Aha me doh nîvê śevê lotikeke temam l sala 2013yan xist u ću.
Xwadê kerîm e, ka em ê di vê sala 2014an da ći bikin u ći
nekin.
Doh xezalka Amed’ê, Kewê, źibo demeke kurt hate mêvantiya
min.
Turika xwa bi xwarinên kurdî tîźî kirî bu u źi min ra hanî
bu.
Di nav da pelên pêćayî, gośtê sor kirî, śîrînî, nanê sêlê u
sawara ćêkirî hee bunn.
Bi xwadê heta heftekê źî ez nikarim van xelas bikim yaw :)
Aniha qet nayê bîra min ku min kengê ev xwarinên germik u nermik xwarinne. Herhal di ser ra salên pirr drêź derbaz bunne, loma nayê aqilê min.
Aniha qet nayê bîra min ku min kengê ev xwarinên germik u nermik xwarinne. Herhal di ser ra salên pirr drêź derbaz bunne, loma nayê aqilê min.
De bila hezretî Zerdeśt yeka dilê xezala Amed’ê neke dudu,
herê welleh.
*
Min hîro di koma zmanê kurdî ya Facebook’ê da ev nivîsa li źêr
belav kir:
«Can u canikino
Hun źî dizanin, zayendeya «Kurdistan»a me «mê» ye, yanî ne
«nêr» e.
Helbet «mê» hafirandina źiyanê temsîl dike, ew źî tê zanîn.
Diyar e ku di dema xwa ya berê da kurdan źibo ku milletek bikare xwa bi’afirîne, bikane xwa di nav xwezayê da îddîa bike, heebuna «welatekî» zerurî dîtiye u loma źî wesfên «mêyîniyê» lê kiriye.
Lê mixabin ev fikira herî bingehîn ya «heebun u źiyanê» di nav demê ra digel kurdan handa buye u ćuye.
Źiber vê yekê ye ku hîro kurd li ber tunebunê nefesa xwa ya man u nemanê didin u digirin.
Diyar e ku di dema xwa ya berê da kurdan źibo ku milletek bikare xwa bi’afirîne, bikane xwa di nav xwezayê da îddîa bike, heebuna «welatekî» zerurî dîtiye u loma źî wesfên «mêyîniyê» lê kiriye.
Lê mixabin ev fikira herî bingehîn ya «heebun u źiyanê» di nav demê ra digel kurdan handa buye u ćuye.
Źiber vê yekê ye ku hîro kurd li ber tunebunê nefesa xwa ya man u nemanê didin u digirin.
Milletê ku bê sînor[ên welatê xwa] maye, yan ewê zmanê xwa bi
destê xwa bikuźe yan źî bi destê diźmin u tecawîzciyên xwa bide kuśtin.
De îcar bila kes xwa l nezaniyê daneyne haaa.»
Bêguman heebuna sînorên welatekî wekî nan u avê zerurî ye.
Mesele di nav xwezayê da hemî źîndar, yanî hemî heywan u nebat,
ligorî vê prensîbê źiyana xwa didomînin. Di nav herêma ku ew tê da diźîn, bi śiklekî
sînorên xwa nîśan dikin. Wekî mînak em dikarin śêrên li Efrîka’yê bigirin ber ćavan.
Gava śêr li herêmekê cî dibin, li hindek ciyên taybet mîz dikin, daku bila yên
din bizanin ew der aîdî yekî din e u ew nekevin nav wê herêmê. Bi saya elementên bêhnê yên di nav mîzê da ew dikarin yên nas u nenas źi hevdu veqetînin. U her wekî din
...
Źibo milletekî źî heebuna sînorên mîllî ewqas pêwist e.
Milletên ku bê sînor in, sînorên xwa nekarin l yên din bidin
qebul kirin, li hemberî hemî hêrîśên kuźer bê parastî ne.
Hemî perezît, bexterî, vîrus u nexwaśiyên xedar dikarin
bikevin nav bedena wî milletî u wî di nav wî da tarumar bikin.
Yanî sînorên her milletî wekî ćermê wî milletî ne.
Ti źîndarê ku bikare bê ćerm u qalik biźî, tun e. Ćerm, rê li
ber hemî perezît, bexterî, vîrus u nexwaśiyên xedar digire, bernade ku bikevin
nav bedena meriv u meriv bi hezar u yek nexwaśiyan bikuźin.
Tabî nebuna sînorên Kurdistan’ê rê li ber hemî hêrîśan
vekiriye, ti îmkana ku meriv bikare xwa wekî kurd biparêze, nemaye.
Tirk, ereb u farsên qewad bi zman u ćandên xwa ha ha bê
navber derbeyan kuźer l zmanê kurdî u ćanda kurd dixin.
Lê kurd źê pê hay in.
Van diźminên heram bi nerkozeke giran kurd xistinne nav
xeweke kur, u li ser maseya emeliyetê kurdan ligorî menfeetên xwa dîzayn dikin.
Bi mîlyonan kurd heta niha wekî tirk, ereb u farsên segbav dîzayn
kirinne.
Hema hun bibêźin di nav 35 mîlyon kurdên li bakurê Kurdistan’ê
da sî mîlyon źi dest derketinne; ew pênc mîlyonên mayî źî b hezar u yek nexwaśiyan
ketinne u roź bi roź berbi roźa xwa ya dawiyê dimeśin.
Bêguman diźmin karê xwa dikin, nabe ku meriv di vir da śaśiyeke
bê aqil bike u bibêźe, «Ćima hilo dikin?».
Ew karê xwa yê herî xwezayî dikin u mafê wan e źî, źiber ku
heebuna wan li ser tunebuna me tenê dikare serbikeve.
De îcar em ê îxaneta partiyên me kurdan bi ći rave bikin, ez wê
źî źi we ra dihêlim haaa.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen