zmanên desthilatdar li śuna xwa runanin u li benda tunebuna zmanên din nasekinin.
Źibo ku her tiśtî bi gerentî bikin, zilmekî mezin l zmanên din dikin, daku bila ew roźekê mezin nebin u nebin elternetîv.
Li seranserê cîhanê hemî zmanên desthilatdar vê zordariyê dikin.
Mesele źibo ku ev zmanê înglîzî bigêźe van roźan, mezin bibe u bibe zmanê cîhanê yê dan u standinê, di ber vê yekê ra bi sedan zmanên din kuśtiye u hîn źî dike.
Frens, elmen, spen, rus, fars, tirk u ereb, hemî źî di nav vê reqebetê da eynî tiśtî dikin.
Ev tevgerreke xwezayî ya herî normel e.
Źibo ku meriv bikare heebuna xwa daîm bike, mecbur e ku yên reqîp tune bike.
Lê di vir da bê baviya herî mezin ya źibo zmanên binketî, îxaneta bi destê xwa ye.
Ćawan dibe ku śexsekî aîdî zmanê binketî, zmanê nîvmirî, radibe u zmanê qetîlê xwa bi kar tîne, zmanê qetîlê xwa wekî tiśtê herî normel dibîne, pê rudine u radibe?
Ya rast heta ku milletek dest źi zmanê xwa bernede, ti hêza ku bikare wî zmanî bikuźe, tun e.
Źiber vê yekê ye ku zmanên qetîl bi hêdîka di nav zmanên binketî da xwa belav dikin, roź bi roź xwa di nav mêźiyên xelkên binketî da «meśru» dikin.
Źi piśtî ćend nifśan hêdî di wan zmanên xelkên binketî da ti mecalê nahêlin u dikuźin.
Źixwa ne pêwist e ku meriv dur herre.
Aha va ye li ber ćavên me ye, tirkên qewad heta aniha ćend zman kuśtinn...
Tabî aniha kurdî źî di nav vê pêvaźoyê ra derbaz dibe, źixwa nîvmirî kirinne źî.
Heger bi vî hawî bimeśe, bawer nakim ku źi piśtî sala 2020an em bikarin tiśtekî bikin.
Civaka me kurdan di destê tirkên niźatperest u partiyên me yên kurd da puć buye u ćuye.
Hêdî hîro kes bi kurdî napeyîve, bi hezaran beheneyan peyda dikin.
De îcar hun ê źi piśtî śeś salan ćawan kurdî l wan bidin axaftin, bavê mino?
Konseya PKKê u A. Öcalan li ber dadgeha dîrokê tawanbar in, cezaya herî sivik ewê śewata di cehnemê da 'be!

Bi vê meselê va girêdayî min hîro di Facebook'ê da, di nav komên zmanê kurdî da ev nivîs belav kir:



«Berxikino

Roźa ku kurdan dest źi wan meśên beredayî yên qaśo siyasî berdan u dest bi meś u śerrê zmanê xwa kirin, êdî xwadê źî were nikare wan tirk, fars u erebên qewad xelas bike.
Diźminên heram bala kurdan bi hemî lîstikan źi zmanê kurdî dur dixin.
Partî u siyasetvanên me yên bê namus źî ha ha kućiktiya belaś li ber deriyên wan tecawîzkaran dikin.
Bavê mino, ćima di vê roźa zmanê zikmakî da hîro erd u ezman naheźe?
Kezebino, ćima serê wan qaśo kurdên ku bi zmanê tirkên heram u bê namus dikin leqleq tam di hezar u yek ciyan da nayê pelćiqandin, ćima?
».


Donnerstag, 20. Februar 2014

Esad'ko Li Qamiślo'yê Paśatiya Xwa Îlan Kir



Herê dinyayê, herê.
Dîsan nućeyek u dîsan lotikeke bergîlkî.
Tê gotin ku hîro li Qamiślo'ya germik u nermik piśtgirên Esad'ê qewad daketinne ser kolanan u kirinne qîźźewîźź.
Tabî źibo Esad’ê heram, ne źibo bavê min u me kurdan.
Ev meś u mîtîng ne ya yekem e ku li Qamiślo’yê l dardikeve.
Berê źî pêk hatî bunn.
Źixwa mesele ne Esad e, eyarê wî qewadî bellî ye.


Lêêê ...
Mesele PKKeya ku digot u dibêźe her tiśt di bin kontrola min da ye, ye.
Canikan qaśo «sê kanton» źî îlan kirinn.
Helbet îlankirina wan kantonan bi destura Esad bu, perćeyekî siyaseta wî ya źibo civîna « Cenêvre 2» bu.
Lê ćênebu. Ti kesî pênc quruś qîmet źî nedaa PKKê, cîddî negirt, dawet nekir.
Yanî hariyariya ku Esad di vê civînê da źi PKKê dipaa, pêk nehat.
Loma źî li Qamiślo'yê lotikan tavêźe, herhal dixwaze źi PKKê ra bibêźe, «Qîmeta ku we dawetî civînekê bikin źî tun e, de îcar ez ê bi we ći bikim ...».
Temam, meś ćêbu. Me fam kir.
Lê ka PKKeya ku meśên partî u kurdên sîvîl gullebaran dikir/dike, sîvîlan pêdigire u tavêźe hepsê, śkenceyên hovane l wan dike, wan dikuźe, li ku ye?!
Ći bu?
Ćima tenê gulleyek źî neteqandinn? (bila ćewt neyê fam kirin, daxwaza min ya ku gulleyan biteqînin, tun e. Ez dixwazim di vir da tenê dubendiya heeyî b'înim zmên)
Ćima li hemberî Esad ewqas bi dostane ne u li hemberî kurdên din yên ku xwadî nêrînên din in, ewqas bi wehśet tevdigerrin?
Canikan him rê li ber pêśmerge girtin, tehdît kirinn, bernadann ku pêśmerge źi berî du salan derbazî roźavayê Kurdistan'ê bibe, him źî rabunne dibêźin «yên ku śerr dikin, em in. Hun li ku ne/bunn?».
Tabî wekî hîro, wê demê źî di bin xizmeta Esad da bunn.
Bêguman, heger PKK hêzeke kurdîn u Kurdistan'î bibuya, min ê bigota ser seran u ser ćavan, divêt hemî kurd hariyariya xwa bidinê.
Lê ne kurdîn e u ne źî Kurdistan'î ye.
Heta ku ew hêza di nav PKKê da kombuyî źi destê A. Öcalan u konseya PKKê xelas nebuye, ti xêr źê nayê.
Di van śert u mercan da ev hêza źi keć u xortên kurd li Kurdistan’ê buye hêzeke kolonyelîst bi tevî tirk, ereb u farsên niźatperest.

Buye sembola îxanetê li hemberî śehadetên milletê kurd.

Mittwoch, 19. Februar 2014

Roźeva Me Kurdan Ya Bi Zirt U Virtan



Roź derbaz nabe ku dengê tequreqan neyê.
Cîhana me kurdan buye wekî cehnem.
Li hêlekê diźminên qewad ha ha lêdidin, li hêlekê źî kurd ketinne qewriya hevdu, bê baviyên bê pîvan l hevdu dikin.

Ligorî ragiyandinan du kardarên tirkên pînc diźunên feleket l kurdan kirinne (Mehmet Cengiz u Hayreddin Ozaltin).
Van qewadana him li baśurê Kurdistan’ê bi mîlyon u mîlyaran bêrikên xwa tiźî dikin u him źî dixwazin xwîna milletê kurd vebixwin.
Źixwa tiśtekî normel e, zarokên tirkên heram źî, mezinên tirkên pînc źî eynî bê namus in.
Lê di vir da bê śerefiya me kurdan ya li hemberî van tirkên segbav sebeba herî mezin e.
Bila xwadê serê kurdan tam di hezar u yek ciyan da parî bi parî bike u xelas, herê welleh u billeh.

Min hîro di RudawTVeyê da l bernameya «2 Alî» mêze kir.
Du canik źi roźavayê Kurdistan’ê hatî bunn dawet kirin.
Bi telaq di kurdan da pićekî źî aqil nemaye.
Bi taybet canikê ku qaśo hêla PKKê temsîl dikir, ha ha dikir qîźźewîźź, rê nedida ku canikê din u moderetor Dilbixwîn źî bipeyîvin.
Mêro ha ha wekî keleśekî beredayî dixwast xwa l hevalên xwa îsapt bike.
Aqil di bin asta sifirê ra ye, lê hatiye qaśo tiśtekî temsîl dike.
Ya rast di vê bernameyê da źî bellî bu ku PKK bi reźîma Esad ra kar dike, him źî rasterast keć u xortên kurd źibo reźîmê dixe nav śerr u dide kuśtin.
Li hindek ciyên ku kurd tun in u ereb niśtecî ne, PKKê li śuna reźîmê ćuye śerr kiriye u du sed keć u xort danne kuśtin.
Mesele bi dehan kesên ku źi partiyên din in u karên siyasî dikin, havitiye hepsê.
Di vê bernameyê da careke din xuya bu ku PKK ćiqas bê perwa ye, ćiqas ćavsor e, ćiqas sextekar e, ...
Lê zu yan źî dereng ewê hêsaba van kirinên xayînane bidin. Ka ew keć u xortên kurd di ber Esad ra qurban kirin, taśerontî kirin, ći ye u ći nîn e.

Di nućeyeke din da dihat gotin ku li Amed’ê «Komeleya Pîśesaz U Karsazên Kurdistan’ê» hatiye damezirandin.
Orxenîzetor dibêźin ewê di 21ê adarê da avabuna wê îlan bikin.
Helbet ez bi vê yekê pirr kêfxwaś bum.
Hêvî u daxwaza min ew e ku di vê meselê da źî beredayiyeke ehmeqane neyê kirin.
Bi dîtina min, heta ku kurdan sîstema xwa ya îdarekirinê bi aletên xwa yên mîllî ava nekirine, ti kes nikare rê li ber tunebuna kurdan bigire.
Tabî ez aniha nizanim kî di damazirandina vê komaleyê da cî digire.
Lê hêvîdar im ku ti girêdayiyeke vê komeleyê bi PKKê ra nebe.
PKK ewê wê źî di ber ceheletiya xwa ya dema neolîtîk ra bike qurban.
Źiber ku aqil u zanîn tun e, her tiśt li ser despotîzm u faśîzma postmodern ava kiriye.
Mesele di nîviyê salên 90î da «perlementoya Kurdistan’ê ya surgunbuyî» hatî bu ava kirin.
Lê źi piśtî ku A. Öcalan hate revandin, di śevekê da tirkên qewad ew perlemento bi A. Öcalan dann girtin.
Serokê perlementoyê Yaśar Kaya bu.
Gava Yaśar Kaya wê sibehê heśyar bu’bu ku perlemento u filan u bêvan li holê tun e.
Bawer nakim ku li seranserê cîhanê faśîzm u despotîzmeke weha hustîqalind u kemalîst hatî ’be dîtin.

Vîdyoya îfadeya A. Öcalan bi temamî hatiye weśandin, yanî tirkên segbav nebirrînne.
Bi telaq meriv źi A. Öcalan ćiqas nefret bike, ne bes e.

Dienstag, 18. Februar 2014

Tequreqa Faśîzma Li Ser Redyoya «Arta-FMê li Amûdê»yê



Hewaya nerm hîn źî li vir serdestiyê dike.
Tirsa min ew e ku źiber vê nermiyê dar dest bi pelvedanê bikin, heywanên di xwezayê da źi xewa zivistanê heśyar bibin u źi kunên xwa derbikevin der.
Hêvîdar im ku paśe serma bi xiśm neyê, yan naaa, ewê heywanên feqîr tevda źî bimirin u herrin.
Źixwa van însanên bê bav kîmyeya xwezayê tarumar kirinne.

Ez werim ser nućeyeke nu ya ku min hîro xwand.
Tê gotin ku hêzên PKKê (yanî yên PYDê) li Amudê’yê hêriś birine ser redyoya «Arta-FMê li Amûdê».
Canikan bi zora ćekan redyo danne vala kirinn, paśê ketinne hundur u dest bi lêgerrînan kirinne.
Dibêźin yekîneyên PKKê dest danînne ser mêźlokên/kompîturên li dezgeha weśanê.
Tabî rê li ber girtinne u kes bernedanne hundur.
Vê gavê dibêźin hêzên PKKê redyo dorpêć kirinne u hemî kar u barên redyoyê danne sekinandin.
Di dawiya hindek hewldanan da PKKê tenê źibo ku stran werin weśandin, destur daye.
Aniha heger hêzên Esad bibunna, min ê dengê xwa dernexista, lê mixabin hêzên PKKê ne u qaśo dawa azadiya kurdan dikin.
Di nav dîrokê da bi têra xwa mînakên źibo faśîzm u despotîzma hilo hee ne.
PKKê źî bi hevîra tirk, ereb u farsan forma xwa girtiye.
Meriv hew dikare di navbera van hemiyan da ferxekê bibîne.
Yek źi yê din hiynî faśîzm u despotîzma xwa dibe.
Roź bi roź źibo hevdu dibin mînakên bingehîn.
Tabî digel van wehśetên ku herro prextîze dikin, propexendeya azadiyê, demoxresiyê źî źi bîr nakin.
Pêwist e.
Bi gotin u peyvên gilower serê millet l hev digerrînin.
Millet bi van gotinên abstrakt gêźo dikin u berdidin nav ćolê.
Ev textîkeke pirr esasî ye, źibo ku însanan di bin kontrola xwa da bihêlin.
Di nav vê siyasetê da ti carî ciyê gotin u kirinên konkret tun e, nikare hee’ ’be  źî.
Ćewtiyeke weha nakin, daku bila millet sibeh neyê u pirsa wê yekê neke.
Lê ferxa di navbera me kurdan u xelkên din da ći ye, hun dizanin?
Bi xwadê bizanin źî nezanin źî ne xema min e, bavê mino, ez ê bibêźim u xelas.
Em kurd źibo ku menfeetên tirk, ereb u farsan biparêzin, zirarê nedin wan, hezar u yek teqleyan tavêźin, derewan dikin. Yanî her tiśtê di destê xwa da dikin bin xizmeta menfeetên qetîl u tecawîzciyên xwa.
Lê xelkê alemê źî źibo ku bikare menfeetên xwa biparêze, zirarê nedê, roź bi roź menfeetên xwa zêde bike, hezar u yek teqleyan tavêźe, derewan dike. Yanî herkes menfeetperestiya xwa dike u dixwaze hemî menfeetên xelkên din źî di ber yên xwa ra bike qurban.
Halî hazir rewś ev e.
Mînakeke din bidim.
Ka bi serê xwa u min dikin carekê herrin cem tirkekî, erebekî, farsekî, u źê ra bibêźin, «Ćima tu bi kurdî nizanî?».
Yan źî pê ra bi kurdî bipeyîvin.
Hun ê bi wan her du ćav u guhan zu meselê fam bikin.
Hun ê di bin rencîdekirinên wan da bifetisin, hun ê di bin tinazên wan da bikevin binê erdê.
Êêê, kurd ći dikin?
Tiśtekî nakin!
Ew źî wekî tirk, ereb u farsên qewad dikin, difikirin, diźîn.
Zanîn, axaftin, xwandin u nivîsîna bi zmanên wan pîncan di ser xwa ra rewa dibînin, wekî wezîfeyeke xwezayî qebul dikin.

Dixwazim vê bibêźim, divêt kurd faśîzm u despotîzma ku li roźavayê Kurdistan’ê tê meśandin, qebul nekin.

Ewê ev faśîzm u despotîzma ku di himbêza tirk, ereb u farsên segbav da mezin buye, bibe belaya serê hemî kurdan.


Samstag, 15. Februar 2014

Kurdê Ku Bi Tirkî Dizirre, Tenê Dikare Bibe Xayînekî Heram



Źi berî ćar-pênc salan ez źiber zmanê kurdî ketî bum Facebook’ê.
Heta wê dema haya min źi Facebook’ê tune bu.
Min roźekê di nućeyekê da kempenyeyek dîti bu, digot, «Bi kerema xwa hun źî bikevin Facebook’ê u zmanê kurdî wekî zmanê xwa yê Facebook’ê nîśan bidin, daku bila berpirsiyarên Facebook’e zmanê kurdî bixin nav lîsteya xwa ...».
Ći bikim, min wekî berpirsiyariya xwa ya wîcdanî dît u ketim nav bazara Facebook’ê ya bê bav.
Tevî ku ez qasî salekê zêde nediketimê źî, hêsaba min hee’ bu.
Min źi ti kesî daxwaziya hevaltiyê źî nekiriye, źiber ku śerta min ya hevaltiyê hee ye, loma.
Gava kesek źi min daxwaza hevaltiyê dike, pêśta qebul dikim u paśê źî «ayet»a hevaltiya me ya amadekirî diśînim.
Di nav sed kesî da du-sê heb kes pićekî esebî tevdigerrin.
Drêź nekim.
Źi berî du roźan dîsan canikekî me daxwaziya hevaltiyê kir, min źî qebul kir, u paśê źî «ayet»a hevaltiyê li ser rupela wî parve kir.

Mêro pirr hêrs ketiye u rabuye bersîveke temam daye:

«baş e. a va yekem mirovek ku ji hevaltîya xwe dirdixim.. ez ji demogojîyê heznakim, nakevin gotinê çirto virto.. ez zimanê xwe ne bigotina yekê din hez dikim... ziman dayîka min e. jîyan a min e. ger ji zimanê xwe hez nekin, ji dîya xwe hez nakim. zimanê xwe hezkirin ne dijberê zimanê din bûne.. ne dijminatîye.. ez ne dibim dijiminê kesî ne jî dijminê zimanê wan.. bes bila mirov be, însan be... bibure ku min ji cenabê te re hevaltî şand. ji ber lêkolînekîk min hevaltî şandibu. heqê te tuneye ku li ser rupeleamin da gotinê ji xxwe zêdetir bikî...
».

Min źî ev bersîva li źêr daa xalê me:

«Na xalê mino, na, demegoźî ne karê min e, tenê cîddiyet e mebesta min.
Bêguman tu u bîr u baweriya te, azad in.
Min śerta hevaltiya xwa bi zmanekî dostane aniye zmên, ne pêswist e ku xalê min zêde li ber xwa bikeve.
Lê min tiśtek fam nekir.
Tevî ku min bi zmanekî maqul nêrîna xwa ya śexsî aniye zmên, tevî ku xalê min bi xwa źî kurd e, ćima ewqas bi hêrs dixeyîde ...?
Lêêê ...
Tevî ku tirkên segbav bi kuśtin u talankirinan, bi tecawîzan zman u welatê me tarumar kirinn u hîn źî dikin, ćima xalê min ewqas bi rehetî "źi wan u zmanê wan hez dike" u nabe "diźminê" wan?
Gelo tirkên qewad bi śîr u śekir hatin źi xalê min ra gotin, "Ka hele bi xatirê xwa u me dikî were hînî zmanê tirkî bibe, nasnameya me tirkan bigire u bibe tirk, lanetê li zmanê kurdî u nasnameya kurdbunê bike, ...?"
Naaa, tenê kirin u gotineke tirkên heram ya însanî źî nebuye, de îcar ev ći śorbe ye min fam nekir, yabo heyrano
Mîna min gotiye, dikarî hevaltiya me biqetînî xalê mino.
Her weha ez wê nivîsa xwa źi hemî kesên ku hevaltiyê dixwazin ra źî diśînim, heśkere yanî.
Lê źi sedî yek-du kes źî dixwazin di mehneyeke ku ne mebesta min da ye fam bikin ...
De bimîne di nav xwaśiyê da xalê mino, bimîne di nav xwaśiyê da.».

Paśê xalê me bi bersîveke kurt got, «baś e.», u me gotina xwa bi dawî kir.
Lê roźek paśê xalê me ya ku ewqas bi kîbîr tevdigerriya, zêde nekariya li ber xwa bide u nivîske bi zmanê tirkên qewad belav kir.
Min źî di bin da xatir źi hevaltiya me xwast u źi lîsteya xwa derxist.

Na bavê min, na, kîmyeya kurdan feleket xerab buye, bi van kurdan meriv nikare gavekê źî bi hev ra bimeśe, nikare.

Freitag, 14. Februar 2014

Ma Bi Rastî Źî «Gāthā'yên Zerdeśt» Hatinn Dîtin?



Min hîro di nućeyekê da tiśtekî balkêś  xwand.
Ligorî ragiyandina vê nućeyê, kurdekî li roźhilatê Kurdistan’ê pirtukeke ku du hezar salan kevin e, dîtiye.
Tê gotin ku ew perćeyekî pirtuka pîroz Avesta'yê buye u tê da «gāthā’yên Zerdeśt» hee' bunne.

Rast yan źî derew, ez nizanim.
Dibêźin kurdê me źibo ku ev pirtuk nekeve destê molleyên fars yên segbav u bikare vê pirtukê bifrośe, aniye Ewrupê.
Ligorî gotinê, dibêźin ev nivîs (yan źî wergerr) bi zaraveya hewramî buye, lê bi elfebeya aramî hatiye nivîsîn.
Bêguman divêt kesên pispor vê pirtukê bigirin ber xwa u yek bi yek di ber ćavan ra derbaz bikin.
Źixwa źi piśtî lêkolîneke zanyarî ya bi karbonê u vegotinên zmanî ewê her tiśt zu bikare bellî bibe.


Mehneya vê yekê źibo me kurdan ći ye?
Tevî ku ez bi śik im źî, heger ev rast 'be, bawer bikin meriv xezîneyeke weha dîrokî nikare bi frotina Kurdistan'ê źî peyda bike.
Giranbihayiya vê pirtuka dîtî di ser hemî gewherên vê cîhanê ra ye.
Divêt wekî nirxekî gerdunî were qebul kirin u parastin.
Bi ya min 'be, heger li Ewrupê, li ciyekî bi emniyet were parastin, baśtir e.
Bawer nakim ku vê gavê li Kurdistan'ê mêras u hêźayiyên weha yên dîrokî zêde di nav emniyetê da bimînin.
Źixwa di sêrî da divêt bi lez rastiya wê werre pesend kirin u dura źî enelîzên zmannasiyî werin kirin.

Qet nebe divêt bi lez were dîźîtelîze kirin, daku meriv bikare di înternêtê da belav bike.
Bi vê yekê qet nebe ewê kopyeyek di destê me da hee' 'be.
Ku roźekê diźminên heram zirarekê bidinê źî, nexwe em ê bi kopyeya heeyî bikarin li ser bixebitin.

Lê ez źi dil hêvî dikim ku ev rast 'be, xwadê bike sextekariyeke ehmeqane nebe.

*

Źi piśtî ku min ev roźnivîska xwa li vir belav kir, di Facebook’ê da du resimên źi vê pirtukê (bi noteke zmanê înglîzî) hatinn parve kirin.

Li ser yekê resima pêxember Zerdeśt u li ser ya din źî tekst xuya dibe.







2000 years old found in Kurdistan with pic of Zoraster & Hawrami dialect.



Donnerstag, 13. Februar 2014

Xaltîka Me SHAKIRA, RIHANNA U Fezteziyên Sorik



Me îsal hema hema qet zivistan nedît.
Hewaya li vir heta hîro źî pirr nerm derbaz bu.
Carina heta 16 pileyan derket. Tevî ku zivistan e, bi têra xwa roź źî hee ye.
Źixwa me berf qet nedît.
Ev ćend roź in ku carina baran źî di navberê da dibare, lê ne zêde.

Nizanim haya kê źê hee ye u ya kê źê tun e.
Xaltîka me Shakira u Rihanna'yê bi hev ra stranek ćekirinne.
Helbet stranên di vê dema modernok da bê klîp źî nabin.
Herre u werre, her du canikan klîpeke agirpêketî źî amade kirinne, źibo temaśevanên xwa yên zirto virto.
Êh, bila xwadê bê lotik nehêle, bavê mino.

Źixwa xaltîkên me ha ha di klîpa xwa da didin ber lotikan.
Hema hun bibêźin pornexrefiyeke temam l hev hanînne.
Mesele ne xwa rut u tazî kirinn e, dixwazin bila bi temamî xwa berbidin nav ćolê, rêz u hurmet, ne xema min e u ne źî xema bavê minê.
Kî ćawan diźiy, bi bedena xwa ći dike, bi bîr u baweriya xwa ći dike, serbest e.
Bêguman ev klîp belasebeb nayên amade kirin. Mesele źî ev e yanî.
Digel amadekirina klîpan kesên ku di medyayê da menîpulesiyonan bi śarezayî bi kar tînin, roleke esasî dilîzin.
Gelekî lê hur u kur dibin. Hilbiźartina resim, reqs u rengan pirr girîng e, źibo ku meriv bikare bi klîpê baśtir hîtabî binhiśê însanan bike, wan di mêźiyên wan da bi meseźên xwa va girê bide.

Źi psîxologan hariyareke mezin ya profesiyonel digirin.
Armanc li ser bazarê xwa dan guhdarîkirin, e, xwa dan frotin, e.
Him hunermend, him sîstem u him źî hemwelatiyên li wî welatî źê îstîfede dikin. Him zman u ćanda xwa di nav xelkên din da berbelav dikin, didin hez kirin u him źî qezenceke maddî ya mezin dikin ...
Herhal di nav van ćend roźên dawiyê da 116 mîlyon kesan l klîpa xaltîka me Shakira u Rihanna'yê mêze kiriye.

De îcar hun l halê hunermendên me bifikirin, heta ku ćend kes lê temaśe dikin, sal di ser ra derbaz dibin.
Źixwa klîp źî ne klîp in. Ne îmkan zêde hee ne u ne źî ew śarezatî u zanîn hee ye.
Ya rast, nebuna śarezatî u zanînê di bin vê têkćuna me da sebeba herî sereke ye.
Bi naxiran ti kes nikare li hemberî hêzên śareza u bi zanîn dagirtî serbikevin.
Berxikino, têkćuna wan di destpêka wan da hatiye mohr kirin, źê xelasî tun e.

Îcar bi têra xwa naxir źî rabunne li ber deriyên tirk, ereb u farsên tecawîzkar kućiktiyê dikin, di ber navê bratî, pismamtî u înternêsyonelîzma kunde ra, herê welleh.


Mittwoch, 12. Februar 2014

Bêbaviya «Al u Sirudeke» Nu Li Roźavayê Kurdistan’ê!



Min hîro nućeyeke ecêb dît.
Tê gotin ku PKK li roźavayê Kurdistan'ê dixwaze «al u sirudeke» nu îcad bike.
Herê bi xwadê, ew rezelet źi me kêm bu, aha va ye ev lanet źî b ser me da tê.
Hema hun bibêźin ti derdekî me yê din nemaye, îcar em radibin bi ehmeqiyên herî bê sînor nirxên xwa yên heeyî tarumar dikin.
Ev hêdî ne siyaset e, rasterast tevgerreke taśronî ye.

Ti millet belasebab ti carî bi nirx u psîxoloźiya xwa nalîze.
Lê PKK dilîze!
Źiber ku PKK ti carî nebuye «kurdperwer», ti carî hiynî zman u ćanda xwa nebuye.
Źiber ku PKK heta genên xwa xwa źî bi destê A. Öcalan li ser genên tirkên qewad hatiye ava kirin.
Buye mupteleya tirkên xwa.
Bêguman divêt meriv źi gotina min ya «PKK» tenê u tenê A. Öcalan u konseya PKKê ya ku nikare du bizinan źî îdare bike, fam bike.
Ewqas bê perwe bi nirxên milletê kurd ra dilîzin.
Lê bila bikin, ewê di pêśeroźê da bibînin ka ew bazariya belaś ya li ser xwîna keć u xortên kurd ći bi xwa ra b'îne.
Dema wan ya herî bi serketî ev roź e.

Êdî dema daketina berbi źêr dest pê kiriye, ne xwadêyek tenê, hezar u yek xwadê źî werin ewê yek bi yek binbikevin.

Dienstag, 11. Februar 2014

Vîdyoyên Źi Îmralî'yê U Têkćuna Ćîroka 40 Salî!



Mîna ku tê zanîn, di vê dema dawiyê da yekcar vîdyoyeke îfadeya A. Öcalan derkete ser bazarê.
Gava min ya yekem dît, min dil nekir ku li ser gotinên A. Öcalan tiśtekî binivîsînim.
Tabî min bawer nedikir ku ev mesele bi vîdyoyekê were sekinandin.
Pêra yek bi yek ćend vîdyoyên din źî hatin belav kirin.
Di vê navberê da A. Öcalan bi koma ku ćuyî bu ziyereta wî, ew vîdyo wekî «komployeke li hemberî aśtiyê» bi nav kir.
BDP u PKK źî kêm-zêde eynî tiśt gotinn.
Bêguman di van vîdyoyan da ti derew tun e, ti manîpulesiyon tun e.
Temam, perće bi perće ye, axaftin hatinne kurt kirin.
Źixwa nebe źî ne mesele ye.
Divêt haya A. Öcalan źi tiśtê ku dipeyîviya baś hee’ bibuya.
Zu yan źî dereng ewê tirk helbet van gotinan li hemberî A. Öcalan u kurdan bi kar b'înin. Dixwaze bila di ser ra sed sal derbaz 'be.
Her tiśt heśkere ye, kemalîst dixwazin derbeyên din yên bi xedar l kurdan bixwin, psîxoloźiya kurdan ya ku źixwa bi têra xwa tarumar buye, bêtir xerab bikin.
Di vir da armanc ne PKK u ne źî A. Öcalan e, bîlekîs xelkê kurd e.


Va ye A. Öcalan u PKK bi temamî ketinne destê tirkan, ne pêwist e ku tirk ênerźî u wextê xwa di ber ra berhewa bikin.
Armanc źi sedî sed têkbirina psîxoloźiya milletê kurd e.
Tabî kemalîstan dikariya van vîdyoyan źi berî bi salan źî belav bikin, lê nekirin. Źiber ku A. Öcalan u PKK ew ćend sal in ku bi temamî ketinne destên tirkên îslamîst, loma li ber xwa dikevin u naxwazin ku AKP A. Öcalan u PKKê di ber menfeetên xwa yên siyasî ra bi kar b'îne.
Min got BDP u PKK sê meymunan dilîzin. Bi tevî derewên bê sînor ha ha milletê kurd dixapînin.
Źixwa di nav hemî dîroka PKKê da hemî karê PKKê îspatkirina gotinên A. Öcalan buye.
Ma di nav van vîdyoyan da ći hee ye?
Hema hun bibêźin ći tun e ku.

A. Öcalan źibo ku xwa li ber dilê tirkan śîrîn bike, źi qalibekê dikeve qalibeke din.
Serhildanên kurdan yên źibo azadiyê bi tevayî źî wekî karên împeryelîstan bi nav dike. De îcar ez źi xwa dipirsim u dibêźim, «Gelo li paś A. Öcalan kîźan împeryelîst hee ne, A. Öcalan aźanê kê ye?»

A. Öcalan źi derî xwa hemî kesên di nav PKKê da wekî śexsên «sifir» bi nav dike.
Bêguman gelek keć u xortên kurd di nav PKKê da qehremaniyên mezin nîśan danne.
Bawer nakim ku ti kurdekî/e rast were u bibêźe ez xwadîtiyê l wan nakim.
Bêguman Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Ferhat Kutay, ... ewê di nav dîroka kurd u Kurdistan’ê da ebediyen biźîn.
Lê A. Öcalan ewê di dîroka kurd u Kurdistan’ê da bibe sembola îbret u îxaneta herî bê sînor.
Gava min hîro di vîdyoya śeśan da guhdarî l wî kir, min kîn u nefreta wî ya li hemberî kurdîtiyê dît, ew ći nefret e, ew ći nexwaśiyeke ruhî ya bê derman e, wey bavooo!
Źibo ku têkośîna li baśur binbikeve, teqleyan tavêźe li ber leśkerekî tirkên qewad.
Ew ći îthemên bê śerm in! Di destê tirkan da qehremaniyeke ewqas belaś divêt ti însan u heywan neke.

Źiber ku ez ti tiśtekî bi zmanê tirkên segbav belav nakim (ez ê heta dawiya źiyana xwa źî nekim), ez ê wan vîdyoyan źî belav nekim.

Ez hêvîdar im ku kurd hêsaba van gotinên A. Öcalan źi wî u PKKê bipirsin.
Divêt kurd hêdî hêzeke din ya Kurdistan'î ava bikin.
A. Öcalan doh ći bu, hîro źî ew e.
PKK bi śehedeta Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Ferhat Kutay u gelek mêrxasên din, di ber A. Öcalan ra bu qurban u ću.

Bêguman di pêśeroźê da ewê gelek vîdyoyên din derbikevin, ewê skendel li ser skendelan weledê xwa b’avêźe.

Amade bibin, bila ava sar di berośê da bi sebir li benda we bisekine ha.