Dibêźin kek Mesut di perlemonteya Ewrupe’yê da axaftinek kiriye.
Bila li ser xêrê ’be yanî.
Lê mixabin źiber ku wergêrrekî/e zmanê kurdî tune buye, kek Mesut mecbur maye ku bi zmanê erebên qewad gotara xwa pêśkêś bike.
De werin źi bin vî karî derbikevin.
Śêśt mîlyon kurd, gava digel maseya girower tên ba hevdu, ne tenê ev cîhana me ya qewad, hema ti plenet namîne ku xelas nekin.
Lê ći lotik e ez nizanim, li perlemonteya Ewrupe’yê nikarin wergêrrekî/e zmanê kurdî źibo xizmetên siyasî yên welatê xwa orxenîze bikin, mecburî zmanê tecawîzciyê xwa dimînin.
De were źî kurdan cîddî bigire.
De were źî bi vî aqilê ku pênc quruś nake, bi van kurdên ku hîn di zikê dayika xwa da têkćunne, karê têkośîna xwa bike.
Loma me hîn źî kevirekî xwa bi dest nexistiye bavê mino.
Źixwa siyasetvan u partiyên me kurdan îblîsên bê sînor in.
*
Werim ser miźareke din. Mesele RojTV ye.
Hun źî dizanin, hate girtin. Bi mîlyonan ziyan daa.
Ew pereyê ku li ser xwîna milletê kurd berhev dibe u terre wir, bi destên hindek taśeronan tê tarumar kirin.
Dibêźin Vedat Tayfur (Amed Dicle) ku berê berpirsiyarê TVeyê buye, buye sebeba vê yekê u bi mîlyonan ziyan daye.
Kê ćawan ew camêrê bê cîger di wê dezgeha kurdan da cî kiriye, tenê kemalîst dizanin, ne xwadê. Herhal A. Öcalan bi xwa źî dizane.
Aniha ewê ev bê bavî ćawan were safî kirin, wê źî xwadê dizane.
Źixwa ku were safî kirin źî bê mehne ye. Ew pereyên ku li ser piśta feqîrên kurd hate berhev kirin, av bi av ću.
Bêguman tiśtên hilo di nav PKKê da tiśtên herî normel in, źiber ku sîstem bi xwa sîstemeke faśîśt u despot e, rê nade ku kurdên dilsoz yên xwadî wîcdan werin di wan dezgehan da xizmeta zman u milletê xwa bikin.
Tabî ev źî karê kesên taśeron hêsantir dike.
Camêr bi ćend sloxenên erzan yên wekî «Biźî serok Apo! Gel PKK ye PKK źî gel e! Bê serok źiyan nabe! Azadiya Serok azadiya zmanê kurdî ye, azadiya Kurdistan’ê ye! ...».
Yanî ćiqas ćeqeltî hee ye, divêt meriv bi śev u roź dubare bike, heta ku buye ker.
Helbet meriv bi vê kertiyê źî namîne, îcar źiber «dilsoźiya xwa» dibe berpirsiyarê têlevîziyonê, roźnameyê, kovarê, înstîtutê ... źî.
Ê de îcar hun l halê wan kesên u milletê ku ketiye destên van xayîn u taśeronan bifikirin.
Hema hun bibêźin binketin hîn di destpêkê da hatiye proxrem kirin.
Tabî PKK źî ha ha komployên beredayî îcad dike, aqil nake ku carekê l siyaseta xwa yê kemalîst u têkćuyî mêze bike.
Nake. Źiber ku kurd bunne naxir. Ti kesê ku rabibe ser xwa u hêsabê źê bipirse, tun e.
Ćawan 'be xwîna keć u xortên kurd erzan e. Ku vê carê nebu, cara din xwadê mezin e.
Kurdino, yabo heyranino, xwa di destên xayînan da nekin qurbanên belaś.
Yê ku terre, źi kîsa bavê xwa terre.
PKK bi vê sîstema ku despotîzm u faśîzm źi xwa ra kiriye ala, amade ye ku tevayiya kurdan u Kurdistan’ê di ber śexsekî ku nikare kurdan temsîl bike, di her firsendê da tirkbuna xwa, pesna kemalîzma xwa dide, bike qurban.
Dizanim, hun ê berdewam bikin.
Lê bi kerema xwa źi bîr nekin van roźan. Ku ew roź hat, ewê pirr dereng 'be.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen