Źi niśkê va dengê ezanê źi mizgefta navćê bilind bu: «Ellaaah u
ekber ...».
Deng źi dur va dihate wan. Ezana danê nîvroyê bu. Wan li ciyê xwa
yê runiśtî lii kesên ku bi lez berbi mizgeftê va dimeśiyann, dinêriyann. Dengê
ezanê xwa lii kevirên derbenda Siltan Melek u yên qeleya Kemah’ê dida u źi wir
źî wekî dengvedan bii śun da vedigeriya nav navćeyê.
Demekê bê deng mann.
Di vê dema hanê bi ezan da, trêna li stasyonê źî lii sîrêna xwa xist.
Ćend caran dukêla xwa bii hewayê da berda. Li ser kolanên li dor stasyonê ćend
kes bi bez berbi stasyonê dićunn. Li kolaneke ba stasyonê yekî źi nav turikên
li ser piśta xwa tiśtek hêxiste ser erdê. Gava bi zehmetiyeke mezin rahiśtê źî,
ćend hebên din źî źi piśta wî ketinn ser rê. Hîcar hemî barê xwa yê li ser
piśta xwa bi qa’r havête erdê, bi pîhnan lii wan daa, śewqeya li ser serê xwa
bi herdu destên xwa pêgirt u li erdê xist. Paśê bi nîgê xwa yê ćepê derkete ser
śewqê u bi yê raśtê źî ew bi lêdanan pelixand. Piśtî ku hêrsa wî hindekî daket,
źi nu va hemî barê xwa lii hev kom kir, bi baldarî devên wan lii hev hanî u bi
tevgerreke bi lez ew bi badan havitinn ser piśta xwa. Lê hêdî śopa lezê li ba
wî hew xuya dibu. Gava dest bi meśê kir źî, pêśta bii ser śewqeya xwa da ću, bi
pîhnekê ew havite ser kenarê rê u dura źî berê xwa daa trênê.
Lê trên hîn źî li śuna xwa bu. Hêć nediliviya, ne bii pêś u ne źî
bii paś da.
Bero kevirek źi erda di nav śeqên xwa da ragirt u demekê di nav
destê xwa yê raśtê da bir u hanî. Tiśtek dixwast bibêźe. Źi berî ku kevirê di
destê xwa da bi tilliya beranê pêśta bavêźe, carekê li kekê xwa nihêrî, dîsan
serê xwa vegerrand ser kevirê di destê xwa da. U bi carekê va kevir di hewayê
ra pirriya u ću lii dîzarê/dîwarê ligel rê ket, bi dengekî daketî kete ser
kevirên li ber dîzêr.
- Keko, xwazila ez
źî aniha di wê trênê da bibuma.
- Ćira, ćavkê mino,
ćira?
- Nizanim ku... Ez
źî nizanim.
- Dilê min, li ber
xwa nekeve.
- Naaa, ćima ku,
keko?
- Ê ćima tu dixwazî
di trênê da ru[bi]nî, Berocan?
- Ez źi trênê hez
dikim yanî, loma min got, dizanî.
Qasî kêliyekê dengê xwa dernexistinn. Haya herduyan źî baś źê hebu.
Yek źi wan ewê bićuya u yek źî ewê li wir bimaya. Yek lii rêwîtiya xwa ya tenê
u yê din źî lii mayîna xwa ya tenê ya li wir difikiriya. Xemgîniya herduyan źî
di nav ćavên wan ra xwa bi ezeb dida der.
...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen