Źi zu va ye ku kurdên «yarsan» pićekî min miźul dikin.
Tevî ku heźmareke wan ya zêde nemaye źî, hîn hee ne.
Bi taybet źî li roźhilatê Kurdistan’ê diźîn. Dibêźin vê gavê li baśurê Kurdistan u Êraq‘ê li dor pênc sed hezar kes in u źi hevdu hatinne veqetandin.
Wekî kurdên êzdî u elewî, yarsan źî źi Zerdeśt’iyê tên. Perćeyekî dîroka bav u kalên me yên pîroz in. Hêlliya ćîroka paśeroźa me ne.
Lê mixabin di bin zilm u wehśeta îslamîstan da hatinne parî bi parî kirin.
Helbet ev zilma ku doh l van însanên me hatiye kirin, hîro źî bi hemî heśmetiya xwa berdewam dike.
Roź bi roź yan têne kuśtin, têne nefî kirin, yan źî têne misilman kirin.
Kurdên Yarsan |
Lê mixabin di nav civaka kurdan da ti kesî ev roźa pîroz ya yarsanan pîroz nekir.
Li baśurê Kurdistan’ê źî hukumet xwadîtiyê l wan nake.
Ne tenê ev, her husan kurdên ku xwa wekî îslamîstên temam qebul dikin, hêrîśên bê bav dibene ser yarsanan.
Tabî ev zilm dîsan l kurdên êzdî źî tê kirin.
Di vê dema dawiyê da gelek xwandekarên êzdî li Musul’ê mecbur mann ku dest źi xwandinê berbidin, gelek êzdî mecbur mann ku Musul’ê terk bikin.
Bi zanîna min heta vê gavê źî hewldaneke hukumeta baśurê Kurdistan’ê ćênebuye.
Helbet ciyê xemgîniyê ye.
Hîro di nav civaka kurd da gelek dînên cihê hee ne.
Bivêt-nevêt ev rastiya civaka me ye.
Baś tê zanîn, misilmantî źi berî hezar salî bi śur u mertal l kurdan hatiye peźirandin. Lê mixabin hîro ev kurdên ku bi darê zorê buyî bunn misilman, zilmeke mezin l brayên xwa yên din dikin. Wekî tirk, ereb u farsên segbav kîn u nefreteke mezin li hemberî wan hîss dikin, wan dikuźin.
Ći dibe bila bibe, divêt di makezagona kurdan da ti carî hêrîśeke hilo bê namus cî negire, meśru neyê dîtin.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen