Bê hemdî ez ê li ser civîna Cenêvre 2yê ćend tiśtan li vir reś bikim.
Di rastiyê da ez źi siyaseta me kurdan ewqas aciz im ku, qet naxwazim ku bi vê meselê va girêdayî tiśtekî binivîsînim.
Źixwa wextê vik u vala derbazkirî ye.
Hêźayî pênc quruśan źî nake.
Źiber ku siyaseta me ewqas erzan u belaś e ku, ti sînoran nas nake.
Her tiśt li ser faśîzm u despotiya ćend heb psîkopatan ava buye.
Mentix tê da tun e. Herhal can u canikên me dibêźin bi aqilê dema neolîtîk ewê siyasetê bikin.
Bê hay in ku xelkê alemê êdî bi înformesiyonan, psîxoloźî u texnîkê śerê menfeetên xwa yên netewî dike.
Di van śert u mercên halî hazir da kurdê ku di nav van partiyên da xwa źibo filan u bêvan dike qurban źî, źi sedî sed źi kîsa dê u bavê xwa dimire u terre.
Bi van mirinan tenê ew ćend heb psîxopat xwa li ser xwîna wan însanan mezin dikin, faśizma xwa bê sînor frehtir dikin u hewqas.
Ti qezenca milletê kurd źi vê yekê tun e.
Bi kurt u kurmancî, ewê li Cenêvre’yê civîneke mezin bi rewśa Suriye’yê va girêdayî were l dar xistin.
Bi îhtimeleke mezin ewê reźîm bi xwa nekare tev lê bibe.
Tabî reźîmê piśta xwa b Rusye’yê va girêdayî bu.
Źixwa zêde elternetîv źî tun in, meźbur maye ku li ber deriyên Rusye’yê xwa zikopiśto bike.
Êêê, siyaset e, helbet ku ewê Rusye źi vê bê ćaretiyê îstîfede bike.
Helbet hevkariya di navbera reźîma Suriye’yê u PKKê da źî tê zanîn. Bi vê yekê va girêdayî dîsan silavên di navbera Rusye’yê u PKKê da źî ne nepenî ye.
Źixwa ti śenseke PKKê wekî din tun e. PKKê ev sî u pênc sal in ku hemî dezgehên xwa, îdoloźiya xwa li ser têkiliyên bi van despotan ra ava kiriye, bixwaze źî nikare xwa źê xelas bike. Xelasiya tekane ya źi vê nexwaśiyê tunebuna PKKê ye, lê ew źî ne di menfeeta hindek canikan da ye, ći źi dervayî PKKê u ći źî źi nav PKKê va.
Cemîl Bayik rexneyan li civîna Cenêvre 2yê dike.
Bi rastî meriv nizane ku ći bibêźe.
Di nav van rexneyan da ti hevokeke ku ligorî normên siyasetê hatî 'be gotin, tun e.
Herhal Cemîl’ê me dibêźe temamê welat, baźar u gundên dinyayê ligorî źiyana li Qendîl’ê, di bin erdê da dimeśin.
Bêguman siyaset dîtina riyan e, bi ći hawî dibe bila bibe, parastina menfeetên milletê xwa li ser bazara navnetewî heebe-nebeyek e.
Ti siyasetvan u partî nikare źi mesuliyeta xwa bireve, śaśiyên xwa b’avêźe ser kesên din.
Mesele li welatên «medenî» ti serok aqil nake ku źi piśtî skendelekê li ser kursiya xwa rubine, yanî îstîfe dike.
Nikare li pêś raya giśtî bibêźe, «Min eleqedar nake, ez źi vê yekê ne berpirsiyar im ...».
Hingê meriv dibêźe, «Êêê, hîcar ći karê te li ser wî kursiyî hee ye?».
Bêguman PKK ev demek e ku li Ewrupe’yê derî bi derî digerriya, daku were dawet kirin, bikare di nav vê civînê da cî bigire. Lê kes pê eleqedar nebu, nabin źî.
Sebeb bi tena serê xwa têkćuna di siyaset u dîplomesiyê da ye, ne ti tiśtekî din.
Ti kesê ku bikare di nav PKKê da siyasetê bike tun e.
Tabî PKK li śuna ku têkćuna xwa ya siyasî bibîne, radibe senoryeyên ber’avitî peyda dike, źibo ku bikare serê millet baśtir b xwa girê bide. Pê mezlum bunne xwa îspat bike.
Helbet di nivîsa Cemîl’ê me da tehdît źî hee ne. Qey dibêźe ewê xwa bi tehdîdan bide qebul kirin.
Bawer bikin ku Cemîl’ê me źî, hemî konseya PKKê źî pirr baś dizane ku heta vê gavê welatên roźavayî li hemberî heebuna kurdan birryareke neyînî negirtinne.
Źiber vê yekê ye ku PKK li ser piyan e.
Lê sibeh ći dibe u ći nabe ez nizanim. Ku van canikan li hemberî PKKê birryarek dan, êdî xwadê źî were nikare PKKê xelas bike.
Helbet śenseke PKKê ya mezin hee’bu ku piśtgiriya van welatan bigire, lê nekir, nekariya.
Mixabin u mixabin, her tiśt kirinn qurban, her tiśt.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen