Bernas źi xwa ćuyî bu. Tiśtê ku
hîs dikir, tenê bextiyariya di dilê wî da bu. Dilê wî bi germayî lê dida, bi
lez bu. Bi bez xwa havêt himbêza kekê xwa. Herdu baskên xwa li dor hustiyê wî
gerrand, ew bi hemî hêza xwa guvaśt u gîriya. Kelecaniyê pê girtî bu. Bi gîrî
źi kekê xwa ra got:
- Keko, keko ez źi te pirr hez dikim. Keko, min źî bi xwa ra bibe,
temam? Tu dizanî, min pirr pirr pirr ... bîrya te kiriye. Keko ... ez carinan
te ... u gayên me Cimo u Pîźo ... di xewnên xwa da dibînim. Keko, tu źî źi Cimo
u Pîźo pirr hez dikî, ne? Ez dibêźim ... aniha Cimo u Pîźo ... wan ez źi bîr
kirim, ne keko?
Tê gotinn ku gava Bero źi dayik ćêbuye,
kekê wî li navćê dićuye dibistana navîn. Cîranê wan xalê Tezo ew li navćê d[it]iye
u mîzgînî daye wî. Xalê Tezo dibêźe, kekê Bero źi kêfan herdu destên wî pêgirtinne
u heta źi wî hatiye ha guvaśtiye u ha pać kiriye, ha guvaśtiye u ha pać kiriye.
Paśê źî bi lez ćuye dukanekê u lîstokek kirriye u bi bez hatiye u daye xalê
Tezo, źibo ku ew wê lîstokê bibe u bide brayê wî yê nu ćêbuyî.
Kekê wî bi dengekî nerm xwast ku
dilê wî bigire.
- Na Bero’yê min, naaa. Ez dibêźim tu źî aniha di bîra wan da yî.
Tu źî dizanî, gayên me pirr baqil in. Wer bi hêsanî zu bi zu kesî źi bîr nakin,
ćavê min.
- Keko, ez dîsan dixwazim Cimo u Pîźo biben u bićêrînim.
- Ćêbu, dilê min. Ma ev leza te ći ye?
- Ê te got ew źî bîrya min dikin.
- Herê herê, lê hema ew naxwazin ku tu dest źi dibistanê ber[bi]dî,
dilê min.
- Ćima?
- Ew dixwazin ku tu źî wekî wan baqil u źîr bibî, loma.
- Emma ez niha pirr baqil im. Tu dizanî keko, ez dikanim bixwînim
źî.
- Tu hertim źîr buyî, ćavê min.
Paśê kekê wî ew źi himbêza xwa bi
hêdîka bera ser erdê daa. Lê Bero hîn bi destê kekê xwa pêgirtî bu. Qet źi wî
nedihat ku destê kekê xwa ber[bi]de. Kekê Bero bi dengekî dilovan źi Bero
pirsiya, ka li wir ti ciyên ku ew bikarin lê ru[bi]nin, bi hevdu ra bipeyîvin,
hee ne yan na? Bero hindekî bê dengtir buyî bu. Tirsa ku ewê kekê wî dîsan bii
śun da vebigere, bii wî girtî bu. Loma źî bi hêdîka got:
- Li paś aśxanê ciyê googlîstinê hee ye, aniha kes li wir tun e
keko.
- Baś e, de were em bii wir da herrin, dilê min.
Bero bi dengekî hîn nizimtir daxwaza kekê xwa testîq kir:
- Ćêbu, keko.
Gava wan dest bi meśê kir,
kekê wî destê Bero berda u destê xwa bir serê wî u ew bi nazikî mist daa. Dura
destê xwa berbi hustiyê wî da bir. Serê Bero hîn lii ser erdê bu.
...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen