Mittwoch, 27. November 2013

Îcar Xaltîka Me «Gülten Kiśanak» Tirkmen Derket


Di wan roźên dawiyê da namzediya Gülten Kiśanak serê kurdan tevlihev kirî bu.
Ê helbet sêrê min źî tê da ye.
Yanî BDPê u PKKê birryar dane ku Gülten Kiśanak bibe seroka śaredariya Amed'ê.
Qaśo her tiśt bi hilbiźartinê ćêbuye, yanî śertên demoxresiyê hatine bi kar hanîn.
Demoxresî haaa.
Ez nizanim ew camêr di bin cilê kê da dersa demoxresiyê difrośin kê.
Ez bawer nakim ku baweriya wan bi derewên wan źî hee' 'be.
Tabî ti sebeb tun e ku hee' 'be źî.
Lê bila  mala faśîzm u despotîzmê xerab 'be, ku meriv carekê xwa têdaa, êdî meriv xwa bi heft qalip sabunan źî nikare źê pak bike.
Faśîzm u despotîzm tiśtekî hilo bê bav e ku, źi piśtî demekê źê wegerr źî ne pêkan e. Dibin ênerźî di dilê meriv da, meriv hew dikare tiśtekî źi derî xwa qebul bike.
Di nav hemî prensîbên xwa yên źiyanê da tenê spî u reś dike desthilatdar.
Tevî ku di nav xayîntiyên herî siyasî da hevîrê xwa l hev xistiye źî, źi derî murîdên bê mêźî herkesî xayîn dibîne.
Despotîzm u faśîzm e, nanê xwa źi xwîn u ehmeqiyê ćêdike.
Ê bila nośîcan 'be.
...
Drêź nekim, werim ser meseleya me ya esasî.
Ew ćend roź in ku keć u xortên kurd yên ku bi vê despotîzm u faśîzmê hatine źehr kirin, di înternêtê da wekî gurên harr tiśtên nemayî l kesên ne hevfikir dikin.
Ćêrên ewqas bê edep yên seksuwel l millet dikin ku, meriv źi halekî dikeve halekî din.
Bi rastî źî gunehê meriv b van tê. Ma źi vî nifśê ku hatiye źehr kirin, ewê ći fêde were.
Sibeh ewê wekî aletên źihevketî pênc quruś źî nekin. Xususiyeteke despotîzm u faśîzmê ye, loma.
Xelaskirina milletekî, avakirina sîstemeke demoxretîk u pêśketî bi zexelên ehmeq u têkćuyî nabe.

Min dîsan drêź kir welleh, biborînin berxikino.
Me got Gülten Kiśanak ...
De îcar hun li vê ecêbê mêze bikin.
Xaltîka me ya cahilê kurdî Gülten Kiśanak "tirkmen"eke temam derketiye.
Aniha źî dixwazin vê kurdînezan u asîmîlasyonciyê bi darê zorê bikin "seroka kurdan", daku bila bikare ew ćend kurdên ku bi kurdî dizanin źî baśtir asîmîle bike.
Herhal qirra kurdan hatiye, di serên kurdan da gramek aqil źî nemaye, loma terrin tirk u tirkmenan tînin u dikin serokên milletê kurd yên sererd u binerd.
Dubare dibêźim, heger di kurdan da pićekî xurur u kîbîra netewî hee' 'be, ewê tenê dengekî xwa źî nedin kurdî-nezanên têkćuyî, îfleskirî.
Di konseya PKKê da (A. Öcalan źî di nav da) êdî baweriya min pê nîn e ku źi derî Murat Karayilan tenê yek źî kurd 'be.


Keine Kommentare: