Mittwoch, 5. Februar 2014

Kezebino, «Ez ALA RENGÎNî me»


[Can u canikino, źiber ku xaltîkên li ser resiman daxwaza rakirina resimên xwa kirinne, min ew her sê resimên bi nivîs źi Blog'a xwa derxistin. Helbet źi her sê xaltîkên xwa lêborîna xwa dixwazim.]

Pêr bu, min nivîsek li ser kempenyeya bi navê «Ez Kurdistan'î me» amade kirî bu.
Kêfa min gelekî pê hatî bu, źiber ku źê bêhna kurdîtiyê tê.
Di vê navberê da ez pićekî li ser fikiriyam.
Bêguman kempenyeyên bi vî hawî źibo yekîtiya kurdan, źibo yekîtiya Kurdistan'ê wekî av u hewayê pêwist in.
Źiber vê yekê źî divêt her kurdê/a dilsoź, ligorî derfetên xwa serê xwa bi vê yekê b'êśîne, l rê u metodan bigerre.
Źixwa halê partiyên me li ber ćavan e, nikarin xwadîtiyê l miśkekî Kurdistan'î źî bikin.
Bi taybet źî li bakurê Kurdistan'ê siyaset ewqas gemar buye ku di nav destê kemalîstan da, nayê gotin; bi temamî buye pîvana taśerontiya herî mezin.
Ez werim ser meseleya me.

Min got, «Ez Kurdistan'î me» kempenyeyeke bi mehne ye.
Lê divêt kempenyeyên din źî ćêbibin, kempenyeyên ku kurdbuniyê di nav mêźiyê her ferdê kurd da ava dikin.
Mesele kempenyeke bi navê «Ez ALA RENGÎNî me» ćima nebe?

Bi mîlyonan kurdên źi bakurê Kurdistan'ê, źi ALA RENGÎN bê hay in. Hetta hetta A. Öcalan u PKKê di nav kurdan da diźmintiyeke hilo bê sînor li hemberî ALA RENGÎN ćêkiriye ku, nayê gotin.
Ev ciwanên ku qaśo kurd in, li hêlekê bunne diźminê mêrasa bav u kalên xwa u li hêleke din źî bunne Galatasaray'cî u Fenerbahće'cî.
Ruhiyeta kemalîzmê di śexsê A. Öcalan da, di mêźiyê van ciwanan da danne daćikandin.
Loma źî redda vê siyaseta kemalîst erka her ferdê kurd e.
Źixwa zu yan źî dereng ewê têkbiće, lê źi berî ku di bin erdê da bi tevî xwadiyên xwa bifetise u herre, helbet ewê bi têra xwa źî zirarê bide, u heyfa min źî b vê zirarê tê.


Her tiśt li ber ćavan e, hêdî canikên kemalîst di nav BDPê da bi heśkere dikin qîźźewîźź u hêrîśî ALA RENGÎN dikin, lê li hêla din źî ala tirkên qewad dikin ala kurdan, him źî di bin hezar u yek îblîsiyan da.
Têkćuna tirkperestiya BDPê u PKKê zeruriyeteke dîrokî ye źibo milletê kurd.

Bila biźî ALA RENGÎN ya bav u kalan!
Bila bimirin alayên kemalîstên bê pile!



Keine Kommentare: