Sonntag, 8. Januar 2012

U Seetek Zaroktî -1-


Xwandekarê nobedar yê dibistana herêmî (înternatê) ya li Kemah’ê, lii dêrî xist u kete hundir. Hemî xwandekarên di sinifê da berên xwa dann hêla dêrî.
Mamoste bi dengekî nizm u hiśk źê pirsiya:
- Herê, ći hee ye?
Xandekarê nobedar bi tevgerreke śermok u bi tirs got:
- Biborin, mamosteyê min, mêvanekî xwandekarê sinifa we Bernas hatiye, dixwaze wî bibîne.
- Kî ye, ći’yê Bernas e?
- Baś nizanim, lê mamoste xanim Perwîn got kekê wî yê mezin buye. Źi Erzingan’ê dihatiye.
Gava Bernas gotina «... kekê wî yê mezin buye.», bihîst, bê tarîf kêfxwaś bu, dil u kezeb źi wî hilperikîn.
Mamoste zêde drêź nekir u got:
- Bernas, de ra[bi]be u herre cem kekê xwa!

Źi piśtî ku malbata wî ya li gund źi hev ketî bu, bê ćaretiyeke reben u berbat bii wan girtî bu.
Bavê wî ketî bu girtîgehê. Pêra źî diya wî bi tevî hêzikên li ser piśta wê źi girekê ketî bu u kud mayî bu. Paśê brayê wî yê mezin - ku hîn bîst salî bu u nu dest bi kar kirî bu - Bernas, brayê wî yê din yê źi Bernas mezintir u diya wî ya kud birî bu navćeya li nêzîkî gundê wan Refehiye'yê.

Bernas bi lez źi śuna xwa hilpekî u daa duv xwandekarê nobedar. Bê sebir bu. Bêyî ku bêhna xwa ve[bi]de, bi lez źi nobedar pirsiya:
- Ma kekê min anika li ku ye, li ber dêrî ye, keko?
- Na, li odeya mamosteyan e, em ê herrine wir. Lez meke, kekê te nareve, ćiton [bi]be heta vira hatiye lo.
Guhê Bernas qet li wî nebu, ewqas źi xwa ćuyî bu. Him li paś xwandekarê nobedar di nav korîdorê ra dimeśiya u him źî bii vir u wir da mêze dikir, hêvî dikir ku źi niśkê va carekê kekê xwa bibîne.
Gava hatinn ber deriyê odeya mamosteyan, lii dêrî xistinn u ketinn hundir. Nobedar berê xwe daa mamoste Perwîn:
- Mamosteya min, ev Bernas e.
- Kekê wî derkete der, ez bawer dikim li ber deriyê dibistanê li benda wî ye. De tu vî bibe cem kekê wî u paśê źî zu herre mala me, źi diya min ra bibêźe bila solên min yên sorik bide te.
Nobedar bi śikleke śermok u bi hurmet got:
- Lii ser seran mamosteya min. Ez ê heta ćend deqqan herrim loźmanan u ve[bi]gerrim.
Gava ev u Bernas berbi deriyê dibistanê meśiyann, Bernas yekcar kekê xwa yê li der di nav caman ra dît. Bi lez bii hêla kekê xwa da beziya u qîrriya:
- Kekooo!
Kekê wî xwa bi lez berbi hêla qîrrîniyê va ćerx kir. Lii dengê Bero digerriya. Bi kenn bu. Bextiyariya ku dengê Bero di wî da pêk hanî bu, źixwa demeke miqeddes bu źê ra. Bi dengekî zîz bang lii wî kir:
- Berooo, were heyran, were ćavkê mino, canê mino!
...

Keine Kommentare: