Bi hêdîka heta serê kaśa ligel ciyê pêgoogê hatinn. Li wê derê, li
śuneke mistaqîl runiśtinn bi hev ra.
Bero dengê xwa kêm derdixist. Dengê wî li ser lêvên wî hilo dima,
źê pê va kesî ew nedibihîst. Xema bi tirs xwa lii ruhê wî pêćandî bu. Źi aniha
va lii oxirxwastina kekê xwa difikiriya.
Ewê dîsan ve[bi]gerriya sinifa xwa u bićuya li ser kursiya xwa ya
berê ru[bi]niśta.
Di vê navê da dengê kekê wî kete nav bê dengiya bi guman.
- Berocan, hevalên te bi te
ra ćiton in, hi?
- Baś in.
- Ma tu źi wan hez
dikî?
- Ez dibêźim herê.
- U ew? Ma ew źî źi te
hez dikin?
- Herê, ćima na?
- Hun bi hevdu ra
zêdeyî ći dikin, ći dilîzin?
- Em googê filan
dilîzin.
- Tu baś dilîzî?
- Herê, taximeke
min źî hee ye.
- Meke yaw? Ma
Hesen źî di taxima te da ye yan na?
- Ew źî tê da ye,
herê. Carinan ditirse ku were bilîze.
- Ćima ditirse? Ma
hun li hevdu dixin, ći ye?
- Ne hertim, lê
carinan ćêdibe.
- Ma tiśtek lii te
bu?
- Hi i, heta niha
nebu.
- Hun paqiźiya xwa
ćiton dikin?
- Her heftê carekê
terrin hemamê.
- Kincên xwa ći
dikin?
- Em bi xwa diśon
li hemamê. Lê Hesen nikane.
- Ćima? Ma tu
dikanî kincên xwa biśoyî?
- Herê. Ez him
kincên xwa u him źî yên Hesen diśom.
- Weylooo! Ê wexta
te hee ye ku tu serê xwa biśoyî?
- Ćêdibe. Ez serê
Hesen źî diśom.
- Yaw tu buyiye
brayê wî yê mezin ći ye?
- Nizanim. Ew qet
tiśtekî nikane. Ez hertim seba wî dikim.
- Baś e baś. Heger
tu her tiśtî nîśanî wî bidî, ewê ćêtir bibe ez dibêźim.
- Dikim, lê dîsan
źî nikane... ći bikim...?
Gava ew bi vî hawî bi hevdu ra dipeyîviyan, lokomotîfa źi
Erzingan’ê hat li pêś stasyonê sekiniya. Demekê herduyan źî bala xwa dann ser
stasyonê. Ava ćemê Firat’ê bi sebreke adilane li ber stasyonê berbi hêla
roźavayê va diherikiya.
Źi nuh va ketin nav bê dengiyeke aśtiyane. Dengên kêzikên li dorê u
yê lokomotîfa sed salî ew bi xwa va miźul dikirinn. Herduyan źî bii hêla
stasyonê da mêze dikirinn. Lê gućikên herduyan źî li ćizziniyên kêzikan bunn.
...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen