Celadet Bedirxan’ê nemir roźekê zilma li ser zmanê kurdî bi
vî hawî haniye zmên:
«Gotin źî mîna min u te bun.
Ew źî dizên, diźîn u dimirin.
Lê gotinên kurdî mîna yên xelkên din nedimiriyan.
Ew tên kuśtin!»
Helbet gava gotinên zmanên xelkên din dimirin, li pey xwa
gotinên nu dihêlin, wekî dê u bav u zarokan.
Lê halê zmanê kurdî ne hilo ye, tê kuśtin, loma źî îmkan nayê
dayîn ku gotinên nu bihafirîne u li paś xwa bihêle. Di kuśtinê da «tunekirin»
mewcud e, loma.
Bêguman mîrê me di van gotinên xwa yên pîroz da ti carî
kêmasiyek nekiriye.
Hertim źi dilê śewitî derdê xwa u yê zmanê kurdî kiriye
qîrreqîrr.
Lê di dema xwa da kêm kesan źi wî u derdê wî fam kirin.
Tabî hîro źî rewś neguheriye, hetta źi wê demê mîlyon carî
xerabtir e źî.
Bifikirin carekê, hingê kesên ku bi zmanê tirkên qewad
dizaniyann źi ćend heban derbaz nedibunn.
Li hêla din tirk u mixacirên ku źi Balkan’an taniyann u
dikirinn nav kurdan, źibo kurdan asîmîle bikin, bi xwa di nav kurdan da
diheliyann, him źî digel hemî zilma li ser milletê kurd ya siyasî, leśkerî,
ekonomîk, psîxoloźîk u hwd.
Lê hîro rewś ćawan e?
Qaśo hîro di nav kurdan da têgêśtineke siyasî ćêbuye. Min źi
vê têgiśtina bê namustir di źiyana xwa da tiśtek nedîtiye.
Hema li bakurê Kurdistan’ê di nav 35 mîlyon kurdan da êdî yên
ku bi kurdî dipeyîvin daketinne heta ćend heban.
Hîcar min źi vê têgêśtina siyasî ya ku civaka kurd bi tevayî
kiriye kerxaneya zmanê tirkan, ći fam kir, hi?
Divêt di vê qaśo têgêśtina siyasî da bê namusiyeke temam hee' 'be.
Źixwa her tiśt belaś e, ha va ye dewleta tirkan li cem me ye,
ku nebu hema bi lez her tiśtî bavêźe ser dewleta tirkên segbav u xelas.
Niyeta camêran qet nîn e ku ćawan civaka kurd di bin navê
«azadî, serxwabun, berxwadan, bratî, pismamtî, înternêsyonelîzm, sosyelîzm,
...Ȑ da kirinne kerxane, qebul bikin.
Ne pêwist e ku meriv li ser van keftarên siyasî zêde drêź
bike.
Hemî di nav bêźinga kemalîzm u tirkîzmê ra derbaz bunne, hun
bi kîźan sabunê diśon biśon, pîsiyên ku di van heramzadayan da kom bunne,
nikarin werin paa/pak kirin.
Ćil sal in ku bi tevî kemalîstan kîmyeya milletê kurd serubin
kirinn.
Bi hev ra sîstemên herî qewad hafirandinne, bawer nakim ku
aniha kesek yan źî komeke Kurdistan’î derbikeve u textên di bin van da l erdê bixe.
Heta ku serên wan di bin erdê da nehatinne pelćiqandin, heta
ku tevgerreke hemdem ya Kawa’yî derneketiye u ev birîna xedar zi binî va
źênekiriye, zor e, bavê mino, zor e.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen