Ezmanê we bila
źi kêvir ’be!
Heger bi dile we
nebu, bila ezmanê we źi hêsin ’be!
Ne li ber gotina
min bikevin, ne źî li ber ezmanê kevirî.
Di mîtoloźiya xelkê aryan da peyva ezman
źi mahneya kevir hatiye hafirandin:
Avestî asman- „kevir; ezman“,
sanskrîtî aśman- „kevir; ezman“,
kurdiya kirdkî / zazakî asme / aśme…
|
Loma birîna xwa źi bîr nekin, źibo ku hun bikarin l’ dermana xwa bigerrin.
Hesika xwa bi kevćiyan dagirin, hun ê qîmeta źiyanê źê hîn bibin.
Źi bîr nekin, tencika bi hunguv dagirtî tama śorbeya dema xizaniyê nade.
Evdalên pêxas yên di nav śevan da pesna rooźên zelal didin.
Loma źiber
xatirê xewnên xwa źi nav śkeftên kevirî dernakevin.
Yê ku l’
sîwariya xwa dihesse, źi hespê xwa danakeve.
Yê ku l’
sîwariya xwa nahesse, wekî peyayê barê xwa dimîne.
Hstêrkên herî
geś xwa di kaniya gundê we da l’ ezmên dialînin.
Gava hun destên xwa pê diśon, ezman tê da diheźin.
U li źêr hun himbêza xwa vekin, ewê zîv źê bibarin.
Gava hun destên xwa pê diśon, ezman tê da diheźin.
U li źêr hun himbêza xwa vekin, ewê zîv źê bibarin.
*Peyvên kurdî zîv / sîm źi kurdiya
navîn asîmēn “kevirî” tên: zîv ← sîv ← sîm ← a-sîm-ēn.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen