Źiber ku kar u barê min bi zêdeyî bi zmanên kevin u miźarên
dîrokî va girêdayî ye, bivêt-nevêt carina rastî gelek tiśtên balkêś têm.
Tabî kêfa min bi van tiśtan tê.
Baś tê zanîn, mêźiyê me yê netewî di nav serê hemî ferdên
kurd da yek bi yek hatiye xerab kirin.
Vê źî têr nekiriye, îcar van diźminên qewad rabunne hemî
nirxên milletê kurd yek bi yek kirinne milkê bavê xwa.
Li hêlekê bi hemî kućiktiyan heta źi destê wan hatiye milletê
kurd rencîde u pêr u pêrîśan kirinne, li hêla din źî hêźayiyên wan yên dîrokî
bi zanîn dizzînne.
Hema hema di nav hemî belgeyên dîrokî da źî di derbarê kurdan
da, bi taybet źî di derbarê źina kurd da înformesiyonên pirr giranbiha hee ne.
Ne pêwist e ku meriv ewqas dur u drêź di nav dîrokê ra bifirre
u herre.
Mesele di nav van du sed salên dawiyê da seyyar u mîsyonerên
Ewrupe’yî yên ku ćunne Kurdistan’ê yan źî di nav Kurdistan’a pîroz ra derbaz
bunne, di nivîs u pirtukên xwa da gelek pesina źinên kurd u śuna wan ya di nav
civakê da danne (helbet ew nayê wê mehnê ku ti pirsgirêk tune bunn, bîlekîs hee’
bunn u ewê heta hetayê źî hee’ ’bin).
Śuna źina kurd ya di nav civaka xwa da xwadî roleke esasî
buye.
Źina kurd di nav civakê da hertim otorîteya xwa ya źinbuyînê
kariye bi kar b’îne, bixe nav źiyanê.
Di nav źiyana hunerî ya civakê da źina kurd bê sensur kaniye
bîr u baweriyên xwa, xewn u xeyalên xwa, daxwazên di dilê da bi śiklekî îfade
bike.
Di nav gelek buyerên di nav dîrokê da źina kurd birêvabiriya
malbat u civaka xwa kiriye.
Bêguman di vir da divêt meriv bala xwa baś bide cil u bergên źinên
kurd źî.
Dîzayn u rengên van cil u bergan gelek înformesiyonên bingehîn
didin meriv. Di nav van cil u bergan da meriv dikare hest u daxwazên di dilên
wan da yek bi yek bibîne.
Helbet mesele gelekî freh e, divêt ev ne źi hêlekê va, źi
gelek hêlên din va were lêkolîn.
Ya rast mebesta min ya bi vê nivîsê xêzeresimeke ku di sala 1885an da li Elmenye’yê li ser źin u mêrekî med hatiye ćêkirin, bu.
…
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen