Sonntag, 12. Januar 2014

Ka Zarokxaneyên Bi Kurdî Li Kurdistan’ê?



Di nav hemî milletan da kultureke giśtî bi zarokan u pêśeroźa wan va girêdayî ćêbuye.
Ya rast di nav źiyana hemî źîndaran da – heywan yan źî nebat, ferx nake – hesteke bingehîn e, hemî heywan u nebat li ser pêśeroźa nifśên nu fikiran dikin.
Helbet ew tenê wekî tevgerreke zihnî namîne.
Hemî heywan ligorî derfetên xwa dixwazin zarokên xwa bi śiklekî serketî perwerde bikin, daku ew bikarin di pêśeroźê da him xwa biparêzin u him źî zarokên xwa di nav astengiyên źiyanê da mezin bikin.
Di nav genên hemî źîndaran da ev înformesîyon hatiye śun kirin.
Yanî înformesiyoneke biyoloźîk ya źi destpêka hafirîna źiyanê ye.

Źibo îddîakirina heebuna xwa ya di nav xwezayê da prensîbeke esasî ye.
Bêguman ne pêwist e ku ez b vir u wir da drêź bikim, loma źî dixwazim bi kurtî werim ser mesela me kurdan.
Ev nod sal in ku zarokên kurd bi destên diźminên xwa roź bi roź tên tune kirin.
Di vir da tiśtekî sosret tun e, źiber ku ti tiśtê ku zarok bi xwa bikarin bikin, tun e.
Lê meriv li hemberî mezinên kurd nikare bi eynî xemsariyê nêzîkî meselê bibe.
Ligorî esl u feslê xwa yê xwezayî divêt van mezinan xwadîtî l zarokên xwa bikira, daku ew zarok di destên diźminên wan da neyên tarumar kirin.
Lê mixabin ev źî źêde xema van mezinan nîn e.
Bîlekîs di nav van ćil salên dawiyê da van mezinan digel sîstema ku roź bi roź zarokên kurd parî bi parî dike, cî girtinne u ha ha di bin navên gelek îdeoloźiyên beredayî u serserî da van zarokan diherimînin.
Źibo menfeetên xwa yên hizbî ti lanetî u qewadî nemaye ku nekirî bibin.
Lê di aqilê van can u canikan da qasî gramekê źî pêśeroźa van zarokan ya bi zman u ćanda xwa mezinbuyîn derbaz nebuye u nabe źî.
Milletê ku ligorî sînorên sîstema diźminê xwa tevdigerre, di nav qalibên wê sîstema ku li ser tunebuna wî ava buye da tevdigerre, sîstema xwa ava nake, diźminê xwa mecburî sîstema xwa nake, źixwa źi zu va her tiśt handa kiriye.
Di nav van śertan da bi vî hawî li «ber xwa dan» tevgerreke herî bê mentix e u b kêrî miśkekê źî nayê.
Heta ku kurdan sîstema xwa ya bi «zman u ćanda» xwa ava nekirinne, têkośîna xwa nedanne, ewê sibeha kurdan źi doźehê źî xerabtir bibe.


Bêguman heger kurd bixwazin, îmkana ku kurd li temamê Kurdistan'ê zarokxaneyan vebikin, hee ye.
Herkes źî dizane, di nav dê u pîrekên me da yên ku tenê bi kurdiyeke baś dizanin źî hee ne.
Heger meriv wan dê u pîrekan b'îne di nav wan zarokxaneyan da cî bike u roźê ćend quruśan źî bide wan, ewê bi dil u can zmanê me u zarokên me źi mirinê xelas bikin.
Źi bîr nekin, her roźa ku dê u pîrekeke me dimire, bi xwa ra zmanê me yê bi hezaran salan źî digire u dibe.

Îcar pirsa min ev e: «Ćima ev yek nayê kirin?»

Keine Kommentare: