Sonntag, 2. Februar 2014

Hatip Dicle: «Me Fikira Kurdistan'eke Azad Źi Zu Va Havitiye Sepeta Ćopê!»



Mîna min gotî bu, roźek źî di navberê ra derbaz nabe ku siyasetvanekî/e kurd xwaliya heft gundan l serê me u xwa neke.
Normel e!
Źiber ku siyaset carekê li ser bingeheke puć u kemalîst u tirkperest ava buye, nikare xwa źi vê gemariyê xelas bike.
Helbet herkes źi xwa berpirsiyar e, ći ćawan dixwaze, azad e.
Dikare bi tirkên qewad ra źî kar bike, dikare di ber «Demoxretîk Tirkiye'yê» ra canê xwa źî bide ...
Mesele dikare bi siyaseta xwa hemî kurdan bike naxir u di ber van menfeetên tirkên pînc ra bike qurban źî.
Mesele dikare heftê u heft ecdadê xwa źî bi tirkan va girê bide ...
Azadî ye, ne tenê źibo kesekî, źibo herkesî ye.
Herkes dikare ligorî qaliba di mêźiyê xwa da nîgên źî xwa drêź dike.
Min źi kesekî ra negotiye ku bila drêź neke u esabê min xerab neke.
Helbet herkes dikare li ser ćarenusa xwa ya śexsî her tiśtê xwa bifrośe źî.
Dikare śerrê xwa źî bike.
Biźî azadî u filan u fistix yanî!
Lêêê ...

De em hîro źî werin ser xalê me Hatip Dicle.
Min di nav gelek nivîsan da girîngiya xalê me Hatip aniye zmên.
Min źibo ku xalê me azad bibe, tiśtê źi destê min hatiye, kiriye.
Min di nav gelek nivîsan da bîr u baweriya xwa ya b xalê me va girêdayî aniye zmên u gotiye, «Divêt di destpêka salên 90î da Hatip Dicle u Wedat Aydin rêbertiya tevgerra azadiya Kurdistan'ê bikira ...».
Lê tirkên qewad Wedat Aydin bi hovîtî kuśtinn.
Paśê Hatip Dicle bi hezar u yek lîstikan pêgirtinn u xistinn zîndanên xwa.
Mesele dur u drêź e, pêda nerrim. Źixwa ewê ći bibe bavê mino, ewê ći bibe?
Va ye di roźnameya tirkên kemalîst, faśîst u niźatperest da bi xalê me Hatip ra hevpeyvîneke temam hatiye kirin, him źî ći hevpeyvîn.
Xalê me gotiye: «Fikira Kurdistan'eke azad źi zu va me havitiye sepeta ćopê!»
Tabî dîsan di bin eynî rezeletiyê da ...
Helbet haya me źi van ćîrokên beredayî baś hee ye: «Demoxretîk Cimhiriyet, kilamên aśtiyê, paśvarutiya dewletbuna kurdan, lîstikên împeryelîstan, bratiya kurd u tirkan, lîstika împeryelîstan ya avakirina Kurdistan’eke serbixwa, ...».
Mesele van canikên me bi heśkere gerentî didann kemalîstan ku ewê li diźî dewletbuna kurdan li Baśur śerr bikin ...
Źixwa devê turikê vekiriye, bê nezer ...
Dixwazim vê bibêźim, di ber Kurdistan’a azad ra kurdan berdêlên mezin danne. Pênc hezar gund hatinn tarumar kirin, pênc mîlyon însan derbeder bunne, coxrefyeya Kurdistan'ê kirinne ćolistan, tevayiya psîxoloźiya milletê kurd xerab kirinne u tenê yek źî nikare normel tevbigerre, bê heźmar tecawîz hatinne kirin, bê heźmar qurbanî u mexdurên vî śerrî hee ne, ...
Zman u kulturên bi hezar salan hatinne tune kirin ...
Îcar hatip Dicle rabuye u dibêźe, «Fikira Kurdistan'eke azad źi zu va me havitiye sepeta ćopê!»
Aniha heger bi navê xwa u li ser milkê xwa u bavê xwa bipeyîve, ez ê bibêźim, temam bavê mino, aha tu u aha azadî ...
Lê vê nake u radibe bi navê milletekî u Kurdistan'a bav u kalan u zarokên pêśeroźê dike leqleq.
Ê ćavkê mino, ne heftê u heft ecdadê min, ne heftê u heft ecdadê te u A. Öcalan dikarin vê yekê bikin.
Kurdistan bi têra xwa giran e, ku we xwastiye herrin heftê u heft ecdadê brakên xwa tirkên pînc źî b'înin, lê hun ê di bin da befetisin ...

Heśyarî, bavê mino, heśyarî.

Keine Kommentare: