Dienstag, 30. Dezember 2014

Bi Ser Min Da Dibariya Zmanê Di Zaroktiya Min Da



Źi berî ku em bikevin nav sala 2015an, ez dixwazim li vir nivîsa xwa ya dawiyê ya di nav sala 2014an da binivîsînim.
Ez ê îsal, ango di sala 2014an da bi helbestekê dawiyê li vê salê b’înim.
Sala tê xwadê mezin e.

Źi berî ćar mehan, di 27ê meha 8an da, źi piśtî 27 salan rê li ber min vebuyî bu u min berê xwa dayî bu welêt.
Ez ćum gundê me źî.
Navenda gundê me u kekê min Smaîl, 4.9.2014 (li dor seet 15an)
Min wilo dil dikir ku ez ê di nav demeke kurt da hemî cî u warên ku di zaroktiya min da źi min ra mazuvanî kirî bun, bibînim.
Helbet gundê me yê li hindê Qoćgîrî’yê źî ciyekî taybet digirt.
Di vê ziyereta min da, min careke din hîss kir, fam kir ku zmanê meriv yê di zaroktiyê da ćendî ebediyen e.
Gava ez di nav wan kevir, dar, nahal, spîndar, ćam, mazî, xaniyên wêranbuyî u darên biyê ra derbaz dibum, zaroktiya min bi tevî zmanê zaroktiya min yê barkirî bi ser min da dibariya.
Ez di nav wan wêraneyan da gelek caran li ber xwa ketim, herê, li ber xwa ketim u gîriyam.
Herhal źi mêraniya zaroktiya min mayî bu, min qet nedixwast ku kesek min di wê śerpezetiyê da bibîne, nedixwast.

De bimînin di nav rindiya sala tê da!



Derguśa Talankirî

Ez ê bićuma ber deriyekî berî ćil salan
Ez ê derbiketima ser baniyê maleke ćil salî
Min ê tasek av bi ser xwa da bikira źi kaniya li ber dêrî
Ez ê bićuma axurê li hêla din ya dîwarê malê u
Min ê li ba Cumo u Pîźo* careke din xwa di nav wan afiran da vebiśêrta
Paśê ez ê bi hêdîka di ber gomê ra heta ba kadîna bi sihir bimeśiyama
Min ê li ser bêdera berî ćil salan kezeba xwa vala bikira
Xewn bun belkî
Belkî maziyeke reviyayî bu
Min ê di bostana li paś kaniyê da dîsan hopikeke bi śênî ćêbikira
Lê min ne ew derî
Ne ew banî
Ne ew kanî
Ne ew axur
Ne ew afir
Ne Cumo u Pîźo
Ne ew gom
Ne ew kadîn
Ne ew bêder
Ne ew bostan dît
U ne źî ew hopika bi śênî ćêkir.

Min digot ez ê, ez ê careke din li ber dayika xwa tot bikim
U ez ê źi paśila wê dîsan mêwiźan bidizzim
U birevim.
 Gotin:
„Yadê bi qurbano
Vê gavê dayê bêhna xwa vedide
Li goristanê
Bêhna xwa vedide.“

Xwadêyooo!
Min di ber derguśa xwa ra tam ćil sal talan kirine
Tam ćil sal!

Beghyanî Śadî Śarîn

24.12.2014


00:40

* Cumo u Pîźo gayên me bun.






Montag, 29. Dezember 2014

Kaîneta Bê Kurdî Ha, Tew Tew Tew!


Bi xwadê ewê ev kaîneta vala bi ser we da hilbiweśe kezebino, loma źî baśtir e ku hun xwa pićekî li zmanê kurdî germ bikin, ihi.


Sonntag, 28. Dezember 2014

Nebin Zîncîrê Zmanê Diźminên Xwa!

Kurdino, źi xwadê śerm bikin!


Ćawan dibe ku însanek rabibe bi zmanê diźminên xwa zmanê bav u kalên xwa bikuźe u bi ser da źî vê kêm aqiliya xwa wekî tiśtekî mezin bifrośe xwa u xelkê xwa, ya staaar!



Donnerstag, 25. Dezember 2014

Mîthra U Îsa


[ Bila Roźbuna xwadêyê mezin MÎTHRA pîroz 'be! ]

Teqwîma roźê ya ku hîro li seranserê cîhanê belav buye, li ser teqwîma Zerdeśt'iyê hatiye ava kirin.

Roźbuna hezretî Îsa, yanî ceźna peskelyeyê rasterast ya xwadêyê mezin u aryan MÎTHRA ye [ peyva me "mîr, mîr-za" źî eynî peyv in ].

Di dema Împeretoriya Roma'yê da dînê resmî yê Roma'yê "Mîthra'yî" bu u MÎTHRA dihate pîroz kirin.
Paśê ev roźbuna MÎTHRA kirin roźbuna hezretî Îsa źî.

Loma źî bila roźbuna xwadêyê mezin MÎTHRA ya kal u bavên milletê kurd li hemî kurdên aryan pîroz 'be!

Wêne:

1) Pêxember Zerdeśt
2) Perestgeheke Mîthra li Hollende'yê
3) Perestgeheke Mîthra li Elemenye'yê


Sonntag, 14. Dezember 2014

Mittwoch, 10. Dezember 2014

Hêlîna Me ... Zmanê Me


Hêlîna me ya tekane u ebediyen ...
Zmanê me yê di komayê da ...