Sonntag, 25. August 2013

Du Lotikên Dawiyê


Min di van ćend hefteyên dawiyê da bi têra xwa tembelî kir yaw.
Źiber ku sibehan zu radibim, hêvaran zêde nikarim drêź bikim.
Loma źî demildest terrim u radikevim.

Hewaya di van demên dawiyê da xerab nebu.
Lê vê gavê heta bîst pileyan (20°) daketiye.
Ćend caran baran źî bariya.

Heval Newzat bi tevî malbata xwa hefteya buhurî bi śun da vegerriya.
Haya min źê tune bu. Ez źi berî heftekê hêvara roźa îniyê ćum bexćeya wî źibo ku avê bidim hêśinayiyan.
Gava ez derbazî bexćê bum, min dît ku ha li paś tiriyên ber dêrî deng tên.
Camêran xwarina xwa dixwarin.
Xalê Newzat gava ez dîtim, destên xwa li hev xist u got, «Yaw min źî źi berî nîv seetî têlefonî te kir, źibo ku tu werî u em bi hev ra xwarinê bixwin, ...».
Źina wî Fîlîz źiber lihevxistina destan pićekî tirsiya.
Kećikên wan Lorîn (9 salî) u Rozerîn (7 salî) qet li śuna xwa neliviyan.
Min ev pać kirin. Îcar naz nekirin. Di rastiyê da hertim dixwazin birevin, daku ez bi wan ra bilîzim :)
Źiber ku min xwarina xwa li malê xwarî bu, hindî min nekaniya bi tevî wan xwarinê bixwim.
Lê dîsan źî mecbur mam ku pićekî selete bixwim.
Paśê źî ćayek amade kirin, me bi tevî śîrîniyekê ćaya xwa źî vexwar.
Ê tabî kafiran kerta min źi welêt neśandin.
Gotin me navśaneya/edresa te handa kir.
Tabî min dawa kerta xwa kir, loma źî min got ći dibe bila bibe, ez kerta xwa dixwazim.
Wan źî got, «Temam, em ê yekê li vir binivîsînin u bidin te.».
Xalê we me, min qebul nekir.
Min got, «Heta ku bi postê neyê, ćênabe, divêt hun źibo kerta min pićekî mesref bikin, wekî din nabe u xelas.».
Kenniyan. Paśê gotin temam yaw, bila xwadê kesî nexe nav destê te, waaa.
Bi xwadê, heta aniha źî kerta min hîn nehatiye.
Xayîn in bavê mino, xayîn, ihi.

Źi berî du heftan min xalê me yê sosyolog Mistefa li ciyê fîtnesê dît.
Xalê me di nav axaftina xwa da got, «Yaw xalê me Usiv navśaneya e-maila te xwast. Îsal di nav komîsyona PENa Swîsre’yê da cî digire. Ewê źi Kurdistan’ê du nivîskarên kurd dawet bikin, loma źî li wergêrekî digerrin ...».
Xalê me Usiv (Yusuf Yeśilöz) wekî xalê Mistefa kurdekî źi Enetolî’ya navîn e.
Bi zmanê elmenî ćend pirtukên wî li vir hatin weśandin, di nav xelkê Swîsre’yî da pićekî tê nas kirin.
Pêr têlefonî min kir u daxwaza wergêriyê źi min kir. Helbet ewê belaś nebe.
Di meha 11an da, pêśta li Basel’ê (14.11.2013) u roźek paśê źî li Zürich’ê ewê du civîn werin amade kirin.
Got ewê nivîskar Śêxmuz Sefer (?) u Îrfan Baba (?) werin. Ewê bi kurdî bipeyîvin.
Yanî hilo tê gotin, tabî kurd in, dilê kurdan zu bi zu źi zmanê qetîl u tecawîzciyên xwa nabe.
Źixwa ez ê tenê bi kurdî bikim.
Hêvîdar im ku daxwaza zmanê tirkên kućik źi min nekin, ez ê wan li pêś xelkê Swîsre’yî rezîl u riswe bikim.

Sonntag, 11. August 2013

«StreetParade»yeke Din Hat U Ću


Min hîcar navbereke têr u tîźî dayê.
Ê min gotî bu bavê mino, hewa germ e, źi lotikên din zêde dem namîne ku meriv tiśtekî din bike.
Źi berî ćar roźan qasî du roźan baran bariya u ewqas.
Tabî germayî źî bi têra xwa daket, źi pileya 36an heta 20-25an hat.
Vê hefteya li pêś me źî baś xuya dike.
Ćend caran ćum u ketim nav golê źî.
Av gelekî germ e.
Divêt ez bidomînim heta ku bi temamî sar nebuye.

Doh li vir «Street Parade» («meśa [li ser] kolanê») hee’ bu.
Ev  bîst sal in ku tê orxenîze kirin.
Yanî meśa li ser kolanê ya bi muzîka texnoyê ye. Bi dehan erebeyên tir yên ser vekirî bi hêdîka di nav baźêr ra taźon, millet źî him dimeśe u him źî dansê dike.
Ciwan, kal u pîr, herkes tev lê dibe.
Pirr millet tev lê dibe. Ez dibêźim hîsal mîlyonek yan źî mîlyonek u nîv kes hee’ bun.
Helbet źi welatên din źî pirr kes tên. Bi taybet źî źi Elmenye’yê.
Ez źî wekî her carê dîsan ćum. Lê pirr dereng ćum, seet dihate heftan. Heta cem pireya li ba «Bürkli Platz»ê ćum u vegerriyam. Meriv nedikariya bimeśe.
Loma źî ez dîsan bi śun da vegerriyam.
Tabî baźar di nav pîsiyê da mayî bu. Bi taybet źî śuśeyên śikestî yên li ser erdê pirr bi tehluke bun.
Millet bi tevayî serwaś bu’ bu.
Źiber ku ez źi elkoholê qet hez nakim, pirsgirêkeke min ya bi vî hawî ćênebu u ćênabe źî.
Wekî kernavel tê pîroź kirin, millet tiśtên cure bi cure li xwa dike.
Helbet bi temamî źî xwa rut u tazî dikin u berdidin nav ćolê.
Aha źi we ra klîbeke danasînê ya «Street Parade»yê:

http://www.youtube.com/watch?v=Y6EdVas-pmY

Haaa, xalo lotikćiyekî temam yê muzîka texnoyê ye. Gava melodiyeke xwaśik tê lîstin, hema hun bibêźin xalo bi rîtmên xwa di nav hewayê da dibe wekî peleke efsunî, bê henek, śekirino, hahooo :)
Gelek caran xaltîkên Swîsre’yî źi min ra gotine:
«Bi telaq di xwîna te da ev tiśt u lotik hee ye, waweylêêê!».
Qey van gundiyana źî dibêźin źi derî wan kes nikare dansê bike.
Kuro, kîźan kurd bi govenda agirpêketî mezin nebuye, hi?
Tevî ku xalo bê govend mezin buye źî, îmana heft ecdadê we dike śorbe u berdide, de hîcar hun li halê kurdê/a ku bi govendê mezin buye bifikirin, ewê îmana heftê u heft ecdadê we bike teneke ellawekîl, ihi :)


Min ev mesele pićekî drêź kir, de hîro bila bi vê bimîne.