Samstag, 16. November 2013

Du Panelên PENa Swîsre’yê U Nivîskarên Kurd


Biborînin berxikino, min dîsan demeke drêź tiśtek nenivîsiya.
Helbet di vê navberê da gelek tiśt pêk hatin, gelek tiśt hatin nivîsîn, lê mixabin tenê di Facebook’a bê bav da u ewqas.
Ez ê aniha li ser van gotin u buyeran tiśtekî nenivîsînim.
Loma źî dixwazim werim ser miźareke din ya bêtir pêr, pêr, doh u hîro.

Navenda PENa Swîsre’yê ya beśa elmen du nivîskarên me yên kurd, Îrfan Babaoglu u Śêxmuz Sefer źi Amed’ê dawetî vir kirî bu, źibo du panelan.
Panelek pêr li Basel’ê, yek źî doh li Zürich’ê hate orxenîze kirin.
Di van her du panelan da źî min wergêrriya camêran kir.
Li Basel’ê herî zêde 40 kes u li Zürich’ê źî herî zêde 60-70 kes hatî bun.
Hindek nivîskarên Swîsre’yî yên bi nav u deng źî tev li van civînan bun.
Bêguman ciyê dilxwaśiyê ye.
Me her du nivîskarên xwa hîro, źi piśtî nîvroyê bi rê kirin.
Yek berbi Wiyene’yê ću, yê din źî berbi baźerekî din yê li Swîsre’yê (paśê źî ewê berbi Elmenye’yê herre).

Serokê PENa Swîsre’yê hîro źi nivîskarê me yê kurd (Yusuf Yeśîlöz) yê ku ev dawet orxenîze kirî bu u moderetoriya wê kirî bu ra nućeyek śandî bu. Wî ew nuće nîśanî min źî daa gava me vê nîvroyê li restorentekê tiśtina vedixwarin.
Camêr tê da kêfa xwa taniya zmên.
Her weha digot, «Bi hêviya ku ez ê bikarim sala tê bi tevî komeke hevalên me herrim bakurê Kurdistan’ê, digel rêz u silavên germ.».

Ez werim ser civînan.
Bi gelemperî civîn baś derbaz bun.
Lê bi taybet ya li Zürich’ê baśtir bu. Normel e źî. Źiber ku heźmara beśdarvanan zêdetir bu.
Digel wergerrê nivîskarekî me pićekî bi gotinên xwa zêde zelal nebu. Kurdiya wî źî ewqas baś nebu. Źixwa digot ew deh sal in ku dest bi kurmancî u zazakî kiriye u herdu źî bi têra xwa pêśta birine (helbet rêz u humet źibo daxwaz u îredeya wî. Lêêê, mixabin têr nake źibo ćalakiyeke weha mezin).
Tiśtên źi hev cihê carina di nav gotinên xwa da dibir u taniya, dubare dikir, tabî digel dubarekirinê źî forma gotina wî pićekî diguheriya.
Źiber vê yekê digel wergerrê carina serê min tev li hev dibu, divêt min bi formeke formulekirî ew werbigerrandina elmenî.
Ćend caran źî peyvên elmenî yên bi hevokê va girêdayî nehatin aqilê min, yan źî pićekî dereng hatin.
Lê digel civîneke weha źî wext gelekî girîng e, ćênabe ku meriv zêde wext vala derbaz bike.
Axaftin bi tevayî źî bi kurdî u elmenî bu.
Ti kesî bi zmanê tirkên qewad nekir leqleq. Źixwa ew îmkan źî tune bu :)

Lê mixabin resim rind derneketiye.
Literaturhaus, Basel - Swîsre, 14.11.2013.


Tiśtekî bala min kiśand, źixwa min texmîn źî dikir, yanî źi berê da dizaniya.
Digel axaftinê di navbera me u Ewrupe’yiyan da ferxeke mezin hee ye.
Em pirr źêde mîmîk u hereketan bi kar tînin digel axaftinê.
Bêguman pirr normel e źî.
Lê ez dibêźim em vê yekê pićekî zêde dikin u sebebên vê yên psîxoloźîk hee ne.
Digel axaftinê nermî u sertiya mîmîk u hereketan girîng e, yanî di nav hevahengiyekê da buyîna mîmîk u hereketan dikare axaftinê śîrîntir u balkêśtir źî bike...
Źixwa ev rastiyeke gelemperî ye ku tê zanîn.
Lê digel hevalan carina mîmîk u hereketên sert xwa didan der, bi taybetî źî digel hevalê me yê ku źi bîst salan zêdetir di girtîgeha tirkên qewad da mayî bu, zilmeke bê sînor dîtî bu.
Bêguman ev źî pirr normel e, ne hêsan e ku meriv źi piśtî ewqas salên dur u drêź yên di bin zilmê da hindek xususiyetên sert di xwa da nehafirîne.
Hetta ez dibêźim hemî însan u heywan źî ewê van xususiyetan di xwa bihafirînin.
Tevî ku ev rastiyeke xwezayî ye źî, dibe ku tesîra vê yekê li ser guhdaran îmeźeke xerab źî bike.
Kir yan źî nekir, ez wê nizanim.
Źi piśtî civînan li ciyekî din digel xwarin u vexwarinê kesên guhdar u em hatin ba hevdu u bi hevdu ra peyîviyan.
Pirsên wan hee’ bun, me bersîvên pirsên wan didan.
Helbet di eslê xwa da meseleya miźara van her du panelan źî zmanê kurdî bu.
Lê dîsan źî carina siyaset ket nav axaftinê.

Helbet herdu hevalên me ćend helbestên xwa źî xwandin.
Bi zêdeyî vê yekê kêfa guhdarên Swîsre’yî haniya.

Wekî din ligorî întîbeya ku di min da ćebu, hevalan xwa baś amade nekirî bun.
Ez bawer dikim haya wan źi van krîterên ku li Ewrupê hee ne, tune bu.
Li Ewrupê guhdar nîvoyeke bilind dixwazin, meriv nikare bi śiklekî basît u bê amadebuyî derbikeve pêś guhdaran.
Bi vê ne amadebunê meriv tenê rehê xwa yê di pêśeroźê da dibirre.
Loma źî źibo axaftina ku ewê were kirin, divêt źi berê da li malê her tiśt hatî ’be ceribandin. Di nav vê amadekirinê da mînakên îronîk u henekî nebe-nebeyek e, źibo ku guhdar bala xwa baśtir bidinê.
Tevî ku hevalekî ev carina tesedufî kir źî, bi ya min kêm bu.

Tiśtekî din yê ku bala min kiśand, ragiyandina înformesiyonan bu.
Li hêla din divêt meriv kultura giśtî ya di navbera me kurdan u Ewrupe’yiyan da źî b’îne zmên.
Bivêt-nevêt em xwa di vî warî ti carî nikarin bi wan ra muqeyese bikin.
Bingeheke pêt di me da tun e. Zanîn u înformesiyonên me ewqas subźektîv in ku, meriv źê bêhnteng dibe.
Źi îddiayan pêk tên.
Eleqeya wan zêde bi zanîn u înformesiyonên tespîtkirî ra tun e.

Loma źî digel Ewrupe’yiyan cîddiyeta asta întellektuweliya me dike śorbe.
Bi kurt u kurmancî, întellektuweliya me u ya Ewrupe’yiyan di nav pîvanên cihê ra dibezin u meriv hew dikare bi hevdu ra miqeyese bike.
...

Sibeh ez dixwazim li ser ziyereta kek Mesut u Śivan Perwer ya li bakurê Kurdistan’ê bisekinim.
Ka em mêze bikin ewê heta sibeh ći bibe.
Heta vê gavê min tiśtekî sosret nedît.
Lê dîsan źî divêt haya meriv źi xwa baś hee’ ’be u nekeve nav kemîna tirkên qewad. 

Keine Kommentare: