Montag, 3. Februar 2014

Bavê Mino, «Ez Kurdistan'î Me»



Ev demek e ku di Facebook'ê da du ciwanên kurd dest bi kempenyeyeke bi navê «Ez Kurdistan'î Me!» kirinne.
Du heb xalên me danne dest pê kirin.
Li Swêd'ê dimanne.

Qasî ku xuya dibe bi ti hêzekê va girêdayî nîn in.
Źixwa di meseleyeke weha netewî da girêdayî partiyekê bibin źî  ne mesele ye.
Źiber ku di vê ćalakiyê da ne menfeetên hizbî, bîlekîs menfeetên Kurdistan'ê derketinne pêś.
Tabî ti partiya ku vê yekê bike, tun e.
Hemî źî di nav pîsiyên xwa yên îdeoloźîk da gemar bunne u ćunne, derdê canikan ne kurd u Kurdistan e.
Loma źî kêfa min bi vê ćalakiya serbixwa ya Kurdistan'î gelekî hat.
Xwazila li her ćar kućeyên cîhanê kurdan hêz u ênerźiya xwa di ber menfeetên xwa yên netewî ra bidaya, xwazila.
Helbet ez bi xwa sebeba vê ćalakiya xalên me nizanim.
Ne xema min e źî.
Dawiya dawiya dawîn karekî baś u pîroz e, ev źî têrî min u heft ecdadê min dike.

Ya raśt ez vê ćalakiyê pićekî wekî protestoyeke li hemberî partiyên kurdan yên taśeron źî fam dikim.
Pêwistiya kurdan yên li her ćar perćeyên Kurdistan'ê bi kurdistanîbunê hee ye.
Tehrîbeta ku partiyên taśeron li van her ćar perćeyan pêk hanînne, bê sînor in.
Mesele li bakurê Kurdistan'ê hêdî di bin navê siyasetê da rasterast kućiktiya tirkan u kemalîzmê tê kirinn.
Her tiśt heśkere ye, hêdî pêwistiya canikan bi veśartina tiśtekî nemaye.
Ez hêvîdar im ku ewê roźekê ciwanên kurd xwa hêdî di ber van partiyên taśeron ra nekin qurban u hemî hêza xwa di ber menfeetên xwa ra, di ber zman, ćand u Kurdistan'a bav u kalên xwa ra bikin qurban.

Divêt ciwanên kurd xwa nekin qurbanên erzan di destên taśeronan da, pêwistiya Kurdistan'ê bi ciwanên zindî yên zana u bi bîr u bawerî hee ye, ne bi miriyên źi kîsa bavê xwa ćuyî yên belaś.

















Keine Kommentare: