Samstag, 5. Dezember 2020

Belengaz In



Belengaz In


Dizanim
Śev źî dakeve nav malê
Du dilên śilbuyî ne vê carê
Belengaz in
Rebenino
Belengaz.

2.3.2015, 12:23, Zürich

















Dienstag, 10. November 2020

Nivîsarên Farsiya Kevin (I) Yên Dariyus

 


"Nivîsarên Farsiya Kevin (I) Yên Dariyus" hîro di nav "weśanên Na" da derketiye.

Cîlda duyem ewê kengê bi dawî bibe, vê gavê nizanim.

Dibe ku di sala 2022an da amade be.

Di nav cîlda duyem da ewê hemî nivîsarên Farsiya kevin werin berhev kirin, wergerrandin u rave kirin. Bi dibêtiyeke mezin ewê źi vê cîlda yekem sê caran mestir bibe.

Vê gavê hindekî pirsgirêkên texnîkî hee ne, meriv hew dikare rêk u pêk bi karê xwa ra rabe.

Her weha di planê da ferhenga Farsiya kevin źî hee ye. Dibe ku ew źî heta wê demê, ango heta sala 2022an, bi dawî bibe.

Lê vê gavê divêt ez lêkolîna xwa ya li ser "zmanêN Medan" źibo ćapê amade bikim. Ev xebat min di sala 2004an da wekî têz amade kirî bu.

Di ser ra 16 sal derbaz bun.

Loma źî divêt ez heta dawiya vê salê li ser pirr kur u hur bibim.

Ez dibêźim ewê di destpêka sala tê da bikare were ćap kirin.

Mixabin bi zmanê Elmanî ye.

Dibe ku ez heta ćend heftan nimuneya yekem źi Berfo ra (weśanên NA) biśînim, źibo ku Berfo bila bi hêdîka berg u formata pirtukê amade bike.

Plana ku vê lêkolînê wergerrînim ser Kurdî, di roźeva min tun e, źiber ku ew wext tun e, loma.

Ku kesekî xwast bi vî karî ra rabe, ez ê nebêźin na. Ez ê alîkariyê źî bidimê.

Lê bila her tiśt bi dor be.

Baśtir e ku em zêde b' zorê nedin.

Heger di sala 2021an da pirsgirêkên nepayî dernekevin, ewê saleke pirr întensîv bibe, dê him gelek berhem bo ćapê werin amade kirin û him źî bingeha gelekan were daynîn.

Lezê carekê belaya xwa l' min daa, wekî źi berî bîst salan.

Dinyayeke bi dor e.

Lê bext yan źî bêbextî ye, nizanim, meriv bi sedî nod u neh (% 99) nizane ka kengê di dorê da ye.

Ne pisîka bi heft canî me ku bibêźim, hîn śeś canên min yên din di dorê da hee ne.




Montag, 2. November 2020

Gelo Medan Ev Reliyefên Bi Farsî Nivîsî Bun?



Ev demek e ku ez u nivîsarên Farsiya kevin bi têra xwa ketî bun gewriya hevdu.

Lê weśanxanê ev lêkolîn hîro źi ćapxanê ra śand.

Ligorî gotina Berfo ewê hefteya tê were ćap kirin.

Ya rast heta ku min bi dawî kir, serê min di hezar ciyî da kir teq u req. Bi xêra pisîka Xelefko me pićek strês havit. Xelefko got pisîka wî vê gavê plen u proźeyan ćêdike u dixwaze śaredariya baźarê Mêrdîn’ê bixe bin kontrola xwa 😊

Her cara ku min ev lêkolîn amade kir u źi „weśanxaneya NA“ ra śand, di mînćeya/compîtura Berfo da formata wê guhartî b’ śun da hat. Źixwa tîpên mîxî yên Farsiya kevin „Word“ weha kirin ku, tu yê bibêźî barê hezar qantiran l xaltîka me „Word“ bar kirine u nikare bixebite.

Tenê peyveke bi tîpên mîxî bes bu źibo ku xaltîka me „Word“ teqewut bibe.

Ev śeś hefte bun ku ez herro bi serrastkirinan ra miźul bum.

Hema hun bibêźin heger Dariyus’ê beredayî biketa destê min, min ê tayek por źî li serê wî bêbavî nehiśta.

Lê em ći bikin, mîna ku di navbera salên 522-486an yên berî mîladê da buyî bu beleya serê kalikên me, hîro źî buye belaya serê min.

Navê bavê Dariyus bi Medî bu: Vištāspa-. Ango wateya „yê (xwadî) bi hespên berdayî“ dide. Pićek maye ku bibe „… beredayî“.

Lê meriv źi vê yekê dikeve śikê u dibêźe, „Hella hellaaa, ćima ku?“.

Di nav ti nivîsareke Farsiyên kevin da navê Zaraϑuštra- (Zerdeśt) nayê bi bîr hanîn, tevî ku Dariyus’ê kundir ha ha behsa Ahuramazda dike u „Li ser daxwaza/niyaza Ahuramazda min ev kir.“ dibêźe u pêda terre.

Qasî ku xuya dibe *pai̯sa-kara’yên (pîśekarên) Med ev nivîs nivîsîne.

Lê Dariyus źi ya bavê xwa danakeve u dibêźe bi serê pisîka reś be ku min bi xwa ev nivîs îcad kiriye.

Ez drêź nekim, daku bila gêrmî/śorbe pirr śor nebe.

Yên ku ev nivîs nivîsî bun Med/Kurd bun.

Lê yê ku źi piśtî 2300 salan paśê ev nivîsar li ser kaxizekê nivîsiyan u dan arxeyolog u asurologê Înglîz, śivanekî Kurd yê li dor 15 salên xwa bu.

Ev nivîsar di sala 1836an da źi hêla serbaz û zmannasê ciwan yê Înglîz Henry Creswicke Rawlinson va (1810-1895) tê kifś kirin. Fermandariya leśkerî ya Înglîz di sala 1835an da źibo ku Rawlinson śêwirmendiya brayê śaxê Fars bike, wî źi Hîndistan’ê berbi Kermanšah’ê va diśîne. Lê ew bi kelecan li wir l’ nivîsarên kevin digerre. Roźekê li derudora xwa bi heebûna van nivîsaran hay dibe û bi lez berê xwa dide Behistūn’ê. Gava ew bi alîkariya Kurdên rewend û niśtecî digêhiźe ber wan zinaran, ew źiber meziniya van nivîsaran matmayî dimîne. Tevî ku serbaz u atletekî menśur e źî, ew nikare bigêhiźe nivîsarên li źor. Bêćare ew li ser wî ćiyayê berz l’ kesekî digerre źibo alîkariyê. Dawiya dawîn tuśî xortekî Kurd yê ku śivantiya bizinan dike, dibe. Pereyeke zêde pêśniyazî wî dike źibo ku ew derkeve źor, van nivîsaran źibo wî yek bi yek binivîse, b’îne û bide wî. Śivanê ciwan bi tevî gelek zehmetî û xeteriyên mezin heta źor derdikeve, hemî van nivîsaran yek bi yek tomar dike, tîne û dide Rawlinson ... (źi „Bîranînên Rawlinson“).

Mîna źi berî 2500 salan, hîro źî Med/Kurd li vir niśtecî ne.

Yên ku ev nivîsar nivîsîn, Med/Kurd bun. Lê bi zmanê Farsan ev kirin.

Yê ku ev nivîs li ser kaxizekê źi piśtî 2300 salan qeyîd kir, śivanekî ciwan yê Kurd bu.

Yê ku li paś maa, zmanê Farsan bu.

Yên ku kirin u bi bêdengî ćun źî, mîna di vê serdema me ya kepaze de, dîsan Kurd bun!

De were źî nekeve nav strêsê!

Lê ez li benda pisîka Xelefko me. Sedîsed ewê śaredariya Mêrdîn’ê bi dest bixe. Ligorî ragihandinên devkî u nivîskî, pisîka ćavbelqîtî digotiye: Ez ê bratî u înternesyonelîstiyê b'înim baźarê Mêrdîn'ê u źi vî va..

Êêê, źê pê va tenê dahol u zirne u dirîreśkên Mêrdîn’kî u xelas 😊






Samstag, 10. Oktober 2020

Kevokên Me Yên Śîn Li Kapadokye’yê Man

 


Me ne tenê zmanê xwa, rengê kevokên xwa źî źi bîra me ya pênc hezar salî riniya.

Me him kevokên xwa u him źî rengê wan li Kapadokye’yê hiśtin u ćun.

Me źi bîr ku em bi kevokên xwa li Kapadokye’yê daniśî bun.

Kapadokye'ya źi kevokên Medan
Me źi bîr ku me li źêr, di bin Kapadokye’yê da, baźarên xwa hiśtin.

Me źi bîr ku me li Kapadokye’yê kevokên śîn ćêkirî bun.

Me źi bîr ku me xwadayên destpêkê yên efsanevî źi ezmanê li źor ćiyayên me yên śîn daxistî bun źêr.

Gava em hatî bun Kapadokye’yê, me u wan, me bi hev ra źi axa di bin Kapadokye’yê da kolan u baźar ava kirî bun.

Herd źi źêr va bilind buyî bu.

Ćiku yên di bin herdê da mezin bun.

U îcarê me źi źêr va di nav baskên kevokên xwa da rahiśtî bu śîniya źor.


Medan navê
Kapau̯ta-ka- l’ Kapadokye’yê kirî bu.

Farsan ew nav hindekî guhartin u kirin Katpatuka-.

Lê Yonenan źî ew nav pićekî guhartin u kirin Kappadokia.

Ez dibêźim haya Tirkan źê tun e ku navê Kapadokye navekî Medî, ango yekî Kurdî ye.

Helbet ez źî dizanim ku hun nizanin, peyva me kevok u Kapadokye eynî peyv in.

Peyva me kevok źi teśeya xwa ya kevin *kapau̯ta-ka- tê.

Di Vedî u Sanskrîtî da (li dor 1100 salên źi berî mîladê) kapóta- wekî Kurdî wateya „kevok“ dida.

Di zmanên Kurdî da peyva kevok bi śiklên cihê u cihê tê bi kar’anîn, meselen wekî teśeya kebok, kevot, kevotk, kote, kotir, kawoter, kamuter u hwd.

Lê di eslê xwa da Proto-Kurdî *kapau̯ta- wateya rengê „śîn“ u „kevok“ dida (li dor 1700 salên źi berî mîladê).

Dîsan di Proto-Arî da źî ev peyv bi eynî śiklî bu u heman wate dida (li dor 2500 salên źi berî mîladê).

Navê gola Urmiye’yê digel Strabon wekî Kapau̯ta- hatiye tomar kirin. Qasî ku xuya dibe Medan ew nav lê kiriye.

Lê ev nav dîsan paśê derbazî zmanê Ermenî Kaputan, Erebî Kabūdān źî buye. Her weha ćiyayekî bi navê Kapotes yê li Ermenistan’ê li ba Plinius hatiye tomar kirin.


Bîra meriv di peyvên zmanê wî mirovî da ye.

Peyva ku źi bîra meriv bar dike u terre, bi xwa ra perćeyeke rih u bîra meriv źî digire u dibe.

Yê ćuyî dimire, yê mayî seqet dimîne.

Lê dawiya hemî seqetiyan bi źan e.

Heta ku meriv roźekê bi wê źanê dimire, l’ dermana źana xwa digerre.

Gava meriv roźekê li pey yê ćuyî dimire, hingê meriv źi źana xwa xelas dibe.




Sonntag, 4. Oktober 2020

Debîrên Li Medya'yê


 

Di van demên dawiyê da ez bi nivîsarên Farsiya kevin ra pirr bilî bum.

Mîna ku min berê źî gotî bu, min ê wergerra „nivîsarên Farsiya kevin yên Dariyus“ źibo ćapê amade bikira, ango źi Farsiya kevin wergerranda ser Kurdiya Kurmancî.

Min źi berî heftekê bi dawî kir, lê gelek astengiyên nepayî derketin.

Ez vê źî li ciyê xwa bihêlim. Ez ê di nivîseke din da li ser vê meselê bisekinim.

Ez dixwazim hîro pićekî li ser peyva Kurdî „debîr“ bisekinim, serê hewe u yê xwa pê b’êśînim.

Her cara ku ez bi miźareke dîrokî va miźul dibim, ez dubare pê dihessim ku pirsgirêkên me Kurdan yên rihî u mêźiyî źi ćavkaniyeke ćendîn kevin tên.

Bi taybet źî nexwaśiyeke pirr xerabe di nav Kurdên elît da hee ye. Him źî bê îstîsne, di nav hemî dîroka bi hezaran salan da.

Tevî ku xelkê Kurd hertim bi zman u ćanda xwa va girêdayî maye, hemî hêrîśên zmanî u ćandî yên źi der va di nav xwa da wekî aśê bi rik yê bi hezaran salan hêrrandiye źî.

Ne karekî pićuk e. Bi dehan hêz u dagirkerên wehśî hatine u axa Kurdistan’ê tarumar kirine.

Lê hemî źî yek bi yek hêrrîne u bi bayên źi bakur ra ćune.

Nivîsarên Farsiya kevin yên Dariyus li Behistun'ê. 
Zmanê Kurdî u ćanda Kurd wekî ćiyayê źi kevirê bazaltê her li śuna xwa maye.

Tevî ku xelkê Kurd hemî wêranker di kurka xwa da hêrrandiye źî, ćîna elît ya Kurdan hertim li ser piśta xelkê Kurd li ber wêrankeran kućiktî kiriye.

Ev bênamusiya vê ćîna Kurd ya elît ya ku hîro gêhiśtiye asta herî bilind u heebunên bi hezaran salan tarumar dike, li ser van heebunan bazara qewadî u qehpikiya xwa dike, dîsan berê źî bi heman mantixî karê xwa kiriye.

Lê hindî hîro ew hemî heebunên bi hezaran salan berbi dawîbunê terrin, yek bi yek bê vegerr bi dawî dibin.

Źixwa meriv ecêb dimîne u źi xwa dipirse, ćawan buye ku ew heebunên dîrokî heta hîro bi dawî nebune?

Ez vegerrim ser miźara xwa, ango werim ser peyva „debîr“.

Peyva me debîr źi Kurdî u Îraniya kevin dipi-bara- „debîr“ tê.

Peyva dipi- „nivîs, nivîsar“ źi Elamî u °bara- źî źi Kurdî u Îraniya kevin bar- „birin“ tê (hîndî-ewrupî bher-).

Ango bi hev ra „yê ku nivîsê bi xwa ra dibe/digerrîne“ dide.

Divêt meriv l’ derfetên źi berî du hezar u pênc sed salan (2500) bifikire.

Kesên ku dikariyan bixwînin u binivîsin, bi tilliyan dihatin heźmartin.

Wan debîran bi taybet źibo ćîna biźarte/elît gotinên wan li ser zinar u metalan dinexśandin.

Dariyus źî eynen weha kiriye. Ferman daye ku ew debîr gotinên wî li ser zinaran binivîsînin.

Di nav 35 salan da, ango heta ku Dariyus bimire, ew gotinên wî li ser wan zinarên li Behistûn’ê bi bizmar u ćakućên di destên debîran da hatine kutan.

Di van nivîsarên Dariyus da, di risteyekê da herfek hee ye ku bi têra xwa ez miźul kirim. 

Navê Dariyus bi Farsiya kevin hertim wekî Dârayav.uš hatiye nivîsîn u ev forma Farsiya kevin ya rast e.

Lê li ciyekî wekî Dârayavahuš (ango bi -h-) hatiye nivîsîn. U ev forma bi -h- forma zmanê Mediya kevin e.

Îcarê ew pirsa rewa di serê we da źî ćêbû, ne?

Herê, kesê/debîrê ku ew nivîsar li ser wan zinaran kutayî bu, yekî Med bu, u wî kesî baś dizaniya ku forma kevin u rast ya bi -h- bu (di pirtukê da hun ê bikarin bi frehî pêda herrin).

Bi saya nivîsên wî debîrê (yan źî wan debîrên) Med e ku em hîro Farsiya kevin bi têra xwa nas dikin, lê ne Mediya kevin.

Tebeqeya Kurd ya elît ti carî nekariye rola xwa ya dîrokî bilîze, hertim li ber deriyên tecawîzkarên xwa kućiktî kiriye.

Ćend kesên ku xwastine tiśtina bikin źî dîsan bi destê van kućikan hatine kuśtin.

Tenê herfek, ku bê hemdî hatiye nivîsîn, ćendîn înformesiyon u reelîteyên dîrokî nîśanî me dide, him źî piśtî 2500 salan.

Xwazila bila van kućikên hîro źî bê hemdî śaśiyeke weha bikira.

Qet nebe bila ćend kesan źî źi piśtî sed salan bigota: „Yaw ev herf bi zmanê Kurdî nebe?“.

 

Nîśe: Ewê ew wergerra nivîsarên Farsiya kevin di vê mehê da derkeve, bi tevî Destpêkeke drêź ya bi miźarên dîrokî u zmannasiyî.




Samstag, 8. August 2020

Weśanxaneyên Qaśo Kurd Yên Tacîr



Heger ne śaś bibim, vê gavê li bakurê Kurdistan'ê 28 weśanxaneyên kurdan hee ne.
Ez nabêźim weśanxaneyên bi "zmanê kurdî" hee ne.
Lê di rastiyê da van weśanxaneyana tenê navekî bi kurdî l xwa kirine u hew.
Roź derbaz nabe ku van weśanxaneyana bi zmanê tirkan pirtukan nedin ćapê u belav nekin.
Bi karê xwa pirr bi xurur u kibîr in.
Meriv dikare weśanxaneyên kurdan wekî baskekî MÎTa tirkan yê źibo belavkirina pirtukên bi zmanê tirkî źî qebul bike.
Karê ku tirkên namerd bi xwa nekaniyan bikin, l van weśanxaneyan dan kirin.


Źixwa bi zêdeyî bermayiyên filan u bêvan partiya xesandî ne.

Mêźiyê van golikan ava xwa źi kaniya kurdewariyê venexwariye.
Loma ruyê van ti carî l hev nakeve gava bi heśkereyî tacîrtiyê dikin.

Bi salan e ku ez źi filan u bêvan weśanxaneyê dipirsim, ka ew dikarin lêkolîna min ya bi sernavê "bêźenasiya zmanê kurdî ya dîrokî" ćap bikin yan na.
Tu yê bibêźî di guhê gê da ramedîne, deng źi bêbavan derneket.
Hemiyan źî bi derew u sextekariyên belaś berê xwa dan quzilqurta nediyar.
Tenê pesna lêkolînê dan, paśê dawa peran kirin, yan źî qet bersîv nedan.
Hindekan gotin, "Te carcarina zmanê devokî bi kar haniye" u xwastin dersa zmanê kurdî bidin min.
Min hêdî hêviya xwa źi van teresan brrî bu  (birrî bu).

Roźekê min li klînîkê dîsan tercume dikir, źibo kurdekî me.
Tevî ku bi salan bu min źibo wî tercume dikir źî, źi berî śeś mehan digel tedaviyê gava li ser demên berê dipeyîviya, got, "Karapetê Xaco" xalê min bu. Tabî pićekî pêda ću.
Źixwa Karapetê Xaco kurd baś nas dikin. Bi dengbêźiya xwa di nav xelkê kurd da kesekî bi nav u deng bu.
Bi eslê xwa ermen bu. Kurd bi xwa źî vê yekê dizanin u loma qîmeteke taybet didan wî. 

Min heta wê roźê nedizaniya ku hêleke wî kurdê me ermen bu.
Tenê bi kurdî dizaniya.
Got, "Em xwa kurd dizanin. Tiśtekî ermenan li ba me nemaye.".
Źi piśtî tedaviyê gava ew źi odê derket u ću, śêftoxtor źi min pirsiya u xwast di Youtube'ê da guhdariya Karapetê Xaco bike.
Îcarê gotina me xwa li ser dengbêźiyê drêź kir.
Min pićekî ćîroka dengbêźiyê źê ra vegot.
Bi hêdîka gotina me berê xwa daa zmanê kurdî.
Helbet ew bi xwa źî baś dizane ku ez îndocermenîst u îndoîranolog im.
Źiber ku di vê navberê da ew źî baś hiynî xemsariya kurdan ya bo zmanê kurdî buye, gelekî pê têśe.
Paśê gotina me hat ser lêkolînên min.
Min got, "Mixabin ćapxaneyén kurdan ćap nakin. Tev da źî bune bazirganên belaś. Sextekarî u derewkarî źi xwa ra kirine śîr u śekir. Źibo ku lêkolînekê ćap bikin, daxwaza peran dikin.".
Gotina me bi têra xwa drêź bu.


Paśê źi min rica kir u got, "Beghyanî, ma tu dikarî bo min pićekî vê lêkolîna xwa tarîf bikî?".
Źi piśtî ku min bi kurtî źê ra vegot, got, "Bihayê ćapê ćiqas e?".
"Mixabin fikreke min tun e, lê texmînî dibe ku li dor hezar frenkî bibe."



L min mêze kir u got, "Beghyanî, ez amade me van mesrefan bigirim ser xwa. Ez źî dizanim ku tu yê vê yekê qebul nekî. Lê dîsan źî bi kerema xwa carekê li ser bifikire. Ez ne wekî sponsor, wekî kesekî dildarê zman u ćanda kurdî dixwazim alîkariyê bikim u ewqas. Bila tenê di navbera me da bimîne ...".

Min spas kir u got ez vê yekê nikarim qebul bikim.

Ez ći bibêźim, fedekariyên źi dil meriv l baa dikin.
Gava ez paśê vegerriyam malê min got ka ez careke din bi weśanxaneyeke din ra bikevim têkiliyê, ka ći źê derdikeve.
Ez îcarê bi “weśanxaneya Na”yê ra ketim têkiliyê.
Camêr bi lez l min vegerriyan u gotin bi kerema xwa wê lêkolîna xwa carekê źi me ra biśîne.
Źi piśtî heftekê gotin, "Me lêkolîna te xiste nav bernameya xwa, em ê heta sê-ćar mehan ćap bikin.".
Dawiya dawîn źi piśtî deh salan di meha hezîranê da hate ćap kirin bêyî ku źi min pere were xwastin.
Paśê, ango piśtî ćapkirinê, min źi śêftoxtor ra mesele got.
Pirr kêfxwaś bu.
Pêra min got, em carekê bi hev ra herrin restorenta hevalê min u em bi hev ra xwarinekê bixwin.
Dîsan kêfxwaś bu.

Di hevdehê meha temmuzê da em bi hev ra ćun xwarinê.
Min pîzze u wî źî kalzone sîparîś daa.
Min źi heval Newzat ra got, bi kerema xwa bila hêkekê źî li ser pîzzeya min belav bike.
Paśê xwarinên me hatin.
Lê li ser pîzzeya min hêk tune bu.
Gava heval Newzat paśê pêhessiya, ću źi pîzzevan pirsiya u hat.
Got, "Mixabin śaś famkirinek ćêbuye, pîzzevan hêka pîzzeya te źî kiriye nav kalzoneyê.
Śêftoxtor kenniya u got, "Beghyanî, biborîne, hêka pîzzeya te źî heqqê min buye. Min źi te ra got, di vê kalzoneyê da du heb hêk hee ne, ne hêkek.".
Bavê mino, ma źi vê baśtir heq u huquq dibe.

-

Vê payîzê ewê Weśanxaneya Na wergerra "Nivîsarên Dariyus" yên ku min źi berî bîst salan wergerrandî bun kurdiya kurmancî, ćap bike.
Dawiya vê salê źî ewê lêkolîna min ya li ser zmanê medî, ku bi elmanî ye, were ćap kirin.
Di sala 2021an da źî du lêkolînên din, yek bi kurdiya kurmancî u yek źî bi elmanî.





Montag, 20. April 2020

Koćeriya Gêleyan



Kurd di mala xwa da koćer in.
Źixwa ev têrî kezeba śewitî dike.
Lê ku gêleyan/moriyan źî koćeriya xwa lê zêde kir, bivêt nevêt ku hingê dibin "koćerên koćeran".
Em bibêźin dibin "serkoćer".




Sonntag, 19. April 2020

Law Bi Kurdî, Dê-u-Bav Źî Bi Tirkî Nizanin




Kurdan nekanîn xwa źi karê beradayî yê dîrokê xelas bikin.
Rabune rêklama pirtukeke beredayî ya bi zmanê tirkan dikin, źibo ku xwa bêtir u baśtir di ber zmanê tirkan ra bikin wekî serseriyên sedsalê.
Kućik sînorên xwa bi mîza xwa xêz dikin, loma meriv nikare ewqas bi hêsanî kifś bike.
Meriv yan pêlê dike yan źi źê derbaz dibe.
Lê di herdu halan da źî haya meriv źê nabe.
Tabî kućik sînorên ku bi mîza xwa datînin, baś nas dikin.
Kećikeke kurd 
Loma hertim bi tevdîr in.
Hêsaba mala bavê xwa dikin.
Heger baweriya wan bi gurćika wan hee'be, źê derbaz dibin. Yan na, paśpaśkî b śun da vedigerrin.
Yanî kućik sînorên mala bavê xwa baś nas dikin.
Gava tarî l ser herdê dikeve, sînor dikevin bin herdê.
Di tariyê da sînor bêhna xwa vedidin.
Kućik tenê źê bîhn dikin.
Heta berbangê heźmara kêrguhên di nav sînora mala xwa da diheźmêrin dema ew di ser wan sînoran ra b vir u wir da bazdidin.
Roźa din xwadê kerîm e, dibêźin.

Lê kurd ći dikin?
Li dezgeheke resmî ya li welatekî Ewrupê xortekî 17 salî u dê u bav runiśtine.
Tercumanekî bi kurdî hatiye xwastin.
Gava tercuman tê, terrin bi hev ra di cîyekî pićuk da rudinin u wergêrr dest bi wergerra kurdî dike.
Xort bi lez gotina wî dibirre u dibêźe ew bi kurdî nizane u źê dixwaze ku bila bi tirkî tercume bike.
Lê dê u bav źî bi tirkî nizanin.
Tercuman dibêźe ew bi xwa bi tirkî nizane, tevî ku dizane źî.
Dê u bav bi lez dikevin navberê.
Memurê dezgeha resmî ya dewletê pićekî śaś dibe u nizane ka mesele ći ye.
Tercuman bi lez vedigerre wî u dibêźe, "Xorto dibêźe ew bi kurdî nizane.".
"Ma ew ne kurd e, ne lawê van e?"
"Herê lawê van e."
"Êêê, ćima bi kurdî nizane? Ev tiśt ćawan dibe?"
Źi niśkê va dê u bav dest bi axaftinê dikin.
"Welleh aniha mesele weha ye. Nikane biaxive, lê pićekî fam dike. Ew li Stembol'ê ćêbu. Li Stembol'ê ću dibistanê. Mamosteyên wî yên li dibistanê gelekî caran źi me ra gotin, pê ra bi kurdî neaxivin ku bila baś hînî tirkî bibe. Gotin pê ra bi tirkî neaxin ku bila tirkiya wî xerab nebe. Me źî got bila li dibistanê zirarê nebîne, xem nake, em ê pê ra bi kurdî neaxivin. Loma bi kurdî nizane."
Tercuman gotina wan werdigerrîne.
Ćavên memur bi temamî beloqî dibin, fam nake. Źi wan ra dibêźe:
"Aniha ev lawê we ye, ne?"
"Herê."
"Aniha ev lawê we bi kurdî nizane u hun źî bi tirkî nizanin?"
Serê memur bi temamî tevlihev dibe, ecêb ecêb l wan dinêre.
"Herê."

Dayik bi tirkî nizane.
Bav źî bi tirkiyeke pir xerab pićekî xwa îdare dike.
Bavê bavan di nav HDPê da sî salan siyaset kiriye, bi salan di nav girtîgehê da maye.
Źi piśtî ku derdikeve Ewrupê, ćend mehan paśê tirk lawekî wî yê din bi gulleyan dikuźin.

Dayik u bavên kurd yên ku bi tirkî nedizaniyan, zarokên ku bi kurdî nizanin mezin kirin.
Dayik u bavên kurd yên ku bi tirkî nizanin, zarokên ku bi kurdî nizanin mezin dikin.
U ev dayik u bav doza mafên mezin dikin. 
Lê di nav mala xwa da doza zmanê tirkî u tirktiyê dikin.
U pê nahessin ku ruhen li kîźan xopanan derbeder bune u ćune.