Tê gotin ku di qanuna ku li roźavayê Kurdistan’ê hatiye amade kirin da, tenê carekê źî peyva «Kurdistan» derbaz nabe.
Helbet qanun bi destê PKKê hatiye amede kirin.
Hîcar sebeba vê yekê ći ye, tenê xwadê dizane.
Herhal înternêsyonelîzma demoxretîk u quzulqurt di nav da roleke sereke dilîze, loma.
Tabî dibe ku destbrakê mezin Esad ferman dayî ’be.
Dibe ku źi MÎTa tirkan bi navê A. Öcalan silavek hatî ’be śandin.
Dibe ku hessesiyetên brakên delal, hessesiyetên tirk, ereb u farsên qewad di ser her tiśtî ra hatî ’bin girtin.
Hun źî dikarin îhtîmelên din lê zêde bikin.
Va ye PKKê di medyaya xwa da ha ha berê xwa daye propexendeyeke nu.
Xalê me Sabrî Ok gotiye, ewê Cenêvre II bi vî hawî bibe Lozan’a duyem.
Ćima?
Źiber ku ti kesî PKK dawet nekiriye, ti kesî PKK cîddî negirtiye, loma. Ê tabî ewê ev cîddî negirtin bi vî hawî nemîne, ewê bi xwa ra birryarên din źî bide girtin; ewê tesfiyeya PKKê bikeve roźevê.
Źixwa dawet bikin źî ti xêr źê nayê. Kesên ku di qanuna xwa ya «ćêkirî» da nikarin u naxwazin navê Kurdistan’a qedîm bi lêv bikin, nikarin kurd u Kurdistan’ê źî temsîl bikin! PKK di siyasetê da carekê têkćuye, buye textikeke puć, loma ewqas dike qîrreqîrr. Helbet zu yan źî dereng ewê kurd roźekê bibêźin, «Biborînin, êdî bes e źi we u siyaseta we ya binketî ra. Êdî keć u xortên me yên ku hun li ser xwîna wan bazirganiyê bikin, tun in …».
Zu yan źî dereng, em ê bibînin.
Xwazila bila serbikevin, źi vê yekê zêdetir ći dikare min bextiyartir bike. Lê mixabin têkćuna siyaseta canikan ewê tenê serê wan neśewitîne, ewê bi xwa ra bi sed hezaran, bi mîlyonan kurdan źî pêr u pêrîśan bike.
Me got peyva «Kurdistan» źî nayê aqilê canikan.
Lê ev canikên me bi hemî hêza xwa hêrîś dibin ser kenela Rudaw ya bi kurdî, tevî ku Rudaw bi heśkere nexśeya Kurdistan’a mezin daîm di nućeyan da nîśan dide u tirk, ereb u farsên qewad ditirsîne źî.
Di dema xwa da gava Kurd1 vebu źî PKKê ha ha bi tehdîdan hêrîś kir. Hetta hetta źiber wan hêrîśan têlevîziyon qasî salek - du salan źî dereng kete weśanê. Źixwa canikên berpirsiyar ew źî kirinn śorbe u havitin ser sergînê.
TRT 6 vebu. Dîsan ha ha hêrîś ...
Herhal bi têlevîziyonên bi zmanê tirkên qewad asîmîlekirina milletê kurd gelekî kêfa PKKê tîne.
Li śuna ku bibêźe TRT 6 têr nake, divêt di nav hemî têlevîziyonan da zmanê kurdî bibe zmanê resmî, rabuye li diźî zmanê kurdî śer dike.
Ev kirin rasterast daxwazên MÎTa tirkan e, daxwaza kemalîstan e ku bi navbera A. Öcalan di nav PKKê da bi temamî serdest buye.
Yabo heyranino, siyaseta ku nikare źi tirkan daxwaza dibistaneke bi zmanê kurdî bike, navê welatê kurdan «Kurdistan»ê bi kar b’îne, źi wê siyaset u partiyê ti xêr nayê.
Bîst u pênc sal in ku her sal dibe sala «fînal»ê.
Lê «fînal»a ći u kê, wê źî xwadê dizane.
Ê tabî źibo ku millet bibe naxir, «heb»a xewn u xeyalan lazim e ...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen