Dienstag, 31. Januar 2012

Roźeke Sar U Rehet


Vê gavê hewa gelekî sar e.
Sibeh ewê heta kêm deh pileyan dabikeve (-10°).
Tabî evqas sarbuyîn źibo min ne baś e.
Ev tê wê mahnê ku ez ê bi pîskîlêta xwa nekanim herrim kar.
Yanî ez ê bi dibêtiyeke/îhtimaleke mezin peya herrim.
Źixwa kêfa min zêde bi tremwey u otobusan nayê, loma ha.

Hîro min hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Karê min yê wergerrê tune bu.
Źiber ku min doh li ba pêgoog.lîstinê derbeyek xwarî bu, śeva ćuyî min nekarî baś rabikevim.
Źuniyê min gelekî hêś daa min.
Loma źî min hîro wexta xwa bi zêdeyî di nav nivînan da derbaz kir.
Tabî vê hêvarê dîsan ćum sporta xwa źî.

Ev du-sê roźên ku min kesek źi lîsteya xwa ya Facebook’ê dernexist.
Tabî du-sê kes źibo cara dawiyê îkaz kirinn.
Ka xwadê mezin e.

Montag, 30. Januar 2012

Qursa Zmanê Kurdî U Kurdên Tirśikćî!


Min hîro ću du seet wergerr kirinn u dîsan hatim malê.
Źiber ku em roźên duśemiyan di seet 17an da li hala zanîngehê pêgoog dilîzin, ez dîsan bi lez źi malê derketim.
Lê kafirekî temam hîro lii źuniyê min yê raśtê xist.
Aniha pićekî perćifiye.

Źi piśtî sportê gava ez hatim malê, min mêze kir ku di malê da tiśtek pićekî cihê xuya dike.
Tabî mesele yekcar hate bîra min.
Tevrunerê min yên swîsrî hîro leśkeriya xwa xelas kir u vegerriya malê.
Roźa îniyê gotî bu ewê xwarinekê źibo me ćêbike, yanî mêro dixwast teskereya xwa pîroź bike.
Loma źî źibo me hersêyan, źibo min, xwa u tevrunera me ya din xwarina vê hêvarê amede kir.
Xwarineke swîsriyan ya taybet e.
Źê ra dibêźin «Raclett».
Yanî li ser masê makîneyek sor u germ dibe, pendurê hiśk dixin nav, wê dihelînin, paśê źi derdixin u lii ser kartofên kelandî diriźînin u dixwin.
Digel vê dîsan meriv sewze u gośtê hiśk kirî źî dixwe.
Tabî hîn nîv seet wexta min hee bu źibo xwarinê.
Dawiya dawîn me bi hev ra xwar u rabunn ser xwa.

Min źi berî mehekê îlanek źibo qursa zmanê kurdî belav kirî bu, źibo ku em vê biharê qursa zmanê kurdî li ba zangeha Zürich’ê orxenîze bikin.
Lê mixabin ku heta aniha źi derî du kesan ti kesekî din serî lê neda.
Loma źî ewê qurs ćênebe.
Yanî źi aniha u pê va resmî heśkere buye ku qurs nikare were lii darxistin.
Źi berî du mehan śeś-heft kesan digotinn ewê źi sedî sed werin qursê u divêt ez wan li ser lîsteya xwa qeyd bikim.
Hahooooo, dengek źi camêran derneket dînime îmanime.
Temam, ez bi xwa van kurdên bê derpî u tirśikćî nas dikim.
Meriv nikane zilikekî źî bispêre van kurdan.
Loma źî ez ê ti carî di źiyana xwa da zilikekî źî nespêrim kurdekî.ê.
Ev tecrubeya źiyanê ya tahl e ku min tam kiriye heyranino.

Sonntag, 29. Januar 2012

Kurd Ćima Vîdyoyên Xwa Bi Kurdî Amade Nakin?!


Doh min tiśtek nenivîsiya, yanî min tatîl kir.
Źiber ku hewa li der sar e, kêfa min qet nayê ku derbikevim der.
Doh sibeh gava ez heśyar bum, min li der pićek berf źî diy.
Lê zêde nehaźot, berf berbi nîvroyê heliya u ću.
Hîro berf nebariya.

Min vê hêvarê gotara xwa ya li ser zmanê sanskrîtî, yanî beśa 4an źi amidakurd.com’ê ra śand.
Her weha gotara li ser peyva kurdî «aar» (yanî «dest-aar») źî źi malpera serhed.org’ê ra bi rê kir.
Hindî malpêr kengê van diweśînin, ez nizanim welle.

Di van roźên dawiyê da ez wexta xwa pićekî źî bi amadekirina kerîketuran derbaz dikim.
Na naaa, ez bi xwa nahafirînim yaw.
Ez wan resîm u kerîketuran dadixînim ser kompîtura xwa, bi proxrema ku xalê Azat lii kompîtura min bar kiriye, nivîsên bi kurdî li ser wan dinivîsînim u di Facebook’a agirpêketî da belav dikim.
Tevî ku ev ne karê min e źî ez vê yekê dikim.
Źiber ku kurdên me her tiśtê xwa bi zmanên diźminên xwa yên qewad dikin u qet śerm źî nakin.
Bêguman źi tirkan baśtir milletê kurd asîmîle dikin.
Loma źî ez feqîrê xwadê meźbur mame ku destê xwa bii vî karî bigerrînim.
Mesela gava meriv dikeve Youtube’ê u lii stran u fîlmên kurdî digerre, źi zmanê tirkan, farsan u ereban pê va meriv hew tiśtekî bi kurdî dibîne.
Navên hemî vîdyoyan źî bi zmanê tirkan, farisan u ereban hatinne dayîn.
Ez źi vê ehmeqiya me ya beredayî u zirrzop qasî gramekê źî nikanim tiśtekî fam bikim.
Yanî vîdyo bi tevayî źî bi kurdî ne.
Kesên ku ew amade kirinne u xistinne youtube’ê źî bi xwa kurd in.
Lê zmanê van vîdyoyan bi tirkî, farisî u erebî ne.
De hun bi xwadê dikin carekê lii vê tevliheviyê binêrin.
Li hêlekê mêro mafên xwa yên mîllî dixwazin u li hêla din źî ehmeqiyên ku dibin sebaba tunebuna wan, pêk tînin.
Hîcar ev nîśana ći ye hun dibêźin qurbanino, hi?
Bê ku em zêde pê da herrin, ez dixwazim vê bibêźim:
«Di me kurdan da kultureke kurdîn ya herî basît u esasî pêk nehatiye, loma źî her tiśtê ku diźminên me bi zmanê xwa xistinne mêźiyê me, źi me ra wekî tiśtên herî xwezayî tên».
Mesela hemî partiyên me yên kurdan źi tirkan hezar carî baśtir tirkîperest in, tirkćî ne.
Zmanê tirkan, yanî zmanê ku roź bi roź heebuna wan u ya milletê kurd źi holê radike, bi can u xwîn bi kar tînin, yanî mêro milletê kurd seba tirkan ha ha asîmîle dikin.
Helbet heger em źi wan bipirsin, ewê bahaneyên ku diźminan bi manîpulasiyonan xistinne nav genên wan, ewê dubare bikin u tam hezar u yek cure śorbeyan daynîn ber me.
Źixwa tiśtê ku di sêrî da gennî ye, di dawiyê da źî tenê dibe zirrgennî.

Samstag, 28. Januar 2012

Lotikên Bi Kurdî :)


Hewaya doh hîro źî berdawam kir.
Źiber ku miź u duman hee bu, peśkan xwa bii ser cîgeha me da tavêt.
Karê hîro źibo min tenê seetek wergerr bu.
Paśê di seet 11an ćum mensaya zangehê u min nanê xwa yê nîvroyê xwar.
Źi piśtî xwarinê dîrekt hatim malê.
Min źibo seetekê xwa di nav nivînan da drêź kir u raketim.
Paśê rabum ser xwa, min ćayek ćêkir, vexwar, ćend tiśtên pićuk ćareser kirinn u ćum sportê.
Hîro sporta min tam ćar seetan wext girt.
Źiber ku em roźên îniyan di halê da qendî seetekê pêgoog dilîzin, roźên îniyan sport pićekî drêź taźoy.
Loma źî min tam ćar seetan îmana xwa kir teneke, serê xwa kir kundir u berda ćolê ellawekîl.

Yaw min hîro źî źi lîsteya xwa kesek dernexist.
Law babam roźên bê cunta źî ne ti roź in dînime îmanime.
Di van roźên dawiyê da kêfa min bi van lotikên min pirr hatî bu.
Gava ez lotikekê lii van kurdên zman-tirkćî didim, mîna ku min heyfa heyśt eźdadê xwa źi tirkên qewad girtî bibe, kêfa min teqleyan lii hewê dixe yaw.

Źibo hîro źî ez vê heneka xwa ya li źêr diweśînim.
Welle źi piśtî ku ez źi xalê me kafir Azat hînî lotikên weha germik u nermik bum, hindî destê min źi van lotikan qet nabe yaw.
Eman eman nerevînin, hun źî bi lez dest bi lotikên bi kurdî bikin, pirr xwaś e yabo qurbaninooo.



Donnerstag, 26. Januar 2012

Dilê Kurdan Źi Tirkiya Qewad Nabe Di Înternetê Da


Wekî doh hîro źî zêde kêfa hewayê tune bu.
Tabî hîn bi vî hawî îdare dike.
Li klînîkê min hîro tenê du seet wergerr kirinn u ewqas.

Min hîro guhên du kesên din yên li ser lîsteya min ya di Facebook’ê da kiśandinn u berdann.
Ka hele ewê ći were serê me.
Haaa, min di lîsteya xwa ya di Google+’ê da źî kesek derxist.
Mêro bi tirkî nivîsek weśandî bu.
Min źi berî ćend roźan porê wî źî kiśandî bu.
Ya raśt min digot kekê me źi Kurdistan’a baśur e u qet bi zmanê tirkên qewad źî nizane.
Tabî di bersîva xwa da mebesta xwa aniye zmên. Yanî źi piśtî ku min źi listeya xwa derxist, bersîva delalê me źi min ra hat.
Di vê bersîvê da digot, wey «xwazila hemî kurd wekî te bibuna u me źî pêwistî bi vê yekê nedîta ...».
Helbet min hindî bersîv nedayê.
Ê ku ez bidimê ći dibe, nedimê ći dibe babam.
Bi telaq ne dilê min kêfa xwa bi van zirt u virtên vala yên di înternetê da tîne u ne źî pênc quruś qîmeta van tiśtan hee ye.
Ez ê źi niha u pê va tenê źibo carekê bi kurtî îkaz bikim u xelas.
Tabî digel cara duduyan ewê lotikên temam bikin teq u req u dawiya fîlma agirpêketî b
înin.

De hun wekî gotina dawiyê źî hîro lii vê karîketura min ya nu amede kirî binêrin.



Mittwoch, 25. Januar 2012

Xêr Hatî Lotikên Dîźîtel Yên Bi Kurdîîî!


Hîro hewa pićekî sar bu.
Dibêźin ewê berbi dawiya vê heftê zêdetir sar bibe.
Heta ku baran bii ser me da nehatiye, źibo min ti mesele tun e welle.
Min hîro tenê qendî du seetan wergerr kir.
Źiber ku ez roźên ćarśemê sportê nakim, wekî din ez neketim nav ćalakiyeke din.

Min hîro kes źi lîsteya xwa dernexist.
Yanî nivîseke kesekî.e ya bi zmanê tirkên qewad lii ber ćavên min neket.
Tabî li hêla din źî du kesên din yên nu hatinn ser lîsteya min.
Her ćendî ez kesinan źi lîsteya xwa derdixim źî, hindekên din źî tên u dikevin nav lîsteya min u tenura xwa tê da germ dikin.
Helbet ez di destpêkê da źi hemî kesan ra śerta zmanê kurdî dibêźim.
Hema hema hemî źî vê yekê qebul dikin.
Lê mixabin hindek nikanin zêde li ber xwa bidin u źi piśtî roźekê yan źî ćend roźan dest bi tirkî dikin.
Êêê, źi piśtî îkazên xwa, ku dîsan dubare ćêbu, oxir źi xal u xaltîka xwa dixwazim u terrim.

Hîro tiśtekî nu digel min ćêbu.
Tabî vê yekê pirr kêfa min źî haniya.
Xalê min yê kafir Azad, ku li Berlin’ê dimîne u di Facebook’ê da ew źî di nav du koman da wekî min cî digire, di înternetê da kete kompîtura min u proxremeke nu lii kompîtura min bar kir, daku ez bikarim li ser wêneyan ligorî dilê xwa bi kurdî lotikan bavêźim.
Yaw mêro wekî agir di ćend deqqan da her tiśt ćareser kir u hew.
Yanî ez ê hindî di nav źiyana dîźîtel da berhemên qerase bidim merivatiyê ellawekîl :)

Ê źi piśtî hariyariya xalê Azad ez ći bikim baś e hun dibêźin, hi?
Bi sê gotinên pîroź yên źin- u mêrberdanê, min lotika yekem di serê wî da teqand.
Yanî canim cîgerim mam-hoste Azado bu qurbana fîśekên min.
Welle lotika ku min lêxist źî ev wêneya li źêr e.
Tabî min ew wêne źi profîla wî dizziya, guhart u bi tevî vê nivîsa li źêr belav kir:


«
De yellaaah, bi telaq ez ê îmana Facebook'ê bikim teneke berxikinooo :)
Êdî min taxtîkên din yên pirr germik u nermik kifś kirine, nereviiiiin :D :D :D

Xalooo, bibore eśqim, lotika yekem di serê te da teqiya welle, ihi ;-)
».


Pashê źî ev śîrove li bin hatinn kirin:

Azado:
«hahahaha ich hab dir das nicht beigebracht damit du mich mit den bildern angreifst xaloooo :D
Navê min hîn li ser wêneyê ye :D unten rechts :D
».
Ez:
«
Hey laneeet li vê shensa min yaw, ecemîtî ye lo, hahahaaa :)))
Hêdî hêdî qurban ;-)
».
Azado:
«
looo tu kuda herî tu ji min nikarî birevî AZAD li her derê ye :D».
Xaltîka Amîne:
«
Oooox te rind kir xalo. Destê te sax bim, cavê te mac dikim. Gelek sipas lê gurcikê wî jî bide min :D».
Ez:
«Temam xaltîka Amîne, him jî belash welle, oxxx, noshîcan be dînime îmanime :D :D :D».
Xaltîka Amîne:
«Sipas, te ra jî :D afiyet û shekir be :)».
Azado:
«hûn herdu qurbana gurcikên min bim».
Ez:
«Tu bisekine heleee, em ê gurchikên te bidin pisîkan cîgerim pisîkan, ihi :D».
...

Dienstag, 24. Januar 2012

Ma Dermana Zman-Tirkćîtiya Me Ći Ye Heyranino?


Ev ćend roź in ku kêfa hewayê li Zürich’ê baś e.
Him ne sar e u him źî bi rooź/tav e.
Hîro karê min yê wergerrê hêć tune bu.
Loma zî min hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Tabî di seet pêncan da dîsan ćum sportê źî qendî du seetan.

Hîro ez bi zêdeyî li ser zmanê sanskrîtî xebitiyam, yanî li ser beśa ćaran.
Dibe ku ez heta du roźan xelas bikim u źi malperê ra biśînim.
Helbet min dîsan «Xronoloźiya Zmanê Kurdî Ya Śeś Hezar Salan -19-: „Guh, gućik; guś, goś“» źî amade kir u di nav ćend komên kurdan yên di Facebook’ê da belav kir.

De ez dîsan werim ser miźara Facebook’ê.
Min hîro dîsan kesek źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxist.
Źi doh heta hîro źî min helbet sê kes îkaz kirinn.
Ez bawer dikim tirkćîtî u kemalîzma tirkan ruh u mêźiyê kurdan bi tevayî dagir kiriye.
Êdî tirk nexwazin źî ev kurdên me bunne mupteleya zman u kultura tirkan.
Lê helbet gava li dor masê rudinin, śur simbêlê wan nabirre.
Hezar carî Kurdistan’ê ava dikin, hezar carî kurdî źi mirinê xelas dikin.
Bi serê min yê feqîrok bibe ku gava ez van kurdên beredayî u serserî dibînim, źi ax u waxekê pê va nikarim derdê dilê xwa bînim zmên.
Qey meriv dibêźe em ê ti carî źi dema zirr nezaniyê nefilitin, em ê her u her wekî kherên xelkê bimînin.
Yanî hema hun bibêźin hindî khertî li ba me kurdan buye karekî mîllî.
Em ćavên xwa di nav kultura xwa ya khertiyê da vedikin, pê mezin dibin u dawiya dawîn źî pê dimirin.
Van edetên ku em źi yên berî xwa werdigirin, paśê źî didin yên din, ango didin nifśên din u nu.
Carinan ez dibêźim genên me bi van lanetiyan zebunî bunne.
Lo babam derman źî peyda nabe ku em bigirin u xwa derman bikin.
Źixwa ew derman were peyda kirin źî, bawer nakim ku kes pêwist bibîne u wê dermanê bigire.
Ê brê min kî heta ku qanî nebe terre ba biźîśkekî, hi, kî?
Tiśtekî gelekî xwezayî ye, heta ku meriv nexwaśiya xwa nebîne, lii dermanekê źî nagerre.
Yanî lii nexwaśiya xwa hesiyan źî hunereke mezin e, źê ra aqil u filan u fistix divêt haaa.
Ka ew aqil di me kurdan da kaaa?!

Montag, 23. Januar 2012

U Seetek Zaroktî -6-




Źi niśkê va dengê ezanê źi mizgefta navćê bilind bu: «Ellaaah u ekber ...».
Deng źi dur va dihate wan. Ezana danê nîvroyê bu. Wan li ciyê xwa yê runiśtî lii kesên ku bi lez berbi mizgeftê va dimeśiyann, dinêriyann. Dengê ezanê xwa lii kevirên derbenda Siltan Melek u yên qeleya Kemah’ê dida u źi wir źî wekî dengvedan bii śun da vedigeriya nav navćeyê.
Demekê bê deng mann.

Di vê dema hanê bi ezan da, trêna li stasyonê źî lii sîrêna xwa xist. Ćend caran dukêla xwa bii hewayê da berda. Li ser kolanên li dor stasyonê ćend kes bi bez berbi stasyonê dićunn. Li kolaneke ba stasyonê yekî źi nav turikên li ser piśta xwa tiśtek hêxiste ser erdê. Gava bi zehmetiyeke mezin rahiśtê źî, ćend hebên din źî źi piśta wî ketinn ser rê. Hîcar hemî barê xwa yê li ser piśta xwa bi qa’r havête erdê, bi pîhnan lii wan daa, śewqeya li ser serê xwa bi herdu destên xwa pêgirt u li erdê xist. Paśê bi nîgê xwa yê ćepê derkete ser śewqê u bi yê raśtê źî ew bi lêdanan pelixand. Piśtî ku hêrsa wî hindekî daket, źi nu va hemî barê xwa lii hev kom kir, bi baldarî devên wan lii hev hanî u bi tevgerreke bi lez ew bi badan havitinn ser piśta xwa. Lê hêdî śopa lezê li ba wî hew xuya dibu. Gava dest bi meśê kir źî, pêśta bii ser śewqeya xwa da ću, bi pîhnekê ew havite ser kenarê rê u dura źî berê xwa daa trênê.

Lê trên hîn źî li śuna xwa bu. Hêć nediliviya, ne bii pêś u ne źî bii paś da.

Bero kevirek źi erda di nav śeqên xwa da ragirt u demekê di nav destê xwa yê raśtê da bir u hanî. Tiśtek dixwast bibêźe. Źi berî ku kevirê di destê xwa da bi tilliya beranê pêśta bavêźe, carekê li kekê xwa nihêrî, dîsan serê xwa vegerrand ser kevirê di destê xwa da. U bi carekê va kevir di hewayê ra pirriya u ću lii dîzarê/dîwarê ligel rê ket, bi dengekî daketî kete ser kevirên li ber dîzêr.

- Keko, xwazila ez źî aniha di wê trênê da bibuma.
- Ćira, ćavkê mino, ćira?
- Nizanim ku... Ez źî nizanim.
- Dilê min, li ber xwa nekeve.
- Naaa, ćima ku, keko?
- Ê ćima tu dixwazî di trênê da ru[bi]nî, Berocan?
- Ez źi trênê hez dikim yanî, loma min got, dizanî.

Qasî kêliyekê dengê xwa dernexistinn. Haya herduyan źî baś źê hebu. Yek źi wan ewê bićuya u yek źî ewê li wir bimaya. Yek lii rêwîtiya xwa ya tenê u yê din źî lii mayîna xwa ya tenê ya li wir difikiriya. Xemgîniya herduyan źî di nav ćavên wan ra xwa bi ezeb dida der.
...

Sonntag, 22. Januar 2012

Zarokên Kurd Yên Bi Navên Kurdî, Lê Bi Zman U Ruhekî Tirkćî!

Doh hewayeke gêźok li vir hee bu.
Baraneke hurik u baayekî bi hêz xwa di cîgehê da dikêliya.
Ez ê bićuma dukana solan źibo ku ez du cot solan bikirim.
Źi zu va ye ku solên min yên ku ez carinan di tesîsên zanîngehê da zivistanê  pê pêgoogê dilîzim, xerab bunne.
Helbet solên min yên din źî ne di forma xwa da ne, yanî bunne feryat u fîgan welle.
Loma źî min got baśtir e ku ez hîro vî karî hal bikim, źixwa ez ne kesekî ligorî kar u barê kirrînê me.
Ez ćum dukana li nêzîkî mala min ya li Örlikon’ê, bi peya deh deqqan źi mala min dur e.
Gava min li hundir lii solan mêze dikir, yekcar dengê źinekê hate min.
Źi du zarokên ku bii vir u wir da dibeziyan ra bi tirkî digot: «Rozerîn gel buraya!» («Rozerîn were vir!»).
Tabî xatuna me gelekî caran ev gotina xwa dubare kir, źiber ku herdu zarokan ha ha ciyê xwa diguhartinn, dilîstinn.
Bi serê min u we bibe ku źi piśtî demekê źiber wan dubarekirinên bi zmanê tirkên qewad ez pirr aciz bum.
Pićek maa ku ez źê ra bibêźim: «Hun źî źi wan kurdan in, ne?!».
Yanî min ê lotikeke bê îman lii vê źina taśeron u derbeder bixista.
Lê bawer bikin min bi zorê teq u reqa di dilê xwa da daa sekinîn.

Baś e, ez ćima vê dibêźim?
Tesadufeke din ya agirpêketî hîro di Facebook’ê da min dît źî, loma.
Xalê me Tuncay Bal di bin nivîsa min ya li ser peyva kurdî «hezar» ev śîroveya xwa kiriye:

«
Min niha televîziyonê temash kir li qanalekî tirk, du-se zarokên 13 salî ji bo dibistanê almanyê tisht pirs dikirin, yekî bi tirkî got, navê min ROZERÎN e falan û filan, minjî got navê te yê nermik û germik kurdî ye û tu tirkî ji zmanê xwa daha xwash dizanî.».

Yanî du zarokên kurd u herdu źî bi tirkî dipeyîvin.

Tabî min źî rabu ev śîroveya xwa li bin nivîsiya:

«
Qet nebêźe xalo, źixwa îmana me buye teneke welle.
De tu carekê herre źi wan bipirse, malbatên hemiyan źî di nav siyasetê da ne. Tabî her tiśtê xwa bi zmanê tirkên qewad dikin, zmanê wan li ser her tiśtî digirin.
Zarok źî bi van rezelatan mezin dibin u dibin tirkên saxlem helbet.
Aniha źi zarokekî weha meriv ći dikare bipê yaw, ći?
Ez dibêźim bila tam hezar u yek lanet lii van dê u bavan bikeve, bila xwadê hustiyê wan biśikîne, ćavên wan kor bike, guhên wan rezîlan puć bike, nigên wan di bin wan da bihêle, bila siyaseta wan ya taśeron u tirkćî di serê wan da biteqîne, ihi.
».

De hay źi xwa hee bibin heyranino, ev nifirên min źibo hemî kurdên taśeron u zman-tirkćî derbaz dibe, ihi.

Samstag, 21. Januar 2012

«... Xwadê Li Źor E U Dilê Min Źî NE Kor E! ...»


Welle hewaya li vir hîro zêde baś nebu.
Tevî ku źibo ćend seetan vê nîvroyê rooź/tav derket źî, carcarinan baran źî źi me kêm nebu.
Karê min yê hîro tenê qendî du seetan wergerr bu li klînîkê.
Pêra bi lez u bez ćum sporta xwa.
Źi piśtî sportê źî min dîsan bi lez berê xwa da daweteke xwarinê.

Hmmm, kêfa min hîro li śunê ye yaw.
Min xalekî me źi Amed’a bi zmanê tirkan źi lîsteya xwa derxist.
Bi serê mirî u saxiyên min bibe ku min hîn doh xalo îkaz kirî bu.
Mêro got, «yaw ev zilm e tu li me dikî xalo, heyran ...» u filan u fistix.
Tabî soz soz e, źi piśtî sozê źî ewê lotikek helbet were, ihi.

Hîro dîsan di nav koma me ya di Facebook’ê da tequreq bu welle, hengeme u śemete, henek u tinazên bi kurdî tenura me pirr germik u nermik dikin.
Ev kom źi berî heyśt mehan hatî bu ava kirin źi hêla ciwanên li Ewrupê.
Her ćendî di destpêkê da bi zmanê elmenî dihat nivîsîn źî, di nav vê demê ra zmanê kurdî źî pićekî śuna xwa girt.
Min di destpêkê da carinan bi elmenî dinivîsiya, lê paśê min bi hêdîka dest źê berda u kir kurdî.
Helbet vê yekê li ser yên din źî tesîra xwa kir u meźbur mann ku bersîvên min bi kurdî bidin.
Di nav van heyśt mehan da gelekan kurdiya xwa bi pêś da bir.
Gava ez hîro carekê li ser fikiriyam, yekcar tiśtên pirr sosret hatinn aqilê min.
Źi piśtî van mehan ez pê hesiyam ku kesên di komê da heta hîro kurdiya xwa bi pêś da birinne, źi dehan neh xort in u yek źî kećikek e.

Hema hema tevayiya van źî kurdên êzdî ne. De were źî dengê xwa bilind neke u nebêźe «biźî kurdên êzdî!».

Bi raśtî źî di źin u kećên kurdan da kompleksên bê tarîf ćêbunne.
Qîmeta ku didin zmanê diźminê milletê kurd, qîmeta ku didin soleke xwa, nadin zmanê kurdî.
Źixwa meriv hew dikare źi kesên weha tiśtekî bipê.
Ez bi xwa tiśtekî napêm źî.

Min hîro di nivîseke xalê min Dilrast Botan da ev kurtenivîs dît, kêfa min pirr bi kurdiya wî hat. Tabî xalê min źî di nav vê komê da ye.
Helbet naveroka hevokê źî bi têra xwa xwaś bu.
Loma źî ez dixwazim li vir binivîsînim, źibo ku hun źî bikarin bibînin:

«Dîtina dost û hevalên rast li nav cîhanê gelekî zor e. Dibin dijminê evîn û dixwazin kêfxweşîya mirovên din xera bikin. Çi jî dixwazin bikin bila bikin, tenê dibêjim xwedê jor e û dilê min NE kor e! Êdî xilas!»

Helbet bi taybet źî xalê me gotineke pirr śaîrane haniye zmên:

«… tenê dibêźim
xwadê li źor e
u dilê min źî NE kor e!
...».

Dilrast Botan, 20.01.2012, Facebook

Donnerstag, 19. Januar 2012

Psîxoloźiya Me U Kurdên Qewad Yên Zman-Tirćî


Hîro hewayeke gelekî germ hee bu.
Digel baraneke hurik ya car bi car dîsan bayekî bi hêz źî li derudorê dikir teq u req.
Źiber ku min źi nîvroyê heta vê hêvarê li klînîkê wergerr kir, zêde xesar di min da ćênebu.
Gava ez źi berî seetekê źi gerra xwa ya vê hêvarê vegerriyam, min pićekî baran źî xwar welle.
Lê źibo xatira vê hewaya pirr germik u nermik ne tiśtek e ev barana bi bereket.
Bila źî meriv pićekî śil bike yaw, ma mala kê pê xerab buye.

Hella hellaaa, yaw bi sê gotinên pîroź yên źin- u mêrberdanê, di van roźên dawiyê da kesekî bi zmanê tirkên qewad tiśtek belav nekir di Facebook’a xinzir da.
Welle hindî/êdî bêhna min teng dibe.
Yaw min nekanî kesekî źi lîsteya xwa derbixin dînime îmanime.
Hey tifuuu lii vê śensa min u xelas, ihi :)

Min hîro di nućeyan da nućeya li ser roźnavevanê ermen Hirant Dink dît.
Vîdyoyek źî digel nućeyê hatî bu belav kirin.
Li ciyekî xatuna Hrant Dink, Rakel Dink, di civînekê da źibo ku soza dawiyê bibêźe dawetî ser sehnê kirinn.
Xatun Rakel Dink źibo xatirxastina xwa ya dawiyê «lorînek» bi zmanê kurdî got.
Bi raśtî źî kêfa min gelekî bi cesereta wê hat.
Ez nizanim, ka bi raśtî źî bi kurdî dizane yan na.
Lê ći dibe bila bibe, wateyeke vê ya pirr mezin hee ye.
De hun ćalakiya vê xatunê carekê źî bi yên me kurdên bê wîźdan ra ruberîhev bikin.
Kurd in, di bin zilm u zora tirkan da îmana heyśt eźdadê me buye ćarox, lê hîn źî bi zmanê van tirkên qewad zmanê kal u bavên xwa, zmanekî bi hezar salan roź bi roź dikuźin.
Hey tifu lii van kurdên heramzade.
Bila xwadê van heramzadeyan nexê destê min welle u bille.
Xwadê dizane, ewê lii tirkan bigerrin.
Ez ê 
ći stres bavêźim, de hun carekê bînin ber ćavên xwa qurbanino.
Heger hun źi min bipirsin, divêt di nav kurdên bi xwadî namus u śeref da komeke ćekdar derbikeve u yek bi yek van kurdên «qewad u heramzade» biśîne ba tecawîzyê van Misto’yê tecawîzcî.

Hahooo, ewê etmosfer ći xwaś germ bibe yaw, ez dibêźim êdî ewê psîxoloźiya me źî pićekî were ser xwa anam babam :)

Mittwoch, 18. Januar 2012

Ćima Em Kurd Pênc Quruś Qîmetê Nadin Zman U Zanînê?


Ev ćend roź in ku hewa pirr sar bu.
Mesela doh di bin sifirê da 7 pile bu (-7°).
Tabî hewa pirr sayî bu, ne berf u ne źî śilî/baran bariya.
Gavê ez hîro źi berî nîvroyê ćum bezê u pêra źî ciyê fîtnesê, hewa hîn wekî doh bi têra xwa hiśk u sar bu.
Min heta seet dewnehan/nonzdehan kar kir.
Gava ez derketim der, hewa gelekî nerm buyî bibu.
Divêt min ew deh pirtukên ku źi pirtukxaneya baźêr dên girtî bunn, bibira u dema wan bida drêź kirin, yan naaa, ewê dîsan źibo her pirtukekê źi min deh frenk bigirta pirtukxanê.
Ez di wexta xwa da gêśtim pirtukxanê, min karê xwa qedand u dîsan hatim malê.

Di van roźên dawiyê da heta aniha źî min kesek źi lîsteya xwa dernexist.
Kesî heta aniha źî bi tirkî tiśtek belav nekir.
Tenê min li ba yekî hîro bi tirkî belavkirina rêklamekê dît.
Min ew îkaz kir.
Di raśtiyê da ez bawer nakim ku wî ew kirî bibe. Ez dibêźim «hêsaba wî ya di facebook’ê da» źî ketiye destên reś yên din. Źiber ku li ba kesekî din źî ev rêklam źi berî ćend roźan hatî bu belav kirin.
Helbet min ew źi lîsteya xwa derxistî bu.
Yanî mêro bu qurbana „hacker»an u ya min.
Ê law babam ma ez hertim nabêźim zmanê tirkan zmanê qewadan e, hi?
Dibêźiiim.
Lê camêr guh nadin min welle u bille.

Di nućeyekê da tê gotin ku ewê hîsal li pênc baźarên Elmenye’yê dest bi îslamoloźiyê bikin.
Mesela li baźarekî ewê dîsan tam li sê sed dibistanan perwerdeya îslamê were dayîn.
Tabî kêm-zêde gotinn ewê di demeke ne dur da li tevayiya Elmenye’yê ev îmkan were dayîn.

Bêguman ez di vî warî merivekî lîberel im. Divêt mafê her kesî hee bibe ku ligorî bîr u baweriya xwa bikare źiyana xwa bidomîne.
Lê babam helbet gava meriv lii misilmanan mêze dike, bê tehemuliya wan ya li hemberî bîr u baweriyên din dibîne, meriv yekcar źi xwa dipirse, «ćawan yanî?».
Camêran li Ewrupê tenê bi puśiyeke źinan bi mîlyonan misilman xistinn bin kontrola xwa.
Siyaseta xwa ya niźatperest di bin navê «azadiya puśiyê» da yek bi yek xistinn roźevê u bi hêdîka gêśtinn armancên xwa.

Heger ez śaś nebim, li Ewrupê yek u nîv mîlyon kurd źî hee ne.
Ma bi serê kalikên min u yên we, me kurdan wekî kurd ći bi dest xistiye yaw?
Gava em dixwazin tiśtekî bikin źî, kurd pênc quruś qîmetê nadinê.
Me li vir ba zanîngehê salekê qursa zmanê kurdî daa.
Lê heźmara kesên ku beśdar dibunn, źi heyśt kesan zêdetir nedibu.
Min  źi berî du mehan źibo ku em dîsan qursê li ba zanîngeha Zürich’ê bidin, îlan daa, yanî him bi e-mailan u him źî di Facebook’a agirpêketî da.
Ći ecêb e, kesên ku źi berî ćend mehan digotin ew qursa zmanê kurdî dixwazin źî, serî lê nedann.
Tabî gava mesele qîźź u wîźźa vala dibe, kes nikane rê li ber kurdan bigire.
Bi telaq em kurd tam bunne śarlatanên ligorî dilê tirkan, źi vê baśtir źî meriv nikane milletekî rezîltir u ehmeqtir bike.
De baźon kurdino, baźooon!

Montag, 16. Januar 2012

U Seetek Zaroktî -5-



Bero dengê xwa birrî bu. Źi erdê zilikekî hiśk bii destê xwa xistî bu u di nav tilliyên xwa da dićerixand. Hemî bala xwa dayî bu zilikê di nav tilliyên xwa da . Lii erdê dinêriya. Źi xwa ra lii tiśtekî digerriya. Gava ćavên Bero lii gêleyê/gêrikê reśik ket, zilikê di nav tilliyên xwa da bi hêdîka bir li ser riya gêleyê reśik dayniya. Wî dafika xwa li ber gêleyê reśik śun kirî bu. Gêle heta ber zilik hat, qendî ćend seniyeyan li wê rawestiya u dura bi lez derkete ser zilik. Di vê navê da, beriya ku gêle źi zilik da[bi]keve u dîsan bi ser riya xwa da herre, Bero zilik bi lez źi erdê rakir. Gêle hindikî bi ecêb mayî, carinan lingên xwa bii vir u carinan źî bi wir da drêź dikir. Lê nedikaniya bi erdê ra temasê ćêbike. Loma źî li ser zilikê di destê Bero da berbi drêźiya zilik, bii źêr u źor da diću u dihat. Źi piśtî demeke kurt, gunehê Bero bii gêleyê reś hat. Serê xwa bi giranî berbi hêla raśtê va hindikî bada. Bi ćavê xwa yê raśtê, lii riya gêleyê reś gerriya. Ćavê wî lii gêleyên din ket. Li ser heman xêzê wî baskê xwa berbi riya ćuyînê drêź kir u zilikê di destê xwa da bi baldarî dayniya wir.
Paśê bi dengekî xembar źi kekê xwa ra got:

- Keko, ev gêleyên reśik kurmanc in, ne?
- Nizanim, ćavê min. Ćima?
- Ez źî nizanim. Li gund me wer digot źî, loma yanî.
- Herê herê, raśt e. Gava ez zarok bum, me źî hanî digot.
- Tu dizanî, ez źi gêleyên reśik pirr hez dikim.
- Baś e. Min źî źi wan pirr hez dikir, Bero’yê min.
- U aniha źî źi wan hez dikî?
- Herê. Hîn źî źi wan pirr hez dikim, dilê min.
- Keko, ma tu źi gêleyên sorik źî hez dikî?
- Na.
- U berê?
- Min berê źî źi wan hez nedikir, ćavkê mino.
- Ez źî nakim. Keko, gêleyên sorik tirk in, ne?
- Nizanim. Me źî berê weha digot.
- Ê wê demê tirk in ha, ne?
- Belkî.
- Keko, ćima gêleyên sorik hertim yên reśik dikuźin?
- Belkî źi wan hez nakin, loma.
- Ez źî wê gavê źi yên sorik hez nakim.
- Tiśt nabe, berxê mino, tu źî źi yên sorik hez neke.
- Ez ê źî wan bikuźim, ihi. Ćêdibe keko?
- Na cano, ber[bi]de bila herrin.
...

Sonntag, 15. Januar 2012

Du Roźên Dawiya Vê Heftê


Ev du roź in ku hewayeke bi rooź/tav u sar hee ye.
Carinan baa źî xwa li derudorê dixe.
Min dawiya vê heftê zêde mala xwa terk nekir.
Źiber entremana roźa îniyê di bazuyên kemaxa min da pićekî hêś hee bu u hîn źî bi temamî derbaz nebuye, min pirr giranî rakir, loma.
Di vê navberê da min telefonî bavê xwa źî kir.
Mêro dîsan serî lii min gerrand welle.
Ez careke din meźbur mam ku soza hatina xwa ya hîsal bidimê.
Źi berî ku em xatir źi hevdu bixwazin, źi min ra got, «ez dibê[źi]m em ê hîsal di meha kêrazê [hezîranê] da bigêźin hevdu Beghyanî.».
Lê źi min ra źî tenê testîqkirina gotina wî maa, wekî berê.
Ći bikim, źixwa derdê ku tirkên kućikbav lii piśta me bar kirinne, bi têra xwa giran e.
Ma qey hun dibêźin ez źî vî barî pićekî girantir bikim babam, hi?
Na, nikanim źî.
Źixwa tiśtê ku di nav źiyana me da li paś maye, ew źî tenê hêviya me ya tisî ye yaw.

Tabî min hîro xwast ku odeya xwa źî pićekî paa/paqiź bikim.
Êêê, xwadê hee ye law, welle bi temamî serneketim brê min.
Lê divêt ez heqqê xwa źî nexwim.
Min karê herî zor ya di odeya xwa da xelas kir.
Ew kaxizên ku min tiśt li ser nivîsînne, pirtukên vekirî u li serhev dayînî, nameyên hatî u hwd. îmana min dikin teneke.
Bi raśtî źî ev rewśa maseya min hertim serê min dike wekî kundir.
Dikim nakim nikanim rêkupêkiyeke daîmî li ser maseya xwa pêk bînim.
Źi niśkê va qey tu dibêźî hêzeke îlehî lotikeke nediyî lii maseya min xistiye u xelas yaw :)
Helbet divêt ez sibeh źî karê mayî xelas bikim, źi berî ku ez 
źibo wergerrê herrim klînîkê, yanî heta nîvroyê.

Pirr sosret e, hîro ti kesî di Facebook'a agirpêketî da bi tirkî tiśtek neweśand, yan źî min nedît.
Yanî min hîro źi lîsteya xwa kes dernexist. Îkaz źî ćênebunn.
Hella hellaaa, ćima ku yaw?

Samstag, 14. Januar 2012

U Seetek Zaroktî -4-


Hewayeke germ ya meha gulanê li derudorê hee bu. Xweza di nav kelecaniya xwa da dikeliya. Nebat u gulan di nav vê germayiya di bin rooźê da rengîniyeke efsunî didann hawîrdorê. Erdê bi hemî hêz u heza xwa ya zayînî wekî seeteke bê qusur u keder dikir tîk u tak, tîk u tak. Źi erdê źiyaneke bi deng u melodî difirriya.
Li hemberî wan, li hêla din ya ćemê Firat’ê Siltan Melek xuya dibu. Kesên ku źi cî u deverên dur hatî bunn u di ser pireya kevirîn ra derbazî wê hêlê dibunn, meriv ew yek bi yek źi dur va didîtinn. Li hêla raśtê, źi wan qasî sê sed mêtro dur, navće hee bu. Qereqola li navćeyê hertim źi wan ra dibu ciyê temaśekirinê. Heta niha źî destur nedayî bunn wî u hevalên wî ku carekê herrin navćê u bi têra xwa bifitilin.
Di nav vê bê dengiyê da kekê Bero serê xwa berbi wî ćerixand, bi biśirîn destê xwa dayniya ser milê wî yê hêla din u ew pićekî heźand.

- Ka bibêźe ćavê min, tu qet bi hevalên xwe ra ćuyî Siltan Melek’ê yan na?
- Naaa. Keko, me bernadin derekê.
- Ê helbet ev rind nîn e.
- Keko, pirr zalimtiyê lii me dikin.
- Xêr e, ćima? Ći dikin?
- Nizanim keko. Herro sibehê me li pêś dibistanê kom dikin, dikin dorê, paśê źî navên ćend kesan dixwînin, wan derdixin pêśiyê u lii wan dixin.
- Qet lii te źî xistinn?
- Hi i, hînê lii min nexistinn.
- Binêre dilê min, divêt tu pirr rehet bisekinî. Xwa tev lii kesekî nekî.
- Ma tu dizanî keko, wekî din tebenceyên mamosteyên me źî hee ne.
- Bila źî hee [bi]bin. Tew tu rehet bisekine, dilê min.

Ya raśt kekê Bero pirr li ber xwa ketî bu źiber vê yekê. Lê wî hez nedikir ku xembariya vê bê xwadîtiyê lii Bero nîśan bide u wî zêdetir bixe nav hêśan. Dil dikir ku brayê xwa yê pićuk bi xwa ra bigire u bibe malê. Gava lii bê îmkaniya fikrên xwa yên hilo hesiya źî, źi xwa u rewśa heeyî nefret kir. Ti ćare u riyeke din li ber wî nemayî bunn. Gelo źi vê pê va ewê brayê xwa yê pićuk bibira ku derê? Du salên dur u drêź kê ewê lii Bero xwadîtî bikira, heta ku ew źi leśkeriyê bi śun da ve[bi]geriya? Tevî ku ewqas dixwast źi destê Bero bigirta u berbi stasiyonê bibeziya źî, bê ćaretiyê dor lii wî pêćayî bu. Ew hêz di xwa da nedît.
...

Freitag, 13. Januar 2012

Qîźźewîźźa Me Kurdên Spî Yên Tirkćî!



Hîro zu rabum u ćum klînîkê źibo wergerrê.
Lê nexwaś nehatî bu, loma źî ez dîsan bi śun da hatim malê.
Tabî li der hewayeke pirr xwaśik hee bu.
Ne wekî doh sar bu u ne źî bê rooź/tav bu.
Berbi vê hêvarê, yanî berbi seet 16an ćum bezê.
Źiber ku li der hewa xwaś bu u rooź źî li ezmên dićurusiya, gelekî kêfa min bi bezê hat.
Paśê ćum ciyê fîtnesê ya zanîngehê.
Hîro em dîsan qendî seetekê pêgoog źî lîstinn.
Źi piśtî pêgoogê min berê xwa daa ciyê bedenhêziyê (bodybuildingê).
Tabî aniha pićekî westiyayî me.
Min doh źî mêrxasekî me yê kurd źi lîsteya xwa derxist. Delalo di destpêkê da wekî śervanê zmanê kurdî lotik lii lotikan xist, lê zêde nehaźot u dîsan dilê xwa daa berbi zmanê tirkî.
Ya staaar, de bi wir da herre lo! Dînime îmanime ez hêrs ketime ha, waweylêêê!

Min doh tiśtekî balkêś di nućeyan da xwand.
Di vê dema dawiyê da li Tirkiyê u Kurdistan’a bakur enkêtek hatiye ćêkirin.
Naxwazim drêź pê da herrim.
Ligorî vê enkêtê li hemî baźarên tirkan millet daxwaziya «evîn u pere» u li baźarên kurdan źî daxwaziya «aśtî»yê dikiriye.
Tabî kurdên me ha ha dikin qîźźewîźź.
Yanî camêr lii tirkan rexneyan dikin.
Ê law babam ku me kurdan di khertiyê da serê govendê źi kesî ra nehiśt, helbet em ê her u her bibin pepuk.
Aha ev ćel sal in ku me taśerontiya siyaseta tirkan kiriye u hîn źî dikin.
Aniha hun źi van tirkan ći dipên babam, hi?
Camêran hemî pirsgirêkên xwa yên mîllî ligorî xwa ćareser kirinne.
Źixwa îmana kurdan tam bi hezar u yek qalip sabunan śuśtinne u kirinne wekî berfa spî.
Tirkan źi sî mîlyon kurdan źi xwa tirkan bêtir tirkên zman-tirkćî, niźatperest u faśîst hafirandinne.
Yên ku vê sîstema tirkan li ser piyan dihêlin em kurd bi xwa ne, ne kesekî din e.
Ćima pêwistiya tirkan bi «aśtî»yeke vik u vala hee bibe, ez qet fam nakim.
Źixwa tirk li ser belengaziya kurdan kêfan dikin, dewlementtir dibin.
Yanî mêro tiśtê herî normal lii me kurdên kêmaqil dikin.
Heger em kher nebunna, wan źî nedikannî wê kurtanê lii piśta me bixin.
Loma źî ez dibêźim tirk ćiqas bê baviyê lii me kurdan bikin, ewqas źî baśtir e.
Law kurdino, law bi sê gotinên pîroź yên źin- u mêrberdanê ez nizanim ku ez źi we ra kîźan helbesta agirpêketî bixwînim welle, nizanim haaa.

Donnerstag, 12. Januar 2012

U Seetek Zaroktî -3-




Bi hêdîka heta serê kaśa ligel ciyê pêgoogê hatinn. Li wê derê, li śuneke mistaqîl runiśtinn bi hev ra.
Bero dengê xwa kêm derdixist. Dengê wî li ser lêvên wî hilo dima, źê pê va kesî ew nedibihîst. Xema bi tirs xwa lii ruhê wî pêćandî bu. Źi aniha va lii oxirxwastina kekê xwa difikiriya.
Ewê dîsan ve[bi]gerriya sinifa xwa u bićuya li ser kursiya xwa ya berê ru[bi]niśta.
Di vê navê da dengê kekê wî kete nav bê dengiya bi guman.
- Berocan, hevalên te bi te ra ćiton in, hi?
- Baś in.
- Ma tu źi wan hez dikî?
- Ez dibêźim herê.
- U ew? Ma ew źî źi te hez dikin?
- Herê, ćima na?
- Hun bi hevdu ra zêdeyî ći dikin, ći dilîzin?
- Em googê filan dilîzin.
- Tu baś dilîzî?
- Herê, taximeke min źî hee ye.
- Meke yaw? Ma Hesen źî di taxima te da ye yan na?
- Ew źî tê da ye, herê. Carinan ditirse ku were bilîze.
- Ćima ditirse? Ma hun li hevdu dixin, ći ye?
- Ne hertim, lê carinan ćêdibe.
- Ma tiśtek lii te bu?
- Hi i, heta niha nebu.
- Hun paqiźiya xwa ćiton dikin?
- Her heftê carekê terrin hemamê.
- Kincên xwa ći dikin?
- Em bi xwa diśon li hemamê. Lê Hesen nikane.
- Ćima? Ma tu dikanî kincên xwa biśoyî?
- Herê. Ez him kincên xwa u him źî yên Hesen diśom.
- Weylooo! Ê wexta te hee ye ku tu serê xwa biśoyî?
- Ćêdibe. Ez serê Hesen źî diśom.
- Yaw tu buyiye brayê wî yê mezin ći ye?
- Nizanim. Ew qet tiśtekî nikane. Ez hertim seba wî dikim.
- Baś e baś. Heger tu her tiśtî nîśanî wî bidî, ewê ćêtir bibe ez dibêźim.
- Dikim, lê dîsan źî nikane... ći bikim...?

Gava ew bi vî hawî bi hevdu ra dipeyîviyan, lokomotîfa źi Erzingan’ê hat li pêś stasyonê sekiniya. Demekê herduyan źî bala xwa dann ser stasyonê. Ava ćemê Firat’ê bi sebreke adilane li ber stasyonê berbi hêla roźavayê va diherikiya.
Źi nuh va ketin nav bê dengiyeke aśtiyane. Dengên kêzikên li dorê u yê lokomotîfa sed salî ew bi xwa va miźul dikirinn. Herduyan źî bii hêla stasyonê da mêze dikirinn. Lê gućikên herduyan źî li ćizziniyên kêzikan bunn.
...

Mittwoch, 11. Januar 2012

Kurdê/a Zman-Tirkćî Tenê Yekî/e Taśeron E!


Welle hewa hîro li vir pićekî sar e.
Tê gotin ku ewê berbi dawiya vê heftê sartir źî bibe.
Hîro hêć rooź źî derneket.
Źixwa min ćar seet wergerr kirinn u zêde wexta min źî tune bu ku derbikevim der.
Gava ez vê hêvarê vegerriyam malê, pêśta ez bi lêz ćum marketê min tiśtin kirriyann u pêra źî bi lez ćum bezê u entremana xwa ya bedenhêziyê.

Min hîro di Facebook’a bê bav da nućeyek u vîdyoyek di derbarê kurdên me yên li Kurdistan’a Xorasan’ê da dît.
Źiber pîroźbayiyekê milletê kurd li ciyekî xwaśik hatî bu cem hevdu.
Camêrek li ber sehnê bi kurdî dipeyîviya.
Paśê źî bi kurdî helbestek xwand u vîdyo xelas bu.
Bi raśtî źî bi kurdiyeke pirr xwaś dixwand.
Bêguman gava meriv bi kurdî dipeyîve, em li ku derê vê cîhanê dibin bila bibin, ew germayiya kurdbunê, yek milletbunê hema di meriv da ćêdibe.
Herî kêm ev tiśt li ba min tenê bi vî hawî ćêdibe, heger ez śaś nebim, di hemî însanên normal da źî bi vî tewrî ye.
Mesela ez kurdekî/e źi Amed’a me ya ku buye hêlîna zmanê tirkan u ruhê kemalîzma qewad u tecawîzcî, qet lii xwa nêzîk nabînim.
Bi her śiklî wekî tirkekî/e taśeron in.
Źi tirkan bêtir źi van kurdên Amed’ê nefret dikim.
Tabî ez aniha wekî sembol dibêźim Amed, lê li hemî baźarên me kurdan eynî lanet u îblîsî ye.
Yek źi yê din berbattir u pîstir e.
Mesela dibêźin li ser kolan u malên Amed’ê «kećên kurd?» źiber kompleksên xwa tenê bi tirkî dipeyîvin, yanî źi xortan sed carî zêdetir xwa lii tirkbunê germ kirinne u dikin. Tabî śerm źî nakin!
De were hîcar bi van esilkurdên tirkćî serbilind bibe u bibêźe keć u dayikên kurdan weha u weha mezin in u nizanim ći źehr u ziqqim in.
Hey bila tam hezar u yek tifu lii van keć u źinên taśeron yên zman-tirkćî bibe, bila xwadê îmana wan bike teneke, canê wan bistîne u bixe devê wan yê tirkćî, ihi.

Min dîsan drêź kir yaw.
Min źî ew vîdyoya li ser kurdên Kurdistan’a Xorasan’ê bi tevî nivîseke kurt belav kir u hêśa di dilê xwa da vala kir ellawekîl.
Aha tiśtê ku min gotiye ev e babam:

«Wey bavooo, law ev ći bextiyarî ye, ev ći lutif u bexśîśa hezretî Zerdeśt e, ya rebbîîî!
Kurdên me yên xwadî namus u wîźdan yên ku li Kurdistan'a Xorasan'ê ewqas xwaśik bi zmanê kurdî dipeyîvin, śekirino, nerevînin welle.
De hun carekê źî lii halê kurdên me yên li dayik Kurdistan'ê mêze bikin, źi tirkan bêtir bunne taśeronên zmanê tirkan, bunne kemalîstên herî bê wîźdan u lanet kirî.
Ez dibêźim qîmeta van kurdên taśeron pênc quruś źî nake.».

Yanî qurbanino, ti peyveke min ya xwaśik źibo kurdên zman-tirkćî u taśeron tun e u ewê qet nebe źî.
De bila haya we źi we hee bibe haaa, paśê nebêźin «yaw xalo welle bille me nedizaniya lo, wîîî».