Samstag, 30. November 2013

Pof. Dr. AKPeyî: «Tirk Sêntezek In, Niźadekî Wekî Tirk Tun E»

Źi derî kar u barê roźane yê dawiya heftê min hîro tiśtek nekir.
Źiber ku min pirtukên źi pirtukxanê dereng xistî bun, bîst frenk pere źi min girtin.
Tiśt nabe, qet nebe xizmeteke sosyelî ye, bila źî bigirin.

Bi brayê xwa yê mezin ra peyîvim. Li Edremît'ê dimîne.
Min di nav axaftinê da got, «Ez ê sala tê werim, soz didim we.».
Qet baweriya xwa l min nehaniya. Lê źiber ku ez pićekî bi toneke birryarî peyîvim, kêfa wî hat u got, «Tu pićekî cîddî xuya dikî yaw.».
Ma bavê mino ez ćiton cîddî xuya nekim, bîst u pênc sal źi źiyana me ću, me hîn źî hevdu nediya, ew gund u zozanên ku me di dema berê da li paś hiśtî bun, wêran bune, însanên me yek bi yek ćun, dinya źi bin va guheriya, lê me hîn źî hevdu nediya.
De îcar ez ê ćima bi birryar nepeyîvim kekocan, ćima?
Źi berî ćend roźan gava min źi bavê xwa ra hilo bi birryar fikira xwa got, feleket kêfxwaś bu. Aniha li dor 93-94 salan e, tabî hîn gelekî li ser xwa ye. Soz daa min, ewê bi min ra guleśê bigire.
Vê gavê źinbrayê min hatiye Elmenye'yê ba malbata xwa. Diya wê emeliyet buye.
Vê hêvarê min têlefonî wê źî kir. Ez ê heta heftekê b wir da herrim.

Min hîro nućeyeke ligorî dilê xwa dît u xwand.
Tê gotin ku Prof. Dr. Yasin Aktay (endamê navenda komîteya birêvabir yê AKPê ye) li Bayburt'ê di sîmpozyumekê da gotiye, «Tirk bi xwa sêntezek in, niźadekî wekî tirk tun e.».
Ê tabî gelek tirk li ber xwa ketine.
Li hemberî pirsa xwandekarekî xalê me gotiye, «Źi te ra gotine "tu tirk î". Tirkîtî ći ye? Yanî tu źi Esye'ya Navîn hatiyiye. Lê carekê mêze dikî, ka kalikên ćend kesan źi me źi Esye'yê hatine ...».
Helbet xalê me Yasin dîsan serokê Înstîtuta Fikirên Streteźîk e źî.
Ći dibe bila bibe, ev lotik lotikeke pirr baś e.
Bi telaq carina ev AKPeyî hezar u yek caran baśtir lotikên ligorî dilê meriv tavêźin.
Mesela hîro di nav civîneke mezin ya ciwanan da S. Demitaś dîsan peyîviye. Hema hun bibêźin bi zmanê tirkên qetîl u tecawîzcî kiriye zirrezirr u qaśo aqil daye ciwanan, tevî ku pêwistiya vî mehluqetê kemalîst bi xwa êqil hee ye.
Mêro buye ćarmixa asîmîlekirina milletê kurd, śerm nake, serê xwa l erdê naxe, tê paśatiyê dike.
Dibêźin rêxistina ciwanên YNKê źî źi baśurê Kurdistan'ê hatine tev l civînê bune.
Di nav nućeyê da tam bellî nebu, lê hindek ciwanan xwastine ku ala tirkên segbav daxînin źêr. Lê bernedane.
Ez źi xwa u we dipirsim aniha, ći karê ala tirkên qewad di wê civînê da hee' bu?
Kê rê li ber girt ku ew ala tecawîzkaran li wir bimîne?
Divêt kurd xwa bi siyaseta bê namus nexapînin, kemalîstên pînc yên di nav BDPê da bi navê filan u bêvan hessasiyetan roź bi roź kîmyeya civanên kurd xerab dikin.
Di nav hemî dezgehên BDPê da ciwanên kurd kirine heyranên tirkan, kirine heyranên Fenerbahće u Galatasaray'a niźatperest.
Di nav ciwanan da kultureke weha bê śeref hafirandine ku meriv śaśo-maśo dibe, qey tu dibêźî kurd rabune l tirkan zilmê dikin.
Tabî hemî van lîstikan źî bi hezar u yek fêlbaziyan dikin, ligorî herkesî śerbeta xwa eyar dikin.
Heta ku kurdan di nav BDPê da śoreśeke kurdîn u Kurdistan'î nekirine, kurd bi navê xwa, bi destê xwa nikarin ti tiśtekî l dest bixin.

Yabo heyranino, guneh e, śerm e, ewqas hêś u źan, ewqas xwîn, ewqas talan, ewqas mirin ... bila di ber hindek kućikên kemalîst ra neyê qurban kirin.
Xelkê alemê keda xwa ya źi du-sê deqqan źî belaś nade meriv.

Freitag, 29. November 2013

Qey Tu Dibêźî Toqa Lanetê L Me Kurdan Ketiye Yaw

Hîro roźeke aram bu.
Karê min zêde tune bu.
Źi piśtî nîvroyê carekê ćum restorenta heval Newzat źî.
Qendî seetek u nîv li ba wî mam. Paśê źî min berê xwa daa ciyê fîtnesê ya zanîngeha Irchel'ê.

Min źi berî ćend roźan di derbarê namzediya xaltîka me Gülten Kiśanak da gotareke kurt nivîsî bu.
Bêguman ez zêde pêda nećuyî bum, ne pêwist e źî.
Lê hîro du hevalên ćavbelek di bin nivîsa min ya di nav koma zanîngeha Artuklu’yê da śîrove kirine.
Ev śîrove hilo bun:

Ahmet: «
şerm e û reş e divê te ev tişt negotina KK-Begh».
Mesut: «derde çi ye keko gultan jı gelek kesên ku kurdi ji zanın çêtir e .tu çi dixwazî».

Ê tabî min bi kurtî bersîva her du canikan daa:

«Heyranino, śerma herî mezin di bin navê filan u bêvan îdeoloźiyên têkćuyî da kesên ku bi zmanê kurdî nizanin, namzedkirin e, milletê kurd bi ked u xwîna milletê kurd asîmîle kirine.
Źi vê mezintir śermeke mezintir nikare hee' 'be.

Divêt G. Kiśanak li hemberî daxwaz u pêśniyazeke weha wekî siyasetvaneke zana tevbigerriya u bigota, "Zor spas, ez vê yekê nikarim qebul bikim, źixwa tirkan bi hezar u yek lîstikan milletê kurd bi temamî asîmîle kiriye. Ćênabe ku ez źî bi xebata xwa ya piśtgîriyê bibim sebeba asîmîlebuna milletê kurd, źixwa berxwadana me źî li hemberî vê zilma tunekirinê ye ...".
Lê xaltîka me nekir, ćima?
Ma nizane ku milletê kurd li ber tunebunê ye?
Dizane.
Êêê, hingê em ê di vê tevgerrîna wê da ći cîddiyetê bibînin?

Xalê Mesut, ew kesên ku tu dibêźî, sebeba heebuna min u te ne.
Ma qey ev hemî kurd pînc u qewad u bê namus in ku tenê yek źî nikare were rêvabiriya milletê xwa bike.
Ma xalê Ahmed u Mesut, gelo di we u min u yên da qet aqil tun e, ma em nikarin bi xwa u bi zmanê xwa źi wan tirkên qetîl u tecawîzcî mafên xwa bixwazin?
Ma hun dibêźin em źi bin va ehmeqoxlî ehmeq in bavê mino.

Ez dibêźim ev nêzîkbuna we źi kompleksên milletê kolonîzekirî tê. Encama tirkîzekirina tirkên segbav tê.
Divêt hun rexneyên min śexsî negirin, daxwazeke min ya bi vî hawî źî tun e. Ev nexwaśiyeke me ya psîxoloźîk e di nav civaka me da.
Silav u rêz
».

Xalê me Ahmet ev bersîv daye:

«silav û rêzên te li ser herdû çavan xalê delal helbet em ne bi hişmendiye qolonizekirenekê bertekan didin, û ev parastına me ye ku em dikin jî ne şexsiye xalê mino ev civakî ye parastina helwesteke civakê ye delalê minoo gava ku em ji bo k3masiyan hevidu biêşînin ne baş e lê rexne helal e. ser çavan... silav û rêz...».



Ez werim ser meseleyeke din.
Min doh di derbarê qursa kurdî ya li zanîngeha OXFORTê nivîsek belav kirî bu.
Di Facebook’ê da komeke zmanê kurdî hee ye, qaśo dixwazin zmanê kurdî bidin hiyn kirin.
Lê can u canikên me rabune bi zmanê tirkan ev nućeya li ser wê qursê belav kirine.
De were źî neteqe. Bi rastî źî kurd di mêźiyên xwa da gemar bune.
Źi tirkan bêtir bune tirkên qewad.
Bi van serseriyan meriv nikare tenê herfeke xwa źî xelas bike.
Ewqas cehelet, ewqas gemarî, bi telaq mêźî u madê meriv l hev dike gava meriv ehmeqên weha bê pîvan u bê sînor dibîne.
Min di bin wê nućeya wan da ew śîrove kir u paśê źî źi komê derketim:

«Ê yabo heyranino, OXFORT bi kurdî dide hîn kirin, temam, me ew fam kir. Me ćavên OXFORTê yên belek źî xwarine.

Lê îcar ew ći źehr u ziqqim l we ketiye ku hun źî li vir zmanê tirkên qewad didin hîn kirin bavê mino?
Źixwa kirina meriv neynika meriv e, hewce nake ku meriv zêde pêda herre.
Biborin berxikino, bawer nakim ku hun herfeke kurdî źî xelas bikin. Karê zmanê kurdî karekî pîroz u giran e, źê ra zanîn u îrade, bîr u bawerî lazim e. Ne kar e ku meriv pê nostelźiyê bike.
Ew demeke ku ez di nav koma we da bum.
Lê qasî ku xuya dibe hun ê źi tirkîzebuna xwa xelas nebin.
Loma źî ez bi xatira we dibêźim.
Bimînin di nav serkeftinên bi zmanê tirkên qewad da, herê welleh u billeh.».

Min hîro nivîseke kek Mahabat Felat Arda xwand, gelekî kêfa min b nivîsê hat welleh.
Loma źî ez dixwazim wê nivîsa germik u nermik li vir belav bikim. Sernavê nivîsê «Xwezî» ye.
Aha ew nivîs:

XWEZÎ

«
Hûn bixwazin dikarin li binî xweziyên xwe zêde bikin
- Xwezî Şivan bi tenê stranên xwe gotibûya. 
- Xwezî Kemal Burkay bi tenê helbest nivîsîbûna û yekî bi xêra xwe jêre psîkek kirîbûya. 
- Xwezî wêjevanên me di heman demê de ne zimanzan, dîrokzan û hertiştzan bûya. 
- Xwezî Serok Ocalan helbest nenivîsîbuya. Lê Xwedê li ruyê me keniya bi tenê helbestek nivîsî. 
- Xwezî Mesûd Barzanî teqawid bibûya. 
- Xwezî Talabanî ewqasî elok nexwaraya. 
- Xwezî Kazim Oz hema ji xwe re masîvanî bi tenê kiribûya. 
- Xwezî Aydin Orak jî hema ji xwe re li kêleka Kazim rûnişta. 
- Xwezî Alîhaydar Kaytan jî hema bi tenê helbest nivîsîbûya. 
- Xwezî xebatkarên televizyonên kurdî bikaribûna navê Kurdistanê rast bilêvkirina. 
- Xwezî DÎHA´yê hema qet dest bi weşana kurdî nekiribûny. 
- Xwezî Hasîp Kaplan hema ker û kor û lal bûya. 
- Xwezî Aysel Tugluk ne kurd bûya û me jî qet wê nasnekiribûna. 
- Xwezî Osman Baydemîr caran jî hema "çok açix we net" nebûya. 
- Xwezî Leyla, Zana bûya. 
- Xwezî Sebahat Tuncer hema bi tenê "Arxaaş" bimaya. 
- Xwezî me fam bikira ka Aynûr Doxan di stranên xwe de çi dibêje. 
- Xwezî Cegerxwîn ne ji Mêrdînê bûya û hemî Mêrdînî jî bi wê psikolojiyê nebûna "helbestvan". 
- Xwezî hinekan bizaniya ku tiştên dinivîsin, ne helbest û ne tu tişt in jî. 
- Xwezî Zubeyr Aydar li gundê xwe mabûya. 
- Xwezî Siri Sakik manken bûya. 
- Xwezî Pervîn Buldan bi kurdî neaxiviya. 
- Xwezî farqînî ji duduyan zêdetir negihiştina hev. 
- Xwezî me bizaniya ka Seyda Perînçek çima ewqasî diqîre. 
- Xwezî Bahoz Erdal qet bi tirkî neaxiviya û hema qet fêr jî nebûya. 
- Xwezî şaredariya Amedê li ser pozê Gulîstanê jî xebat û projeyek amade bikira. 
- Xwezî Amedî hema rojek be jî "kendime" tiştekî nekiribûna. 
- Xwezî Cahît Mervan rojek (Saat Amedde 21î vurunca) berepaşkî bi ser sêla xwe ve biketa. 
- Xwezî rewşenbîrên me jî hebûna. 
- Xwezî Rêzan Tovjîn bibûna Matrix û li ser telefonê jî ez hebûma. 
- Xwezî qibleya Selîm Sadak diyar bûya. 
- Xwezî Şehrîban biçûna Stenbolê. 
- Xwezî kurdên ku çûne TRT 6ê tev bişeliqiyana. 
- Xwezî bavê hinekan prezervatîf bikaranîbûna.».

Min di bin nivîsê da ev śîroveya xwa parve kir:

«Bi xwadê tespîtên pîroz in kekocan, mîna tê gotin, te tam du-śeś aniye 
Lê mixabin ewê her hu her bibin, źiber ku me kurdan di nav xwa da dezgehên rexnekirinê yên zana u tuź ava nekirine, mixabin.
Herkesî ligorî xwa murîdên xwa peyda kiriye, helbet ku ewê ev civat puć bibe u źi hev bikeve, ewê nekare kevirekî xwa źî xelas bike.
De bila tiśtên baś u nebaś bibin hariyarê civaka me ya źi hev ketî.
».

Donnerstag, 28. November 2013

Qursa Zmanê Kurdî Li Zanîngeha OXFORTê


Di van roźên dawiyê da hewa sartir bu.
Tevî ku berf nabare źî, serma bi têra xwa guhên meriv diśewitîne, bi radî/taybet źî li ser pîskîlêtê.
Ligorî meteoroloźiyê di vê hefteya li pêś me da ewê hewa b vir u wir da neguhere.
Êh, em ê îdare bikin, źixwa wekî din ćare źî tun e.

Dixwazim werim ser miźareke din.
Ligorî ragiyandina aźanên min yên źi Oxfort'a germik u nermik, xaltîka me Dr. Ozlem Galîp bi tevî Prof. Dr. Theo M. Van Lint'ê Hollend'î serî li rêvabiriya zanîngeha Oxfort'ê daye ku îmkana dayîna qursa zmanê kurdî bidine wan.

Lê zanîngeha Oxfort'ê yeka dilê wan nekiriye dudu u gotiye, «Ćima na bavê mino, ma qey înglîziya kunek źi kurdiya agirpêketî śîrîntir e, wîîî!».
Źiber ku gelek ekedemisyanan xwastine tev l qursê bibin, paśê sinifeke mezin dane wan.
Lê dîsan źî mecbur mane ku heźmara sinifê źibo îsal bi 15 kesan va sînor bikin.
Di repora aźana me Fatok'a Tenurgerm da tê gotin ku, sala tê ewê qurs were mezintir kirin.
Dibêźe rêvabiriya zanîngehê gotiye, źibo ku em bikarin rexneyeke ekedemîk l siyasetvanên kurd bikin, sosyelfeśîzma wan ya źibo zmanê tirkan di mêźiyên wan da bikutin, em ê mecburen ker u kućikan źî dawet bikin. Em ê îspat bikin ku ev heywanên dilsoz źi van siyasetvanên serserî baqiltir in.
Źixwa xema zmanê kurdî li ser piśta van heywanên ćavbelek maye.
De bila li ser xêrê 'be, ya staaar!

Tabî tê gotin ku di pêśeroźê da plen ew e ku li zanîngehê dersa kultura kurdan źî were dayîn.
Ê dibe yan źî nabe, em ê bibînin.
Źiber ku kurd di warê perwerdeyiyê da hîn di dema neolotîk da ne, di nav zircahiliyê da herro cîhanê źi nu va xelas dikin, zêde wextê wan ćênabe ku bi kar u barên zanînê va bilî bibin.
Bi xwadê bila xwadê kesî wekî me kurdan neke ehmeq u qeśmerê alemê.
Qey dibêźin hemî cîhan ewqas ehmeq e.
Di nav van pêncî salên dawiyê da me wekî civat destpot u faśîstên qerase hafirandin.
Tabî van despot u faśîstan źî civakeke naxir l hev hanîn.
Yanî yek li ser piśta yê din ciyê xwa germ dike.
Ez bawer nakim ku di van śertên heeyî da bi tevî van kesan meriv bikare tiśtekî konkret źibo zman, ćand u hunera netewa milletê kurd bike.
Heta ku nifśekî nu yê ku ligorî śertên xweza u zanînê tevdigerre, dernekeve, źi van śexsiyetên beredayî gramek źî xêr dernakeve.

Ê helbet em ê vê źî bibînin ...

*

Źi berî heyśt salan ez źibo heftekê ću' bum Oxfort'ê. Hingê du hevalên min li Oxfort'ê têza xwa ya doxtoriyê dinivîsandin. Dewletê burs dayî bun.
Havîn bu. Lê hewa li Oxfort'ê sar bu. Tim baran dibariya.
Ez bi hevalekî xwa va 
ću' bum hemî zanîngehên li Oxfort'ê Źî.
Zanîngeh xaniyên pirr kevin u mezin in.

Lê Oxfort ciyekî pirr pićuk e, wekî navćeyekî pićuk e. Źi derî navendê ti cî tun e ku meriv herre.
Tabî gelek
źî sakîn e. Hingê kêfa min bi wê aramiyê hatî bu.
Londre ne aram e. Loma
źî min qet nexwastî bu ku li Londre’yê zêde bimînim

Mittwoch, 27. November 2013

Îcar Xaltîka Me «Gülten Kiśanak» Tirkmen Derket


Di wan roźên dawiyê da namzediya Gülten Kiśanak serê kurdan tevlihev kirî bu.
Ê helbet sêrê min źî tê da ye.
Yanî BDPê u PKKê birryar dane ku Gülten Kiśanak bibe seroka śaredariya Amed'ê.
Qaśo her tiśt bi hilbiźartinê ćêbuye, yanî śertên demoxresiyê hatine bi kar hanîn.
Demoxresî haaa.
Ez nizanim ew camêr di bin cilê kê da dersa demoxresiyê difrośin kê.
Ez bawer nakim ku baweriya wan bi derewên wan źî hee' 'be.
Tabî ti sebeb tun e ku hee' 'be źî.
Lê bila  mala faśîzm u despotîzmê xerab 'be, ku meriv carekê xwa têdaa, êdî meriv xwa bi heft qalip sabunan źî nikare źê pak bike.
Faśîzm u despotîzm tiśtekî hilo bê bav e ku, źi piśtî demekê źê wegerr źî ne pêkan e. Dibin ênerźî di dilê meriv da, meriv hew dikare tiśtekî źi derî xwa qebul bike.
Di nav hemî prensîbên xwa yên źiyanê da tenê spî u reś dike desthilatdar.
Tevî ku di nav xayîntiyên herî siyasî da hevîrê xwa l hev xistiye źî, źi derî murîdên bê mêźî herkesî xayîn dibîne.
Despotîzm u faśîzm e, nanê xwa źi xwîn u ehmeqiyê ćêdike.
Ê bila nośîcan 'be.
...
Drêź nekim, werim ser meseleya me ya esasî.
Ew ćend roź in ku keć u xortên kurd yên ku bi vê despotîzm u faśîzmê hatine źehr kirin, di înternêtê da wekî gurên harr tiśtên nemayî l kesên ne hevfikir dikin.
Ćêrên ewqas bê edep yên seksuwel l millet dikin ku, meriv źi halekî dikeve halekî din.
Bi rastî źî gunehê meriv b van tê. Ma źi vî nifśê ku hatiye źehr kirin, ewê ći fêde were.
Sibeh ewê wekî aletên źihevketî pênc quruś źî nekin. Xususiyeteke despotîzm u faśîzmê ye, loma.
Xelaskirina milletekî, avakirina sîstemeke demoxretîk u pêśketî bi zexelên ehmeq u têkćuyî nabe.

Min dîsan drêź kir welleh, biborînin berxikino.
Me got Gülten Kiśanak ...
De îcar hun li vê ecêbê mêze bikin.
Xaltîka me ya cahilê kurdî Gülten Kiśanak "tirkmen"eke temam derketiye.
Aniha źî dixwazin vê kurdînezan u asîmîlasyonciyê bi darê zorê bikin "seroka kurdan", daku bila bikare ew ćend kurdên ku bi kurdî dizanin źî baśtir asîmîle bike.
Herhal qirra kurdan hatiye, di serên kurdan da gramek aqil źî nemaye, loma terrin tirk u tirkmenan tînin u dikin serokên milletê kurd yên sererd u binerd.
Dubare dibêźim, heger di kurdan da pićekî xurur u kîbîra netewî hee' 'be, ewê tenê dengekî xwa źî nedin kurdî-nezanên têkćuyî, îfleskirî.
Di konseya PKKê da (A. Öcalan źî di nav da) êdî baweriya min pê nîn e ku źi derî Murat Karayilan tenê yek źî kurd 'be.


Montag, 25. November 2013

Ćima Sosyelîst U Înternêsyonelîstên Herî Qewad Źi Me Derdikevin?

Berxikino, hema di destpêka gotara xwa da dixwazim gotineke qerase binivîsînim u dura źî bi ćend hevokên germik u nermik yên ku halê me kurdên derbeder tînin zmên, di bin da rêz bikim.
Ku we got «herê», em dikarin dest pê bikin.
Gotina pîroz ev e cîgerino:

«Milletê ku reelîteya [heebuna] diźminê xwa kiriye reelîteya xwa, źixwa êdî milletekî mirî ye!».

Yanî: 
Milletê ku ZMANê diźminê xwa kiriye reelîteya xwa ...
Milletê ku KULTURa diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku SÎSTEMa PERWERDEya diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku MAMOSTEyên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku HUNERa diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku HELBESTên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku HUNERMENDên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku NIVÎSKARên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku ROŹNAMEyên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku TÊLEVÎZIYONên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku REDYOyên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku WELATê diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku SPORTCIyên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku TAXIMên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku STRANên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku DÎNê diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku FÎLMên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku POLÎSê diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku LEŚKERên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku DÎROKa diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku MODEya diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku SIYASETa diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku ŹIN u MÊRên diźminê xwa kiriye reelîteya xwa …
Milletê ku HER TIŚTê diźminê xwa redd nekiriye u nake ...
...

Źixwa êdî źi wî milletî ti xêr u rêx dernakeve.

Hun bi xwa źî dizanin, tevî ku kurd bi śiklekî dizanin ew kurd in źî, lê di nav źiyana xwa ya ruhî da têkćune, bune tirk, ereb u farsên bê bav.
Di  birryarên xwa yên serhiśî da gotinên siyasî ti carî nikarin li ser birryarên binhiśî tesîrê bikin.
Fikir u birryarên serhiśî ti carî nikarin di nav śertên źiyanê yên kompleks da encamên serketî bi dest bixin.
Normel di nav źiyanê da hemî birryar źi hêla binhiśê me va tên girtin u em źî pêra wan yek bi yek pêk tînin.
Dixwazim vê bibêźim berxikino, binhiśê meriv źi dema ćêbuna zarokekî da heta dema ciwantiyê (yanî heta 15 u 20 saliya xwa) bi «zmanê» meriv tê otomatîze kirin, źi hemî hêlan va.
Mesela gava meriv di zaroktiya xwa da hiynî pîskîlêt’aźotinê, avźeniyê, nivîsînê, sportê ... dibe, êdî heta dawiya źiyana xwa źî wan źi bîr nake.
Lê eynî tiśtan meriv hew dikare źi piśtî bîst saliya xwa bike, źiber ku heta vê demê înkîśafbuna meriv pêknan e, źê pê va êdî meriv nikare biyoloźîkî u bedenî biguhere.
Yanî mesele ev e heyranino, kê zman u kultura xwa sîstematîk źi roźa ćêbuna zarokan heta bîst saliya wan daye wan, zman u kultura xwa di mêźiyên wan zarok u ciwanan da śun kiriye, êdî ew zarok u ciwan aîdî wî zmanî u kulturî ne.
Îcar bê baviya herî mezin ći ye hun dizanin?
Helbet hun him dizanin u him źî nizanin.
Tirk, ereb u farsên segbav vê yekê pirr baś dizanin, loma źî dixwazin zarokên kurd di dibistanên xwa da, bi zmanên xwa bikin tirk, ereb u fars, yanî dixwazin her tiśtî di mêźiyên wan zarokan da bi zmanê xwa otomatîze bikin.
Lê em ći dikin?
Em źî bi navê filan u bêvan îdeoloźiyan, bi navê filan u bêvan azadiyan eynî tiśtî dikin.
Em źî wekî wan radibin zmanê tirk, ereb farsên qetîl di nav xwa da dikin zmanên têkiliyê, bi destê xwa sîstema tirk, ereb u farsan di nav xwa da «meśru» dikin.
Helbet hingê ewê źi nav me kurdan kom bi kom xayîn derbikevin, tirkî-perest, erebî-perest, farsî-perest derbikevin.
Helbet ewê di nav me kurdan da sosyelîst u întenêsyonelîstên herî qewad u bê namus derbikevin!

Îcar de hun carekê l halê xwa bifikirin, hun – yanî mêźiyê we – ćiqas bi zmanê kurdî hatine otomatîze kirin.

Sonntag, 24. November 2013

Kambaxiya Beśa Zmanê Kurdî Li Zanîngeha Muś'ê

Min źi berî ćend heftan di Facebook’ê da rupela zanîngeha Muś'ê dît.
Ya rast hevalekê li ser lîsteya min (herhal xaltîka me Śevlay bu) kêfa xwa bi nivîsekê haniya bu.
Ew nivîs źî li ser rupela zanîngeha Muś'ê bu.
Gava min ćend hevokên xuyayî xwandin, kêfa min gelekî pê hat u ez ćum ser rupelê (Ez ê wê gotarê li źêr bi we ra parve bikim).
Źi piśtî ku min xwandina gotarê xelas kir, min ev nivîs di bin da belav kir:

«Her biźî ćavê mino, hemî gotinên di nav vê gotara pirr germik u nermik da rastiya kambaxiya me kurdên îblîs e.
Lê ći dibe bila bibe, dîrok her li benda mîsyonerên xwa ye.
U heźmara wan źî pirr kêm e.
Loma źî yabo qurbano, divêt meriv wan naxirên ku di sufeta însanan da ne u bi kêrî zilikekê źî nayên, źi zurriyeta xwa ya însanî u netewî nehesibîne  ...».

Xalê me di bin nivîsa min da ev śîrove kirî bu:

«Kekê KK-Beghyani Shadi Sharin, te rexneya xwe bi dilekî pak kiriye, lê gotin û heqaretên ku rasterast li kesayetekî bê kirin li dijî konsepta vê rûpela me ye. Wekî din jî, bi vî awayî hevalên me yên beşê ji ber van gotinan dikevin rîskê û belkî ev ji bo wan ne baş be. Ez ê şîroveya te jê nebim, ev ne hedê min e, lê tu rewşa xwendekarên me hildî ber çavên xwe û li xwendina wan bifikirî, tu bi xwe vê şîroveyê rakî dê çêtir be. Lew, ez yeqîn dikim ku tu yê me fam bikî. Û ji bo Kurdî çi ji destê me bê, û jê zêdetir jî, em ê bikin. Li gel silavan.».

Yanî xalê me dixwaze

bibêźe "ez naxirtiya

zmanê tirkên qewad qebul nakim, ihi!"


Ê tabî min źî di bin śîroveya xalê xwa da ev bersîv dayê u me dawî bi meselê haniya:

«Ćavê mino, yadê heyrano, min navê kesî nedaye, yanî anonîm kiriye lo :)
Berxiko, xalê te heta hîro di ber zmanê kurdî ra źiyana xwa daye, êdî luksa me nemaye ku em li ber kurdan bi "heyran, qurban, ezbenî, ezgorî, ..." xwa ćar perće bikin. Bi vê em nikarin zmanê me yê di komayê da xelas bikin.
Li welatên herî pêśketî meriv u dewlet źibo menfeeteke xwa ya herî pićuk źî îsyan dikin, lê îcar me kurdan xwalî li ser heft ecdadê xwa kiriye, hîn źî xema me nîn e ...
Yanî dixwazim vê bibêźim; ma tirkên heram bi śîr u śekir u hingiv, bi rica u hezkirin zmanê xwa hanîn u xistên mêźiyên me yên mirî?
Helbet na, bi kuśtin u qetlîeman, bi tecawîzan, bi tarumarkirina welatê me, bi tarumarkirina ćand u nirxên me ...
Îcar dixwazim vê bipirsim: "Heger di me kurdan da pićekî namus, exlaq, xîret u wîcdana însanî hee’ bibuya, qet me ev zmanê ku bi qetlîem u tecawîzan xistine mêźî u devên me, qebul dikir?
Na! Me yê xwa bikuśta u dîsan źî ev nekira ...
Źiber ku exlaq u wîcdana  însanî vê yekê qebul nake.
Îcar kurd exlaqen u wîcdanen źi van kirinên segbav śerm nakin, kîn u nefreteke bê sînor hîs nakin, lê radibin zmanê van qetîl u tecawîzciyan wekî tiśtê herî normel bi kar tînin, roź bi roź zmanê bav u kalên xwa dikuźin, her tiśtê ku li wan hatiye kirin źi bîr dikin, zmanê wan tirkên bê namus di nav xwa da "meśru" dikin ...
Li hêla din źî ewê werin źi min dawa exlaq u namusê bikin ha?
Ti mafê kurdekî/ê tun e ku bi van normên tirkên kerbav nêzîkî heebun u tunebuna zmanê bav u kalan bibe ...
Tabî wekî xalê min, ćend heb kesên bi wê namus u wîcdana bav u kalan źî hee ne, u ew źî hêviya vî zmanî ne ...
Komeke me ya zmanê kurdî hee ye dilê mino, were u bibîne ći rexneyên kezebreśî tên kirin, herê welleh u billeh, bê nezer u filan u fistix :)
https://www.facebook.com/groups/dersakurdi/
Haaa, ez bi xwa zmannas im, loma źî ez ê carina di nav koma we da lêkolînên ku min bi kurdî amade kirine, parve bikim.
Ez vê śîroveya xwa ranakim ćavê mino, ku te xwastiye, fermo, te ći ćawan xwastiye wilo źî bike, serbest î yanî :)
Źi wan her du ćavên xalê xwa yên belek pać dikim, ihi :)».

Nivîsa xalê me ev e:

[
Xema Kurdî û Wekî Din

Hevalekî li ser şandeyeke rûpela me bi dilekî pak rexneyê li xwendekarên beşa me girtiye û nivîsiye: "Hûn beşa ziman û edebiyata Kurdî dixwînin lê hûn bi hev re bi Tirkî diaxivin." 

Ez jî dibêjim ji 'erş heta ferş tu rast dibêjî birako, baş e ku te em rexne kirine, bi vê gotina te ez çi qasî li ber xwe ketim qet nebêje, li ba me ji bo vî tiştî biwêja "poz şewitîn"ê dixebitînin. Erê lo, bi şeref kim pozê min şewitî. Û tew ji ber vê hincetê, min bi gelek hevalên xwe yên beşê re pev çinî û min gote wan ku, ez bibînim ku kî ji vê beşê bi hev re bi Tirkî diaxive, bila bi min re neaxive û silavê jî li min neke. Rast û kin, kurt û kurmancî.

Tu dizanî hevalo, rojekê mamosteyê me yê Îngilîzî di sinifê de ji me re got "hûn hişyarbûna gelekî temsîl dikin". Çi qas gotineke mezin û bêhawe xuya dike ne wisa, lê bi rastî jî wisa ye, lê gelo çend kes guh da vê gotina wî û çend kes di pişt guhê re avêt li ber çavan e, her tişt li meydanê ye. Min got Îngilîzî, tu dizanî hevalo, mamosteyê me dersa xwe xwerû bi Îngilîzî dide, lê çu kes ranabe nabêje "loo, mamoste can ka dersa xwe bi Tirkî bide" filan, lê gava ku behs û mijar Kurdî be û mamosteyên me bi Kurdî dersê didin êdî gilî û gazinên wan dest pê dike, berevajî Îngilîzî ku bi Kurdî dizanin, dibêjine wî ku em bi Kurdî tênagihin.

Min got mamoste ne wilo, heyran, lê ma te dizanibû ku serê vê govenda Tirkî çend mamosteyên me yên dersa Kurdî dikişînin. Bila nav di navbera me de nemîne û bila xelk jî pê bihise, bo nimûne mamosteyê dersa Dîroka Zimanê Kurdî Prof. Dr. Hasan Çiftçi dersa xwe xwerû bi Tirkî dide, û gava ku jê tê pirsîn ku çima dersa xwe bi Kurdî nade, dest bi gazinan dike (dike ku giriyê me bi belengaziya me bê) û dibêje "ma ka çavkaniyên bi Kurdî li ser dîroka zimanê Kurdî heye?" filan û bêvan. Bi saya te ez dixwazim çend gotinan li ber guhê wî xim heyran, "mamoste can, heyrana çavan, ma kesên ku van çavkaniyan amade dikin, halê wan ji te baştir in, heke tune be tu yê amade bikî û tu mecbûrî heqê dersa xwe bidî" an na dorê bide dornasan. Bi vî awayî fêdeya te li me nabe, heyf û mixabin qet nabe. Tenê navê Kurdî ne bes e, xwe di bin vî navî de veneşêrin, heke hûn ji heq vî karî dernakevin dev jê berdin. Li meydanê gelek canik û camêr hene ku vî karî baş bi rê bixin.

10 dersên me hene pismamo, 4 ji van li ser navê Kurdî ne, bila yên din bimînin. Gelek hevalên me gazin ji van dersên din dikin û dibêjin ku çima ne bi Kurdî ye, lê heta êvarê bi Tirkî galegalê dikin. Te dî gotinek heye, "legleg 'emrê xwe bi leqleqê derbas dike", aha, tiştekî wisa. Ka em ji bo wan bibêjin çi, ne çu tişt! Êêê. Ê û... Tu dizanî 4 dersên me yên Kurdî yên bi naveroka xwe ji hev cuda hene, lê hema bibêje di her çar dersan de jî dersa gramerê tê dayîn. Carinan ez dibihîzim ku hevalên me di nav hev de henekên xwe bi vê dikin (bi heq) û dibêjin "em bi dorê tewangê dibînin" an jî "diçî kîjan dersê ji me re behsa cînavkan dike" filan. Gelo haya mamosteyan ji vê heye? Tu dev ji vê berde, gelo haya mamosteyan ji hev heye?

Min got haydarî ne wisa, gelo haya mamosteyan ji xwendekaran heye? Gelo piştî dersan çi qasî bi xwendekaran re eleqedar dibin? Ji me re dibêjin hûn ê bibin kurdolog, lê gelo kengî difikirin ku pirtûkxaneyeke Kurdî vekin, qey ji wan we ye ku bê pirtûk lêkolîn tê kirin? Ez dibêjim qey em bi serê xwe vekin dê çêtir be, belkî der û cînar ji me re pirtûkan bişînin.

Tu dizanî birako, divê ez li xwe mikur bêm. Roja ku li ser skypeyê bi kurdnasa hêja Joanna Bochenskaya polonî re hevpeyvînek hat kirin hevalên me bi Tirkî pirsên xwe kirin (ma ev e kurdîzanî), lê te dizanibû ku wê kêliyê mamosteyê me jî bi hevalan re bi Tirkî qise dikir? Çizîniyek ji kevçika dilê min hat, dilê min şewitî û min li pencereyê nihêrî, payîz bû.

Birayê min, xema me ne mamoste ne, tu vê wiha bizanî, em ne heyranê çavên reş û belek in. Gotineke pismamên me yên Colemêrgî heye ku dibêjin " bira bira ye bazarî cuda ye". Xema me Kurdî ye û kesê ku dikeve vê dersê divê heqê vê dersê bide, heke na bila vekişe here. Xema me Kurdî ye (binêre: Şikoyê Hesen).

Ji niha û pê ve kîjan mamosteyê dersa Kurdî dersa xwe bi Kurdî nede û ji heq dersa xwe dernekeve em ê li vir deşîfre bikin, bila xwe aciz nekin, ji ber ku gotina Kurdî tenê têra me nake, divê nava vê gotinê jî dagirin. Ji ber ku niha ev gotin bo me kulek e, pûç e. Hevalo, hevpeyvînên ku em ê bi hevalan re di der barê ders û mamosteyan de bigirin kamerayê hema bibêje amade ye. Li benda hevpeyvînên me bimîne û bizane ku dê çê bibe. 

Wekî din, gotin çu nîne.

İnan Eroğlu

]

Samstag, 23. November 2013

Serboriyeke Di Facebook’a Bê Bav Da

Ez dixwazim hîro bi kurtî behsa serboriyeke xwa ya berê bikim.
Aniha tam nizanim, herhal źi berî salekê bu, xortekî me kurdan di Facebook'ê da daxwaziya hevaltiyê kirî bu.
Ê wekî hertim, źi piśtî ku min daxwaziya wî «herê» kir, min ayeta śertên hevaltiya xwa źî źi wî ra śand.
Tabî śertên di ayetê da tenê bi zmanê kurdî va girêdayî ne, ne ku ez źibo śexsê xwa tiśtekî dixwazim, e.
Źixwa kêm-zêde digel hemî daxwaziyên hevaltiyê eynî mesele derdikevin.
Tabî ez wê ayetê li ser hêsaba wan ya di Facebook’ê da bi wan ra parve dikim.
Aniha navê wî xortê me nayê bîra min.
Mixabin min navê wî di bin nivîsa wî da źî tomar nekiriye, tenê herfa sernavê wî wekî «B.» qeyd kiriye.
Wî di bin ayeta śandî da hilo nivîsiye:
«Birayê delal, pir xwîşk û birayên me zimanê kurdî fam nakin. Pir endamê rûpela me „Dengê misilmanên Kurdistan“ ji tirkîyê û bakurê kurdistanê ne. Em ji bo wan xwîşk û birayên hêja hem bi kurdî hem bi tirkî dinivîsînin. Erê tu rastî dibêje. Gelo em zanîn go dewlata tirk, dewleteke kafir û faşîstê, le em ne dijî zimanê tirkî û gelê tirk in.».

Min źî di bin nivîsa wî da ew nivîsiye:

«Lo bavê mino em kurd ćiqas xeyalperestên temam in dînime îmanime.

Yabo qurbano, yanî aniha tu dibêźî em ê bi zmanê wan faśîstan zmanê xwa źi mirinê xelas bikin?
Ê canim cîgerim, tiśtê ku "dewleta tirkan dike dewlet" ći ye?
Ma ne "tirk in"?
Ma ne "zmanê tirkan e"?
Ma "bê xelkê tirk u zmanê tirkan" ti îmkan hee ye ku "dewleta tirkan" hee' 'be?!
Lawo, hun bi xwadê dikin de b wir da herrin. De ev fikirên zarokên donzdeh salî ći  ne, weyyy.».

Ez dibêźim ez hingê pićekî hêrs ketime.
Tu kurd 'be, were bi aqilê tirkan źi min ra ćîrokên śorbepatinê bibêźe.
Ê bavê mino ma ev lotik tê xwarin?

Ez bawer nakim ku ti milletekî normel xwadî fikireke weha têkćuyî 'be.
Źixwa ew ćend gram hîssên netewî yên ku li ba kurdan hee' bun źî bi destê siyaseta partiyên me kurdan hatin tarumar kirin.
Herhal ewê serê me źi pepukiyê xelas nebe.

Freitag, 22. November 2013

BDP Ewê Dest Źi Kemalîzmê Bernede


Doh li Zürich'ê berf bariya.
Vê sibehê her der spî bu. Kêfa min pê hat welleh.
Dibêźin ewê dawiya vê heftê bêtir bibare. Dibare yan źî nabare, ne xema min e.
Ê tabî digel vê hewayê meriv nikare bi pîskîlêt derbikeve ser rê.

Ćend roź bun ku min dixwast ez li ser xaltîka me Gülten Kiśanak u namzediya wê ya źibo śaredariya Amed'ê tiśtina binivîsînim.
Lê min heta hîro nekaniya.
Ez vê xaltîka me tenê bi navbera medyayê nas dikim.
Min di Wikipedia'yê da nivîseke kurt di derbara wê da dît.
Źi Elazîz’ê buye. Li zanîngehê pêśta dest bi xwandina «zmanê tirkî» kiriye - bê nezer -, lê paśê nîvće hiśtiye u derbazî beśa roźnamegeriyê buye.
Ya rast ći kiriye, l ći bawer kiriye u dike, min qet eleqedar nake.
Ligorî ku tê gotin xaltîka me qet bi kurdî nizane, ne kurmancî u ne źî kirdkî/zazakî. Bawer nakim ku źi aniha u pê va źî bixwaze yan źî bikare hiynî kurdî bibe. Bibe źî ti xêr źê nayê. Yanî neyrobiyoloźîk êdî dema xaltîka me ya hiynbunê derbaz buye.
Êêê, girêka bê bav źî di vê lotikê da ye.
Hemî kurd źî dizanin, źibo roźava Qamiślo ći ye, źibo roźhilat Mehabad ći ye, źibo baśur Hewlêr ći ye, źibo bakur źî Amed xwadî semboleke weha ye.
Helbet di rastiyê da Amed wekî paytexta temamê Kurdistan'ê źî tê qebul kirin, tevî ku vê yekê qet heqq nake źî.
Amed hîro buye hêlîna zmanê tirkên qewad u tecawîzcî.
Li Amed'ê di bin navê siyaseta me ya azat da «tecawîzên» tirkan serketine. Di Amed'iyan da giramek źî namusa kurdîtiyê nemaye, hîss , xurur u kîbîra mîllî di bin sifirê ra ye.
Mêźî u rih puć bune, gemar bune.
Tabî li hêla din źî Amed li ser xwîna keć u xortên kurd hustiyê xwa qalind dike.
Bifikirin, di sala 1980-1990an da tenê kesek źî źi Amed’ê di nav refên gêrîlleyan da tune buye.
Aniha ev Amed'a ku di nav îxanetê da fetisiye, hîcar rabuye źineke ku peyvekê źî bi kurdî nizane, dixwaze bike śaredar, xwadêyooo!
Qet u qet nabe ku milletê kurd vê bê baviyê qebul bike.
Helbet divêt em vê yekê wekî birryara PKKê u A. Öcalan fam bikin.
Di miźareke weha da kes nikare bibêźe haya PKKê u A. Öcalan źi vê yekê tun e.
Ćima PKK u A. Öcalan vê yekê dikin, ćima kesên ku bi kurdî nizanin bi rik dikin berpirsiyarên milletê kurd, yabo heyranino?
Ma wekî din kes tun e?
Hee ye, him źî źi van kemalîstên têkćuyî hezar carî baśtir dikarin milletê kurd temsîl bikin.
Lê ćima ew nabin berpirsiyar?
Herhal êdî di nav PKKê da bazara desthilatdariya kemalîzmê bi temamî serketiye. Bawer nakim ku bi xwa dest źi vê dîktetoriya xwa ya faśîst berbidin. Êdî ev mentix buye hevîra heebun u tunebuna canikan.
Gulten Kiśanak źibo ala tirkan hilo dibêźe: «Źibo vê alê keda kurdan źî hee ye!». Dixwaze xwa li ber dilê tirkan śîrîn bike. Ev îxaneta mêźiyên bi kemalîzmê śuśtî ye.
A. Tugluk dibêźe: «Ataturk dahiyê sedsala bîstan bu!». Êdî ev ne siyaset e, ev rasterast segî ye. Herhal yên ku li Dêrsim'ê l keć u źinan tecawîz dikirin, źi Mars'ê nehatî bun!
Mesela E. Ayna dibêźe: «Ez bi kurdî bizanim ći dibe, nezanim ći dibe?!».
S. Tuncel źî li ser śopa van xayîn u kemalîstan dimeśe, ha ha lotikan li sînorên Kurdistan'ê dixe.
Tabî ćênabe ku meriv bi taybet S. Demîrtaś źi bîr bike. Yekî sereke yê vê taximê ye. Di dema xwa da bi cunteyê kirin «serok». Bi kurdî źî nizane. Ha ha welat bi welat digerre u zmanê tirkên qewad di nav milletê kurd da «meśru» dike. Ev śexsiyet di hal u mercên xwa da nikare du berxikan źî îdare bike, lê buye serokê partiyeke kurdan ...
Ez drêź nekim. BDP bi temamî maye di destên ćeqel u keftarên hilo kemalîst da. Yek źi ya/yê din heramtir e.
Gelo ev hemî źî teseduf in?
Gava tiśtek ne ligorî PKKê u A. Öcalan 'be, PKK u A. Öcalan hema bi tehdîdan hêrîś dikin. Lê ćima rexneyeke herî pićuk źî l van kemalîstan nakin?
Herkes źî dizane, bê destura PKKê u A. Öcalan zilikek źî nikare di nav PKKê da were livandin.
Hingê meriv fam dike ku PKK u A. Öcalan bi xwa ev in, loma deng dernaxînin, źixwa hevîr eynî hevîr e, av eynî av e.
Loma źî divêt kurd źi PKKê u A. Öcalan ti nêzîkbuneke din nepên, ev ćerx ćawan ćêbuye, ewê bi vî hawî źî bićerixe u herre.
Kurdino, divêt hun vê zilma kemalîstan qebul nekin.
Redda kemalîstan erk u mîsyona we ya dîrokî ye. Xwa di ber van kemalîstan ra nekin qurban.
Bi ći hawî dibe bila bibe, divêt siyaseta BDPê, PKKê u A. Öcalan were redd kirin.
Ewê li ser xwîna we kemalîzma xwa, despotîzma xwa, faśîzma xwa da'ćikînin.
Divêt di van hilbiźartinên pêś me da hariyariya BDPê neyê kirin, divêt siyaseta bi îxanet ya BDPê were teśhîr kirin.

Heta ku di nav milletê kurd da partiyên elternetîv dernekevin, ewê siyaseta di nav me kurdan da źî hilo bê edeb bibe duvika kemalîzmê, źixwa ektorên qerase bi têra xwa hee ne.