Montag, 31. Dezember 2018

Ezmanê Źi Kevirên Hesinî



Ezmanê we bila źi kêvir ’be!
Heger bi dile we nebu, bila ezmanê we źi hêsin ’be!
Ne li ber gotina min bikevin, ne źî li ber ezmanê kevirî.
Di mîtoloźiya xelkê aryan da peyva ezman
źi mahneya kevir hatiye hafirandin:
Avestî asman- „kevir; ezman“,
sanskrîtî aśman- „kevir; ezman“,
kurdiya kirdkî / zazakî asme / aśme
Tiśtê ku we dîn dike, dermanan źê nepên.
Loma birîna xwa źi bîr nekin, źibo ku hun bikarin l’ dermana xwa bigerrin.
Hesika xwa bi kevćiyan dagirin, hun ê qîmeta źiyanê źê hîn bibin.
Źi bîr nekin, tencika bi hunguv dagirtî tama śorbeya dema xizaniyê nade.
Evdalên pêxas yên di nav śevan da pesna rooźên zelal didin.
Loma źiber xatirê xewnên xwa źi nav śkeftên kevirî dernakevin.
Yê ku l’ sîwariya xwa dihesse, źi hespê xwa danakeve.
Yê ku l’ sîwariya xwa nahesse, wekî peyayê barê xwa dimîne.
Hstêrkên herî geś xwa di kaniya gundê we da l’ ezmên dialînin.
Gava hun destên xwa pê diśon, ezman tê da diheźin.
U li źêr hun himbêza xwa vekin, ewê zîv źê bibarin.

*Peyvên kurdî zîv / sîm źi kurdiya navîn asîmēn “kevirî” tên: zîv ← sîv ← sîm ← a-sîm-ēn.





Samstag, 15. Dezember 2018

Śîrê Germ Źi Zmên Dibare



Kudik źi nuh dayika xwa ćêbune.
Hîn di himbêza dayika xwa da canê xwa germ dikin.
Himbêz buye mala kudikan.
Źi banê malê śîr źi memikan dibare. Kudik źi heebuna vê baranê xwa nadin wê hêlê u źê vedixwin heta b’ dilopa dawiyê.
Gava źi nav pêsira dayê derdikevin, bi kuzzînî dikevin ser herdê.
Lê źi  baweriya heeyî ya serketinê danekevin źêr.
U dimeśin.
U bazdidin.
U hevdu gez dikin.
U bi bavo u dayikê ra hêza geza xwa dipîvin.

Sê hefte di ser ra derbaz dibin.
Di roźa bîst u yekem da bavo źi malê derdikeve der.
Roź roźa ceribandinê ye.
Ćêbun macereyek bu, li paś maa.
Kudik di roźa sor da li der hevdu gez dikin, sînora heeyî dipîvin.
Bavo bi hêdîka derdikeve der u xwa dixe nav lîstikê.
Dayê li malê runiśtiye u l’ wan mêze dike.
Bavo bi hemî lîstik u fendan zorê dide kudikan.
Wan gez dike, wan dixe nav devê xwa u tavêźe ser herdê. Wan bi hiśkî dide bezandin. Pehînan l’ wan dide. Wan źi halekî dixe nav halekî din. Di dawiya lîstikê da wan cankêśî dike, wan bi zanîn tîne ber buhurka fetisînê.
Paśê bavo berê xwa dide malê bêyî ku l’ kudikên xwa binêre.
Lê kudik li ser herdê źi hev ketî drêź bune.
Dayê li ciyê xwa yê runiśtî ranabe u narre alîkariyê.
Bavo bi rik e, ewê venegerre.
Kudik pêdihessin, mesele cîddî ye, yan ewê rabin yan źî ewê heta hetayê li wê derê bimînin bê śîrê dayê.
Kudikên ku b’ źiyanê digirin, radibin u xwa heta ber śîrê dayê dikiśînin, di nav mala germ da bi śîrê germ xwa haś dikin.
Kudikên ku li śuna xwa nikarin rabin, her li wir dimînin. Ne dayik u ne źî bavo b’ hawara wan da dićin.
Ango ewê bimirin.

Herê, di roźa bîst u yekan da ew lîstik dibe roźa qiyametê.
Kućik bi vî hawî kudikên xwa di nav tehqîqetekê ra derbaz dikin.
Ligorî normên tippî yên kućikan dê u bav wan bi śiklekî muayene dikin.
Kudikên ku di dawiya wê muayeneyê da li ser piyan dimînin, hêza xwa îspat dikin, deriyê źiyanê l’ xwa vedikin.
Kudikên ku li śuna xwa dimînin u nikarin rabin ser xwa u xwa b’avêzin ber dayikê, li śuna xwa dimirin.
Dayik li śuna xwa ya runiśtî tenê l’ kudika xwa ya źi hev ketî mêze dike, heta ku ew bi xwa ranebuye u nehatiye, nade pê. Wî weha li śuna xwa dihêle heta ku ew dimire.
Kućik nikarin kudikên ku nexwaś yan źî bê taqet in xwadî bikin.
Dibêźin ew luksa me tun e.

Ćêlikên pisîkan yên ku źi piśtî ćêbuna xwa heta heśt-deh roźan ćavên xwa venakin, dayika wan hêdî wan qebul nake. Pisîk vê yekê wekî bê taqetî u nexwaśî qebul dike u naxwaze wext u ênerźiya xwa źibo ćêlikekî bê teqat u nexwaś bide.

Em vegerrin ser rewśa kurdan ya kambax.
Kurdan bi qasî kućik u pisîkekê źî śens nedan zmanê kurdî.
Di roźa destpêkê da destê xwa źi zmanê kurdî śuśtin.
Bi qasî kućik u pisîkekê źî hêza bazuyên xwa pê neceribandin.
Zmanê xwa u śîrê germ yê di devê xwa da gemarî kirin.
Loma źi hev ketin.
Tê gotin ku, gava kućik u pisîk hestiyên kurdan dibînin, “Wey lanet!” dibêźin u direvin.
Qet nebe divêt meriv bi śerefa hestiyên xwa ewqas nelize!