Źi derî kar u barê roźane yê dawiya heftê min hîro tiśtek
nekir.
Źiber ku min pirtukên źi pirtukxanê dereng xistî bun, bîst
frenk pere źi min girtin.
Tiśt nabe, qet nebe xizmeteke sosyelî ye, bila źî bigirin.
Bi brayê xwa yê mezin ra peyîvim. Li Edremît'ê dimîne.
Min di nav axaftinê da got, «Ez ê sala tê werim, soz didim
we.».
Qet baweriya xwa l min nehaniya. Lê źiber ku ez pićekî bi
toneke birryarî peyîvim, kêfa wî hat u got, «Tu pićekî cîddî xuya dikî yaw.».
Ma bavê mino ez ćiton cîddî xuya nekim, bîst u pênc sal źi
źiyana me ću, me hîn źî hevdu nediya, ew gund u zozanên ku me di dema berê da
li paś hiśtî bun, wêran bune, însanên me yek bi yek ćun, dinya źi bin va guheriya,
lê me hîn źî hevdu nediya.
De îcar ez ê ćima bi birryar nepeyîvim kekocan, ćima?
Źi berî ćend roźan gava min źi bavê xwa ra hilo bi birryar
fikira xwa got, feleket kêfxwaś bu. Aniha li dor 93-94 salan e, tabî hîn gelekî
li ser xwa ye. Soz daa min, ewê bi min ra guleśê bigire.
Vê gavê źinbrayê min hatiye Elmenye'yê ba malbata xwa. Diya
wê emeliyet buye.
Vê hêvarê min têlefonî wê źî kir. Ez ê heta heftekê b wir da
herrim.
Min hîro nućeyeke ligorî dilê xwa dît u xwand.
Tê gotin ku Prof. Dr. Yasin Aktay (endamê navenda komîteya
birêvabir yê AKPê ye) li Bayburt'ê di sîmpozyumekê da gotiye, «Tirk bi xwa
sêntezek in, niźadekî wekî tirk tun e.».
Ê tabî gelek tirk li ber xwa ketine.
Li hemberî pirsa xwandekarekî xalê me gotiye, «Źi te ra
gotine "tu tirk î". Tirkîtî ći ye? Yanî tu źi Esye'ya Navîn hatiyiye. Lê carekê
mêze dikî, ka kalikên ćend kesan źi me źi Esye'yê hatine ...».
Ći dibe bila bibe, ev lotik lotikeke pirr baś e.
Bi telaq carina ev AKPeyî hezar u yek caran baśtir lotikên
ligorî dilê meriv tavêźin.
Mesela hîro di nav civîneke mezin ya ciwanan da S. Demitaś dîsan
peyîviye. Hema hun bibêźin bi zmanê tirkên qetîl u tecawîzcî kiriye zirrezirr u
qaśo aqil daye ciwanan, tevî ku pêwistiya vî mehluqetê kemalîst bi xwa êqil hee
ye.
Mêro buye ćarmixa asîmîlekirina milletê kurd, śerm nake, serê
xwa l erdê naxe, tê paśatiyê dike.
Dibêźin rêxistina ciwanên YNKê źî źi baśurê Kurdistan'ê
hatine tev l civînê bune.
Di nav nućeyê da tam bellî nebu, lê hindek ciwanan xwastine
ku ala tirkên segbav daxînin źêr. Lê bernedane.
Ez źi xwa u we dipirsim aniha, ći karê ala tirkên qewad di wê civînê
da hee' bu?
Kê rê li ber girt ku ew ala tecawîzkaran li wir bimîne?
Divêt kurd xwa bi siyaseta bê namus nexapînin, kemalîstên
pînc yên di nav BDPê da bi navê filan u bêvan hessasiyetan roź bi roź kîmyeya
civanên kurd xerab dikin.
Di nav hemî dezgehên BDPê da ciwanên kurd kirine heyranên tirkan, kirine heyranên Fenerbahće u Galatasaray'a niźatperest.
Di nav hemî dezgehên BDPê da ciwanên kurd kirine heyranên tirkan, kirine heyranên Fenerbahće u Galatasaray'a niźatperest.
Di nav ciwanan da kultureke weha bê śeref hafirandine ku
meriv śaśo-maśo dibe, qey tu dibêźî kurd rabune l tirkan zilmê dikin.
Tabî hemî van lîstikan źî bi hezar u yek fêlbaziyan dikin,
ligorî herkesî śerbeta xwa eyar dikin.
Heta ku kurdan di nav BDPê da śoreśeke kurdîn u Kurdistan'î
nekirine, kurd bi navê xwa, bi destê xwa nikarin ti tiśtekî l dest bixin.
Yabo heyranino, guneh e, śerm e, ewqas hêś u źan, ewqas xwîn,
ewqas talan, ewqas mirin ... bila di ber hindek kućikên kemalîst ra neyê qurban
kirin.
Xelkê alemê keda xwa ya źi du-sê deqqan źî belaś nade meriv.
Xelkê alemê keda xwa ya źi du-sê deqqan źî belaś nade meriv.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen