Freitag, 31. Januar 2014

Gelo Abdullah Demirbaś Êsrarkêś E?!



Roź derbaz nabe ku siyasetvanekî/e kurd bê baviya xwa îspat neke.
Ewqas ku kemalîzma tirkperest xwa l xwîna van canikan daye.
Di bin navê siyasetê da ti heramtî nemaye ku nekirî 'bin.
Helbet ez bi xwa źi van heramzadeyan tiśtekî din napêm.
Heger źi destê van xayînên bi dîplome bêt, ewê l heft ecdadê milletê kurd binîn.
Źiber ku referens kemalîzm e.
Min doh di nav nućeyan da tiśtekî pirr ecêb xwand.
Mesele Abdullah Demirbaś e. Di dema xwa da min lêkolîneke xwa ya zmannasiyî diyarî vî camêrî kirî bu. Xem nîn e.
Tê gotin ku serokê śaredariya Sur'ê ya li Amed'ê, Abdullah Demirbaś, digel axaftineke bi Oxtey Pîran ra hilo gotiye:


«Ala komara kurd ya Mahabad'ê ne ya me ye u me temsîl źî nake. Ala partiya me hee ye u em vê alê wekî ala Kurdistan’ê qebul dikin. Tirk u kurd perćek in u nikarin źi hev werin veqetandin, wekî gośt u nênik in. Di vê demê da daxwaza dewletekê kirin, kevineperestî ye ... Daxwaza perwerdeya bi zmanê dayikê milliyetćîtî ye, niźatperestî ye, u em bi xwa źî l hemberî milleyetćîtiyê ne ...».
Gelo ćima vê yekê dike?
Ma hurmeta vî camêrî li hemberî xwa źî tun e?
Tirkên qewad pićek maa ku di girtîgehê da bikuźin. Ez źî di nav da, me di nav cîhana dîźîtel da erd u ezman l hev xist ...
Divêt kurd li hemberî van gotinan bê deng nemînin, hêsabeke giran źê bixwazin.
Dibe ku vî canikê me qayîśê xwa qetandî 'be ...
Qey meriv dibêźe rihê Abdullah Öcalan, Aysel Tugluk, Emîne Ayna, Śemdîn Sakik ... dike leqleq u ha ha bi kemalîzma xwa mêźiyê milletê kurd tarumar dike.
Bêguman keć u xortên ku di nav PKKê da canê xwa danne u didin, ewê milletê kurd ti carî źi bîr neke.

Ewê berxwadana li zîndana Amad'ê helbet neyê źi bîr kirin ...

Helbet ewê Mazlum Dogan, Heyrî Durmuś, Ferhat Kutay, Mahsum Kormaz ... di nav dîroka kurd u Kurdistan'ê da bi śeref ciyê xwa bigirin u bibin roniya ćavên me.

Lêêê ...
Ciyê hindekan bellî ye ...
Eyara hindek beredayiyên bê kezeb derketiye holê u ti mafê van beredayiyan tun e ku li ser xwîna zarokên kurd bazara xwa ya bê śexsiyet bikin.
Ev PKK źî, BDP źî aîdî wan zarokan e!

Donnerstag, 30. Januar 2014

HDPeya Taśeron, Sîlîvre, Misto’yê Qewad U Ala Tecawîzkaran!



Źi berî du heftan bu herhal, min di înternêtê da ev wêneya li źêr dîtî bu.
Ya rast ez zêde śaś nebum, źixwa hevîr u ava vê źi ku tê, bellî ye.
Ev wêne digel civîna HDPê hatiye kiśandin, li Sîlîvre’yê.
Bêguman mesaź bellî ye!

Canikên me ćunne di avahiyeke ku aîdî CHPê ye da civîna xwa l dar xistinne.
Tabî li ser wêneyê her tiśt xuya ye, ne hewce ye ku meriv śîrove bike.
Kê bi ći niyetî li ber wêneya qetîlê herî mezin yê dîrokî Mistoy’ê segbav u alên tirkên heram ev kirî ’be, bêguman haya wî źi karê xwa baś hee ye.
Yanî hun bifikirin ku cihuyek li ber ala elmenan u wêneya Hîtler civîna xwa ćêdikin.
Tiśtekî weha kućikane tenê cihuyek źî nikare di bîra da derbaz bike.
Herkes li ser tevgerrên xwa mecbur e ku bifikire.
Ma wekî din ti cî nemaye ku van endamên taśeron yên HDPeya kemalîst herrin civînên xwa l dar bixin?
Him źî li Stembol’ê cî nemaye ha!
Helbet hezar u yek îmkan hee ne.
Lê nakin.
Źixwa heramzadeyên ku di nav vê partiya kemalîst da cî digirin, bêyî ku źê aciz bibin ha ha pesna qetîlê milletê kurd didin, wî qetîlî dikin dahiyê sedsalê u nizanim ći u ći.
Tabî bawer nakim ku tenê gotinek źî bê destura A. Öcalan hatî ‘be kirin.
Öcalan’ê ku di her tiśtê herî pićuk da qiyametê radike, lê ći elemet e gava mesele tê Misto’yê tecawîzcî lal dibe. Ćima?! Ćima PKK dengê xwa dernaxîne?! Ćima li hemberî «ćawîś»ekî tirkan heta bi heniya xwa dikevin ser erdê?
Ćima ev A. Öcalan u PKK li hemberî rexneyên Î. Beśîkćî dibin wekî śêrên bendik bizdandî u tehdîdan dikin, lê li hemberî van kemalîstan tiśtekî nabêźin?!

Źiber ku śurê Î. Beśîkćî tun e ku li ser serê A. Öcalan u PKKê l baa bike, loma.
Herhal bikar’anîna śîddetê ya li diźî kesên sîvîl ne xem e.

HDP proźeyeke MÎTa tirkan u kemalîstan e ku bi destê A. Öcalan u PKKê danne damezirandin.
Hêvîdar im ku ewê xelkê kurd vê kemîna kemalîstan di gewriya xwadiyên wê da asê bike.


Mittwoch, 29. Januar 2014

Zmanê Kurdî U Astengiyên Li Pêś Wî: Kurd! -1-

Canikino, ez hîro li vir hevpeyvîna ku malpera «beroj.org»ê źi berî śeś mehan bi min ra kirî bu bi we ra parve dikim.
Źiber ku pićekî drêź e, ez hîro tenê beśa yekem belav dikim.
Miźara hevpeyvînê li ser zmanê kurdî u perwerdeyiya wî ye.
Fermo ...

Bi dîtîna te îro astengiyên herî mezin yên ku li pêś kurdî ne, ći ne?

Bêguman di nav dîrokê da diźminên milletê kurd her u her rola xwa ya dîrokî lîstine, yanî derbeyên xedar li zmanê kurdî xistine.
Di vê lêdanê da ti
tiśtekî sosret tun e, ew rola xwa ya siruśtî dilîzin.
Loma źî ti mafê me kurdan tun e ku źiber van derbeyên girtî li ber xwa bikevin. Ti cîddiyeta vê yekê źî tun e.
Źi meriv ra dibêźin, «Heger kor u ehmeq nîn î, tu źî derbeyan li wan bixe!».

 Digel hemî hêlên xerabe źî hîro texnîk di nav źiyana me ya roźane da buye heebe-nebeyek.
Heger kurd di dawa zmanê kurdî da cîddî bibin, ti kes nikare rê li ber geśbuna zmanê kurdî bigire.
Hîro li ser Mars’ê źî meriv dikare bi rehetî hiynî kurdî bibe.
Lê di destpêkê da divêt kurd normên ku tirk, ereb u farsan di mêźiyên kurdan da źibo zman u kulturên xwa hafirandine, heta noxteya dawiyê źî redd bikin.
Helbet kurd vê yekê nakin.
Naxwazin bikin źî.
Źiber ku kurd hindî hîro zmanên qetîlên xwa di mêźiyên xwa da wekî aletên esasî bi kar tînin.
Pê bune zebunî.
Loma źî tedaviya kurdan ya psîxoloźîk zerurî ye.
Kurdên me hindî her tiśtê xwa bi zmanê di
źminên xwa li ser zmanên diźminên xwa ava kirine.
Źiber ku di nav kurdan da xurur u kîbara mîllî heta bin sifirê daketiye.
Tabî sebeba vê yekê ya herî mezin siyaseta bi zmanê diźminan e. Siyaseta ku bi zmanê diźminan dibêźe «zman unîversel in, zman bê suc in, ...», e.
Hindî kurd tam ligorî normên dagirkeran difikirin, bêguman di nav van norman da źî ciyê zmanê kurdî u kultura milletê kurd tun e. 
Yanî hîro astengiya herî mezin ya li pêś zmanê kurdî «kurd bi xwa ne», ne kesekî din e. Kompleksên kurdan yên śexsî u mîllî ne. Cehaletiya kurdan ya bê sînor e.

Mafê perwerdeya zmanê dayikê îro di roźevê da ye, ligorî we ev maf ći ye, źibo kê ye u divêt ćawan were fahm kirin?

Ev perwerdeya bi zmanê kurdî divêt ti carî źibo kurdan ne mesele ’be.
Zmanê her însanî aîdiyeteke siruśtî ye u ćênabe ku meriv li ser vê yekê bazarê bike.
Źixwa xeteya kurdan ya herî mezin li ser vê yekê bazarî kirine.
Diźminê me dikare li ser oksîźena ku em digirin u didin, li ser ava ku em vedixwin, li ser ćav u guhên me źî bazarê bike.
Lê di vê meselê da divêt meriv bi sekina xwa, bi gotina xwa, bi fikira xwa, bi kirina xwa pirr zelal tevbigerre.
Hindek tiśt hee ne ku meriv ti carî rê nade ku bibe miźara mineqeśeyan.
Źiber ku heebuna kurdan, fikirîna kurdan, tevgerrîna kurdan bi temamî li ser esasên menfeetên tirk, ereb u farsan hatiye ava kirin, hêdî em kurd her tiśtê ku bi me kurdan va girêdayî ye, xerîb dibînin, źi xwa nahesibînin, van xususiyetên ku me dikin kurd, me îfade dikin, qet nayînin bîra xwa źî.
Ćênabe ku kurd xwa ligorî qanunên diźminên xwa sîstematîze bikin, ligorî qanunên wan tevbigerrin. Źixwa ev hemî qanun źî li ser înkara kurdan, tunekirina kurdan hatine damezirandin.
Źixwa hemî qanunên heeyî źibo parastina menfeetên wan u tunekirina menfeetên zmanê kurdî u kultura kurdan hatine
ćêkirin.
Di nav halekî hilo bê pîvan da aletên ku tirk, ereb u farsan sembolîze dikin, heebuna wan pesend dikin, hêć nabe ku kurd di nav xwa da bi kar b’înin.
Kurd tenê u tenê bi aletên ku kurdan wekî millet îfade dikin, dikarin bibin kurd u xwa di nav siruśtê da îddîa bikin.
Yanî zman u kultura kurdan yekane elementên heebuna me kurdan in, ne filan u bêvan îdeoloźî, zman u kultur. Bîlakîs bi wan filan u bêvan îdeoloźî, zman u kulturan em roź bi roź zman u kultura me ya ku di nav hezaran salan ra derbaz buye u heta hîro hatiye, dikuźin.
Yanî di eslê xwa da «mafê zmanê perwerdeyê» źibo kurdan fikireke absurd e.
Ti milletekî normal li ser beredayiyeke hilo zirzop guftugoyan nake. Źiber ku perwerde di źiyana her milletî da aîdî źiyana însanî ye, wekî vexwarina avê, wekî xwarina nên.
Heta ku kurdan di nav xwa da zmanê xwa nekirine serdest u li benda hevriyên qetîlên xwa mane, meriv hew dikare guhartinên di menfeetên zmanê kurdî u kultura kurd da bike.


Montag, 27. Januar 2014

Proźeya Vê Sedsalê Ya Herî Mezin: «Sînîrên Mêźiyê Însên»



Ez ê hîro bi kurtî li ser proźeya bi navê «human brain project» («proźeya mêźiyê însên») bisekinim.
Heger ez aniha śaś nebim, canikan źi berî bîst salan dest bi vê proźeyê kirî bunn.
Navenda vê proźeyê li Swîsre’yê, li Lozan’ê ye.
Proźeyeke navnetewî ye.
Bi vê proźeyê va girêdayî li gelek baźarên li Ewrupe’yê navendên lêkolînan hatinne ava kirin.
Bi mîlyaran eyro xistinne nav vê proźeyê.
Vê gavê Emerîka’yê źî bi têra xwa pere xistiye nav u dixwaze źê bê par nemîne.
Ez cara yekem źi berî 5-6 salan bi fîlmeke dokumentar ya li ser vê proźeyê źê hay buyî bum.
Źiber ku hingê gotî bunn ewê hîn 5-10 salên din wext bigire, ez bi kelecan li benda encaman mayî bum.


Tabî ez bawer nakim ku encamên vê lêkolîna ku ewê di biyoloźî u neyroloźiyê da śoreśeke bê sînor bike, biweśînin.
Lê dîsan źî bi merax bum. Hîn źî bi merax im u li bendê me.
Ez aniha ćima hatim ser vê miźarê?
Keneleke hevpeś ya Ewrupe’yî ya ku tenê bernameyên zanyarî u kulturî diweśîne, hee ye. Kenela bi navê «3Sat» e.
Di vê kenelê da, di nav heftê da, yanî źi roźa duśemê heta roźa îniyê, her hêvarê bernameyeke taybet ya ku di derbarê lêkolînên nu da nućeyan amade dike, hee ye (navê bernameyê "nano" ye).
Ez źî kêm-zêde teqîp dikim. Lê tenê di înternêtê da, źiber ku têlevîziyona min tun e, loma.
Min hîro dîsan mêze kir. Canikan dîsan li ser vê proźeyê nućeyek amade kirî bu.
Qasî ku xuya dibe, gelek dewlet bi vê proźeyê va eleqedar dibin.
Dibe ku hun aniha bibêźin, «Xalooo, ev ći proźe ye yaw?».
Bi kurt u kurmancî, canikên me dixwazin źi sedî sed mêźiyê meriv di kompîturê da bihafirinîn (ava bikin), heta sînor u sînîrên dawiyê yê di mêźiyê meriv da.
Yanî ewê mêźî bê kêmasî bi śiklekî sîntetîk were ava kirin.
Tabî mesele bi avakirina vê namîne. Ewê bi vê proźeyê mêźiyê meriv yek bi yek, noxte bi noxte were vegotin.
Yanî mêźiyê meriv bi ći hawî dixebite, ćima bi vî hawî dixebite, ...
Mesele menîpulekirin u kontrolkirina însanan ewê bibe wekî lîstika zarokan.
Drêź nekim, mesele bi têra xwa kompleks e u ez źî ne neyrolog u biyolog im.
Ev proxrema ku min mêze kir, aha li vir e, lê mixabin bi zmanê elmenî ye: Human Brain Project (3sat).


Sonntag, 26. Januar 2014

Ćima Kurd Źibo Kurdî Źî Teqleyekê Na’vêźin?



Ez l halê van kurdan mame ecêb.
Lê kurd fam nakin ku belaya herî mezin ya li pêś zmanê kurdî u azadiya Kurdistan’ê kurd bi xwa ne.
Tevî ku rastî ev e źî, kurd ha ha dikin qîźźewîźź, xwîna xwa diriźînin ...
Lê źibo ći, kê u ćima, ev yek qasî zerreyekê źî fam nekirinne.
Yaw aniha heger śêśt mîlyon bi birryar bibêźin «Em źi aniha u pê va tenê bi kurdî dipeyîvin, zmanê tecawîzcî u qetîlên xwa qebul nakin!», kîźan hêz dikare di vê dema fezayî da rê li ber kurdan bigire, kî?
Bawer bikin ti hêz u qewad źî nikare tiśtekî bike.
Ê tabî źiber ku kurd bi temamî di bin menîpulesiyonên tirk, ereb u farsên heram da puć bunne, haya kurdan źi xwa u hêza xwa tun e.
Źixwa partiyên kurdan śirîkên dewletên dagirker yên herî îblîs in. Li pêś milletê kurd bunne frênên bê bav di destên tirk, ereb u farsên segbav da.


Tu milletekî śêśt mîlyon ’be u źi min ra nedayîna mafên xwa yên netewî bike, ha!
Mînakekê bidim.
Źixwa hun ê bi xwa binketina ruhî u mêźiyî ya kurdan bibînin.
Gava źi min daxwaza hevaltiyê tê kirinn, bi śertê ku ewê zmanê tirk, ereb u farsên qewad bi kar neyînin, ez dibêźim temam.
Hîcar kurdên me dest bi beheneyan dikin, tew bila xwadê nede kesekî.
Źibo ku bikarin bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad u tecawîzcî bikin ewteewt, tam hezar u yek teqleyan tavêźin.
Lê źibo zmanê kurdî yê ku di komayê da ye tenê «teqleyekê» źî na’vêźin. Tevî ku kurd in, źibo kurdbuna xwa gotinên qerase dikin, qîma xwa bi hevdu nayînin, źi hevdu însanan źî dikuźin.
Tabî dawiya beheneyan nayê:
«Hevalên min bi kurdî fam nakin. Hevalên min yên tirk/ereb/fars hee ne. Divêt meriv bi sebir ’be. Sucê dewletê ye. Îmkan tun in ...». Hun źî dikarin lê zêde bikin.
Gelo kê bihistiye ku roźekê tirk, ereb u farsekî źî gotî ’be, «Law ka hele ez źî carekê bi kurdî binivîsînim, hevalên min yên kurd źî hee ne. Va ye gelek kurd bi zmanê min nizanin u b ser da źî bi zmanê min zmanê kurdî tê kuśtin ...».
Bawer bikin tenê tirk, ereb u farsekî źî ev źibo carekê ne’aniye aqilê xwa.
Źiber ku di kurdan da ew xîret, xurur u kîbîra mîllî nedîtiye, ćima bike.
Be hey kurdo/kurdê, źixwa hevaltiya ku li ser kuśtina zmanê te u kurdbuna te ava buye, îspata têkćuna te ye.
Be hey kurdo/kurdê, ha polês u leśkerekî tirk/ereb/fars tu kuśtiye, ha wan hevalên bê unîforme, ći ferx hee ye?
Yek bi zorê u yek źî bi nermî karê xwa dike.

Źi bîr neke, kuśtina bi destê «hevalan» ya herî bi xedar e.


Samstag, 25. Januar 2014

Gelo Ćima Kurdîtî Ewqas Belaś E?



Mîna ku tê zanîn, di Facebook’ê da gelek komên kurdan hee ne.
Helbet heger em rastiyê bibêźin, komên ku qaśo xwa kurd dihesibînin, hee ne.
Lê di rastiya kambax da ti eleqeya van can u canikan bi kurdbunê ra tun e.
Bêguman źibo ku meriv bikare bibe kurd, hindek xususiyet pêwist in.
Mesele ti «însan» nikare were u bibêźe, «Ez ker im, ez teyr im, ez masî me, ez mar im, ...», u gelek źehr u ziqqimên din.
Ćima nikare?
Źiber ku ti însan nikare wekî kerekî bizirre u li ser ćar nîgan herre ...
Źiber ku ti însan nikare wekî teyrekê bifire, hêkan bike ...
Źiber ku ti însan nikare wekî masiyekî di nav avê da biźiy, bilive, hewayê bigire u bide ...
Źiber ku ti însan nikare wekî marekî li ser erdê xwa bikiśîne, bi zmanê xwa bêhnê bigire, xwa l hev babide ...


Temam, xususiyetên ku însanekî dikin însan ći ne?
Ev tên zanîn; yanî «li ser du lingan meśîn, xwadî serekî buyîn, xwadî du baskan, dilekî, du ćavan, pozekî, du guhan ... buyîn e.
Gava pîvan ev bibin, hingê di navbera me kurdan u xelkên din da ti ferx namîne, kêm-zêde hemî eynî xuya dikin ...
Lêêê ...
Mesele ewqas hêsan nîn e. Digel van hemî xususiyetên hevpar, yên gelek cihê źî hee ne.
U ev cihêtî źî me dikin kurd, elmen, frens, emerîk, rus, spen, ćîn, efrîk u hwd.
Ma ew cihêtî ći ne?
Baś tê zanîn, di sêrî da «zman» e. Bê zman ti millet nikare heebuna xwa îspat bike.
Paśê ćand, dîn, hestên ruhî yên hevpar, dîroka hevpar, huner u hwd. tên.
De em dîsan werin ser van canikan.
Lê di van can u canikan da ne zman hee ye, ne ćanda kurd, ne dînê xelkê kurd, ne zanîneke hevpar ya li ser dîrokê u ne źî hunera kurd.
Ê de aniha ev can u canikên me ćawan dikarin bibin kurd?
Heger ev bi vî halî wekî kurd werin qebul kirin, divêt meriv elmen, frens, rus, ćîn, emerîkiyan źî kurd qebul bike, źiber ku li holê ti pîvana kurdbunê nemaye, tun e.
Hîcar ev bê pîvanî nîśana ći ye?

Hema ez bibêźim u xelas: Ker kurê kertiya mêźiya kurdan ya heram e ku di bin îdeoloźiyên qewad da fetisiye, ihi.

Freitag, 24. Januar 2014

Zman U Ruh, Du Cêwiyên Bi Mîlyonan Salan



Ez ê hîro zêde drêź nekim.
Wê roźê ez u xaltîkeke me ya Swîsre'yî ya psîxolog bi hev ra dipeyîviyann, źi piśtî karê me yê li klînîkê.
Bi vir u wir da mesele heta ser zmên hat.
Źiber ku ez zmannas im, xaltîka me dixwast li ser têkiliya di navbera ruh u zmên da fikira min bizane.
Ez berê źî carina li ser vê yekê fikirî bum, źiber vê yekê bu ku fikireke min ya amade di turika min da hee' bu.
Min bi kurtî u kurmancî ev gotinn:
«Zman di bedena her însan u heywanî da wekî aleteke biyolôźîk e.
Wekî bask, dest u tilliyên me.
Wekî nîg u pêćiyên me.
Wekî poz, dev, guh, ćav, lêv u zmanê me.
Lê têkiliya zmên ya bi mêźiyê meriv ra yeke ruhî ye. Derfeta me ya ku bikarin «peyvan» wekî aletan bi kar b'înin, tun e.
Źiber ku peyv frekuwensên biyoloźîk in. Ev frekuwensên ku wekî kod di mêźiyê însanan da hatinne qeyîd kirin, bi saya hewa u zmanê di devê meriv da forma xwa digirin u derdikevin der; yanî dibe aleteke înformetîv, dibe aleteke ragiyandinê.


Helbet zman belasebeb derneketiye.
Bêguman zman di nav gelek pileyan ra derbaz buye u heta hîro hatiye, u ev forma xwa ya hîro girtiye.
Lê ev frekuwensên di mêźiyê meriv da bi ruhê meriv ra bi hêz girêdayî ne.
Ku ruhê meriv bi navbera peyvan nekariya xwa îfade bike, xwa bide der, hingê ew frekuwensên kodkirî di mêźî u ruhê wî kesî da xesarên mezin ćêdikin. Zman u ruh (yanî li vir «hest» e) hevdu xwadî dikin, lê dikarin hevdu bikuźin źî. Nebuna yekî tunebuna yê din e. Tevî ku ewqas bi hev va girêdayî ne źî, yek bê yê din nikare xwa îfade bike, hetta hetta nikare hee' 'be źî; hevahengiya di navbera herduyan da ewqas zerurî ye. Bê balansiya di navbera herduyan da dibe sebeba nexwaśiyên pirr giran yên ruhî ...
Źiber bê balansiya (yan źî xerabbuna balansa) di navbera zmên u ruh da di însanan da nexwaśiyên mezin xwa didin der. Loma xwa bi zmanê xwa yê otometîzekirî, ango xwa bi zmanê dayika xwa îfade kirin, źibo her însanî u heywanî heebe-nebeyek e.
Rê li ber vê girtin, kuśtina wî însanî u heywanî ye.
Tevî ku meriv di psîxoloźî u psîxiyatriyê da bi tedavîkirina van nexwaśiyên ruhî miźul dibe, dixwaze wan birînan derman bike źî, lê bi temamî ne pêkan e.
Kêm yan źî zêde digel hemî nexwaśan xesarên mezin li paś dimînin. Ligel gelekan dibe sebeba întîxarkirinê źî.
...»

Dibe ku hun aniha bibêźin, «Yaw xalo te dîsan źî gelek drêź kiriye ha, wîîî! Xalo, bi xwadê te eyb kiriye ...».

Tiśt nabe haaa, de îdare bikin, bavê mino :)


Donnerstag, 23. Januar 2014

Aha, Molleyên Qewad Źî Dest Bi Śerê «Zmanê Kurdî» Kirinn!



De were źî l halê zmanê kurdî neśewite.
Hîcar molleyên qewad yên fars ferman danne ku rê li ber zmanê kurdî were girtin.
Mesele gotinne, «Divêt peyvên zmanê kurdî yên ku di nav kar u barên fermî da tên bi kar hanîn, werin havitin.»


Ma hun dizanin ćima vê qewadiyê dikin?
Eynen weha gotinne: «Źibo parastina zmanê farsî.»
Wey bila xwaliya heft gundan li ser serê me da biriźe, «parastina zmanê farsî» ha!
Qey ewê dinya alem aniha bibêźe yên ku ev bi sedan salan e zilmê dikin, zarokan asîmîle dikin, bi hemî dezgehên xwa, bi polês u leśkerên xwa, bi ekonomiya xwa, bi medyaya xwa milletekî tune dikin, kurd in, u farsên pînc źî qurban in!
Qey ewê xelkê alemê aniha bibêźe źiber zilma ku l zmanê farsî hatiye kirin, vê gavê camêr dixwazin bi hemî hêza xwa śerê zmanê xwa bikin!

Tevî ku van farsên segbav źi sedî zêde zmanên îranî bi tevayî asîmîle kirinne, zmanê xwa ne tenê li Îran’ê, li Efxanistan, Tacîkistan u li welatên derudorê kirinne zmanê serdest, hîn źî dawa zmanê xwa dikin.
Tevî ku sîstema xwa ya desthilat li her derê cî kirinne u herkesî di nav vê sîstemê da dihelînin, têrbun qet nayê aqilê van kućikan.
De hun aniha vê yekê b halê me kurdan ra miqayese bikin.
Halê me źi yê kućikan źî xerabtir e, źiber ku aqilê me bi hemî pîsiyan hatiye suwax kirin.
Źi hêlekê va diźminên heram îman di me da kirinne bexdenus, źi hêlekê va źî partî u siyasetvanên kurd yên ku b kêrî pîsiya kućikekî źî nayên her tiśt tarumar kirinne u hîn źî bi dil u can dikin.
Mesele bi hemî heśmetiya xwa ya bê namusane dikarin leqleqa girîngiya zmanê "tecawîzkarê" zmanê kurdî u milletê kurd bikin.
Źiber ku bi xwa berhemeke van tecawîzan in, źi derî vê yekê tiśtekî din nas nakin.

Źixwa baś tê zanîn, her însan ligorî proxremên ku di mêźiyê wî da hatinne qeyîd kirin, tevdigerre, bazara xwa dike.


Dienstag, 21. Januar 2014

Halê Me Kurdan, Komediyeyeke Bê Śîrove Ye



Dibêźin kek Mesut di perlemonteya Ewrupe’yê da axaftinek kiriye.
Bila li ser xêrê ’be yanî.
Lê mixabin źiber ku wergêrrekî/e zmanê kurdî tune buye, kek Mesut mecbur maye ku bi zmanê erebên qewad gotara xwa pêśś bike.
De werin źi bin vî karî derbikevin.
Śêśt mîlyon kurd, gava digel maseya girower tên ba hevdu, ne tenê ev cîhana me ya qewad, hema ti plenet namîne ku xelas nekin.
ći lotik e ez nizanim, li perlemonteya Ewrupe’yê nikarin wergêrrekî/e zmanê kurdî źibo xizmetên siyasî yên welatê xwa orxenîze bikin, mecburî zmanê tecawîzciyê xwa dimînin.
De were źî kurdan cîddî bigire.
De were źî bi vî aqilê ku pênc quruś nake, bi van kurdên ku hîn di zikê dayika xwa da têkćunne, karê têkośîna xwa bike.
Loma me hîn źî kevirekî xwa bi dest nexistiye bavê mino.
Źixwa siyasetvan u partiyên me kurdan îblîsên bê sînor in.

*

Werim ser miźareke din. Mesele RojTV ye.
Hun źî dizanin, hate girtin. Bi mîlyonan ziyan daa.
Ew pereyê ku li ser xwîna milletê kurd berhev dibe u terre wir, bi destên hindek taśeronan tê tarumar kirin.

Dibêźin Vedat Tayfur (Amed Dicle) ku berê berpirsiyarê TVeyê buye, buye sebeba vê yekê u bi mîlyonan ziyan daye.
ćawan ew camêrê bê cîger di wê dezgeha kurdan da cî kiriye, tenê kemalîst dizanin, ne xwadê. Herhal A. Öcalan bi xwa źî dizane.
Aniha ewê ev bê bavî ćawan were safî kirin, wê źî xwadê dizane.
Źixwa ku were safî kirin źî bê mehne ye. Ew pereyên ku li ser piśta feqîrên kurd hate berhev kirin, av bi av ću.
Bêguman tiśtên hilo di nav PKKê da tiśtên herî normel in, źiber ku sîstem bi xwa sîstemeke faśîśt u despot e, rê nade ku kurdên dilsoz yên xwadî wîcdan werin di wan dezgehan da xizmeta zman u milletê xwa bikin.
Tabî ev źî karê kesên taśeron hêsantir dike.
Camêr bi ćend sloxenên erzan yên wekî «Biźî serok Apo! Gel PKK ye PKK źî gel e! Bê serok źiyan nabe! Azadiya Serok azadiya zmanê kurdî ye, azadiya Kurdistan’ê ye! ...».
Yanî ćiqas ćeqeltî hee ye, divêt meriv bi śev u roź dubare bike, heta ku buye ker.
Helbet meriv bi vê kertiyê źî namîne, îcar źiber «dilsoźiya xwa» dibe berpirsiyarê têlevîziyonê, roźnameyê, kovarê, înstîtutê  ... źî.
Ê de îcar hun l halê wan kesên u milletê ku ketiye destên van xayîn u taśeronan bifikirin.
Hema hun bibêźin binketin hîn di destpêkê da hatiye proxrem kirin.
Tabî PKK źî ha ha komployên beredayî îcad dike, aqil nake ku carekê l siyaseta xwa yê kemalîst u têkćuyî mêze bike.
Nake. Źiber ku kurd bunne naxir. Ti kesê ku rabibe ser xwa u hêsabê źê bipirse, tun e.
Ćawan 'be xwîna keć u xortên kurd erzan e. Ku vê carê nebu, cara din xwadê mezin e.
Kurdino, yabo heyranino, xwa di destên xayînan da nekin qurbanên belaś.
Yê ku terre, źi kîsa bavê xwa terre.
PKK bi vê sîstema ku despotîzm u faśîzm źi xwa ra kiriye ala, amade ye ku tevayiya kurdan u Kurdistan’ê di ber śexsekî ku nikare kurdan temsîl bike, di her firsendê da tirkbuna xwa, pesna kemalîzma xwa dide, bike qurban.
Dizanim, hun ê berdewam bikin.

Lê bi kerema xwa źi bîr nekin van roźan. Ku ew roź hat, ewê pirr dereng 'be.


Montag, 20. Januar 2014

Beśa Kurdoloźiyê Li Mêrdîn’ê U Xwandekarên Zman-Îman-Tirkćî!



Hîro dixwazim li ser meseleyeke din bisekinim, ne li ser yeke siyasî.
Tabî di eslê xwa da ev źî yeke siyasî ye.
Mîna ku tê zanîn di vê dema dawiyê da li ćend baźarên li bakurê Kurdistan’ê di nav zangehên tirkan da beśên zmanên zindî vebunn.
Helbet tirkên kućik zmanê kurdî źî di nav vê beśê da cî kirinn. Źixwa armanca wan tirkên heram bellî ye.
Drêź nekim.
Di Facebook’a bê bav da komek bi navê beśa xwandekarên li zangeha Artuklu’yê ya li Mêrdîn’ê hee ye. Canikên me herhal beśa zmanê kurdî xwandinne yan źî dixwînin.
Ev ćend meh in ku ez źî di nav vê komê da me.


Ya rast min di destpêkê da digot herhal canikên me bi kurdî didin u digirin, źibo zmanê kurdî kar dikin, haya wan aniha źi rewśa zmanê kurdî ya di komayê da baś hee ye ... U gelek fikirên din yên ku meriv źi kesekî/e medenî yê famdar dikare bipê, min źî źi van canikan dipaa.
Lê mixabin xewn u xeyalên min di gewriya min da mann u ćunn.
Kurdî u nizanim ći, hahooo?!
Zmanê kurdî źi hezar kîlomêtroyan dur va źî di ber guhên van qeśmerên tescîllî ra derbaz nabe.
Źi tirkên bê namus baśtir xwa b tirkbun u zmanê tirkên qewad va girê danne.
Di van îblîsên beredayî yên ku bê edep u bê śerm bîst u car seetan bi zmanê tirkên tecawîzcî dikin ewteewt da qasî gramekê źî xurur u kîbîra kurdbunê tun e.
Tirkên segbav tam di eyarê xwa da serseriyên tirkćî hafirandinne.
Mîna ku di vê cîhanê da tiśtê herî xwezayî 'be, bi zmanê tirkên qetîl qaśo întellektuweliyê dikin, tevî ku di nav ceheletiyeke pîs da fetisînne, têkćunne źî.
Helbet dibe ku ćend heb kesên xwadî xîret źî di nav van heramzadeyan da hee' 'bin (tabî ćend canikên me yên ku dilsoźên zmanê bav u kalên xwa ne, hee ne, ez wan nas dikim. Ez ćavên wan źî dixwim. Ti eleqeya wan bi van taśeronan ra tun e u nikare hee' 'be źî).
Lê tiśtê ku ez dibînim bi têra xwa xembar e.
Bi van śexsiyetan meriv nikare kevirekî xwa źî xelas bike.
Ći lîstikeke bê bav ya têkćuna mêźiyî ye, ne wilo. Qaśo kesên xwandî źi yên nexwandî baśtir b meselê dihesiyann u têkośina xwa didann, him źî bi bîr u bawerî.

Lê mixabin di vê miźarê da yên xwandî bunne kućikên herî mezin yên tirkan, him źî yên herî tescîllî u heram.


Sonntag, 19. Januar 2014

Hrant Dînk U Xeyala Ermenistan'a Li Ser Axa Kurdistan'ê!



Kurdên me dîsan di van roźan da bunne Hrant Dînk'ćî.
Bi yek dengî dikin ewteewt: «Em tevda źî Hrant Dînk in! Em tevda źî ermen in!».
Źixwa roźa ku Hrant Dînk hatiye kuśtin u b vir da kemalîstan bi zanîn roźeva kurdan di bin navê «înternêsyonelîzm, însanetî ...» u nizanim ći qewadiyê da kirin roźeva Hrant Dînk.
Halbuku Hrant Dînk niźatperestekî ermen yê temam bu (helbet ev nayê wê mehnê ku were kuśtin. Ez wekî śexs heta dawiyê źî mafê wî yê źiyanê diparêzim).
Lê di vê kuśtinê da niźatperestê mezin yê bi hêz (tirk!) rabuye yê ne bi hêz (ermen!) kuśtiye. Helbet heger tirkên pînc ermenek kuśtî 'bin, bi deh hezaran źî kurd kuśtinne u hîn źî dikuźin.


Hrant Dînk ti carî di pirsa kurd da wekî kesekî «demoxret u mafperest» tevnegerriyaye.
Di nav hemî axaftinên xwa da źî hewl daye xwa ku kurdan bi śiklekî hîlebaz menîpule bike u bike qurbana nêrînên xwa yên niźatperest.
Ti carî bi destxistina mafên milletê kurd yên li baśurê Kurdistan’ê kêfxwaś nebuye.
Mesele bakurê Kurdistan'ê wekî perćeyekî Ermenistan'a mezin dîtiye.
Źiber vê yekê ye ku penda ku kurd bi heebuna destkeftiyên baśurê Kurdistan’ê qîma xwa b'înin, dest źi bakurê Kurdistan’ê berbidin, l kurdan kiriye.
Ćima?
Ćima nabêźe ku bila tirkên heram dest źi bakurê Kurdistan’ê berbidin?
Nabêźe, źiber ku hêsaba camêr hee ye.

Hîro li Ermenistan’ê zilma ku l xelkê kurd tê kirin, ne kêmî ya tirk, ereb u farsên segbav e.
Bi zorê xelkê kurd asîmîle dikin. Yên ku asîmîle nabin źî pêr u pêrîśan dikin.
Gelek malbatên kurd mecbur manne ku cî u warên xwa li paś xwa bihêlin u birevin.
Ê tabî vê carê źî bi hezar u yek lîstikan dest datînin ser mal u milkên kurdan.
Ha ha muzîk u folklora milletê kurd werdigerrînin zmanê xwa u dikin milkê bavê xwa.
Nirxên milletê kurd digel pleneke mîllî sîstematîk tarumar dikin.
Mesele źibo ku kurdên êzdî źi kurdbunê dur bixin u wan bi rehetî asîmîle bikin, li ser kurdên êzdî ćîrokên beravitî peyda dikin. Di vê miźarê da cudabuna dînên di nav xelkê kurd da feleket bi kar tînin. Zarokên kurd di dibistanên xwa da dikin ermenên bi esl u fesl ...

Tabî meriv dikare van niźatperestan fam bike, lê ći lanet l van kurdên qewad hatiye ku dibin kućikên deriyên diźminên kal u bavên xwa, ez vê fam nakim?
Ma kê heta aniha bihîstiye ku roźekê ermenekî/ê źî gotî 'be, «Em hemî kurd in! Em hemî Muse Enter in! Em hemî Mezlum Doxan in! Em hemî Seyît Riza ne! em hemî Śêx Seîd in! ...»?
Nabêźin! Tevayiya Kurdistan'ê źî serubin bibe, śêśt mîlyon kurd źî werin kuśtin, nabêźin!

Źiber ku herkes wekî me kurdan ne keroxlî ker e. Herkes menfeetên xwa pirr baś nas dike, loma.


Samstag, 18. Januar 2014

Kurdên Êzdî, Yarsan U Elewî Dikin Qurbana Îslamîstan



Źi zu va ye ku kurdên «yarsan» pićekî min miźul dikin.
Tevî ku heźmareke wan ya zêde nemaye źî, hîn hee ne.
Bi taybet źî li roźhilatê Kurdistan’ê diźîn. Dibêźin vê gavê li baśurê Kurdistan u Êraq‘ê li dor pênc sed hezar kes in u źi hevdu hatinne veqetandin.
Wekî kurdên êzdî u elewî, yarsan źî źi Zerdeśt’iyê tên. Perćeyekî dîroka bav u kalên me yên pîroz in. Hêlliya ćîroka paśeroźa me ne.
Lê mixabin di bin zilm u wehśeta îslamîstan da hatinne parî bi parî kirin.
Helbet ev zilma ku doh l van însanên me hatiye kirin, hîro źî bi hemî heśmetiya xwa berdewam dike.
Roź bi roź yan têne kuśtin, têne nefî kirin, yan źî têne misilman kirin.

Kurdên Yarsan
16ê meha yekem, yanî źi berî ćend roźan ceźna yarsanan ya dînî hee’ bu.
Lê mixabin di nav civaka kurdan da ti kesî ev roźa pîroz ya yarsanan pîroz nekir.
Li baśurê Kurdistan’ê źî hukumet xwadîtiyê l wan nake.
Ne tenê ev, her husan kurdên ku xwa wekî îslamîstên temam qebul dikin, hêrîśên bê bav dibene ser yarsanan.
Tabî ev zilm dîsan l kurdên êzdî źî tê kirin.
Di vê dema dawiyê da gelek xwandekarên êzdî li Musul’ê mecbur mann ku dest źi xwandinê berbidin, gelek êzdî mecbur mann ku Musul’ê terk bikin.
Bi zanîna min heta vê gavê źî hewldaneke hukumeta baśurê Kurdistan’ê ćênebuye.

Helbet ciyê xemgîniyê ye.
Hîro di nav civaka kurd da gelek dînên cihê hee ne.
Bivêt-nevêt ev rastiya civaka me ye.
Baś tê zanîn, misilmantî źi berî hezar salî bi śur u mertal l kurdan hatiye peźirandin. Lê mixabin hîro ev kurdên ku bi darê zorê buyî bunn misilman, zilmeke mezin l brayên xwa yên din dikin. Wekî tirk, ereb u farsên segbav kîn u nefreteke mezin li hemberî wan hîss dikin, wan dikuźin.

Ći dibe bila bibe, divêt di makezagona kurdan da ti carî hêrîśeke hilo bê namus cî negire, meśru neyê dîtin.