Min hîcar navbereke têr u tîźî dayê.
Ê min gotî bu bavê mino, hewa germ e, źi lotikên din zêde dem
namîne ku meriv tiśtekî din bike.
Źi berî ćar roźan qasî du roźan baran bariya u ewqas.
Tabî germayî źî bi têra xwa daket, źi pileya 36an heta 20-25an hat.
Tabî germayî źî bi têra xwa daket, źi pileya 36an heta 20-25an hat.
Vê hefteya li pêś me źî baś xuya dike.
Ćend caran ćum u ketim nav golê źî.
Ćend caran ćum u ketim nav golê źî.
Av gelekî germ e.
Divêt ez bidomînim heta ku bi temamî sar nebuye.
Doh li vir «Street Parade» («meśa [li ser] kolanê») hee’ bu.
Ev bîst sal in ku tê
orxenîze kirin.
Yanî meśa li ser kolanê ya bi muzîka texnoyê ye. Bi dehan erebeyên
tir yên ser vekirî bi hêdîka di nav baźêr ra taźon, millet źî him dimeśe u him
źî dansê dike.
Ciwan, kal u pîr, herkes tev lê dibe.
Ciwan, kal u pîr, herkes tev lê dibe.
Pirr millet tev lê dibe. Ez dibêźim hîsal mîlyonek yan źî mîlyonek
u nîv kes hee’ bun.
Helbet źi welatên din źî pirr kes tên. Bi taybet źî źi
Elmenye’yê.
Ez źî wekî her carê dîsan ćum. Lê pirr dereng ćum, seet
dihate heftan. Heta cem pireya li ba «Bürkli Platz»ê ćum u vegerriyam. Meriv
nedikariya bimeśe.
Loma źî ez dîsan bi śun da vegerriyam.
Tabî baźar di nav pîsiyê da mayî bu. Bi taybet źî śuśeyên śikestî
yên li ser erdê pirr bi tehluke bun.
Millet bi tevayî serwaś bu’ bu.
Źiber ku ez źi elkoholê qet hez nakim, pirsgirêkeke min ya bi
vî hawî ćênebu u ćênabe źî.
Wekî kernavel tê pîroź kirin, millet tiśtên cure bi cure li
xwa dike.
Helbet bi temamî źî xwa rut u tazî dikin u berdidin nav ćolê.
Aha źi we ra klîbeke danasînê ya «Street Parade»yê:
http://www.youtube.com/watch?v=Y6EdVas-pmY
http://www.youtube.com/watch?v=Y6EdVas-pmY
Haaa,
xalo lotikćiyekî temam yê muzîka texnoyê ye. Gava melodiyeke xwaśik tê lîstin,
hema hun bibêźin xalo bi rîtmên xwa di nav hewayê da dibe wekî peleke efsunî, bê
henek, śekirino, hahooo :)
Gelek caran xaltîkên Swîsre’yî źi min ra gotine:
«Bi telaq di xwîna te da ev tiśt u lotik hee ye, waweylêêê!».
Qey van gundiyana źî dibêźin źi derî wan kes nikare dansê bike.
Gelek caran xaltîkên Swîsre’yî źi min ra gotine:
«Bi telaq di xwîna te da ev tiśt u lotik hee ye, waweylêêê!».
Qey van gundiyana źî dibêźin źi derî wan kes nikare dansê bike.
Kuro, kîźan
kurd bi govenda agirpêketî mezin nebuye, hi?
Tevî ku xalo bê govend mezin buye źî, îmana heft ecdadê we dike śorbe u berdide, de hîcar hun li halê kurdê/a ku bi govendê mezin buye bifikirin, ewê îmana heftê u heft ecdadê we bike teneke ellawekîl, ihi :)

Min ev
mesele pićekî drêź kir, de hîro bila bi vê bimîne.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen