Dienstag, 3. Januar 2012

Ćima Kurd Di Salekê Da Kurdî Źi Bîr Dikin Lo?



Gava ez vê sibehê źi nav cilan rabum ser xwa, li der hewayeke pirr vekîrî, xwaśik u bi rooź/tav hee bu.
Tabî vê yekê gelekî kêfa min hanî.
Ez ê bićuma klînîkekê źibo wergerrê.
Lê ev klînîk źî pićekî źi mala min dur e.
Yanî bi pîskîlêtê hema hema 25-30 deqqan dikiśîne. Hindekî kaś e źî.
Helbet li ser riya vegerrê źî zêde zehmetî dernakeve.
Li ser riya vegerrê min źibo deh deqqan serî lii restorenta heval Newzat źî daa.
Hîn mêvanên xwarina nîvroyê nehatî bunn.
Loma źî min gotina xwa zêde drêź nekir, źi piśtî xal u xatirekê ez dîsan źê derketim.
Źi piśtî nîvroyê źî min ê li klînîka ku ez hertim wergerrê dikim, du seet wergerr bikira.
Min kir źî.

Di nav van deh roźên dawiyê da min qet sport nekir.
Yanî min tembeliyeke bê tarîf kir. Ê welle carina ew źî pêwist e brê min, weyyy.
Heger hun aniha źi kesên ku min nas dikin ra bibêźin, ewê qet bawer nekin. Ewê bibêźin, «na looo, hingê źi sedî sed nexwaś e, haaa. Ew u runi
śtin, hahooo!».
Ya raśt ez bê sport nikarim debara xwa bînim.
Di demên zivistanê da herî kêm herro du seet sport lazim e, kêmtir nabe.
Lê gava hewa germ dibe, hindî kes nikare bi seetan min pêbigire, yellaaah.
Tabî digel hewaya sar haźotina pîskîlêtê qet misabip nîn e.
Loma źî heta źi min tê naxwazim digel hewaya xerab herrim pîskîlêthaźotinê.
Tevî ku hertim nikanim xwa zeft bikim źî, bi zêdeyî li ser gotina xwa disekinim.

Źi piśtî vegerra xwa ya malê bi lez derketim u ćum bezê, pêra źî ćum ciyê fîtnesê yê zanîngehê.
Źiber ku min deh roź tiśtek nekirî bu, min hîro entremaneke pirr sivik kir.
Yanî zêde bi giraniyan îmana bedena xwa nekir ćarox.
Ez dibêźim ez ê sibeh śopên vê yekê baśtir hîs bikim.

Min hîro careke din hevalekî di Facebook’ê da źi lîsteye xwa derxist.
Mêro bi zmanê tirkên qewad vîdyoyek li ser axaftina perlementerekî kurd belav kirî bu.
Min got, «bibore, te soza me xera kir qurban…» u xelas.

Du hevalên din źî eynî vîdyo belav kirî bunn.
Min źi wan ra źî got, «hśśś, ez vê carê guhê we pićekî dikiśînim, lê ewê cara din ev źî nebe haaa.».
Kafirekî bersîv dayiye u gotiye, «bi telaq min dizaniya ku tu yê vê yekê bikî,…» u filan u fistix.

Aha hun źî dibînin, meseleya me ne tirk in, kurd bi xwa ne.
Heger kurd bixwazin, pirsgirêka zmanê kurdî ha vê śevê ćareser dibe.
Lê anam babam naxwazin, bunne koleyê zmanê tirkên qewad u tecawîzcî.
Ê aniha źi însanên weha meriv ći dikare bipê lo?
Bi sê gotinên pîroz yên źin- u mêrberdanê em kurd qîmeta pîzaveke xerabe źî nadin zmanê kurdî yaw.
Tifuuu, ihi.

Doh dengbêźê me yê hêźa kek Ebdurehîm’e Muśî li ser profîla min hevpeyvîneke ku di sala 1993an da bi kećeke źepon ra hatiye kirin, belav kiriye.
Źixwa min ev hevpeyvîn roźek berê di malpera kekê me da xwandî bu.
Bêguman tiśtekî hêźayî teqdîrê ye.
Keća delal źi piśtî hindek tesetufan, dawiya dawîn tê Suriye’yê u li wir dest bi hînbuna zmanê erebî dike.
Pa
śê li Śam’ê xwandekarên kurd nas dike u bi wan ra dikeve nav têkiliyê.
Pêra-pêra ew gelekî di bin tesîra kultura kurdan da dimîne u birryar dide ku hînî kurdî bibe.
Ćîrok drêź e. U gelek źî balkêś e. Tê înstîtuta kurd-î ya Parîs’ê źî …
Herre were, keća źepon di salekê da hînî kurdî dibe.
Camêrê ku ew hevpeyvîn pê ra ćêkiriye, yanî xalê me Zinar’ê Xamo, pê ra bi kurdî axiviye.

Kek Ebdurehîm li bin nućeya xwa tespîteke treźîk ya me kurdan bi vî hawî haniye zmên:
«
Stî [= xanim] Akiko di salekê da hînî zmanê kurdî dibe, lê mixabin kurd źî di salekê da [kurdî] źi bîr dikin!».
Bikevin serhed.org'ê, hun ê hema bibînin.

Êêê, em ê aniha vî tiśtokî ćawan bi nav bikin qurbanino, hi?

Keine Kommentare: